30 Kasım 2020 Pazartesi

mêrdînperest

Ez ketim albuma xwe ya wêneyan û min li çend wêneyên xwe yên berê min li ser facabookê belav kiribûn, nerî.
Kêfa min ji wêneyekî re hat; 
berî nuha bi du mehan di gera Mêrdîn û Midyadê de min girtibû; 
bibore, nahlet li derewan were, Hemdila girtibû.
Hemdila jî Hemdila ye ha. 
Xwedayê ez pê ne bawer wî ji jin û zarokên wî re, wî ji dê û bavê wî re, wî ji xwişk û birayên wî re û wî ji me dost û hevalên wî re bihêle!
Ez zanim hevok piçekî di ser re qulipî, lê Hemdila hêja ye meriv li ser wî bi dehan hevokên weha bixemilîne û binivîsîne.
Ji her kesî re Hemdilayek divê.
Ez dîsa vegerim rewşa berî Hemdila...
Erê, çawa min ew wêne kir wêneyê profîlê, pê re pê re Seyda Ahmed hat li binê wêne şîrove nivîsand, 
"Çawa? Bi qasî ez dizanim Devliken Xwedanenas bû, wa ye tu bûyî bawermend?"
Jêrenot anku têbinî:
Min wêne li bin atmosfera xaça dêrekê girtîye.
Min jî wek bersiva şîroveya wî weha bersiv da,
"Na, ez nebûme bawermend; çi misilman, çi xiristîyan, çi cihû...
Ez mêrdînperest im û ew a tu dibînî yek ji remzên Mêrdînê ye..."
Û dû re ev çend gotin ji zimanê min pekîyan:
Ez mêrdînperest im,
mêrdînperest!
Heger we dît ez bihurîm di ber mizgeftekê re,
yan jî ez sekinîm li ber sîya dêrekê, 
bawer nekin bawermend im, 
ez mêrdînperest im,
mêrdînperest!
Li serê vê kolana ez dimeşim dêr heye, 
ji dêrê wê de mizgeft 
û zarok bi tavê sûnd dixwin, tav...
ew tava ku li bin wê dêr û mizgeft dibin yek
Ez mêrdînperest im,
mêrdînperest!
Li ber sîya mizgeftê, ez bi keşeyekî ermen re vedixwim şeraba suryanîyan, 
bi îkrama keşeyekî suryanî ku her mane bindest.
Û meleyekî kurd ji me re dipeyive, li ser rabirdûya vî bajarê kevnare û bedew û xwedan esalet.
Ez mêrdînperest im,
mêrdînperest!
Ne misilman im, ne xiristîyan im, ne jî cihû,
ez im evdalê evîneke bindest!..

29 Kasım 2020 Pazar

roja savarê

Ev çend roj in savara (bilxur) Mêrdînê li dora hişê min diçû û dihat. Hindik mabû di xewna xwe de bibînim.
Hema min got ji îroj çêtir tune ye û ez rabûm ser xwe, çûm marketê, min mirîşkek kirî, bi qesêb da hûrkirin û hatim malê.
Ka ew mirîşkên kurmancî! Ew mirîşkên bi aqlê heft jinan xwe qure dikirin û digerîyan.
Jixwe Seadetê têra 10-15 şîvan bilxur ji min re şandibû.
Çendî tahma bilxurê berê nede jî, ne xerab e, îdare dike.
(Ka bilxurê berê heyran!)
Bi destê kê dikeve ku bi destê min keve.
Çûû! 
Û tiştê çû jî divê em nedin dû...
Vê jîyîna kapitalîst nîyha ruhê civaka resen, tevna civakê xera kir.
Hindik maye em pereyan bidin ser êgir, bikelînin û bicûn û bixwin.
Ne pir dûr, berî nuha bi 30-35 salan bi vê xezebê jîyana kapitalîst tesîr li civakê nekiribû.
Berê her malê bilxur û sindikê xwe bi xwe çêdikir.
Di qirneyan de genimê xwe dikelandin, dû re ew genimê dibû dahn, dibirin li ser xanîyan radixistin, ew dahn li ber tavê zuwa dibû û pişt re jî ew dahn di curnan de bi mîrkutan dikutan. Piştî ew genim di van hemû qonaxan re derbas dibû, êdî dor dihat qonaxa dawîn, ew jî çi bû? Bi xirxirkên bilxur ew dahn dihêran û bilxur û sindik hazir dibû. 
Herweha şihîre jî bi keda destan bû, wî zemanî.
Kîjan malê dest bi hazirîya şihîreyan bikira, cîranan alîkarîya hev dikirin.
Keç û jinên cîran li hev vedihewîyan û di bin atmosfera civat û sohbeteke germ û xweş de, bi seetan ew hevîr bi sebir û kedeke mezin dikirin şihîre û li ser wan sinî û sifreyan rêz dikirin.
Piştî ew şihîre zuwa dibûn jî, êdî merheleya dawîn dima; bi qeloka şihîreyan ew şihîre radiqelandin û diqedîya.
Civatên wan şevan ji bo me zarokan jî taybet bûn; kêf, henek, serpêhatî, çîrok, pêkenok... 
bi wan civatan di nav xeyalan de em derdiketin rêwîtîyeke fantestîk...
Axir, ew jî zemanek bû.
Li ser têla zemên her ku teknolojî bi cizbê ket, tesîr li jîyîna me jî kir; tahm jî guherî, em jî bi xwe re guhererî.
Ka ew tahmên berê!
Wek min li jor jî gotibû, 
çû û tiştê çû jî divê em nedin dû...
Erê, bi qasî ez ji Seadetê hin bûme, ez rabûm ketim mitbexê û min got "mineta jinan li ser gîyarê han" û min dest bi savara xwe kir.
Nahlet li çavê xeraban bê! 
Berî savarê, min mirîşka xwe xist beroşekê, baş keland û dû re bi avdonka mirîşkê min dest bi savara xwe kir.
Off! 
Tiştekî muhteşem çêbû.
Ji bêhna wê bilxurê mîrîyan serî rakirin û silav dan min.
De bixwe Devlikeno, bixwe, wek şîrê dê li te xweş helal e.
Bila îroj jî weha be.
Ma her tim sîyaset, her tim huner û edebîyat dibe?
Na, carina jî jîyîn û civak; jixwe çêkirina xwarinê bi xwe jî huner e.
Û hunermend wek di her karê xwe de, pêwîst e ji bo çêra zikê xwe û derdora xwe jî hunermend be.
Û ez dibêjim qey ez hunermendekî ne xerab im!
We got çi?

28 Kasım 2020 Cumartesi

îşev jî çend kelam ji milkê dil

Got,
"Îlhan, Evdirehman zêde ker e, yan Evdilqudûz zêde ker e?"
Îlhan li Evdirehman nerî, fitilî, li Evdilqudûz nerî, serê xwe kil kir, got,
"Bawer bike yek ji yekî kertir e; lê carina Evdirehman dide pêşîyê, carina jî Evdilqudûz..."
Rewşa sîyaseta kurdan jî ev e, mixabin.
Her carê yek dide pêşîyê, lê...
Kurdistan li benda çûriskeke hêvî ye û ev hêvî jî li cem sîyasetvanên kurd tune ye.
"Carina Evdirehman dide pêşîyê, carina Evdilqudûz..."

Bi qasî nîqaşa li ser zimanê kurdî çêdibe, kurd bi kurdî peyivîbûna, nuha ji zû de dagirkeran jî li ser kurdan dest bi nîqaşekê kiribûn.

