30 Nisan 2021 Cuma

fantezîfiroşî

Li ser medyaya sosyal ciwamêrekî xwende gotîye, "Heger ji xwendinê wextê we ma, hûn dikarin li vî filmî binerin." û afîşa fîlmekî par ve kirîye.
Yanî çi?
Yanî ez dixwînim, ez pir dixwînim, hingî ez zêde dixwînim, wextê min tune ye ez serê xwe rakim û li fîlmekî binerim, 
lê wextê ez serê xwe ji ser xwendinê radikim jî, ez li fîlmên werê dinerim.
Li vir ciwamêr ji me re dibêje, ez xwende me û entelektuelekî di ser pozê xwe re me. Hûn dikarin werin li ber sîya pozê min vekevin.
Bi min,
di navbera xwedîyê vê gotinê de û yên wêneyên di kadrajê de tenê çay-qahwe-simît û kitêb xuya dike de tu cudatî tune ye.
Wextê xwendin tesîrê li kesayet û mejî neke, qûn ji tavê re xwe belot dike,
lê ji xêndî min û çend beradayîyên wek min tu kes vê rewşa ego û populîzm jê difûre nabîne; pirê kesan jî halanan di xwedîyê gotinê de hildidin.
Ego û kompleksên we serê we bixwe!
Îja heger we ji xwendinê wextê we ma, li vî filmî binerin.
Min nîyha qûnê jîyan tenê ji xwendinê pêk tê!
Bixwe, vexwe, bixwîne, rakeve!
Bixwe, vexwe, bixwîne, rakeve!
Belkî ji tolazî û nîyhandinê wextê min namîne!
Belkî ji gerê û vexwarina araqê wextê min namîne!
Belkî ji qerf û kêf û civatê wextê min namîne!
Belkî ji lîska futbolê û ji temaşekirina futbolê wextê min namîne!
Belkî ji gera nav xwezayê û ji rapelikîna çîyayan wextê min namîne!
Belkî...
Belkî...
Belkî...
Yanî te xwend û te tişt ji xwendina xwe fêhm nekir, em ê çi xwelîyê li serê te kin?
Axir,
heger ji nîyhandinê wextê min bimîne, ez ê rahêjim kitêbekê û çend rûpelan bixwînim,
lê ji bo xatirê wê enteletuelîya te ya ego û kompleks jê difûre!

Dîndarên vî zemanî çi fiqur in; guhê wan dilive!
Ji sibehê heta êvarî ji cimhetên xwe re çîrok û çîrçîrok û çîvanokên ku mentiqa zarokên şeş heft salî jî ranagire dibêjin û li ser pişta van bêhişan dixwin, vedixwin, li kêfê dixin.
Nizanim Hz Yûnis çend rojan di binê avê de di zikê masî de maye...
Nizanim kîjan pêxemberî çend deve di qula derzîyê re derbas kirine...
Nizanim pişta pêxember ji pişta sed mêrî xurtir bû loma jinên wî pir bûn...
Nizanim filan pêxemberî behr qelaştîye û di nav re meşîyaye...
Nizanim êzingên ku pê pêxember dişewitandin giş bûn masî...
Û yên li wan guhdarî jî dikin, mîna bi êşa mirîşkan ketibin, serê wan bi ser stuyên wan de xwar dibe, melûl melûl guhdarî dikin; hin ji wan jî bi eşqa îlahî bi cizbê dikevin û direqisin mîna sût û serserîyên li dîskotekan li ber muzîka gawirî ji ser hişê xwe ve diherin û diperpitin.
Îroj ez li ber televizyonê rûniştibûm hew min dît xortek li ser ekranê xuya bû. 
Serê xwe bi hêlekê dike û bi bişirîneke fiqurî jê difûre qala jîyîna pêxember dike.
Nizanim pêxemberê me ji kesên weha hez dikir...
Nizanim pêxemberê me xwedan ehlaqekî wisa ye, dema meriv ehlaqê wî nas dike, meriv ji ber ehlaqê xwe şerm dike...
Nizanim Xwedê ehlaqekî muhamedî bike qismetê her kesî û tenê ji bo meriv bibe xwedan ehlaqekî muhamedî divê meriv bixebite.
Nizanim divê heta ji destê meriv bê meriv ji rêya Xwedê dernekeve, xizmetê ji wî re bike û ehlaqê pêxember ji xwe re bike mestere û nizanim çi û nizanim çi...
Dû re ez têgîhîştîm ku ev xortê fiqur ê şeytanî ji ken û şêwaza wî difûre, lawê Nîhat Hatîbogluyê dîntucar e.
We quzê wê xwaro, ji qewla mêrdînîyên me.
Hûn dîn bifiroşin dîndarên dîn û beradayî û bêhiş û dû re herin bi wî pereyî li deverên herî xweş hotel û motel û apartan bikirin û di wan hotel û motel û apartan de jî zinêkar werin bi zinê kêfa belek bikin; hûn jî bi çîrok û çîrçîrok û çîvanokên xwe yên wek we beradayî ji guneh û bêehlaqîya xwe re fitûyan derxin.

Gotina Dawî
Rehmetîyê bavê min digot, "Rehma Xwedê li zanebûnê be!"

29 Nisan 2021 Perşembe

emlakfiroş

-Elo!
-Elo elo!
-Ew der ku ye?
-Dev ji vir berde, tu li kê digerî?
-Ew der emlakfiroş e?
-Erê, kerem bike, ez Temirê emlakfiroş.
-Te got Nemir? (Xwe bi xwe dibêje çi navekî ecêb law!)
-Ne nemir xalo, Temir Temir!
-Xwarzîyê Demir, ji xalê te re xanîyek lazim e.
-Li ser çavan xalo. Tu xanîyekî çawa dixwazî?
-Ma xanî çawa ne, xwarzîyê Demir? Xanî xanî! Ji bo em tê de bisitirin!
-(Xwe bi xwe dibêje tu disitirî nasitirî cehenma te kiriye) Erê, min fêhm kir xanî xanî ye, lê çend ode, çend salon, çend mitbex, çend serşok, çend tuwalet?
-Bi Xwedê tavê li serê te xistîye. Îja çend salon, çend ode, çend mitbex, çend serşok û tuwalet. Xanî du ode û salon e; wekî din jî mitbex û serşok û tuwalet jî jixwe li hewşê ne...
-(Xwe bi xwe dibêje la hewle wela!) Xalo, ma tu ji kîjan gundî ji xwe re li xênî digerî? Ev der bajar e, bajar!
-Xwarzîyê Demir, ez dizanim ew der bajar e. Nuha min alavên xwe xistine dawîya pîkabekê, em dikin ji gund bar bikin.
-Himm!
-Erê himm wey!
-De baş e, ne mesele ye; ma ji xanîyan bêtir. Ka kengî tu hatî, em dikarin bi hev re herin li çend xanîyan binerin.
-Kuro, ev tu himeq î! Tenê xanîyek ji min re lazim e. Îja em ê herin li çend xanîyan binerin, çi ye? Bi Xwedê, yan te dil mil girtîye yan jî tu ji sinhetê xwe fêhm nakî...
-(Xwe bi xwe dibêje weyla min di xwe nîyhî!) Temam xalo, temam ezxulam! Ka tu werî!
-Min go!
-Guhê min li te ye, xalo.
-Xanîyê ez dixwazim bila dûrî mizgeftan be; jixwe du dîkên min ên qoqo hene, her sibeh azan didin; hewce nake ez dengê wan meleyên detone dibin bibihîzim.
-Wekî din, emrekî te?
-Na na, bila dûrî mizgeftan be, wekî din tiştekî naxwazim.
-Weleh xanîyekî wek tu dixwazî heye, lê...
-Lê çi?
-Bi mezel ve ye.
-Min kirî!
-Çi?
-Min got min kirî. Tam ez li xanîyekî werê digerim. Ne dengê melê, ne jî qarewara însên. Ma cîrantî ji cîrantîya mirîyan xweştir heye!

28 Nisan 2021 Çarşamba

ji kitêbeke ne pîroz çend ayetên neşuştî

Ji kitêbeke ne pîroz çend ayetên neşuştî

Her kî dara bin xwe bibire, bi darê re ew ê jî bimire!

Her kî pisîkan bikuje, li hêla din ew ê ji xezeba mişkan xelas nabe!

Her kî zimanê xwe di bin zimanê cîranên xwe re bibîne, nasitire!

Her kî ji jina xwe sar bibe û dîsa jî here nav nivînê jina xwe, dikare di hevalê xwe ne jî!

Her kî ji dêvla bext qîmet bide text, şîrê zikê wî heram e!

Her kî ji dêvla keran xwe bixesîne, qencê qencan e!

Her kî him araqê vexwe û him nimêj bike û rojîyê bigire, berdûş e!

Her kî ji bo fitarê heta deqeya dawî xwe bide benda azana melê, ji mele xerabtir e!

Her kî guh nede cîranê xwe yê birçî û serî biavêje xewê, rakeve, ne xema kîrê wî ye!




27 Nisan 2021 Salı

sloganên pûç û beradayî

Carinan li ser medyaya sosyal ez pêrgî hin sloganên beradayî dibim, dilê min dixele, mahdê min li hev dikeve.
"Jin jîyan azadî!"
"Bijî biratîya gelan!"
"Bê serok jîyan nabe!"
"Bijî berxwedana nizanim çi!.."
"Bijî serhildana nizanim çi!.."
Û ya herî pir bêhna genî û zexelîyê jê tê jî ev e:
"Kurdîya şaş ji tirkîya baş çêtir e!"
Xwe nexapînin!
Baş her baş e, şaş jî her şaş e.
Tirkîya baş jî, erebîya baş jî, farisîya baş jî ji kurdîya şaş çêtir e.
Bi taybetî jî ev slogana pûç û beradayî li ser zimanê kesên ku tir di qûna wan de hew disekine, rûniştîye û vê sloganê ji bêkêrîya xwe re dikin mertal.
Li ser meseleyê heger we bigota, "Ji ber kurdîya xwe ya şaş fedî nekin û ji tirkîya baş bêtir hûn li kurdîya xwe ya şaş xwedî derkevin, bipeyivin, bixwînin, binivîsînin, hewl bidin û hez bikin, kurdîya we ya şaş ê ji tirkîya we ya baş baştir bibe." wê çaxê me yê hûn danîna ser serê xwe û ji we re li çepikan bixista, lê hûn bi wê slogana pûç û beradayî xwe dixapînin û ne bes e, hûn bi wî aqilê xwe yê ji kîsê xelkê ye hewl didin me jî bixapînin.
Dev ji vê fisgenîtîyê berdin!

Hecî Elî, Hecî Selanîk û Hecî Birhan bira ne.
Mal û milkên wan tev hev in, hîn ji hev cîhê nebûne.
Piştî demekê Hecî Elî û her du bira li hev nakin û her du bira li Hecî Elî dibin yek, para Hecî Elî didinê û pihênekê li qûnê dixin, wî ji xwe cîhê dikin.
Mezelên gund jî di nav perçeyê erd ê para Hecî Elî dikeve de dimîne.
Ji ber ku mezelê gund di nav erdê Hecî Elî de dimîne, Hecî pir aciz dibe.
Dibe wek tivinga dagirtî û xwe dide benda firsendekê.
Ji nişka ve şeytanîyek tê hişê wî. Di dilê xwe de dibêje, "Min di kefenê sed û yek bavên we nîyho!" û dişîne pey birazîyekî xwe.
Birazîyê wî tê li nig wî rûdine; ji birazîyê xwe re dibêje, "Here ji bavê xwe re bibêje, bila were van mirîyên xwe ji nav erdê min derxin, yan na ez ê bi terextorê têkevim nav, seranser bajom, gişî rast bikim û şûna wan jî gêris biçînim."

Heger rojekê em û her sê birayên xwe yên tirk û ereb û faris ji hev cîhê bibin û mezelên wan li hêla me bimînin, em bi terextoran têkevinê, van mezelan gişan rast bikin û şûna wan xîyaran biçînin.