Kesên sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, divê li ser medyaya sosyal hay ji xwe û parvekirinên xwe hebin.
Bêguman ji bo kurdîzimanan dibêjim.
Hûn çi qasî ziman rast bi kar bînin, hêla civakê ya medenî jî ew ê ew qasî xurt bibe.
"Xeta xwar ji gayê pîr de ye."

Dibêjin,
"Zêde pê li reha-damara civakê neke, civakê netehenîne. Li rabûn û rûniştin û tevgerên xwe miqate be û wek civakê bimeşe!"
Ne ez, divê civaka di nav dîn û îdeolojîyên beradayî de kirasê miridîtîyê li xwe kirîye û gêj bûye, li pey min bimeşe.

Gotina dawî:
Ji mejîyê xwe bipirsin, lê li dilê xwe guhdarî bikin. 
Ji ber ku,
bi qasî mentiqê, bext û ûjdan jî girîng e.


27 Kasım 2020 Cuma

hemîdê mala smaîl axa

Mîrê kurmancîya reş, serî danî û ji nav me koç kir, çû, 

lê tenê çû, kurmancîya reş spart me, ji me re hişt û çû...

Serê kurdî, serê kurdan, serê Kurdistanê sax be!

Min rû bi rû rehmetî nas nekir, nebû qismet em hevdu nas bikin. 

Lê bi malbatî jî em dostên hev in û herweha bi jinan jî em di hev de gerîyane, em bûne mervên hev; me birazîya wî ji pismamê re xwestîye, em bûne taloqanên hev.

Çendî çend caran bi rêya zavayê wî me silav ji hevdu re şand jî, naskirina rû bi rû nebû qismet. 

Çend caran ji psmêm re gotibû wexta ez li Mêrdîn bim, ji Devliken re bibêje bila were bibe mêvanê min, lê nebû qismet.

Axir, çû!..

Erê, rû bi rû min ew nas nekir, lê haya min ji wî, ji sekn û helwest û tevgerên wî hebû-çêdibû.

Di rêya maqûlîyê de wek rewşenbîrekî şareza dimeşîya. 

Rewşenbîrekî rasteqîn bû. 

Xwedan vîzyon bû û têra xwe kurd lawê kurdan bû; 

kurd lawê kurdan bû, lewra mîrê kurmancîya reş bû; 

di binê tûrikê wî de têra du netewan zargotin, pêkenîn, pêkenok, çîrok, meselok, metelok, biwêj û gotinên pêşîyan hebûn.

Bîra folklora kurdî bû, rehmetî...

Tu carî îdeolojî û partîyan bala min nekişandine, nakişînin jî.

Hêla Hemîdê Mala Smaîl Axa ya sîyasî hîç ne li ser bala min bû. 

Hemîdê Mala Smaîl Axa PDKyî bû, YNKyî bû, PKKyî bû, yan partîyeke din, ne mesele ye. 

Ji bo min Hemîdê Mala Smaîl Axa ÊWXyî bû, anku Ê Welatê Xwe bû;

mîrê zimanê qedexe bû.

Ji axa xwe, ji zimanê axa xwe, ji nirxên axa xwe hez dikir û emrê xwe li ser kir.

Di sîyasetê de Hemîdek dihere, deh Hemîd tên, lê di kurdîtîyê de, şûna Hemîdê Mala Smaîl Axa zû bi zû nayê dagirtin.

Hemîdê Mala Smaîl Axa, di qada sîyasetê de, bi rengê xwe yê kurdî ji nifşê nuh re referans bû, nimûne bû, rolmodel bû.

Hemîdê Mala Smaîl Axa, bîra vê axê bû...

Hemîdê Mala Smaîl Axa, bîra zimanê vê axê bû...

Hemîdê Mala Smaîl Axa, bîra civatên kurdî bû ku kêm kes hene, him bi sekn û helwesta xwe karibin maqûltîyeke eşîrtî bikin, him jî bi vîzyona xwe karibin wek rewşenbîr û entelektuelekî şareza tevbigerin; 

Hemîdê Mala Smaîl Axa yek ji van kesan bû; him axa bû, him maqûl bû, him rewşenbîr bû, him jî kurdperwerekî xwedan prensîp...

Bi vê çûyîna xwe ya bêwext Hemîdê Mala Smaîl Axa dilê nifşê xwe êşand, malbat û dost û hevalên xwe xemgîn kir, lê mixabin nifşê nuh jî sêwî hişt!

Serê kurdî, serê kurdan, serê Kurdistanê sax be!

26 Kasım 2020 Perşembe

maradona

Yek ji lehengên zaroktîya min, pêxemberê futbolê Maradona jî serî danî û xatir ji vê dinyaya derewîn xwest.
Bi zaroktî, ez jî mîna wî qut û gilover bûm, lê bêtir min ji Pele hez dikir û min lîska Pele ji xwe re dikir mestere.
Jixwe reşik bûm, çendî îroj piçekî dûrketina ji tavê rengê min genimî kiribe jî.
Lê dema havîn tê, dîsa li zaroktîya xwe, li resenîya xwe vedigerim, reşekî çikolatayî...
Ji bo min Pele xwedayê futbolê bû, Maradona jî pêxember û ez (em) jî mirîd. 
Mîna du hunermendên dema ronesansê, bi wê hunera xwe devê me dibirin li paş guhên me disekinandin. 
Ya wan temaşe bû, temaşeyeke hunerî, ne lîsk. Mîna meriv li ber tabloyên Leonardo Da Vîncî Mikelancelo, Rafaello û Donatello sermest bibe, meriv li ber wê lîska wan a hunerî jî sermest dibû.
Ji ber ku ez bi xwe jî futbolîstekî jêhatî bûm û zêde jî bi ser futbolê de bûm, hema hema çi qas futbolîsên jêhatî yên wê demê hebûn, min navên hemûyan li ser mejîyê xwe tomar kiribûn. Dema em zarok bûn û xwe bi xwe me dilîst, ez him futbolîst bûm him jî spîker. 
Bi spîkerîya min em di nav gola xwêdanê de diman. 
Yek ji me dibû Pele, yek ji me dibû Maradona, yek ji me dibû Platînî, yek ji me dibû Rossî, yek ji me dibû Gullît, Marco Van Basten, Lîneker, Sokrates, Zîco, Maldînî...
Me nizanîbû betilandin çi ye, li nav wan erdên hîn jî bêhna ceh û genim û nîskan jê difûrîya.
Mixabin, ew tahma futbola doh îroj tune ye. Huner û estetîzm çûye, futboleke mekanîk hatîye.
Kêf çûye, pere desthilat e êdî; 
her kes bi qasî pereyê distîne xwe lê dide û dilîze. 
Loma jî,
çendî Salah, Mane, Messî, Ronaldo, Falcao, Lewandoskî, Neymar, Tottî xwedan kabîlîyet bin jî, lîska wan mîna jenerasyona berê, kêfa nade meriv.
Bi qastî min navê Ronaldînio nexist nav nifşê nuh, lewra Ronaldînio jî hunermendekî ji wan hunermendên berê bû, 
lê mixabin nehişt em ji hunera wî têr bibin, zû dev ji qadan berda û ew tahma hunera wî di bin zimanê me de ma.
Pêxemberê futbolê, Maradona! 
Li hêla din "destê xwedê" li pişta te be!

barê navê abdulah giran e

Carina hin heval mîna dîwarê girî yê cihûyan berê xwe didin min û gilî û gazinên xwe dikin.

Carina mijar dibe mîtolojî, ji xwedayê xwedayan Zeus re qala mîtolojîya kurdan dikim, ew mîtolojîya ku şaristanîya qewmê wî ji wê mîtolojîyê zaye. Zeus li ber çavên min dibe sêlekekî dera hanê.

Carina mijar dibe felsefe, li ser dîwêr li sîya xwe dinerim, xwe di kirasê Nietzsche de hîs dikim; wê gavê ne Sokrates, ne Platon, ne Aristoteles, ne jî Spinoza kare avê li destê min bikin. Feylesofî ji zimanê min diherike bi kurdîyeke sofîstîk.

Carina mijar dibe dîn û pencereyeke nûranî li ber min vedibe, xwe wek pêxemberekî nesunetkirî yê bê kitêb hîs dikim wê kêlîyê; ez hemû ayetên kitêbên pîroz ên bawermend li ber bi cizbê dikevin, bi peyvforîzmayekê pûç dikim. Rûpelên wan kitêban yek bi yek dişewitînim û nef(e)sa xwe li ber germ dikim.

Carina mijar dibe huner, ji her peyveke min rengekî hunerê dizê, li ser me esmanek çêdibe ji rengan, mîna keskesorê; hunermend li ber germayîya zimanê min bi hunerê sermest û gêj dibin. Û ez jî têra xwe xwe qure dikim.

Carina mijar dibe civak û dibim bêehlaqekî bi pîvan, derdikevim ehlaq li parsekan belav dikim; li parsekên birçîyê ehlaq.

Û carina jî mijar dibe birçîbûna bedenan, li ser serê birçîyan dibim pisporê zewqê û bi tecrûbeya xwe bedenan terapî dikim; nahletê li qalib û tabûyan dibarînim, şehwetê wek taseke şerbet bi ser wan de dirijînim, diqûrisinê, vedixwin bi kezebeke agirpêketî...

Piştî vê destpêka qerase îja ez karim dest bi mijara esasî bikim.

Kesên navê wan Abdulah, di bin berpirsîyarîya vî navî de tu carî xêrê ji emrê xwe nabînin. Ev nav mîna barekî her li ser pişta wan e. 

Him navê bavê pêxemberê misilmanan Abdulah e, him jî navê serokê sererd û binerd Abdulah e.

Loma jî,

yê navê wî bû Abdulah, ji daxwazên xwe bêtir divê li gorî felsefeya her du Abdulahan tevbigere.

Û şert û mercên felsefeyên her du Abdulahan jî zor û zahmet û giran in.

Divê tu li destê xwe, li zimanê xwe, li pişta xwe miqate bî!

Dest û ziman erê, lê mîrata piştê zor e, li tiştekî guhdarî nake. 

Gelek pêxember û siltan û padîşahan ji ber ku pişta wan li şîretên wan guhdarî nedikir, ji xwe re cêrîstan ava dikirin û mirîdên xwe bi gotinên efsûnî bêhiş dixistin, ew mirîd dibûn qewad û diketin xizmeta wan, ji wan re qewadî dikirin.

Wan dikir, mirîdên wan jî dua dikirin!

Abdulahekî min jî heye ji wan Abdulahan.

Di xortanîya xwe de ji mizgeftan, di telebetîya xwe de jî ji civînên partîyê dernediket.

Ne dema diçû mizgeftê doxîn lê vebû, ne jî dema li zanîngehê telebe bû doxîn lê vebû.  Her birçî, her har, her belengaz xêr ji xortanîya xwe nedît.

Îroj dîsa berê me da rojên berê, qala xwe û xwelîserîya xwe kir, got, "Seyda, dema min zanîngeh dixwend, hevaleke min a serhedî hebû, beşa wênesazîyê dixwend. Rebenê bi rojan bi dora min ket ji bo min bera ser xwe de, lê ji ber ku ez mirîdekî temam bûm, min li xwe dianetanî ez li jêra xwe li doxînê binerim. Wê hevalê lê nerî xêr di min de tune ye, terka min kir û çû hin xortên din bera ser xwe da..."

Xwe bi xwe min got, "Tu kerekî ehmeq î!" lê ji ber ku min bi xwe bi xwe got, dengê min neçûyê û Abdulahê min berdewam kir, "Seyda, berî zanîngehê bixwînim ji mizgeftan, dema min zanîngeh dixwend jî ji civînên mirîdî dernediketim. Û nuha jî ez difitilim li salên çûyî dinerim, emrekî vitîvala. Lê helal be ji te re. Tu çavê kul derman dikî. Hew Xwedê zane nuha jin li cem te, bi vê rehetîya te çi qasî kêf dikin û bextewar in."

Min got, "Abdulah, heger li ser nivînan jinê xwe wek qahpikekê hîs nekir û bi haweyekî azad xwe li nav behra fantezîyan neqewimand, problem ne jin e, tu yî, tu bi xwe yî."

Kenîya, got, "Heyran, bi vê felsefeyê tu nêzîkî min bibî, ez ê jî bibim qahpikek..."

Em her du jî kenîyan.

De îja çîroka Abdulah rastîya keç û kurên me ye. 

Îdeolojî û dîn nehiştin keç û kurên me bibin xwe.

Berî xatir bixwaze, bi bişirîneke tije hesret û poşmanî got, "Jîyan ji jîyana te xweştir tune ye. Heta ji destê min bê, ez ê nehêlim zarokên min tu dîn û îdeolojîyan nas bikin."

Gotina dawî:

Ji zarokan re tenê sekn û helwest û kesayet divê, wekî din kî çi bibêje, zir derewek e.

Heta ji we tê zarokên xwe ji dîn û îdeolojîyan dûr mezin bikin. Bi huner û edebîyatê jîyana wan bixemilînin, bila bi azadî ber bi xewn û xeyal û fantezîyên xwe ve bibezin, bifirin.


24 Kasım 2020 Salı

trajedîya belengazîyê

Carina ez mat û metelmayî dimînim, dema li bêxîretîya hin kurdên bêxîret dihilkumim.

Çendî meriv ji vê nîqaş û pevçûna li ser zimên aciz bibe jî, ji bêxîretîya bêxîretan em diherin û tên li heman meseleyê vedigerin, 

li zimên...

Ji dêvla em zimên biwelidînin û bi xeyal û fantezîyan, bi xwendin û lêkolînan asoya wî fireh bikin û têxin xizmeta jîyaneke edebî, hunerî, zanistî, entelektuelî, her carê em ê herin werin bi bêxîretîya bêxîretan xwe aciz bikin û enerjîya xwe belasebeb xerç bikin.

Lê nahêlin, ne sûcê me ye!

Rewşenbîr in, nivîskar in, hunermend in, stranbêj in, xwende û zana ne, lê heta bi zimanê efendîyên xwe venerşin, sebra wan nayê, dilê wan rehet nabe.

Qet nebe bi gotinên qure û megalomanî kurdîtîyê nexin çavên me û bi vê hêla xwe ya kurd dernekevin pêş. 

Belkî wê çaxê em jî dev ji gazin û rexneyên xwe berdin û xwe jî, we jî aciz nekin.

Ê heyran!

Him hûn ê ji her kesî bêtir kurdîtîyê bikin, him jî hûn ê herin qûnalêsîya efendîyên xwe bikin û zimanê xwe di nav girêza zimanê wan de bifetisînin...

Nabe.