Birayê Sîno dimire.
Sîno jî yekî piçekî kawik e.
Axir cemeet meytê xwe vedişêre û Mele û cemeet belav dibin.
Destê Sîno ji birayê wî nabe; heta tarî dikeve erdê li ser mezelê birayê xwe dimîne.
Êdî dibe şev û Sîno radibe ser xwe, berê xwe dide malê.
Hîn du sê gav neavêtîye, nigekî wî dikeve çalê û di nav çiravê de asê dimîne.
Dibe hahohaho û warewara Sîno:
"Birayo min berde, birayo! Hela tu çûyî, çûyî, tu çi ji min dixwazî birayoo!"
Ziravê wî diqete, heta panzdeh rojan bi ser hişê xwe ve nayê.

Kurdino!
Li pey "bira"yên xwe nerin û hişê xwe li cem wan nehêlin, an na nigê we yê ji çala gû dernekeve...

Gotina Dawî
Ker ker e, carinan ceh, carinan jî piskewît li ber e!


26 Nisan 2021 Pazartesi

ziman em bi xwe ne

Meha remezanê ye.
Pîrê li ser sifreyê rûniştîye, çav li xwarinên ser sifreyê, guh li derve, li benda azana melê ye.
Ji xêndî pîrê malî jî rûniştine.
Ro çûye ava, tarî ketîye erdê, lê hîn qîrîn bi melê neketîye.
Pîrê rahişt xurmeyekê, avêt devê xwe û fitara xwe vekir.
Lawê pîrê li seeta dîwêr nerî, dû re fitilî ser pîrê, got, "Yadê! Hîn ji azana melê re pênc deqe hene, te çima rojîya xwe xwar?"
Piştî pîrê xurmeya devê xwe cût û daqurtand, di bêhnekê de tasa şorbeya xwe jî li enîya xwe xist. Dû re fitilî ser lawê xwe, got, "Yê nizanibe, ew ê bibêje qey seeta citizen di destê Xwedê de ye û tu rabûyî dibêjî hîn ji fitarê re pênc deqe heye! Piştî hêdî hêdî tarî ket erdê, hew; ma îja seet û mele û nizanim çi çi ye! Dev ji vê bêhişîya xwe berdin, berdin! Xwedê di teknolojî meknolojîyê de hilnayê; ilmê wî kûr û dûr e! Bi vî haweyî we dînê îslamê li ber çavê ometa Muhamed reş kir. Piçekî biaqil bin û bi mentiq tev bigerin. Li hêla din Xwedê yê hesabê çar pênc deqeyan ji we nepirse; heger pirsî jî, bibêjin pênc deqe zû, pênc deqe dereng çi ji te kêm dike, çi li te zêde dike, mudûr?"
Berî mele azan bide bi deqeyekê malîyan jî fitara xwe vekir.
Piştî fitarê, hîn sifre li erdê ye, lawê pîrê fitilî ser pîrê û got, "Heger meriv li gorî felsefeya te li meseleyê binere, tu dikarî bibêjî yên bi şev heta sibê di xew de tiştekî naxwin, venaxwin jî bi rojî tên hesêb!"
Pîrê rahişt tasa avê, bû leqleqa avê di devê wê de, got, "Hîç ferq nake. Yên rojîyê digirin jî jixwe qûna xwe belot dikin, serî diavêjin xewê, heta berî fitarê bi nîv seetê şîyar dibin. Ha te xwe bi roj bê nan û av hiştîye, ha te bi şev xwe bê nan û av hiştîye, heman tişt e."

Wê rojê li ser twîterê ez li twîta TVyekê rast hatim; ne şaş bim danasîna bernameyeke Waar TVyê bû.
Twît weha bû:
"Bêrîvan Zînzal çend karan dike û bi çend zimanan dizane?"
Yê nizanibe, ew ê bibêje qey ji Bêrîvanê re li xwazgînîyan digerin...
La hewle wela!

Heta nuha ji ber kurdan mîna tirk û ereb û farisan li dîn nenerîne, dîn li wan nerîyê, ew xistine bin kontrola xwe û nehiştîye bibin xwedan dewlet.
Û îro ro...
Hîn jî hişê kurdan nehatîye serê wan û mîna serê wan bi bonzaîyê felişîbe, bi cizbê dikevin li ber "Alahuekber"an!
Divê başûrê welêt ê nîv azad xwe ji dîn azad bike, 
yan na bi îlankirina serxwebûnê jî birîna me yê nekewe-em ê îfleh nebin.

Gotina Dawî
Îroj rojbûyîna anku roja Mîrê Zimên ji dawa dêya xwe ketîye.
Ez bi vî zimanî dipeyivîm, lê haya min ji efsûn û qudreta vî zimanî tune bû.
Bi saya serê te Mîrê min, di navbera min û hest û hîsên min de, di navbera min û nerîn û fikrên min de, di navbera min û şahî û kêfên min de, di navbera min û derd û kulên min de, di navbera min û xeyal û fantezîyên min de pirek çêbû; 
di ser wê pirê re ez meşîyam, bûm xwe û min xwe gîhand we...
EM afirîn ji eşqa te ya ziman û ax û netewa te.

Pîroz be roja tu ji dawa dêya xwe ketî, Mîrê min!



apokalîpto

Ez û Evdila rûniştin.
Zeman û mekan ne girîng in.
Belkî em rûniştibin, belkî em rûneniştibin jî, lê me civat gerand.
Jixwe dema ez û Evdila digihêjin hev, heta em li ser sîyasetê quretîyan nekin, ne sebra me tê, ne jî kurmê me dişikê.
Lê quretîyên me jî quretî ne ha; felsefe, edebîyat, huner, pêşdîtin û fantezî jê difûrin.
Ne Tolstoy û Hemingway, ne Platon û Arîstoteles, ne Hegel û Goethe, ne jî Osho û Kant û Spinoza dikarin avê li destê me bikin dema em dest bi quretîyan dikin.
Mijara me sînema bû û me qala Mel Gibson û fîlmê wî Apokalîpto dikir.
Jixwe dema peyvek an jî navek bi "Apo" dest pê dike, bêhemdê xwe mijar diqulipe ser sîyasetê û em malikê li edebîyat û huner û sînemayê xera dikin.
Nahlet li me bê! Em çê nabin!
Evdila got:
-Bazê Qendîlê xalê Cemîl dibêje, "Dema Amerîka bêvila xwe dixe nav karê me, pirsgirêka kurd kûrtir dibe.
Min got:
-Wele xalê Cemîl rast dibêje. Heta kûr nere, jixwe çareser nabe. Divê binê wê baş bê kolan. Ev mesele bi biratî miratîyê, bi konfederalîzm monfederalîzmê û bi jîyana komînal momînal çareser nabe; kêr gîhaştîye hestî û hewce ye em hesabê birîna kêrê bipirsin. Hesabê birîna kêrê jî bi slogan miloganên beradayî safî nabe, Evdila. 
-Jixwe ji ber ku heta nuha tenê di ser re me li meseleyê nerîye, ev mesele ji kokê de çareser nebûye û her çûye kûrtir bûye. Ya din jî ji kerema xwe re ji min re bibêje Xoce!
-Baş e Xoce.
-Spas.
-Yaw kurd çi bêhiş in. Ev çel sal in di hundirê wan şikeftan de rêberî û rêvebirîyê dikin û tu kes jî ji xwe napirse û nabêje, "Kuro, ma şikeft û bajar!"
-Ev ne rêber in, rêbir in, rêbir!
-Rêbir! Ev xweş bû û tam li gorî rewşê ye ha! Bi şeref carinan tu tam li hedefê dixî. Bijî!
-Ew ne ji bo siberojê, ji bo paşerojê dixebitin. Ji bo dîsa însanetîyê li koka wan vegerînin li rê û rêbazan digerin, li ser îdeolojîyên mîna jîyana komînal û komara demokratîk û jîyana xweser dixebitin. Jixwe berî nuha bi deh panzdeh hezar sal bav û kalên me komînal dijîyan. Û cîyê vê ilm û zanistê jî şikeft in.
-Ez di şûna Amerîkayê de bim, ez ê wan ji wan şikeftan derxim, şûtîtazî bikim û berê wan bidim nav daristanên Amazonan. Ez ê bibêjim jîyana komînal aha ev e. Ha ji we re rim û tîr û tîrkevan û biçêrin li ser dil û gurçik û kezebên tebayên hov...
-Wek fîlmê Mel Gibson ê bi navê Apokalîpto!
-Nav jî temam e: Apokalîpto!
-Ma tu çîroka Apokalîpto dizanî?
-Na.
-De ka guh bide min, ez ji te re bibêjim:
Mel Gibson, li Mêrdînê li sûka sobecîyan ji bo ji xwe re sobeyekê bikire dimeşe.
Ha, ez vê jî bibêjim, ne ji bo zivistanî xwe li ber germ bike; tenê wek dîyarî dixwaze bikire û bi xwe re bibe. Û jixwe sobeyên mêrdînîyan jî bi nav û deng in; mîna esereke entîke...
Erê, Mel Gibson di ber dikaneka Semîrê Sobecî re derbas dibe, sobeyek pir bala wî dikişîne. Semîrê Sobecî wî keremî hundir dike. Mel Gibson dihere li hundir li ser kursîkeke biçûk rûdine.
Çaycî derbas dibe.
Temenê çaycî bi ser heftê ketîye.
Semîrê Sobecî dibêje, "Apo ka lîptonekê ji mêvanê min re bîne."
Mel Gibson dibêje, "Apokalîpto!"
Semîrê Sobecî dibêje, "Heger kêfa te ji lîptonê re nayê, bila apo qahweyekê ji te re bîne, qahweya dîbek."
Mel Gibson dibêje, "Fîlmê min, fîlmê min! Navê fîlmê min jî Apokalîpto ye. We lê temaşe kiriye?"
Semîrê Sobecî û çaycî li hev dinerin, dikenin û çaycî dibêje, "Jixwe piştî fîlmê te, li Mêrdînê kes hew çaya qaçax vedixwe, êdî lîpton bûye mode, lîpton."
Mel Gibson lêvên xwe xwaromaro dike, lê tiştekî nabêje.
Semîrê Sobecî dibêje, "Ev çel sal in zarokên me li serê çîyê şer dikin ji bo jîyaneke mîna jîyana wan qebîleyên di fîlmê Apokalîpto de ava bikin, lê mixabin, tirk û ereb û faris ji jîyana komînal fêhm nakin. Û dîsa ev bar ket ser milên me, divê em rojhilata nêzîk û navîn hînî jîyana komînal bikin û em ê bikin jî."
Piştî Semîrê Sobecî peyva xwe qedand, wî û çaycî bi sloganan xwe li erdê xistin:
"Jin, jîyan, azadî! Jin, jîyan, azadî! Jin, jîyan, azadî!"

24 Nisan 2021 Cumartesi

kesayet li ser zimên ava dibe

Martin Heidegger dibêje:
"Ziman mala hebûnê ye."
L. Wittgenstein jî dibêje:
"Sînorên zimanê min herweha sînorên hebûna min in."
Her du ciwamêr jî pisporên perwerdeyî û pedagojîyê ne.
Divê em çi ji gotinên van ciwamêran fêhm bikin?
Ciwamêr dixwazin bibêjin, meriv bi kîjan zimanî bijî, meriv dibe perçeyek ji wî zimanî û bivê nevê meriv di nav hebûna wî zimanî de distewe, digihêje, fêhm dike û ew ziman ruh dide wê axa meriv li ser dijî; li gorî ruhê wî zimanî meriv wê axê nas dike, lê guhdarî dike, pê re dipeyive û fikir, nerîn û mentalîteya meriv li gorî zimên rûdine, şekil digire.
Erebî ruhê Erebîstanê ye; meriv li ser axa Erebîstanê bi erebî bipeyive, meriv ê wek erebekî Erebîstanê bifikire, hîs bike, tev bigere, binere, bipeyive, binivîsîne û li gorî mentalîteya ereban bijî; di navbera meriv û ereban de tu cudayîyek namîne.
Herhewa meriv li ser axa Tirkîyeyê bi tirkî bijî, li ser axa Îranê bi farisî bijî, li ser axa dewleteke Ewrûpayê bi zimanê wê dewletê bijî, heman tişt e; meriv ê ne li gorî mentalîteya kurdan, meriv ê li gorî mentalîteya zimanên wê axê bifikire, hîs bike, tev bigere, binere, bixwaze-nexwaze û bijî.
Kodên zimên hene û ziman wan kodan li axa li ser dijî bar dike.
Meriv jî pê li wê axê dike û wan kodan li xwe bar dike û êdî li gorî mentalîteya wî zimanî difikire, hîs dike, tev digere, digirî, dikene, dixwaze, naxwaze, dijî.
Loma...
Ez dibêjim divê meriv di navbera xwe û zimanên dagirkeran de dîwarekî, ne dîwarekî zir dîwarekî mîna bircên Çînê lê bike.
Yan na,
piştî demekê bêyî ku meriv li xwe hayil bibe, meriv êdî wek dagirkerên xwe difikire, hîs dike, tev digere, dijî û bi mentalîteya wan meriv her tiştî dinirxîne.