Û kesên dibêjin kurdî têra me nake em gilî û gazin û daxwazên xwe bibêjin-bînin ziman, diherin gilî û gazin û daxwazên xwe bi zimanekî ji deh zimanan dizî ye anku bi zimanekî pînekirî dibêjin-tînin ziman.

Bi taybetî jî sekn û helwesta stranbêjên ji nifşê nuh pir balkêş e. 

Li ser medyaya sosyal dema tu bi kurdî albumekê pîroz dikî, xwedîya/xwedîyê albumê bêyî dilê xwe- xwe mecbûr hîs dike-, wek bersiv emojîyan (🙏🌸🌹) dişîne.

Lê dema yek bi tirkî pîroz dike, xwedîya/xwedîyê albumê serxweş dikeve û bi wê serxweşîya xwe me jî serxweş dixe, bi wê tirkîya xwe ya tije kompleks...

Li hember qewmê xwe qure, li hember efendî û dagirkerên xwe şkestî û belengaz in.


Gotina dawî:

Çi tirk çi kurd, gava yekî mîkrofon da ber devê we anku yekî ji we xwest hûn bi tirkî pê re hevpeyvînê çêbikin, wek refleks tenê bi kurdî bersivê bidin.

Ne hûn, ew mecbûr in meseleyê çareser bikin; yan ew ê bi xwe bi zimanê we bi we re bipeyivin, an ew ê wergêrekî bi xwe re bigerînin.

Bêguman ji vê helwestê re karakter divê.

Lê ka ev karakter bi çend nivîskar û stranbêj û hunermend û rewşenbîrên kurd re heye?

kî ji me di depresyonê de ye

Vê sibehê ji nav nivînan derketim derneketim, ji dêvla herim tuwaletê wê mîza ji nîvê şevê de di binê kund de tûj bûye birijînim, ez rabûm, çûm ketim nav depresyonê û min xwe di nav depresyonê de dît.
Çavekî min li twîterê, çavekî min li facebookê, "nefes li min çikîya" ji qewla Ciwan Haco.
Nizanim, nayê bîra min, lê di straneke xwe de qala nefes û çikandina nefesê dikir, Ciwan.
Di ber çi de, ji bo çi diçikîya, nizanim; divê ez wê stranê bînim bîra xwe û lê guhdarî bikim bê Ciwan dema ew stran straye, di bin de bûye, yan di ser de...
Piştî Ciwan bi raterqa sêlek mêlekan ket û ji bo çend çepik û halanên din li bejn û bala xwe zêde bike, ket nav hewldanên pûç û vala, piçekî ji çav min ket û dilê min jê ma.
Lê nayê wê mahneyê bi carekê min di dilê xwe de ew kuşt!
Na.
Hîn û hîn dema ez û xanimek di şevên transparan de derdikevin nêçîreke erotîk, li ber strana "Zînê" em radipelikin sîng û berên hevdu û xwe gêj, şevê jî serxweş dixin.
Li ser twîterê Ûsiv beg qala porê reş û tayê spî kirîye. 
Xort e, qey xeman dixwe, lê rojekê ew ê jî têbigihêje bê piştî tayên spî li jîn û jîyana meriv zêde dibin, meriv çi qasî xweştir û xweşiktir li jînê jî dinere, li jinê jî...
Bi Ûsiv beg re piştî kurtesohbeteke henûn, ez derbasî taxa jêrîn anku facebookê bûm.
Li ser facebookê ez rastî parvekirina hevalekî hatim. 
Kurtenivîseke Aydin Derêyê ji sê mehan carekê bi kurdî dinivîsîne, wê jî şaş dinivîsîne, par ve kiribû.
Bişirîm, xwe bi xwe min got, "normal" e û "normal eee!"ya Hisênkê Omerî ket bîra min.
Xwedîyê dengekî zîz, kurdîyeke berz...
Dû re dîsa li Aydin Dereyê xwe yê ji sê mehan carekê bi kurdî dinivîsîne, wê jî şaş dinivîsîne, vegerîyam, lê min tiştek ferq kir!
Aydinê me yê ji sê mehan carekê bi kurdî dinivîsîne, wê jî şaş dinivîsîne, "Aydin" kirîye "Ronî" û meseleya kurdîtîyê jî safî kirîye.
Piştî rêwîtîya min a li ser twîter û facebookê, ez têgihîştim ku yê di depresyonê de ye, ne ez im, Aydin Dereyê ji sê mehan carekê bi kurdî dinivîsîne, wê jî şaş dinivîsîne û Ûsiv begê ketîye heyra xwe û tayê spî yê hesta kalbûnê pê re çêkirîye, di depresyonê de ne.
De madem ez ne di depresyonê de me, ez herim xwe li tiştekî din biqewimînim û têkevimê...

22 Kasım 2020 Pazar

ha meseleya kîrê jêkirî ha meseleya zimanê jêkirî

Li gundê kirîvanên Emînê Fatê dawet heye. Emînê Fatê jî wek berbû vexwendîye.
Ap û birazê bi hev re ji xwe re jin xwestine û dawet jî kirine yek.
Ji qewla bav û kalan bi kevirekî sê qûç...
Emînê Fatê jî serê sibehê radibe ser xwe, xwe hazir dike, xwe dixeritîne, dixemilîne û ji xeraca texsîyan dişîne pey texsîyekê, li texsîya xwe siwar tê û berê xwe dide gund.
Li gund, li pêşîya malên zavayan govend xweş digere. Ji reqsê kulka xwe radikin.
Nîvro nanê xwe dixwin naxwin û dikevin tirimbêlên xwe, berê xwe didin gundê bûk jê xwestine.
Bi lîrelîr û çepik û qorne bûkên xwe siwar dikin, û tînin malê. 
Ap û birazê jî cîran in, malên wan li rex hev in.
Tirimbêl tên li pêşîya malan disekinin û bi heman lîrelîr û çepik û reqsê bûkan dibin dixin hundir.
Heta tarî dikeve erdê kêf û reqs û govend berdewam e. 
Hêdî hêdî berbû belav dibin. 
Her du zava jî êdî bê sebir li bende ne ku civat belav bibe, agir bi doxînê xistine.
Piştî kêlîyekê civat jî belav dibe û ap û birazê radibin hazirîya xwe dikin û berê xwe didin odeyên bûk lê danîne.
Û li ber çûriska ronîya lambeyan heta sibehê ap û birazê li ser sînga karxezalan mîna kewên ribat dixwînin û hey dixwînin, piştê dixin ber xwe, zaliman!
Serê sibehê her du zava bi haweyekî mat û metelmayî ji hundir derdikevin. 
Gû ji rûyê wan dibare, şerm dikin serê xwe rakin li çavên hevdu binerin.
Tam wê kêlîyê ji bo destmêja xwe bişikîne Emînê Fatê jî derdikeve derve, li hewşê li her du zavayan rast tê.
Emînê Fatê ji sekn û awirên wan têdigihêje tiştine ne bi dilê wan qewimîye.
Du gavên din ber bi wan ve diavêje, bi mizawirî dibêje:
-Xêr e gelî zavayan! Meriv dibêjî qey şeytan bi we kenîyaye! Ne min, heta sibehê we li kêfê xistîye, heyran. Ev çi halê we ye?
Serên ap û birazê berjêr in; bi zorê serên xwe ji ber xwe bilind dikin.
Ewil li hevdu dinerin, dû re dizîvirin li Emînê Fatê dinerin, ap dibêje:
-Bûk tevlihev bûne û me jî xwe şaş kirîye. Heta sibehê min nîyhaye jina birazîyê xwe, birazîyê min jî nîyhaye jina min! Ka aqilekî bide me, rêyekê, çareyekê bibêje, Emîn! Em ê çi xwelîyê li serê xwe kin! Em ê vê qebhetê çawa paqij bikin! Piştî vê hetiketîyê em ê çawa derkevin nav xelk û alemê! Em ketin bextê te!
Emînê Fatê yekî jîr û têra xwe jêhatî ye, herweha zimandirêj, doxînsist û xwedanenasekî wek pizotê êgir e. 
Hîç xwe aciz nake. Di bin simbêlan de dikene, dibêje:
-Pir rehet e!
Ap û birazê şaş dimînin. Piçekî ruh bi wan ve tê. Bi hev re dibêjin:
-Çawa?
Emînê Fatê serê xwe ber bi serê ap ve dibe, devê xwe dixe guhê wî, dibêje:
-Ez ê kîrê te jêkim bi şûna kîrê birazîyê te ve bidirûm, kîrê birazîyê te jî jêkim bi şûna kîrê te ve bidirûm û mesele safî dibe.