Di sîyasetê de,
ji ber ku sîyasetvanên kurd bi zimanê dagirkerên xwe difikirin, hîs dikin, tev digerin û sîyasetê bi zimanê dagirkerên xwe dikin, tu carî di hiş û dilê xwe de ne azad in û ji ber ku ne azad in, ji fikra serxwebûnê dûr in; her hewl didin problemên kurdan di nav sînorên dagirkeran de û bi zîhnîyeteke nêzîkî zîhnîyeta wan çareser bikin.
Û mixabin ji vê mentalîteyê jî tu carî wê fikreke kurdistanî nezê.

Di hunerê de,
ji ber ku zimanê hunermendan jî zimanê dagirkeran e, hunera wan jî teqlîd e, 
yan jî tenê ji milkê miletê xwe didizin, kirasekî dagirkerî lê dikin û xwe jî pê re wan nirxên xwe difiroşin dagirkerên xwe; xwe tune, dagirkerên xwe jî xurt û qewîm dikin.

Di edebîyatê de jî heman gûxwarinî ye.
Jixwe hewce nake ez qala yên bi eslê xwe kurd, lê tu carî nebûne kurd bikim.
Yên bi qelema xwe kurd, lê bi fikirîn û tevger û jîyîn û mentalîteya xwe tirk edebîyata kurdî dilewitînin.

Hin ji wan bi tirkî difikirin û bi kurdî dinivîsînin; ji vê hişmendîyê mentiqeke seqet dizê.
Li ser meselê:
Pirê berhemên ji soranî wergerîyane kurmancî bi vê mentiqa seqet hatine wergerandin.
Bi soranî xwendine, bi tirkî fikirîne û bi mentiqeke fahş wergerandine kurmancî.
Di hevoksazîya van berheman de meriv li mentiqa tirkî dihilkume. Ji ber wergêr ne hakimê zimên e, ji bo hevokên dirêj biafirîne serî li "ku"yan xistîye û bi "ku"yan hevok bi hevokan dirûtîye.
Hewce nake ez nav û mînakan bidim; jixwe yên ji soranî werdigerînin kurmancî sê çar kes in.
Hema herin ji nav wan kitêban rahêjin yekê, di her rûpelî de herî kêm hûn ê li du sê seqetîyên weha rast werin.
Wexta mejîyê wan bi kurdî diweste, diherin ji hêla mejîyê xwe ya tirkî dipirsin; hêla bi tirkî difikire jî berê wan dide kêş.
Wek nimûne:
"Tu çirra ÎŞÊ MIN HAL NAKÎ pêzeweng!"
"Ezê paşê we hevdu NASKIRIM BIDIM lo!"
"Piştî çandina wê şitlê "KU Nesîm dibêje ji baxekî sêhrî anîye" rojekê di dema gera wî li gîyayên bijîşkî ji bo zarokê xwe yê kor du zilamên dewletê yên nêçîrvanên mirovan, ên KU bi qasî hejmara serîyên KU nêçîr dikirin û dixin tûrikekî pere werdigirtin, Nesîm digirin û dikujin."
"Nebî fam dike KU tiştên derî aqilê însên qewimîne, belê tam jî nizane KU çi bû ye û çi qewimîye."
"Gava ji bajarê xwe diçe taxa KU mala wî lê ye, bala xwe didê KU kesekî nas tune ye."
"Ew kêlîka dawî ya çûna wê wisa xemgîn kiribû heta wê radeya KU hêstirên kevirî di her çar çavan de hişk û lal mabûn, bê KU libek jî biherike."
"QOD NAVÊ gardîyanê qawîşa jinan..."
“Girtina bajarê Dîyarbekirê, nedişibîya girtina cîyên din. Bi êrîşên çekdaran ENCAM NEDIHAT STENDIN."
Hin ji wan jî bi mentalîteya tirkî bi kurdî dinivîsînin.
Rewşa van kesan ecêbtir e. Piçekî jî mîna zarokên nuhbalix anku ergen tev digerin.
Kenê guran bi wan tê. 
Ji bo wek xwe xuya nekin û civak bi çavekî cuda-anarşîst-dînoke li wan binere, di qalikên xwe de hilnayên, çi tiştên komîk û qeşmerane hebin, texsîr nakin, dikin, 
lê haya wan ji tavê tune ye, ew tav dide qûna wan û her kes wê ecêbê dibîne.
Û ya din jî,
ji ber ku ya dilê wan û ya ji zimanê wan diherike, ne yek e, di civatan de wek Şeytan bi wan bikene, xwe dicivînin ser hev.
Di nivîs û berhemên wan de aforîzma û metafor xwe li hev diboqînin; ji dilqê wan populîzm difûre û tenê hewl didin zû bi zû, heta hîç neyên fêhmkirin. 
Jixwe ew bi xwe jî ji wan aforîzma û metaforan fêhm nakin; derdê wan ew e tenê nivîs bi hevokên ecêb bifelişin.
Ev xwelîser ji nezanîya kurdan diçêrin û baş dizanin çi qasî şolî binivîsînin, kesayeta wan a şolî yê zû bi zû zelal nebe.
Rebenên kurdên zimanê wan li ber çavê wan mîna marê reş xuya dike, di erênayê de dimînin; ji zimanê berhemê û ji naveroka berhemê zêde fêhm nakin, loma jî nabe mirûzê xwe tirşotahlî bikin. 
Ji bo li derdora xwe, xwe wek kurdekî têgihîştî rê bidin, îja dest bi pesndayîna nivîskêr û berhemê dikin, serî li nivîskêr dikin kundir û êdî nivîskar bi xwe jî hew dikare di bin wî kundirî de bimeşe; li serê xwe jî, li serê civakê jî dibe bela.




23 Nisan 2021 Cuma

xapandin û xwexapandin

Vê meha remezanê pişta min ket ber min anku min pişta xwe xist ber xwe!
Lê ez dibêjim wê jî pişta xwe xist ber xwe anku pişta wê jî ket ber wê!
Arezû, araq û kulmek şehwet!
Di vê meha remezanê de xêr ê ji min re bê nivîsandin an guneh, nizanim, 
lê bi qasî ez dizanim, bextewarî, bextewarbûn, bextewarkirin xêr e.
Û çendî li gorî bawerîya muhamedî pêşîlênegirtina nefsê heram be jî, bi min heger ew nefstenikî yê hinekan bextewar bike, ez dibêjim ew Xwedayê ku bawermend ji ber tirsa qûnê noqê jê vala dikin, ew ê çavê xwe ji vê nefstenikîyê re bigire û di dilê xwe de bibêje, "Destê min ê her li pişta te be, bajo, bijî û tu nemirî!"
Te dît heger dilê wî hebe haa!
Ya din jî...
Heger Xwedê ne kwîr be û ronî di çavan de hebe, divê Xwedê wan kesên ku yazdeh mehan bi ehlaqê wî re zinê dikin û dû re radibin mehekê doxînê li xwe dijidînin, bibîne, zevt bike û doxînê li wan kesan sist bike.
Lê heger li Reb rep bibe!
Ma "kursîya heq" ji bo çi hatîye gotin?
Madem tu Reb î, wê çaxê kê heq kir, divê tu li wan rep jî bikî!
Û
Ya Reb!
tu carî tu min ji hêza rep mehrûm nehêlî!
Tu wek Reb rep bisekinî, ez ê jî ji dêvla te rep bikim û edaleta te ya rebanî li nav zebanîyan belav bikim.
Sedeqelahulez!

Îko serê sibehê bi xwe hisîya, ji nav nivînên xwe rabû ser xwe, derbasî mitbexê bû, taştîya xwe hazir kir, danî ber xwe, çarmêlkî rûnişt û dest bi xwarinê kir.
Bavê wî hat di ser serê wî re sekinî.
Got, "Hey bênamûs! Vê rojîya remezanê ma tu fedî nakî?"
Îko rabû ser xwe, çû ji mitbexê ji wî re jî qedehek anî, qedeha wî dagirt, danî ber wî û got, "De ka were rûne û nahletekê li çavê Şeytên bîne! Bêhna te pir teng e. Tu werî rûnî taştîya xwe bixwî, bi soz sibê ez ê ji dêvla te rojîyê bigirim. Negirtina rojîyê ji girtina rojîyê xêrtir e ji bo te!"
Bav jî çarmêlkî li ser sifreyê rûnişt û enîya xwe da enîya Îko û taştîya xwe xwarin.

Gotina Dawî
Erê, hûn Xwedê dixapînin, lê hûn nikarin me bixapînin...


22 Nisan 2021 Perşembe

wê rojê

Qumandeya TVyê di destê min de ji qenalekê derbasî qenalekê dibim.
Ji nişka ve çû ser qenala Med Muzîkê.
Helbestgoyekî bi dengekî dawidî got, "wê rojê" û dest pê kir.
Ne Spartakus hişt, ne Hîtler û Mîsolînî hişt, ne Bekoyê ewan hişt, ne Mem û Zîn hişt, ne jî sûr mûrên Amedê; lê tam ne di bîra min de ye ka got sûrên Amedê yan got bircên Amedê.
Axir, 
min jî feyz û îlham jê stend û got, "wê rojê"!
De ka kerem bikin, guh bidin me bê "wê rojê"ya wî ciwamêrî xweş e yan "wê rojê"ya min.
Lê îtimazîyê nekin ha!
Destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera nekin.
Fermo...

wê rojê,
li binya dara tûyê mirîşkekê nikilê xwe li gû dixist
û kevanîya malê ji pînikê hêk derdixist,
ji bo di taştê de ji malxwê malê re biqelîne.

wê rojê,
nivîskarekî xwelîya zimanekî li serê xwe dikir
û digot dijmin dijmin e, lê zimanê dijmin ne dijmin e, mixabin!
zimanê wî ji devê wî dipekîya,
lal dima.

wê rojê,
pîrek ji menopozê derket, 
bi hikmeta xwedê pîrê ducanî ma; 
û du qîz û du law ji ber çûn; 

wê rojê,
zimanek çû ber sekratê, 
li ser zimên tu kesî li xwe nexist,
miletek ji qudûm ket
û bi mirina zimên re, ew milet jî mir.

wê rojê,
kurdan terka kurdî kir;
masî bi kurmancî,
kulî bi kirmanckî,
kîso bi soranî, 
elok bi goranî,
mişk bi hewremanî,
pelçimok bi lorî peyivîn.

wê rojê,
esman bi ewrên kesk û sor û zer xemilîn;
keskesor xeyidî,
baran nebarîya, 
berfê xwe reş girêda,
zîpik li hewa asê ma,
bayê sor bi ba ket,
xwedê li ser kursîya xwe di xew re çû,
şeytên mizgînîya welatekî gîhand.

wê rojê,
agir bi mizgeftekê ket;
mele bi sloganan can da,
ji tirsa qudûmê bawermendan şikest, bi xwe de mîstin
û agir vemirî, berî mizgeft bibe kulmek xwelî.

wê rojê,
kêmaqilan aqil belav dikirin li baqilan;
û baqil derketibûn parsa mejî,
mejî ji kerba bêmentiqîyê xwe protesto dikir,
di serê narsîstekî beradayî de
û welatekî xwe şewitand li ser wî narsîstî.