Îja gelî ciwanik û ciwamêran, Emînê Fatê meseleya kîr û bûkan safî kir, lê em kurd ê çawa meseleya xwe ya zimên safî bikin?
Bi hemd-bêhemd zimanê tirko ketîye devê me û mîna ap û birazê çawa heta destê sibehê hewce nedîtibûn bipirsin bê li ser sînga kê dixwînin, em bi xwe jî êdî hewce nabînin bipirsin bê ev ziman çawa ketîye devê me, ji xwedîyê zimên bêtir em wî dikin taç û didin serê xwe.
Kî dibêje çi, derew e û bi dilê me ye wexta di şûna vî zimanî de em zimanê wan di devê xwe de hîs dikin û dibe qebeqeba me em dipeyivin, ji ser hişê xwe ve diherin em.
Divê em jî zimanê wan di ber de jêbikin û ji nû ve di şûna zimanê wan de zimanê xwe bidirûn.
Lê Emînekî me jî tune ye!

21 Kasım 2020 Cumartesi

tara bêjingê

Huner ew e, meriv li ser hebûna xwe hebûneke nuh lêbike anku li hebûna xwe zêde bike. Huner ew e, meriv kultura xwe ya resen nelewitîne û li ser wê resenîyê nûjenîyê biafirîne.

Huner ew e, meriv xeyal û fantezîyên xwe bi hevîrtirşê hêvîyê bistirê û her zindî bimîne.

Huner, ev e, 

huner ev bi xwe ye!

Lê bala min li nifşê nuh e (pir hindik ne tê de) ji afirînerîyê dûr, tenê ji sermîyanê hunera kurdî dixwin, diçêrin.


Muzîk-Muzîkvan...

Radihêjin tembûrekê, gîtarekî, yan jî kemanekê, diherin xwe hînî notayan dikin (ji pirê kesan re nota jî ne girîng e jixwe) û li ser serê civakê xwe dikin stranbêj û hunermend û dest diavêjin ruhê muzîka kurdî, xwe jî dilewitînin, hunerê jî.

Mejîyê nifşê nuh format dikin, kultura resen ji mejîyê nifşê nuh jêdibin.

Him hunerê qetl dikin, him nifşekî...

Û ew nifş jî qaşo siberoja netewekê ye.


Şano-Şanoger:

Bi hezaran serpêhatî, çîrok, şer, serhildan û destanên kurdan hene, lê ew çi dikin?

Diherin lîstikên bîyanîyan diqulipînin kurdî û ji civaka kurd re pesnê Dario Fo, Shakespeare, Samul Beckett, Anton Çehov, Bertolt Brecht didin û ji dêvla Memê Alan û Zîna Zêdan, Celadet Elî Bedirxan û Rewşan, Cembelî û Binefşa Narîn, Dewrêşê Evdî û Edûlê bi nifşê nuh bidin naskirin û bîra wan der bikin, diherin bi Romeo û Julietê û bi Othelloyê nifşê nuh di bîra wan de difetisînin. 

Ji dêvla bihêlin nifşê nuh ji Qasimlo û Qazî Muhamed, Mola Mistefa Barzanî û Selahedînê Kurdî sûd û îlhamê werbigirin, diherin bi Macbeth, Hamlet û Qral Lear berê qubleyê li nifşê nuh şaş dikin.

Ez ne li dijî berhemên bîyanî me, lê divê ewil meriv ji milkê xwe dest pê bike.


Edebîyat-Edebîyatvan:

Xewn û xeyal û fantezîyên xwe bi afirînerîyê der bikin.

Wek hev nenivîsînin û hevdu teqlîd nekin. Heger orjînal-resen hebe, kes guh nade sexte û sexteyan...

Û êdî ji wê derûnîya xwenezandîtîyê, xwekêmdîtîyê, xwerebendîtîyê, xwebelengazdîtîyê, xwebiçûkdîtîyê, xwexulamdîtîyê û dagirkeranênxweefendîtîyê derkevin.

Ne hûn, bila ew xwe hîç bihesibînin,

ji ber ku çiyê wan heye û her çiyê xwe pê qure û serbilind dikin, ji milkê te dizîne.


Qerf-Qerfvan anku Mîzah-Mîzahvan:

Qerf-Mîzah karê aqil e û dema kêmaqil dest diavêjin vê qadê, xwe jî dihetikînin, qerf-mîzahê jî dihetikînin.

Qerf-mîzah ne qeşmerî ye, loma tenê bi liv û tevgera dest û nig û bi xwaromarokirina dev û poz û lêvan nabe, jê re kanî divê û ji wê kanîyê jî divê zanîn biherike.


Ziman-Zimanzan:

Pîrka min weha digot, kalkê min werê digot, dêya min wisa digot, xaltîka min wenî digot, metka min wilo digot, mamê min halo digot...

Nabe.

Û her kê xwe hînî çend gotinên nuh û nûjen kir, bila bi xwe karibe û xwe li ser serê civakê neke zimanzan û dest bi şîret mîretan neke, lewra ji bo xatirê populîzm û quretîyê, hûn serî li civakê digerînin û tiştên rast û zelal in û civak rast zane jî, hûn di wê nezanîya xwe de şolî dikin.


Rewşenbîrî-Rewşenbîr:

Qûna tazî tembûrê dixwazî.


Dîn:

Li Kurdistanê tu kes bi qasî dînên kurd ne kurd e, lewre tenê bi kurdî dijîn.

Hêvî dikim yek kurd jî baqil nemîne. 


Dîndar:

Ji bext û ûjdanê wan re formatek divê.


Civak:

Aqilê heft jinan dibin dixin serê mirîşkekê û ew mirîşk jî dihere nikilê xwe li gû dixe.


Kurdistan:

Bar kir, çû û nema.