wê rojê,
ji dêvla çayê min qedehek lezo vexwar;
hemû dînên bajêr bûn yek
û henekên xwe bi min kirin,

wê rojê,
dînekî ji dînekî re digot, em ne dîn in, em kêm in,
lê dînê din dînbûna xwe bi dîn ve girêdida;
û dîn dîn e, dîn dînan dîntir dike 
digot dînekî din.

wê rojê,
diz ketin bajêr, 
tenê kursî dizîn;
şerek derket,
hemû kursî şewitîn, 
bûn kulmek xwelî.

wê rojê,
min xewnek dît,
rişma miletekî di destê pûtekî de
û pût di bin simbêlan de dikenîya, 
bi ehmeqîya wî miletî.





jartîyel

Bi silavekê ez derbasî hundirê marketê bûm.
Xwedîyê marketê kurd e.
Bi kurdî me li hal û ehwalê hev pirsî.
Ji xêndî me jî çend kesên din jî hebûn; ji bo heqê tiştên kirîne bidin li benda dora xwe sekinîbûn.
Xwedîyê marketê bi min re dipeyivî, lê çavên wî li muşterîyên din bûn.
Min xwe paş ve kişand, her du muşterîyan heqê alavên xwe da û derketin.
Ez û xwedîyê marketê tenê man.
Di bin maskê de ez lê hayil nebûm ka bê di bin simbêlan de lêv di çi pozisyonê de ne.
Got, "Kekê, tu nizanî bê ev çi kîrquzdê ne! Dema fêhm dikin meriv kurd e, rêya xwe ji ser meriv diguherin, hew tên tiştekî dikirin."
Ez kenîyam. 
Min got, "Şertê biratîyê giran e, xorto, lê bi îzna Xwedê û bi hêz û îmana ruhê Eşmeyê di demeke nêzîk de em ê wan li xwe bibahnînin û şeraba biratîyê bi wan bidin vexwarin."

Mele kincên xwe li xwe kirin, şaşika xwe da serê xwe, qundereya xwe kir pê û derî vekir.
Berî gava xwe biavêje derve, jina wî ber bi wî ve hat û bi dengekî nizm û nazenîn got, "Ji min re jartîyerekê bikire."
Mele nepirsî ka bê jartîyer çi ye, ne çi ye; tenê serê xwe bi haweyê erê kil kir û meşîya.
Mele di ber kîjan dikanê re derbas bû, got, "Jartîyer heye?" 
Lê ne penêrfiroş, ne zebzefiroş, ne beqlawefiroş, ne jî kincfiroş û dermanfiroşan dilê Mele rehet kir; hin ji wan bêyî ku Mele bi xwe bihisînin, di bin simbêlan de bi haweyekî qerfok kenîyan jî.
Axir, Mele betilî û çû li ber devê dikana birakekî xwe rûnişt. 
Birakê wî jî hat li cem wî rûnişt. 
Lawikê li ber destê birakê wî dixebitî çû ji wan re çay xwest; di nava çend deqeyan de çay ji wan re hat.
Mele şekirê çaya xwe avêtê û li hev xist.
Qurtek li çaya xwe xist nexist, gazî lawikê li dikanê dinere kir.
Lawik got, "Kerem bike, Seyda."
Mele destê xwe avêt bêrîka xwe, pere ji bêrîka xwe derxist, da destê lêwik û got, "Hela here ji xaltîka xwe re jartîyerekê bikire."
Lawik şaş û metel ma; çav di serî de bûn tas, got, "Çiii!"
Mele got, "Jartîyêr jartîyêr!"
Lawik di ber xwe de got, "Wey zalim, wey! Îja jartîyer!" lê nehişt Mele pê bihise û çû.
Piştî deh deqeyan poşetek di dest de lawik hat.
Poşet da destê Mele û derbasî hundir bû.
Mele jî çaya xwe vexwar, rabû ser xwe, xatir ji birakê xwe xwest û meşîya, ber bi malê ve çû.
Li derî xist, jinê derî vekir. 
Mele poşet da destê wê, got, "Ha ji te re jêrtîyê te!" û derbasî hundir nebû, di nig de vegerîya, berê xwe da mizgeftê.
Destmêja xwe nuh kir û derbasî hundir bû.
Li dora çel pêncî kesî li hundirê mizgeftê rûniştibûn.
Mele berî nimêjê, bi qasî seetekê li ser ehlaq û bêehlaqîyê ji wan re weez da...
Bi cimhetî nimêja xwe kirin û belav bûn.
Piştî cimhet belav bû, Mele jî rabû ser xwe, ber bi derî ve meşîya. 
Li devê derî ji xêndî şimikeke qetîyayî tu sol an şekaleke din ne xuya bû.
Di ber xwe de xwe li dê û jina dizê qundereya xwe ceriband û şimika qetîyayî bi serê nigên xwe ve kir û ber bi malê ve xwe avêt ser teqleyan.
Ji hundir dengê muzîkekê bilind dibû.
sê caran wê çav da min
sê caran wê maç da min
sê caran wê lêv da min
sê caran wê dest da min
kubar kubar kubarê
kubar kubar kubarê
Mele guhê xwe spart derî, şaş ma.
Hindik mabû Mele li ber stranê bireqise, lê zû bi ser hişê xwe ve hat.
Destê xwe avêt bêrîka xwe, mifte derxist, pê derî vekir û derbasî hundir bû.
Hîn şimika xwe ji pê nekiribû, dengê mêrekî ji hêla odeya raketinê hat, "Off! Mele jî Mele ye ha! Weyla min kîrê te xwaro! Meriv li ber vê jarterê dikare hîç tiştekî neke û bi xwe xweş bîne, Elawekîl!"

20 Nisan 2021 Salı

çend gotinên lixwemikurhatî


Got, 
"Lo lawo! Jina Felemez çima terka wî kiriye û çûye mala bavê xwe?"
Got,
"Pîrê! Xêr û gunehên wan di stuyê wan de be, lê dibêjin carinan jinikê nedihişt Felemez here têkeve himbêza wê."
Got,
"Wee! Ma qey ev jinik dîn bûye!"
Got,
"Çima?"
Got,
"Îja çima! Berê, ji ber nîyhandina keran mêrên me mehê carekê bi zorê rê bi ser nivînên me dixistin, jinên nuha jî ji ber hêz û daxwaz û arezûya zêde ya mêrên xwe acizîyan dikin. Axx axx! Ez di zemanekî xerab de hatime dinyayê. Xwezî ji dêvla wê porkura nesitirî ez jina Felemez bûma!.."

Got,
"Dinya hurîyet e, dilê min çawa bixwaze, ez ê weha jî bijîm."
Got,
"Hey porkurê! Navê min Hurîyet e, lê bi qasî te ez ne hur û xwedan hurîyet im."

Got,
"Zîzek xweş pesnê kurdan dide, haa!"
Got,
"Erê, xweş pesnê kurdan dide, lê xwezî em weha zû bi ser avê neketana! Ev bêbav hingî pesnê me didin, em hew xwe nas dikin."

Got,
"Ez welatê te me! Ez zimanê te yê wendabûyî me!"
Got,
"Çi cara ez te bera ser xwe didim, wek welatek di ser min re here; zimanê te li ser bedena min a hov netewekê diafirîne û ez li xwe vedigerim, dibim xwe..."

Got,
"Heger meriv dilê jina meleyekî yan jî şêxekî xweş bike, xêr ji meriv re tê nivîsandin an guneh?"
Got,
"Bextewarkirina jinekê ji îbadeta mele û şêxekî pîroztir e!"

Got,
"Roj bi roj hezkirina te di dilê min de zêde dibe û her ku hezkirina te zêde dibe, metirsîyên min jî zêde dibe."
Got,
"Tu konfora min î. Ne ji bo te, ji bo xwe mabe, ez ê terka te nekim, berxa min."


19 Nisan 2021 Pazartesi

ezîz û ezîza

Hamid mir!
Ji bo çûyîna sersaxîyê, Ezîza rabû ser xwe, derbasî alîyê malê yê din bû, xwe guherî;
fîstanekî reş bi ser bedena xwe ya mêrkujane de berda û li ber mirêkê xwe xemiland;
te yê sûnd bixwara hazirîya çûyîna dawetê dike.
Fîstan bi canê wê ve zeliqî; qûn û pêsîran di bin  wî fîstanê reş ê şîfon de bang dikir.
Jixwe tu carî pêsîrdank anku berçiçik bi kar nedianî; her azad hol dibûn...
Pêsîr jî meazellah, mîna guhanê mîheke nuhzayî her tim bel û têr xuya dikir.
Hamid birayê hevaleke Ezîzayê bû.
Ezîzayê bi tena serê xwe, xwe kil kir û berê xwe da mala hevala xwe.
Derbasî hundir bû; ji xêndî wê panzdeh bîst jinên din jî rûniştibûn;
lê odeyekê jî mêr hebûn; ew jî kêm zêde panzdeh pîst kes bûn.
Hîn Ezîzayê du çipik hêsir neherikandibûn, deng bi telefona wê ket; di whatsapê de hevalê wê jê re dinivîsand.
De îja telefon jî çi telefon! Rebenê şerm dikir di nav wan feqîran de telefona xwe ya samsung S nizanim çi derxe. 
Di wê civatê de te telefonên wan jinan hemû kom bikira, bida ser hev, pereyê wan telefonan nêvîyê heqê telefona Ezîzayê nedikir.
Ezîzayê ewil li dora xwe nerî, dû re bi dizî telefona xwe ji çenteyê xwe derxist û li peyamê nerî:
"Zû were, agir bi doxîna min ketîye!.."
Bi xwendina peyamê re, bişirî, lê li dora xwe jî nerî; nehişt kesî bi xwe bihisîne.
Wê jî ji hevalê xwe re nivîsand:
"Dilê min, ez nuha li şûnê me; birayê hevala min mirîye, ez hatime sersaxîyê!"
"Kengî tu yê rabî?"
"Hevala min a bi salan e. Divê ez heta êvarî li cem wê bim, wê tenê nehêlim."
"Tu li ku derê yî? Navnîşanê ji min re bişîne."
"Çi! Navnîşan?"
"Erê, navnîşan. Madem tu yê nikaribî werî, ez ê werim."
"Ma tu dîn bûyî?"
"Na, har bûme!"
Di bin çavan re Ezîza li dora xwe nerî û bişirî. Dû re navnîşan jê re nivîsand û şand.
Piştî bîst deqeyan Ezîz li derî xist.
Wexta Ezîza çav li Ezîz ket, kelecanekê ew zevt kir; xwirek li ser bedena wê za, mîna morî li ser bedena meriv bigerin.
Ezîz derbasî hêla mêran bû.
Piştî xwendina fatîheyekê, Ezîz telefona xwe ji bêrîka xwe derxist, ji Ezîzayê re peyam nivîsand:
"Tam deqeyeke din rabe ser xwe, ber bi tuwaletê ve here."
Ezîzayê peyam xwend û di ber xwe de heta şêstî jimart û rabû ser xwe, ber bi tuwaletê ve meşîya.
Xanî têra xwe mezin bû; bi kêmanî çar ode û salon bû.
Li korîdora dihere tuwaletê pêrgî hev hatin. Wek haya wan ji hev tune ye, Ezîz li pêş, ew li paş heta dawîya korîdorê meşîyan.
Berî derîyê tuwaletê derîyekî din hebû; Ezîz destê xwe avêt çemilê derî, derî vekir û bi destê Ezîzayê girt û ew derbasî hundir kir; derî li ser xwe qefilandin.
Xwedîyê malê alav malavên xwe yên zêde hemû spartibûn dawîya odeyê; ji perxaneya hundir meriv nikarîbû gav biavêta.
Ezîz qûna Ezîzayê li ser kîsekî bi cî kir, her du şeqên we ji hev ve kirin, ket nava şeqên wê û lêvên xwe bi lêvên wê ve zeliqandin.
Bi qasî pênc deqeyan hevdu mêtin.
Dilê Ezîzayê hindik mabû ji sînga wê pengiz bibe. Serê Ezîz di nav memikan de, hey diçêrîya.
Hindik ma bêhn li Ezîzayê biçike.
Devê xwe xist guhê Ezîz, bi dengekî nizm got, "Hey pîç lawê pîçan! Ecele bike, em ê bihetikin!"
Ezîz serê xwe ji nav memikan kişand, ew ji ser kîs rakir û berê wê da dîwêr.
Ezîzayê piçekî xwe daqûl kir, her du destên xwe dan dîwêr û xwe da benda Ezîz.
Ezîz dawa Ezîzayê li nava wê pêça, şeqên wê ji hev dan alî, pantor û derpîyê xwe yê kin heta çongan daxistin û xwe lê xist. 
Bi her xwelêxistine re, çav li Ezîzayê qulipîn û nalîneke nerm li hundirê odeyê belav bû.
Wê kêlîyê her duyan jî li ser dîwarê sayî li sûretên xwe dinerîn.
Berê Ezîza ji odeyê derket, çû li nav jinan rûnişt, dû re jî Ezîz derî vekir û çû derbasî nav mêran bû.
Lê Ezîz zêde nema; hîn çay nehatibû, ji Seyda re got, "Seyda, bi xêra xwe fatîheyekê bixwîne!"
Seyda got, "Li ser ruhê rehmetî el fatîhe!" û her kesî destên xwe vekirin, fatîhe xwendin.
Dû re Ezîz xatir ji civatê xwest û rabû, çû...



18 Nisan 2021 Pazar

mal mekteb e

Serûm hene û serûm hene, lê heger serûm hewce kir, ji xêndî Hecî Şêxmûs nerin li derîyê kesî nexin.
Hecî Şêxmûs yekî ehlê Xwedê ye; dilê wî pak, zimanê wî pak, kesayeta wî pak e.
Û herweha destê wî jî pir sivik e; dema derzîyê di çermê canê meriv re derbas dike, meriv dibêje qey mêşeke hinguv tê niqutek hinguv li şûna derzîyê datîne û dihere.
Evdila rojekê ji bo serûmê li xwe bixe, dihere cem Hecî Şêxmûs; ka nexweşîya Evdila çi ye, em nizanin; xêr û guneh di stuyê wî de be, lê bi qasî ez wî nas dikim, çi helal, çi heram doxîn her li kabokan anku li çongan e.
Lê ez dibêjim vê carê ew ê ne ji ber nexweşîyên doxînsistîyê be, lewra vê pêlê mîrata koronayê belav bûye û li Mêrdînê her yek kêmanî du caran bi koronayê ketîye.
Axir, Hecî Şêxmûs serûma Evdila li pîyê wî dixe û dest bi sohbetekê dikin.
Evdila, ji ber paşnavê Hecî ji Hecî re dibêje, "Hecî, Ahmed çi yê te ye? Paşnavê we yek e. Xwendekarê min e."
Hecî Şêxmûs dibêje, "Xulamê te be, birazîyê min e."
Evdila dibişire, dibêje, "Wey Xwedê wî bihêle, çi xortekî pak, çi xortekî paqij; belasebeb negotine mal mekteb e..."
Hecî Şêxmûs dibêje, "Yaw Xoce, te got mal mekteb e, te meseleyek anî bîra min..."
Evdila dibêje, "Kerem bike!"
Û Hecî Şêxmûs dest pê dike:
Rojekê ez çûm malekê. Min ê serûm li pîrekê xista. 
Temenê pîrê li dora heftêyî bû. 
Min bala xwe da hundirê mala wê, ji perxaneyê meriv nikarîbû gava xwe biavêta. 
Dilê min bi halê wê şewitî. 
Te dît erd merdên me tune ne, lê min xwest ez zika karê xwe yê serûm û derzîyan bidimê. Lê ji bo fedî neke, ewil min got, "Pîrê hûn çi karî dikin? Hûn debara xwe bi çi dikin?"
Pîrê got, "Yabo heyrano, bila sûka zad sax be. Ne ji sûka zad be, em ê ji birçîna bimirin."
Li Qoserê ji sûka zad re dibêjin Bugday Bazarî.
Min jî di dilê xwe de got qey pîrê yê bibêje em diherin zika xwe ji wir didin hev.
Min got, "Pîrê, qey zarokên te himaltîyê dikin?"
Pîrê got, "Na yabo, çi himaltî, çi hal; her êvar piştî dikan tên girtin, zarok diherin ji xwe re ji wir genim menim didizin, tînin malê. Em bi xêra wî zadî li ser nigan in."

Gotina Dawî
Rast e, mal mekteb e, lê mekteb çi ne...

17 Nisan 2021 Cumartesi

kurdistan û fantezîyên masturbasyonîst

Li ser dilê Kurdistanê anku li Hewlêra paytextê Kurdistanê, bi navê Seyid Ahmed Pencwenî teresekî îslamîst li hundirê çavên kurdistanîyan dinere û pesnê dijmin û dagirkerên Kurdistanê dide.
Ne Amerîkayê dihêle, ne Îsraîlê dihêle, ne jî Ewrûpayê.
Ev teresê îroj bi sormancî dijberîya Amerîkayê dike û Amerîkayê wek qesasê îman û însanetîyê radixe pêş çavan, heger ne ji Amerîkayê bûya, gelo ew ê bikarîbûya van weezên xwe yên gû jê difûre weha bi azadî bibêje?
Lê ya balkêş ev e, gelo serek û rêber û rêvebirên Kurdistanê çi difikirin?
Bawer im ew bi xwe jî wek vî teresî difikirin û dinerin ku ev teres li pêş çavên wan vê gûxwarinîyê dike.
Li ser vê erdnîgarîya tirk û ereb û faris bi xwîna me li ser nigan in û tenê Amerîka û Îsraîl piştgirîyê didin me, ev teres radibe dijberîya Amerîka û Îsraîlê dike û kîrê tirk û ereb û farisên îslamîst dixe qûna xwe.
Lê ne sûcê wî ye; ew vê wêrekîyê ji bêdengîya serek û rêber û rêvebirên Kurdistanê distîne.
Min kîrê îslamîstan di we kiro!
Zêdeyî hezar salan e bi xwîna we destmêj digirin, lê hîn jî xîret nayê we û hûn diherin xwe dikin şujde ji wan re.
Xwelî li serê we be!

Rehîm û Qido bixaltîyên hev in.
Rehîm cahş-korucî ye.
Qido jî ji ber propagandaya rêxistinê zêdeyî deh salan di hefsê de veketîye.
Dû re Qido lê dinere bi vî haweyî ew ê ji qulikê dernekeve, dihere efa xwe ji dewletê dixwaze (pişmanlik yasasi) û azad dibe.
Axir...
Rojekê her du li civatekê rûniştine û mijar jî sîyaset e.
Ew û yekî serxwebûnxwaz dikevin qirika hev û nîqaş gur dibe.
Yê serxwebûnxwaz dibêje, "Apocîyan mala kurdan xera kir; kevir li ser kevir nehiştin. Berê, baş xerab bêhna kurdî û kurdîtîyê ji vê axê difûrîya, êdî ew jî li me çû gilî. Em ne kurd man, ne jî bûn tirk. Piştî ew qas keç û law hatin kuştin, piştî bi hezaran gund hatin şewitandin û bi deh hezaran kurd ji axa xwe dûr ketin, qonaxa em hatine lê sekinîne, biratîya gelan û entegrebûna tirkîyeyîbûnê ye."
Li ser gotinên hevalê serxwebûnxwaz, Rehîmo mirûzê xwe tirş dike, dibêje, "Bi telaq yên kurd şîyar kirin apocî ne! Û îro ro kurd bi xêra apocîyan dibêjin em kurd in."
Qido li Rehîmo dinere, dû re dizîvire ser hevalê serxwebûnxwaz, dibêje, "Bi şeref bixaltîyê min Rehîmo rast dibêje û hew!"

PDK!
PDK-BAKUR!
PDK-T!
Hesînayê got, "Ha Haşim!"
Haşim çarmêlkî rûniştîye, mesefa şorbeyê li ber e, nan diçîne şorbeyê...
Got, "Haa!"
Hesînayê got, "Ka em te jî bişînin Başûr."
Haşim bi kevçîyê xwe nanê çandîye şorbeyê li hev xist û kevçîyê xwe li binê mesefê xist. Berî kevçî têxe devê xwe, got, "Xêr e, çi karê min li Başûr heye?"
Hesînayê got, "Here destûrê ji mala Barzanîyan bixwaze, em jî partîyekê ava bikin."
Haşim got, "Malevê! Jixwe PDK heye, PDK-BAKUR heye, PDK-T heye. Îja em jî partîyekê ava bikin! La hewle wela!"
Hesînayê got, "Em ê jî PDK-H ava bikin. Belkî rojekê li Enqerê yan jî li Hewlêrê mirîşk ji me re jî hêk bike. Hema ji kîjan hêlê qoltixekê bidin me, kar e, ne zirar e, wîî!
Haşim piçek nanê din çand şorbeyê.
Bi kevçî li hev xist, di bin simbêlan de kenîya û fitilî ser Hesînayê, got, "Keçê Hesîna, weleh tu yeman î ha! Xwezî bi qasî tu ji stratejî û dîplomasîyê fêhm dikî, xwezî başûrîyan jî fêhm bikira...

Gotina Dawî
Kurdistan bûye mijara fantezîyên masturbasyonîst!


16 Nisan 2021 Cuma

şeveke leylanî

Nan neçînin şorbeyê!
Ew nan ê dû re di ber we de bimîne.
Kurdistan ne nanê şorbeyê ye, biaqil bin!
Hin kes bûne mirîdên serok merokan,
hin kes bûne mirîdên qoltix moltixan,
hin kes bûne mirîdên dîn û îdeolojîyan,
hin kes jî bûne mirîdên kurtêl mirtêlan.
Nan neçînin şorbeyê 
û Kurdistan ne nanê şorbeyê ye!..

Jin ne gunehkar e!
Heger mêr tahjî û teres be, jin ne gunehkar e; 
Heger mêr ne mêr be, jin ê ji xwe re li mêrekî bigere, ji bo xwe jin hîs bike bi mêrtî û mêranîya wî...

Civak ji xeyal û fantezîyan hez dike; çendî rastî bi wan rast were jî.
Ê em ê jî ji wan re qala xeyal û fantezîyan bikin, lê ne xeyal û fantezîyên ku ew dixwazin bibihîzin;
xeyal û fantezîyên şevên sar û har...

Berê gund hebûn û bajar...
Gund xera bûn, hatin şewitandin.
Gundîyan xwe li bajaran qewimandin.
Ne gund man, ne jî bajar wek xwe.
Li şûna gundan dengê qîrîna zimanekî gîhaşt esmanê heftan
û bajar bûn hêlîna qewmekî bêziman.

Daxwazên xwe taloq nekin.
Û dil nekin behra xwezî û poşmanîyan.
Li dengê dilê xwe guhdarî bikin, lê hesabê mejî jî bikin
an na hûn ê bi bedeneke kêm berê xwe biguherin ji vê jîyana têr
û belkî li hêla din jî hûn nikaribin têr bikin wê bedena kêm...

Berê bext hebû; 
berî ku Muhamed û Îsa û yên din bibin xwedîyên text...
Û text di bin wan de şikest, 
em di bin wan de man mîna çivîkên basikşikestî.
Em hewl didin bifirin, lê kî yê were van basikan bicebirîne?

Gotina Dawî
Xwedê ji derewan hez dike...