20 Kasım 2020 Cuma

remezan ka îroj em di kê nin

Li serê sûka Qoserê dikanek heye. Navê xwedîyê wê Remezan e. 
Dema meriv li Remezan dibuhure û destê xwe lê bilind dike û dibêje, "Selamuneleykum!" di dev de Remezan li meriv vedigerîne, dibêje, "Ka em îroj di kê nin!"
Weleh Remo can, edî rebenê kîr hew di ber bênamûs û bêkesayetan re digihêje. 
Ne kîrek, sed kîr jî bi te ve bin, tu di ber re nagihêjî. 
Çendî wezîfeya kîr a sereke bextewarîya xwedîyê xwe û jinan be jî, heyf û mixabin carina em serê wî dixin nav kar û wezîfeyên qirêj jî, vî zemanî.
Mîrato, him çek e, him derman!
Berî ez dest bi vê nivîsê bikim, li ser medyaya sosyal ez li şandeyeke Seyda Şêxmûs rast hatim, li ser Selîm Berekat kurtenivîsek belav kiribû, 
gazin dikir...
Ez dilê seydayê xwe maçî dikim. Ez baş zanim bê xîreta wî çend lîtir e!
Qaşo...
Ji ber zimanê kurdî qels û lawaz e, Selîm Berekatê bereket di kesayeta wî de tune, erebî hilbijartîye û bereketa xwe bi ser edebîyata erebî de rijandîye.
Min got vî zemanî,
kesên kesayeta wan qels û lawaz, radibin qelsbûn û lawazbûna kurdî ji xwe re dikin mertal û xwe dixapînin, 
herweha hewl didin civakê jî bixapînin, lê...
Ez heme û ez ê we format bikim!
Nabêjin kesayeta me qels û lawaz e, dibêjin kurdî qels û lawaz e.
De ka ez ê bi vê qelsbûn û lawazbûna kurdî çend peyvên bi bereket li ser berekata te bibarînim û bila Remezanê dikandar jî şahidîyê ji me re bike.
Ho Selîm Berekatê hay ji bereketa vê axê tune, ka kerem bike guhê xwe ber bi devê min ve dirêj bike, ez ê vî zimanê xwe yê bi bereketa vê axê bi kurdî bereketê diwelidîne, bi ser wê kesayeta te ya bêbereket de xwar bikim, da ku berekata te bereketê bizê...
Lê ne bawer im. 
Êdî kurdî bibe kîrek û têkeve we jî, bereket hew dizê ji kesayetên bêbereket!
Remezan!
Ka te negot îroj em di kê nin!



19 Kasım 2020 Perşembe

macaran bi macarkî qûn li wan belot kir

Tirk çi qewmekî ecêb in!
Doh min li maça wan û macaran nerî. 
Bi ser kevin, ew ê derbasî grûba jorîn(A) bibin, têk herin, ew ê bikevin grûba jêrîn(C).
Lê wek di her warî de di futbolê de jî hîç parsûyên xwe danaynin erdê, her qure ne û her xwe di ser her kesî re dibînin.
Doh jî, mîna mankên û aktoran li qadê digerîyan. Meriv digot qey ne tirk in, îngiliz in, zarokên dêlegura Asenayê.
Baş e ku ew bi xwe jî nizanin bezê paş guhê bavê wan ji ku ye û ji ku hatine!
Mîna wî wêneyê pisîkê yê di mirêkê de xwe şêr dibîne, ew jî eynê wisa ne.
Çendî xeyal şêr be jî, di rastîya xwe de pisîk in. Û tevî ku em bi xwe jî zanin di çermê şêr de pisîk in, lê dîsa jî em bi çavê şêr li wan dinerin û wan li ser serê xwe mezin dikin; ew şêr dimînin, em pisîk.
Asoxî macaran bi macarkî qûn li wan belot kir û kejika stuyê xwe xwirandin, bi merşa îzmîrî dan pey hev... 
Macarên li ber çavê wan mîna qereçîyan xuya dikirin, du golên yek ji yekî xweştir avêtin wan û berê wan da mala dêya wan, bibore mala atayê wan!..
De herin Anitkabîrê, bi hêsirên xwe termê bavê xwe helal bikin!
Ji zaroktîya xwe de- berî ez polîtîze bibim jî-, min tu carî piştgirîya tîma van dagirkeran nekirîye, her min piştgirî daye reqîbên wan. 
Wexta têk çûne, min kêf kirîye, wexta bi ser ketine, wê şevê xew neketîye çavên min; 
îroj jî wek doh, ji doh bêtir ez bi têkçûyîna wan kêf dikim, bi serketina wan aciz dibim.
Ji vê helwestê re dibêjin, "Kesayet-Karakter" û ji me kurdan re kesayet-karakter divê.
Bi têkçûyînên dagirkerên xwe kêf bikin, lê serketinên wan jî bila xewê li we bike êşkence.
Gotina dawî:
Bi hêvîya têkçûyîna wan a futbolê ya doh bibe destpêka têkçûyînên wan ên sîyasî û ne bi serketinên reqîbên dagirkerên xwe, êdî bi serketinên xwe em xwe kêfxweş û bextewar hîs bikin.



18 Kasım 2020 Çarşamba

dema lenîn pê girt

Lenîn li ber sekratê ye, Ruhsitîn li ber serê wî veketîye, di bin simbêlan de dikene.
Lenîn ji xulamê xwe re dibêje, here pêy Stalîn, bila ew lawê min were vir.
Xulamê wî dihere pey Stalîn, Stalîn wek bayê bezê di hundirê çend deqeyan de tê nig Lenîn.
Wexta Stalîn çav li Lenînê nexweş dikeve, kêfa wî tê, di ber xwe de dibêje, "Min kirê ew jî çû!"
Lenîn bi çavan ji Stalîn re dibêje, nêzîk were.
Stalîn tê li ber serê wî rûdine.
Lenîn:
-Kuro Sto, xuya ye vê carê ev bênamûsê Ruhsitîn ê dev ji min bernede. 
Stalîn:
-Erê weleh Seyda, heşayî te, xuya ye vê carê te pê girtîye!
Ruhsitîn di bin simbêlan de dike xirexir dikene.
Êdî zimanê Lenîn bi zorê digere.
Lenîn:
-Piştî ez bimirim, gelo kî were şûna min ji bo xelkê baş e?
Stalîn:
-Ez! Ma ji min çêtir kes heye, Seyda?
Lenîn:
-Le ku xelk li pey te neyê?
Stalîn:
-Heger li pey min neyê, wê li pey te here, Seyda!..

17 Kasım 2020 Salı

piştî evîneke mirî-name 4

Tu çawa yî hêla min a herî delalî û herî bi jan?

Zanim, ez baş zanim nuha tu di çi halî de yî...

Ez ji xwe zanim tu çawa yî û di çi rewşê de yî, loma jî hewce nake tu bibêjî.

Li hêleke dilê min bihar e, 

li hêleke dilê min zivistan...

Ax ax, berxê!

Çi bi me hat?

Kê nifir li me kir?

Ez ê bibêjim Xwedê heqê me ji dilnexwazan re nehêle, 

lê qêmîşî vê janê jî nakim, 

jan jî xweş e çendî giran be jî...

Tu...

Bextewarîya min a herî geş î!

Tu...

Hêla min a herî bi jan î. 

Çendî jana wê canê min biêşîne û bişewitîne jî, 

baş zanim ku ew jan ji kûrayîya hez û eşqê dizê, ji milkê dil dizê, loma...

tu him can î, 

him jan î, 

him jiyan î, berxê!

Vê sibehê wek her car dîsa bi te min çavên xwe vekirin ji wê xewa bi te tê werdibim. 

Bi vekirina çavan re, tu li cem min bûyî, li nig min...

Li te fikirîm, 

li xwe fikirîm, 

li me fikirîm, 

li qederê fikirîm, 

ew qedera ku jîyan li me kir kulmeke keder...

Min vê sibehê hîs kir ku ne hez kevn dibe, ne jî em...

wek berê, ji berê xurtir, ji berê geştir.

Di nava rojê de, 

bi te re radibim, 

bi te re rûdinim, 

bi te re dipeyivim, 

bi te re dikenim, 

bi te re dixwim, 

bi te re vedixwim, 

yanî bi kin û kurmancî bi te re dijîm, berxê, 

heger jîyîn be ev!