15 Nisan 2021 Perşembe

dîn ruhê civakê ne

Piştî bîst û pênc rojan, îroj dîsa ez vegerîyam Stenbola xopan.
Panzdeh rojên min bi şewbê derbas bûn. Û jixwe dema meriv bi şewbê be, meriv ji ber ruhê xwe aciz e; 
ne meriv dixwaze here nav civatekê, ne jî meriv dixwaze kes were cem meriv.
Baş e ku dosyayek li ber destê min bû; baş xerab min dema xwe bi wê dosyeyê re derbas kir.
Bi serîyekî ne rehet, bi ruhekî ji ber xwe aciz meriv dikare bi kêr bê yan nikare, nizanim; lê piştî ez ji nû ve li wê dosyeyê vegerim, ez bibînim bê çi kar û xebat ji wî serîyê ne rehet û wî ruhê ji ber xwe aciz derketîye.
Bi kin û kurmancî,
vê carê min dilê xwe li welêt rehet nekir; nêvîyê rojên min di qula xênî de bi fişefiş û pişkepişkê derbas bû, mixabin.
Û vê carê,
ne min Şêxê xwe Telhed dît,
ne min feylesofê dînan Emîn dît,
ne li Evdirhîmê Hecî Emîn rast hatim,
ne li mîrê tirşikê Evdilqadir rast hatim,
ne jî min şahê dînan Qomançero dît.
Heyf!
Kodên wê axê li wan barkirî ne; kurdî û kurdîtî ji wan difûre...
Li cem Şêx Telhed ez dibim zarokekî neh-deh salî; 
Şêx, li ser têla zemên berê min dide bîranîn û serpêhatîyên leylanî.
Çemê Zirganê diherike û em bi kîsikên naylon masîyan digirin.
Şêxê min li pey pezên xwe, berî li çêregehên hêla Girmelîba û Tinişirê ye.
Rûyê me gurî dibe li ber tava piştî ketina avê
û pîrekên taxa çem, bi kincên xwe yên qilêrî li qiraxa çem in ji bo şuştinê; 
senfonîyek bilind dibe ji dengê şûnikên wan.
Emîn!
Feylesofê bê kitêb.
Her gotineke wî aforîzmayek e 
û di her aforîzmayeke wî de peyameke sublîmînal.
Dikare dînan baqil, baqilan dîn bike.
Têra xwe bawermend, têra xwe xwedanenas, têra xwe anarşîst û berdûş e, Emîn.
Evdilqadir!
Gotin têra wî nakin; divê meriv bi çavên serê xwe wî bibîne û bi wî re civatê bigerîne.
Dikare di nava pênc deqeyan de hemû senarîstên dinyayê di senaryoyekê de bike fîguran...
Evdirhîmê Hecî Emîn!
Gula dawetan.
Şahê reqsên kurmancî; govend bi wî diherike...
Çi cara dikeve bîra min, serpêhatîya ber devê qahweyê bi haweyekî leylanî li ser têla zemên li ber çavên min diricife.
"Qahwecî! Ji yawrima min re lezoyekê bîne!"
Dema qahwecî lê radibe û dibêje, "Ev der qahwe ye, ne cîyê ker û bergîran e."
Evdirhîmê me çavên xwe li hundirê qahweyê digerîne, di ber xwe de dibêje, "Belî ye, belî..." û bi serê bergîra xwe digire û dimeşe.
Ax Qomançero, ax!
Tu çi dînekî baqil î. 
Tu çi dînekî ne dîn î.
Tu çi dînekî hunermend î.
Tu çi dînekî şareza û medenî yî.
Dema tu destê xwe vedigirî jî, esaleteke te heye; tu dibêjî, "Pere heye heval?" tu carî "Pere bide" ji nav lêvên te derneket, dernakeve.
Bi qasî te tu kesî peyva "heval" li ber dilê me şêrîn nekir.
Bi soza mêrê berê!
Vê carê ku ez hatim û heger ez bikaribim xwe bighînim we her pêncan, li sûkê, li cem esnafekî heval ez ê taweyekê bişînim firneyê û piştî taweya me ji firneyê vegere, em bi hev re li ser taweya xwe rûnin û him bixwin, him jî qquretîyan bikin.


14 Nisan 2021 Çarşamba

mele û civat

Mele li civatê rûniştîye.
Ji ber derî heta dawîya odeyê serî di ber serî de hundir heta dev tije ye.
Mele dibêje, "Dev ji bêehleqîyê berdin, ji ehlaqê xweş xweştir tune ye. Ehlaqê xweş him li vê dinyayê, him li dinyaya dinê meriv bextewar dike. Û jixwe di kelamên Xwedê de jî ehlaqê xweş tê xelatkirin; Xweda dibêje, li vê dinyayê doxîna xwe li heram bişidînin, li hêla din heftê û du horî yê di xizmeta doxîna we de bin. Bi kin û kurmancî, her kî bi îmaneke kamilbûyî xatir ji vê dinyayê bixwaze, li hêla din heftê û du horî para wî dikeve."
Hemedê Wesîla kesekî nîvanarşîst e; ew jî li civatê hazir e.
Ji ber ku Hemedê Wesîla kesekî xizan e li ber derî li nêzîkî sol û şekalan rûniştîye.
Radibe li ser çongan disekine û li hêla Mele dinere, dibêje, "Seyda, ka jina xwe bide min, heftê û du horîyên ku wê li hêla din bibin para min bila ji te re bin."

Her sibeh dîkê Mele berî mele azan dide.
Rojek...
Du roj...
Sê roj...
Mele pir aciz dibe.
Mele radibe ser xwe, berê xwe dide hewşê, bi qirika dîkê xwe digire, wî tîne ser dika xênî û kêrê dide ser stuyê wî.
Dibêje, "De lo, de! Ka dîsa bike tixetix! De! Çima tu hew dibêjî tixxx tixxx, hey min di ruhê te kiro!"

Silêman li ser sifreyê rûniştîye, li benda azana melê ye ji bo fitara xwe veke.
Lawê wî Evdî jî derketîye hewşê, guh li hêla mizgeftê guhdarî dike.
Silêman dibêje, "Kuro Evdî, tarî ket erdê, ma bû çi law?"
Evdî dibêje, "Weleh yabo, dengê çend meleyan ji dûr hat, lê dengê meleyê me nehat."
Silêman radihêje tasa avê, bi ser xwe de dadike, dibêje, "Were law, were. Ew bênamûs heta fitara xwe veneke, dernakeve azan nade..."

Gotina Dawî
Min fêhm nekir dema misilman xwe birçî dihêlin, çi dikeve bêrîka Xwedê...
Sedeqalahulez!



13 Nisan 2021 Salı

rojî û remezan

Îroj, jina mamoste Îsmaîl Beşikçî, serî danî û xatir ji hezkirîyên xwe xwest.
Serê mamoste Beşikçî sax be!
Carninan xwe bi xwe dibêjim, "Îsmaîl Xoce ew qas sal li ser kurdan tez û mez çêkirin, bi salan bi kurdan re di hefsan de ma, lê çima xwe hînî kurdî nekir?"
Ew sosyolog e, lê divê hin sosyolog jî li ser Xoce tez û mezan çêkin...
Dû re li xwe hayil dibim ku jixwe di dema wî de kurdên di hefsan de jî hemû dibûn bilbilê tirkî; tew ji yên nuha nivîskar jî derdikevin û xizmetê ji edebîyata tirkî re dikin.
Heta meriv kesekî hînî kurdî neke, yan jî heta yek xwe hînî kurdî neke, meriv li cem wî kesî di binê Kurdistanê re têkevê û di serê Kurdistanê re derkeve jî, mîna li ber guhê wan bibe vingevinga kelmêşan, ne xema wan e.
Ne xema wan e, lewra ya meriv difikirîne û diêşîne kurdî ye; heger tu bi kurdî nejî, tu yê nikaribî wan hestan hîs jî bikî.

Doh ez di xew de bûm, dengê defê hat; lê min xewn didît, an defa sihorê bû, nizanim.
Ji ber ku rêyên Qoserê ji nû ve çêdikin, çûyin û hatina gelek rêyan tune ye, loma jî dengê defê ji dûr ve tê.
Dengê defê ji dûr ve xweş e û dengê defê ji dûr ve tê, ne heman tişt in.
Yek hestên meriv tev radike, yek jî meriv ji xew şîyar nake.
Bê sihor jî rojî zahmet e.
Vê sibehê ez şîyar bûm, rabûm ser xwe, ji bo hazirîya taştê ez derbasî mitbexê bûm.
Lê çi bibînim!
Wek her car dîsa Seadetê berî me gişan rabûbû û taştê hazir kiribû jî.
Min got, "Seadetê, tu bi rojî yî, bihêle em xwarina xwe çêkin wîî!"
Guh neda min. 
Taştê hazir kir, danî ber me, çû pişta xwe da dîwêr, nigên xwe rada û ji xwe re li televizyonê nerî.
Jixwe kanalên wê dîyar in...
Lê heger ez venegerîyama Stenbolê, ji bo Seadetê kêfxweş bibe, mehekê min ê rojî bigirta û dilê wê xweş bikira.
Ez dibêjim min ê dilê wê xweş bikira, lê weleh ne xema Seadetê ye kê rojî girtîye, kê rojî negirtîye.

Gotina Dawî
Hûn rojîyê ji xwe re digirin, ne ji me re; loma jî bêhna xwe fireh bikin û kerba rojîyê ji me dernexin.
Ha te bêhna xwe teng kiriye, ha te rojîya xwe xwarîye, heman tişt in.




12 Nisan 2021 Pazartesi

benîştê dînan ji rîtirê

Him gir û rika mêran dikin, him jî xwe dişibînin mêran.
La hewle wela!
Jin Tv!
Gelo ji xêndî kurdên bê dewlet li dereke din a dinyayê yan jî li nav sînorên dewletekê bi vî rengî Tvyek heye?
Mesela,
Woman Tv!
Frau Tv!
Femme Tv!
Mujer Tv!
Donna Tv!
Min bi xwe nebihîstîye, lê nizanim, heger hebe jî, bi ber çavê min neketîye.
Mîna şerê kurdên bakur ku him li dijî tirkî û tirkîtîyê derdikevin, him jî dilê xwe dibijînin zimanê tirkî û jîyîna tirkan.
Jin jî, him li dij mêr derdikevin, him jî hewl didin xwe bişibînin mêran; dû re him ji dêrê dimînin, him ji mizgeftê; ne jintîya wan dimîne, ne jî dibin mêr.
Bê hest, sar, hişk û mekanîk...
Ya din jî,
hûn azadîyê ji kê dixwazin an hûn doza azadîyê li kê dikin?
Li mêran?
Mêrên reben bi xwe belengaz û hêsîr û stuxwar in li ser axeke dagirkirî û ne azad.
Berê, 
axa xwe azad bikin, dû re li ser axeke azad tovên azadîyê bireşînin.
Piştî hûn û axa xwe azad bûn, wê çaxê hûn dikarin bibin anarşîst û dîndar jî, hûn dikarin bibin sosyalîst, komunîst, feminîst û lîberal jî, hûn dikarin bibin qûnde, qûnek, qewad û fahîşe jî, hûn dikarin bibin lezbîyen, bîseksuel û trawestî jî û hûn dikarin bibin netewperest an faşîst jî...
Wexta gen nexweş bikevin, encam ev e, mixabin.

Min got, 
"Xalo, ka maska xwe biguhere, gemarî xuya dike."
Got, 
"Na lo, hîn meha wê neqedîyaye..."

Got,
"Nizanim lo, nizanim; em li pey zemên in an li pêşîya zemên in, nizanim."

Berber porê min çêkir û ez hatim malê.
Tebhekî min heye, wexta li cem berber porê xwe çêdikim, li cem wan serê xwe naşom, heger ne ferz be, têm malê dikevim serşokê, serê xwe bi ser xwe de dişom; bi vî haweyî xwe rehetir hîs dikim.
Çawa ez ketim hundir, rasterast min berê xwe da serşokê, lê serşok ne vala bû; Seadetê destmêj digirt.
Min got, "Seadet, te têr destmêj negirt! Her roj, her roj... tu çawa bi xwe re dibînî! Zû zû zû! Ez ê serê xwe bişom!"
Nigekî Seadetê li jêr, yek jî di kevirê lawaboyê de, destmêj digire. Fitilî li min nerî, got, "Erê weleh tu dikirî nimêjê jî li me yasax bikî!"