Du bêhn tu carî jî bîra min nare: 

bêhna tenê te 

û bêhna toprihanê. 

Çi dema ez bêrîya bêhna te dikim, diherim li ber toprihanê disekinim, çavên xwe digirim, te xeyal dikim û destê xwe bi kubarî di ser toprihanê re digerînim. Bêhna ji toprihanê difûre, seranserê bedena min dîl digire, 

wê kîlîkê dibim zindanîyek, derîyê dilê te heta dev li ser min tê girtin. 

Û azad dibim di dilê te de, bi dilê te re...

Îroj bi xwe re nabînim derkevim herim derekê. 

Her sê nameyên te şandibûn, sêcare min xwendin her yek ji wan, bi berbangê re.

Ji îskeîska wê kêlîkê, min azana melê nebihîst. 

Û careke din hew xew ket van çavan.

Min bahlîfa ber serê te kir himbêza xwe û xwe radestî bîranînan kir...

Tu zanî berxê!

Baş e ku me ew bîranîn dane ser hev û ew bîranîn hene, yan na em ê kurdunde biçûyana.

Erê, kurdunde!..

Kurdundebûn ne mirina bê kur e, kurdundebûn mirina bê bîranîn anku bê jîyîn e.

Û em ne kurdunde ne, çendî mîna barana nîsanê zû hatibe û zû çûbe jî...

Ma di emrekî de çend rojên weha bextewar dibe qismetê însên, ha berxê?

Di her rojekê de me emrek bihurand.

Heta êvarî ez ê li wêneyên me binerim û li me bifikirim, da ruhê min jî mîna bedena min a bê te roj bi roj mîna qurmekî hişkbûyî dirize û pûç dibe, nerize, pûç nebe.

Ez ê xwe ber bi pêlên bîranînan ve berdim. Belkî ez çend gotinan jî li hev bînim,

li ser şevên me yên har ku em dibûn barbar...

Berê min digot qey her ku dem derbas bibe, jibîrkirin ê ewçend hêsantir be, 

lê mixabin, dinerim her ku dem derbas dibe, bêrî zora jibîrkirinê dibe û li ber jibîrkirinê, bêrî dibe bendaveke qerase; jibîrkirinê tarûmar dike, têk dibe.

Çi bibêjim jî, bilêvkirin û jîyîn nabe yek, mixabin!

Bi hesret û bêrîyeke bêpîvan têm her du çavên te.

Gavê bi xatirê te. 

Heta nameyeke din bimîne di xêr û xweşîyê de, 

yara min a ebedî...

16 Kasım 2020 Pazartesi

destê kê di xwîna kê de ye

Destê kê di xwîna kê de ye?
Destê kê di xwîna kê de ye, kifş e, lê ehmeqî û nezanî yê çawa çareser bibe, ew ne kifş e!
Lê berî em serserkî xwe li mijarê biqewimînin û serê me di nav çiravê de cit nebe, ka werin du gotinan, erê tenê du gotinan em li ser van her du têgehan bikin:
Nezanî:
Bi çêbûn û derketina derfetan re rojekê îhtimal e çareser bibe û wê bibe jî. 
Ax veguhere xwe, sînorên te dîyar bibin, dora wan sînoran bi kurdî lê bibe, navê vê axê jî li qada navnetewî bi netewên din re govendê bikişîne û bi dewlemendîyê re xwendin û xwendin û xwendin...
Ehmeqî:
Ez di qedera vê têgehê nim!
Mixabin derman û çare ji vê têgehê re tune ye. Û yê ehmeq hatibe dinyayê, min nîyha qedera wî, nahletbûyî ye û heta hetayê wê nikaribe wê nahletê ji ser xwe rake; li hêla din heger hebe xwedayek, ew ê ji wî xwedayî hesab bipirse, lê bawer im ehmeq ê li vir jî, li wir jî ehmeq bin.
Û ehmeqên me ji nezanên me pirtir in, mixabin.
Di nav gur û wawîk û keftaran de meriv bêdewletîyê biparêze.
Erê, ev bi serê xwe wêrekî ye, lê jixwe wêrekî jî ne tu hawe ye di nav destên ehmeqan de...
Ev çû û em wê deynin kêlekekê.
Min got destê kê di xwîna kê de ye, kifş e, lê bi nav de neçûm.
Di 10ê Mijdarê de hinan ji me di roja salvegera mirina Atatirk de qesasê-kujerê bav û kalên xwe bi bîr anîn...
Doh jî, wan kesan kalkê xwe yên ji alîyê Atatirk ve hatibû kuştin bi bîr anîn...
"Tir li ku, das li ku!"
Ev rewşa tiravmatîk jî mixabin di nav kurdên elewî de xurt e.
Elewîyên bi dîroka elewîtîyê nizanin, elewîtî jî kirine mezhebeke îslamî û ji Alî dest pê dikin ku tu eleqeya Alî bi elewîtîyê ve tune ye.
Elewîtî, versîyoneke yaresanîyê ye û mîna zerduştî û kakaîtî û êzîdîtîyê berî îslamê derketîye, lê dema ehmeqî û nezanî dibin destbirak û govendê dikişînin, elewîtî dibe mezhebeke îslamî, pêxemberê wê dibe Alî û Atatirk jî dibe rizgarkerê wan...
Alî lawê apê Muhamed e û herweha zavayê wî ye.
Muhamed pêxemberê îslamê ye û bi fermana wî, şwîrê Alî û şwîrê yên ji Alî zêde bûn, her li dora stuyên "kafir"an reqisîye. 
Bêguman elewî jî dikevin kategorîya kafiran...
Û Atatirk jî him fermana elewîyan rakirîye, li Dêrsimê ew qir kirine, him jî êrişî ser kurdên misilman kirîye, medreseyên wan (dibistanên îlm û îrfan û zanîna kurdî) bi ser serê wan de hilweşandine, rêber, rîhspî û pêşengên wan li qada bajarê wan daliqandine û darbeyeke mezin li hereketa kurdî xistîye. 
Îroj jî ew kesên bi jahra Alî û Muhamed û Atatirk gej û sewsî bûne, Ahmet Kaya bi bîr tînin.
Ahmet jî, carina pesnê Atatirk dida, carina piştgirî dida Erdogan, carina jî du sê gotin bi kurdî direqandê...
Û Ahmet Kaya jî bi serê xwe nîqaşa mijareke din e jixwe.
De nuha ew qas!


15 Kasım 2020 Pazar

mijar mijar e çi hejîr çi mişar

Mijar Yek:

Xwendin baş e, lê divê meriv ji xwendina xwe fêhm bike.

Xwendina ku tesîrê li dilê te, li hestên te, li nerîna te, li kesayet û helwesta te neke, ew xwendin ne xwendin e, himaltîyeke beradayî û quretîyeke pûç îmegalomanî ye.

Û mixabin, pirê “zane”yên me tenê dixwînin; dil, hest, nerîn, kesayet û helwest bi ber bayê xwendinê-zanînê nakevin.

Û çi tê serê vî miletî, ji ber van xwendeyên nexwende tê serê vî miletî.

Divê sîstem an civak an desthilatî ne robotan, însanan biafirînin.

Bawer im, ji ber wê kontrola robotan di destê meriv de be, heger meriv bixwaze robot jî kare ji van xwendeyên nexwende baştir bin.

 

Mijar Dudu:

Xwezî her kesî karê xwe bikira.