11 Nisan 2021 Pazar

çend mijarên belawela

Kontrolkirina însên.
Empozekirina jîyana dîjîtal.
Xurtkirina pereyên krîpton li pêyasê.
Xelasbûna ji kal û pîrên teqawîtbûyî (Karekî nakin; dixwin, vedixwin, digerin; li ser pişta dewletan barek in).
Sektora dermên.
Hînkirina jîyaneke mekanîk-robotî.
Û bi min ya herî girîng jî ev e: formatkirina bîra civakê anku hafizaya civakê.
Bi kin û kurmancî, ne tenê sedemek, lê meriv dikare gelek sedeman nîşan bide ji bo vê organîzasyon-plan-programa koronavîrusê.
Em kobîyên labaratuaran in; li ser pişta me azmûn û ceribînan çêdikin ji bo siberoja xwe, ne ya me; 
ji ber ku bi paqijkirina bîrê re anku bi paqijkirina hafizayê re siberoj civakan jî ber diavê.
Hûn bi ya min dikin heger hûn bi koronayê ketin jî, li mala xwe rûnin, dengê xwe nekin û xwe bi xwe xwe tedawî bikin.
Heger na, 
hazirîya konên şwînê bikin ji bo kal û pîrên xwe
anku ji bo bîr û hafizaya xwe.
...
Îro ez çûm gundekî lêf.
Me da sukurê û em bi çîyê ve rapelikîn. 
Berî meriv bigihêje qotê serî, şikeftek heye; jê re dibêjin "Şikefta Dûdirêj"
Bi qasî sed, sed û pêncî gavekî em bi nav de çûn, lê dawî nehat;
piştî sed, sed û pêncî gavî êdî du tunel li ber meriv vedibin û jixwe bêhn û danûstendina hewê jî diguhere û dijwar dibe.
Ka ji kîjan çaxî maye, nizanim.
Li hundirê şikeftê em li hin diranan rast hatin; ew diran ne dişibîyan diranên hirçan, ne dişibîyan diranên piling û şêran, ne jî dişibîyan diranên gur û keftar û wawîkan.
Bêguman ji bo dînozoran jî biçûk bûn...
Piştî me wêneyê wan diranan girt û ew wêne şand ji hevalekî arkeolog re, hevalê arkeolog got, "Ev diran diranên berazên dema çaxa Prehîstorîk in. Ev beraz berî nuha bi duwazdeh hezar sal li ser vê axê jîyane."
Erê, serokê sererd û binerd jî carinan qala wê serdemê dikir, lê xwedê jê razî be, wî pir li bin guhê hev dixist û serî dikirin şorbeya qereçîyan! 
Jixwe karê wî ew e...
Piştî şerê çel salan hîn jî kurdan rêya "quble"yê nas nekirine.
Û meseleya dînazoran jî...
Jixwe hewce nake em berê xwe bidin duwazdeh hezar sal berê; li çîyayên me hîn jî dawîya dînozoran nehatîye.
Îro ro jî qedera miletekî hîn jî di destê dînozoran de ye, mixabin.
Piştî me lêkolîna xwe ya qedîm-antîk qedand, me xwe berjêr berda.
Berî em xwe bigihînin nav gund, li pişta gund em li komek dobelan rast hatin.
Off!
Dobelan!
Zû bi zû li ser sifreya axa û maqûl û giregirên herêmê jî pêde nabin.
Tahma wê nayê tarîfkirin, divê meriv bixwe.
Û me xwar û dilê axa û maqûl û giregirên mintîqeyê bijand xwe.
Dobelan an doberan!
Yan ji ber ku li pey baranê derdikevin, jê re gotine dobelan-dobaran-dû-baran, an jî ji xweşbûna jê re gotine doberan-dûvberan-dûvê-beran...
Meşa li çîyê çi qas xweş e; ji dagirkeran dûr, azadî jê difûre...
...
Û dîsa ez li şivanê xwe, li pismamê xwe, li hevalê xwe Hiznî rast hatim.
Hiznîyê Newaf!
Lê Newaf jî maqûl e ha; 
jixwe Hiznî jî ji sermîyanê bavê xwe yê maqûlîyê dixwe; çendî Hiznî şên û xweş û ciwamêr be jî...
40-50 berx li ber, ew ji çêrê dianîn.
Min got, "Kêf kêfa te ye haa!"
Kenîya, got, "Erê, bi we bajarîyan romantîk tê, lê zimanê min di devê min de zuwa dibe li pey van bêxwedîyan!
Min got, "Axa, berxê mê?"
Got, "Ji bo berketa malê..."
Min got, "Berxê nêr?"
Bişirî, di bin simbêlan de, du sê diran di dev de biriqîn û got, "Berxê nêr jî ji bo kêr e û heger tu kerem bikî bibî mêvanê min, ez ê yekî deynim erdê, pê li serî bikim, kêrê bidim ser qirikê û xwîna wî çarçipik li enîya te xim!"
Min got, "Tu ciwamêr î, lê ez têr im; nuh ez ji ser sifreya ciwamêrekî rabûm; li ser sifreyê mesefa savarê û li ser savarê jî goştê dîko hebû."
Lê min jê re qala dobelanan anku doberanan nekir.
Min got bila bi şev marê wî neyê min.
Ev bawerîyeke me rojhilatîyan e, lê ez ê çîroka wê nebêjim;
bila bimîne ji rojeke din re...



10 Nisan 2021 Cumartesi

ji keçikên xwe hez bikin

Min kalek nas kir; piştxûz û rîhspî.

Her êvar wexta di sikakê re derbas dibû, zarok li xwe dicivandin. 

Ji pêncsalîyan heta dehsalîyan...

Bêrîkên wî tije çikolata bûn.

Ji wan zarokan tenê ew çikolatên bêrîkên xwe li zarokên keçik belav dikir; nedida lawikan.

Min rojekê jê pirsî:

"Kalo, çima tenê tu li keçikan belav dikî?"

Fitilî ser min, bi çavên şil, lê bi bişirîneke dilovan got:

"Berxê min, neh lawên min çêbûn, lê Xwedê Teala tenê keçikek jî nekir qismetê min. Wexta ez çav li keçikan dikevim, kizînî ji dilê min tê."

Û piştî ku çikolatên xwe li zarokên keçik belav kirin, bi hesreta hezkirineke keçikanî, hêdî hêdî ji min dûr ket.


Gotina Dawî

Qîmetê keçikên xwe bizanibin û ji wan hez bikin.

An na hûn ê bi hêleke vala ji vê dinyayê koç bikin.

9 Nisan 2021 Cuma

civata me ya îro

Seadetê li ser kêlekê paldayî, destekî wê di bin serê wê de, mîna feylesofeke yewnanî got; 
"Ne dinya, însan hatine berdan..."
Min jî got;
"Seadetê, însan jixwe beradayî bûn berê, bi zemên re hatin girêdan; nuha dîsa li xwezaya xwe vedigerin."
Ev mijar ji ku derê derket?
Ma qey cinikên Seadetê nehatin dora Seadetê!
Îro li Mawayê ez û Leylê û Evdila rûniştin û me ji xwe re civatek gerand.
Em piçekî li ser koronayê, piçekî li ser sextekarîya kurdan, piçekî li ser xulamtîya ji xelkê re, piçekî li ser sîyasetê, piçekî li ser edebîyatê û piçekî jî li ser eşîran û rola wan peyivîn.
Piştî me tûrikê xwe vala kir, bêguman mijar hat ser eşqê!
Û ji devê min filitî...
Min got, "Evdila, ew keça êzîdî ya ku tu li ser wê dîn û gêj û bengî bûbûyî, birayê wê hevalê Leylê ye..."
Xwezî min negota!..
Kul û êş û derdên Evdila ji nû ve tev rabûn û agir bi kezeb û gurçikan ket; heger ne ji eyba dinyayê bûya, wê bigota qûr û bigirîya...
Tenê peyvek ji nav lêvên wî pekîya; bi dilekî melûl û bi şêwazeke xemgîn got,
"Xêrnedîyo!"
Agir bi mala pêxemberan bikeve!
Eşqa lawikê misilman û keça êzîdî bi ber ava şehweta pêxemberan ve ket û bi erdê de çû!
Min got, "Evdila, tiştê çû, nede dû!"
Got, "Ax û sed ax! Ka bê kê nîyhabû kalikanên min çûn bûn misilman! Nebûbana misilman, îro ez gîhaştibûm miradê xwe! Xwedê heqê min ji misilmanan re nehêle!"
Erê, piştî min ev mesele ji Seadetê re got, Seadetê mîna feylesofeke yewnanî got, "Ne dinya, însan hatine berdan!"
Yanî Seadetê xwest bibêje, "Lo law Evdila, piştî ew qas sal tu zewicîyî û bûyî bavê zarokan, ka îja ev ji ku derê derket?"
Lê Seadetê bi xwe jî dizane dil tu carî pîr nabe.
Ev nêzîkî bîst salan e ku mêrê wê xatir jê xwestîye û koçî hêla din nav wan horîyên ku mêrikên misilman li ser wan terka bext û ûjdan û însanetîya xwe dikin, kiriye, lê hîn jî Seadetê wek roja ewil jê hez dike, dil tê de ye.
Heta, ez dikarim bibêjim ji mirinê jî natirse, da rojekê berî rojekê here cem mêrê xwe û bi şimikan têkeve nav wan horîyan, berê her yekê bide derekê...

Dilo rebeno rebeno dilo
Dilo rebeno rebeno dilo

Gotina Dawî
Lo lawo Evdila, ne dînî, ne îdeolojî te xêr ji vî navî nedît.
Heger navê te Xidir, Feqîr, Mahrûf an Dewrêş bûya, îro ro şûr simbêlê te nedibirî!

8 Nisan 2021 Perşembe

bibin xwe

Bariş Atayê çepgir gotîye, 
"Li ser vê axa ku kurd "tirk qahwesî" vedixwin, tirk jî "kurd boregî" dixwin, hûn nikarin vê dewletê perçe bikin.
Min di sloganên dêya we nîyhayo!
Tirkên bi şîrê mihînan ji ser hişê xwe ve diçûn, çi wext bûn xwedîyê qahweyê?
Û kurd boregî jî di esasê xwe de ne kurd boregî ye, "kut boregî" ye; 
bi zemên re kut boregî bûye kurd boregî 
û îro ro jî serîtijeaqilên mîna Bariş Atay jî radibin bi lêzêdekirina tîpa "r"yê re hewl didin kurdên aqilê wan ji kîsê xelkê ye bixapînin û vê sloganê jî ji bo entegrasyonê bi kar bînin.
Asîmilasyon, zorgayîn e; entegrasyon jî xweşgayîn...
Ji bîr nekin!
Çi çepgir çi rastgir, 
çi dîndar çi xwedanenas, 
çi komunîst çi lîberal, 
çi qûnek çi qûnde, 
çi lezbîyen çi transeksuel çi bîseksuel, 
çi qewad çi fahîşe...
hemû terkperest in û çavê wan bar nabe wek kurd li kurdan binerin.
Dev ji çîrok û çîrçîrok û çîvanokên wan ên li ser biratîya pûç û pîç û beradayî berdin.
Ez di hestîyê kalikê kalikê kalikê xwe nim ku 
li Çanakaleyê sînga xwe ji tirkan re kirin talde-mertal!
Ez di hestîyê kalikê kalikê kalikê xwe nim ku 
li Entab û Urfa û Meraşê sînga xwe ji tirkan re kirin talde-mertal!
Ez di hestîyê kalikê kalikê kalikên xwe nim ku 
serê xwe di ber misilmantîyê de firandin!
Û ez di mejîyê we nim ku 
piştî ew qas tecrûbe hîn jî hûn diherin zimanê xwe bi qûna tirkan didin, qûna tirkan dialêsin ji bo destê xwe bi serê we bide û bi çavê birayê biçûk li we binerin!
Madem hûn ê zimanê xwe ji qûna tirkan nekişînin û hûn ê hewl bidin ku tirk we wek xwe bibînin, li mala xwe rûnin û nebin şirîkê sûcê şewata kezaba dê û bavan!..

Gotina Dawî
Heger we dît kurdek hewl dide dagirkeran û zimanê dagirkeran li ber dilê we şêrîn bike, di hestîyê kalikê wî nin jî!