Wek nimûne:

şivanan şivantî,

gavanan gavantî,

muxtaran muxtarî,

hunermendan hunermendî,

nivîskaran nivîskarî,

siyasetmedaran siyasetmedarî,

jinan jintî,

mêran mêrtî bikira...

Û serê civakê bi kultureke bermeqlûb tev li hev nebûya.

 

Mijar Sisê:

Kes bi qasî kurdan pesnê xwe nade, lê kurd hîn nebûne kurd, mixabin.

Kurdî behr e, lê kurd nebûne masî.

Du kurd bi hev re bi kurdî dipeyivin, lê wexta dibin sisê, çar, pênc, bi zimanê dagirkerî ji hevdu fêhm dikin.

Û bi wî zimanî jî dîsa propagandaya kurdîtîyê dikin.

Kurdî...

Kurd...

Kur...

Ku...

K...

...

 

Mijar Çar:

Kesên durist û dilsoz ji desthilatîyê pirrrr dûr in.

Û heta durist-dilsoz neyên ser text, kurd nabin xwedî bext.

Û bext jî nebe, text textik e.

Û textik jî ji bo çend kurtêl nan tim di firneyan de dişewitin.

Bext...

Text...

Textik...

 

Mijar Pênc:

Îmaj û terza min.

Her ji du-sê rojan carekê ez porê serê xwe didim ber jilêt û gwîzanê.

Ez nahêlim tayên por serê xwe rakin.

Serîhildana por, ez bi terzeke stalînîst û bi hişmendîyeke hîtlervarî têk dibim.

Lê hêdî hêdî zivistan tê û di serma û seqemê de serê rût û zelût ne karê aqil e.

Lê dil heye li hember serma û seqemê bi serê rût û zelût serî hilde.

Berxwedan, serhildan!

Berxwedan jîyan e hey hey,

serhildan jîyan e!..

 

Mijar Şeş:

Navê Xwedê û pêxember xweş!

Lê...

De guh nedinê, ez nekevim nav mijara dîn û dîntir nebim, jixwe zêde ne baqil im.

14 Kasım 2020 Cumartesi

bextê tirkan jî ûjdanê jî tune ye

Dema ez zarok bûm min qet ji dibistanê hez nedikir, lewre ne min bi zimanê mamoste zanîbû, ne jî dihiştin em zarok bi zimanê xwe bi hev re bilîzin, bipeyivin...

Dema berê min diket dibistanê, bi mirina min bû, lê mezinên me ji me re digotin, “wir cîyê zanîn û şaristanîyê ye.” 

Hezar heyf, her ku bi nav de diçûm, bêtir ez li nezanîya xwe dihilkumîm, hêdî hêdî ez ji wan tiştên min bi zimanê xwe zanibûn jî dûr diketim. 

Min di dilê xwe de digot, “ez heqê xwe li dê û bavê xwe helal nakim, çima ez şandim vê dojehistanê!”

Li dibistanê lal bûm, gêj bûm. 

Tenê mamoste dipeyivî û min jî wek sewsîyan, wek mirîşka gêj lê guhdarî dikir û min tiştek jî jê fêhm nedikir. 

Rojekê di dersê de mîzê zor da min. 

Mamoste şipîya, darek di dest de, li pêş textê reş diçû û dihat û bi mirûzekî tirş tiştin ji me re vedigot...

Lê mîzê zor dabû min!

Min nizanîbû ez ê çi bikim.

Bi zimanê mamoste mîz çi bû gelo?

Min ê çawa jê re bigota "mîza min tê?"

Ji şerm û fedî û tirsa wê kêlîkê ji dilqekî diketim dilqekî. 

Heger min bi xwe de bimîsta, him mamoste yê bi min re bixeyidîya, li min xista,

him jî di nav devê hevalên xwe de ez ê bibûma benîşt û bihetikîyama.

Min çongên xwe dicivandin ser hev, nedibû...

Min çongê xwe dikşandin zikê xwe, nedibû...

Min dev lêva xwe dikir, nedibû...

Haho! Min çi bikira!..

Axir, min hew xwe girt û min bin xwe şil kir.

Bi salan re ez li xwe hayil bûm ku,

dibistana ne bi zimanê min perwerdeyî dida, ne ez zana kirim, ne jî ez bûm medenî û şareza; 

tenê zaroktîya min emirqutî bû û xwebawerîya min baskokîrî kir, heta dereng hay ji baskên xwe tune, ji firê dûr, fedîyok mam.

...

Bi salan e tirk bi hemû rêbazên xwe yên asîmilasyonîst êrişî me dikin. 

Ne ziman bi me ve hiştin, ne kesayet bi me ve hiştin, ne jî namûs û xîret.

Li ser axa me em bûn mêvan, ew bûn mazûvan û her me destê xwe vegirt li ber wan.

Em kuştin, di zindanan de rizandin, em kerr û kwîr û gêj û lal kirin, em ji zimanê me, zimanê me jî ji me xeyidandin.

Bi kiryarên xwe sola Hîtler û Misolînî di taqê re avêtin. 

Lê dilê wan hîç rehet nebû û kela wan nerijîya, tenê kêlîkekê jî...

Û wer xuya ye, heta pêjna kurdan li ser rûyê erdê hebe, ew ê nesekinin û jixwe nasekinin jî.

Berî nuha bi salan bûyereke qirêj qewimî bû. 

Piştî wê bûyerê ez tam serwext bûm ku, ev cewrên dêlegura Asenayê wê tu carî nebin însan.

Bi rêbazeke nayê hişê Xwedê û Şeytên dest bi êrişên xwe yên hovane kiribûn.

Bêbavan li Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin ne bes, li metropolên xwe, ji bo kurdên ji gund û bajarên xwe koç kiribûn û ji mecbûrî û bêçaretî hatibûn li van deveran bi cîwar bûbûn, asîmle bikin, hewl didan.

Navendên Rehabîlîtasyonê bi fen û fûtan heta dev tije zarokên Kurd kiribûn.

Ji ber ku zarokan bi zimanê wan nizanîbûn, zarok bi kêmaqilî û dînî rapor dikirin û dixistin van navendan, qaşo ew rehabilîte dikirin, da ku baş bibin. 

Lê hezar heyf û mixabin, ew zarokên ji bilî pirsgirêka zimên tu pirsgirêkeke wan a derûnî û tenduristî tune bû, di navendên xwe yên rehabilîtasyonê de him kêmaqil û dîn dikirin, him jî li ser pişta wan bazirganîyeke qirêj dimeşandin. 

Ev hemû kiryar jî di bin navê pergala perwerdeyîyê ya dewletê de dikirin.

Yanî camêran bi zimanê wan zarokan bi wan zarokan vedidan û ew jardadayî, siberoja me jî seqet dikirin. 

Zarok him ji zimanê xwe dixeyidin, him jî mohra kêmaqilî û dîntîyê dixwarin.

Lê dema van bêbav û bêûjdanan ev kiryar dikirin, em li ku bûn? 

Em bi çi mijûl bûn?

Van bêbav û bêûjdanan çav bera siberoja me dabûn û bi rêbazên nayê hişê Xwedê û Şeytên hesabê tunekirina me dikirin, 

lê mixabin hayê me ji bayê felekê tune, qaşo em bi doza kurd û kurdîtîyê daketibûn, bi haweyekî kerr, bi haweyekî kwîr...

Gotina dawî:

Heta axa me azad û welatê me serbixwe nebe, hêleke me yê her kêm be!