7 Nisan 2021 Çarşamba

şowalyetîya zexel

Dibe meriv heval be, lê nabe meriv çê-xerab ji her tiştê hevalê xwe re bibêje "erê" û li çepikan bixe û jê re şinekî û şelafîyan bike.
Dema we wer kir, li min negirin, lê hûn jî dibin şirîkê bêkesayetîya hevalê xwe.
Xwelîserî wek şewbê ye; 
belav dibe, 
yek ji yekî vedigire...
Nivîskarekî kurd bi tirkî berhemekê çap dike, bi dehan nivîskarên kurd jî radibin wî pîroz dikin û pesnê wî didin.
Ka îja em xwe ji vî nivîskarê bi kompleksa xwebiçûkdîtinê belengaz bûye û bi zimanê dagirkerên xwe lêborînê ji dagirkerên xwe dixwaze, aciz bikin, an ji ber ku xîretê ji nav vê civakê bar kiriye...
Divê ev kompleks û hetiketî ji tezên lîsansa bilind û doktorayê re bibe mijar.
Yan jî divê sosyolog li ser vê mijarê lêkolîneke berfireh bikin, da em fêhm bikin bê sedemên vê xwelîserîyê çi ye!
Heyf û sed hezar heyf ku xwendeyên vê civakê bi destê xwe xwelîyê li serê vê civakê dibarînin û dû re radibin li dij xwelîserîya xwe derdikevin, gazinan li civakê dikin.
Ji hêlekê ve şowalyetîya kurdî bikin, ji hêlekê ve jî ji bin sîya zimanê dagirkerên xwe dernekevin.
Xweş hawe ye weleh!

Gotina Dawî
Kurdî ne bahra fantezîyên we ye...


6 Nisan 2021 Salı

kurd û nirxên kurdî

Dema li dawetan ez çav li keç û jinên me yên bi kincên "bajarî" direqisin dikevim, ez dihilim. 
Ew etekên kin ên di ser çingan re ku çîpên xwaromaro yên tazî beloq rê didin, ew pantorên kot ên li qûnan diçirçirin û qûnan wek buxçikan rê didin, ew kirasên nîvtransparan ku pêsîran bi cizbê dixin...
Bi kincên bajarî meriv nabe bajarî û bi kincên netewî jî ji bajartîya meriv tiştek kêm nabe.
Xwelîserino!
Ji ber kincên xwe yên netewî fedî nekin û bi genetîka nirxên xwe nelîzin.
Heger mejîyê we nestewîyayî be, bi pîneyan hûn nikarin mejîyê xwe yê bêkêr pîne bikin.
Bixwînin, bigerin, bila çavê we vebe, lê ji koka xwe dûr nekevin, li ser koka xwe şîn û şên bibin, şax bidin...
Yan na hûn ê ji dêrê jî bibin, ji mizgeftê jî û jixwe hûn bûne jî.
Dawet jî ne dawetên berê ne.
Reqs bi kurdî ye, lê yên direqisin naşibin kurdan, mixabin.
We dîtîye jineke spanî bi fîstanê jinên dêrikîyan reqsa flamenko reqisîye?
We dîtîye jineke arjantînî bi fîstanê jinên cizîrîyan reqsa tango reqisîye?
We dîtîye jineke brezîlî bi fîstanê jinên botî reqsa salsa reqisîye?
Na.
Ji ber ku ji bo her reqsê fîstanek birîne û ew reqs bi wî fîstanî kultura wê netewê sembolîze dike.
Çima em li nirxên xwe, li kultura xwe xwedî dernakevin?
Heger hûn qîmet nedin xwe, kes ê qîmet nede we.
Heger hûn kultura xwe neparêzin, diz pir in ji bo vê kulturê bidizin û bikin a xwe.
Îja heyran!
Netewa ku zimanê xwe neparêze, nikare tiştekî xwe biparêze.
Divê dawet wek dawetan bin û kurdî, kurdîtî ji dawetan bifûre.
Ji bo dawetan standardek divê.
Divê ji berbûyan bê xwestin ku tenê kincên kurdî-netewî li xwe bikin; yên li gorî vê standardê tev negerin, bila neyên dawetan, li mala xwe, xwe bi xwe bireqisin.

Ji hêla Serhedê ciwamêrek bi mêvandarî tê hêla Mêrdînê.
Gundê ew ê lê bibe mêvan bi ser Qoserê ve ye.
Lê ji ber ku cara ewil e tê, rê nizane.
Di ber gundekî re derbas dibe; di dudilîyê de dimîne; dagerê, yan danegerê...
Jineke navosere li duryana gund sekinîye.
Mêrik texsîyê disekinîne, serê xwe di paceya wê re dirêj dike, ji jinê re dipirse, "Xweha min, navê vî gundî çi ye?"
Jin berê xwe diguhere û bi şêwazeke xeydok dibêje, "Weleh ez nabêjim!"
Mêrik dibêje, "Çima xweha min?"
Jin dibêje, "Hema weha!"
Mêrik di ber xwe de dibêje, "La hewle wela!" û texsîya xwe diajo. 
Pêncî gavekî dihere nare, li mêrekî disekine, ji wî dipirse, "Birayo, navê vî gundî çi ye gelo?"
Mêr di bin simbêla de dimizice, dibêje, "Heşa ji civata me, Qûnkutkê!"
Ciwamêrê me bi gotina "Qûnkutkê" ve vediciniqe; dibêje, "Çima jê re gotine Qûnkutkê?"
Mêrikê me dikene, dibêje, "Dikutin mêvanan!"
Ciwamêrê me di navbera çûyin û vegerê de di erênayê de dimîne.
Texsîya xwe dizîvirîne, pê li xazê dike û mêrikê li qiraxa rê sekinîye di nav toz û hicac û rimilkê de dihêle.

Gotina Dawî
Mêvan ji mêvan aciz e, mazûvan ji her duyan...

5 Nisan 2021 Pazartesi

kurdî û kurd

Kurdî tesîrê li her kesî dike, tenê li kurdan nake.
Michael Chyet bi 40 zimanî dizane, lê bi qasî zimanê kurdî tesîr lê kiriye, tu zimanî lê nekiriye.
Kurdî ketiye pêşîya zimanê wî yê dayikê jî; dema meriv li wî dinere, meriv dibêje qey Michael Chyet cotkarekî mêrdînî, tirpançîyekî mûşî, rezvanekî omerî, gavanekî berîvanî, maqûlekî kîkî, êzingvanekî çîyayî, tûtinfiroşekî semsûrî, qaçaxçîyekî bazîdî, ribabjenekî hezexî ye...
Di jîyana Michael Chyet de kurdî ketîye pêşîya hemû zimanên din; ji kurdekî kurdtir e; ji kurdekî bêtir bi kurdîya xwe serbilind e.
Bi qasî têkilîyên wî bi kurdan re xurt e, bi miletekî din re ne xurt e.
Bi qasî bi kurdan re radibe-rûdine, hevaltîyê dike, bi kesî re ranabe-rûnane, hevaltîyê nake.
Kurdî tesîr li kesayeta wî kiriye, ew kurdilîze kiriye.
Heq e em navê wî biguherin, bikin, "Derwêşê Kej"
Û...
Divê em ji Michael Chyet bipirsin bê em ê kurdan çawa bikin kurd anku çawa kurdilîze bikin?
Divê em destek û piştgirîyê ji Michael Chyet bixwazin ji bo em hezkirin û xweşkaraktera kurdî di kurdan de bi cî bikin.
...
Hevaltî ew e ku meriv hewl bide hevalê xwe ji rêya şaş vegerîne û têxe rêya rast; hevaltî ne ew e ku meriv çi çê, çi xerab ji her tiştê hevalê xwe re li çepikan bixe û halanan tê de hilde.
Îja mîrata xîretê sêwî maye li ser axa welatê min, mixabin.
Têkilîya însên û axê nemaye.
Têkilîya zimên û axê nemaye.
Heger tu ji ser axa xwe koç bikî, tu ruhê xwe li wir dihêlî û diherî; ziman ji kodên wê axê pêk tê û li ruh bar dibe.
Heger navbereke dûr û dirêj têkeve navbera te û axê, zimanê wê axê baskokirî dibe û nikare te hilgire, te li ser baskên xwe bike û bifirîne.
Loma jî,
divê têkilîya meriv ji axê qut nebe; her ji çendakî meriv were li ser wê axê bigere, da ew kod li bedena meriv bar bibin û ruhê meriv vejînin.
Ez wilo dikim; 
her ji çend mehan carekê ilhez xwe diavêjim himbêza axa welêt û bi hemû candar û ne candarên ser wê axê re dipeyivim, li wan guhdarî dikim...
...
Heger piçika êqil di serê tirkan de hebûya, ji kurdan bêtir wan ê hewl bida ji bo Kurdistan ji Tirkîyeyê veqete.
Çima?
Ji ber ku heta kurd û tirk ji hevdu veneqetin û nebin cîran, tirk ê ji vê kûçiktîya tê de xelas nebin.
Îja...
Ka aqil!
Ji bo kurd nebin xwedan statu û nasname, xwe  ji statu û nasnameya xwe bêpar dihêlin; xwe ji rehetî û konfora xwe bêpar dihêlin.
Dibêjin, 
tenê bila kurd nebin xwedan heq, em ê li ser vê teresî û kûçiktîya xwe rûnin û dengê xwe nekin, heger em ji birçîna kîrê hev jî bimêjin.
De teresî û kûçiktîya we li we pîroz be!
Haa!
Heger sibê kurd bi qawet û keda xwe Kurdistana xwe ava bikin, kûçiktî û teresî yê jî bi destê we nekeve;
hûn ê bibin zirhîçek.

Gotina Dawî
Kurdî ji kurdan re luks e!



4 Nisan 2021 Pazar

qismet û nisîb, însan û heywan

Qîzeqke Mele Kemal heye; navê wê Emîne ye.
Rebenê di mal de maye; dike nake, jê re qismetek dernakeve.
Ji rojan rojekê, ka nizanim gur li ku dimire, qismetek tê ser wê û Emîneka me dizewice.
Bi navê Hecî Mahmûdê Evdo jî cîranekî wan heye.
Ismet jî Xwedê wî nehêle, yekî fiqur û fîk e.
Rojekê ji Hecî Mahmûdê Evdo re dibêje, "Xalo, Emîneya Mele jî çû, haa!"
Hecî Mahmûdê Evdo hîç xwe naêşîne, dibêje, "Baba! Mele ji qîza xwe re niviştek çêkir, qismet hat ser wê, zewicî û çû..." û berdewam dike, "Bi tesîra vê niviştê, di taxa me de bi navê Emîne çi qas qîz hebûn, qismet hat ser hemûyan, bi xêra Emîneyê hemû qîz zewicîn. Hindik mabû qismetek ji Emînê xalê me Şerîf re jî derketa, lê rebenê Emîn bi herfekê wenda kir."
Kî dizane, belkî Tayyib û Emîne jî bi xêra vê niviştê zewicî bin...

Cimhayê Remezan bi kerê ji gundîyan re zibil dikişîne.
Şêxmûsê Wesîlayê du qemyon zibil li nêzîka bexçeyê xwe vala kiriye.
Ji bo wî zibilî bikişîne nav bexçe, dişîne pey Cimhayê Remezan.
Cimhayê Remezan tê, lê bazarê nakin.
Cimhayê Remezan bi kera xwe dest bi kişandina zibil dike.
Di pênc rojan de zibilê xwe dikişîne û karê xwe diqedîne.
Şêxmûsê Wesîlayê dibêje, "Cimha, heqdestê çi ye?"
Cimhayê Remezan dibêje, "Yomîya min 85 wereqe" destê xwe bi serê kerê dide û dimizice, dibêje, "Yomîya kerê jî 50 wereqe."
Şêxmûsê Wesîlayê dibêje, "Kuro, yomîya min û yomîya kerê çi ye? Ma yomîya kerê jî heye?"
Cimhayê Remezan dibêje, "Çima na! Ma ker jî ne însan e? Heqê kerê jî heye; ew jî ditehebe."
Şêxmûsê Wesîlayê dibêje, "Na weleh ker ne însan e, lê tu ker î!"

Gotina Dawî
1-Keran û însanan nexin sinifekê anku kategorîyekê.
Bi gotineke din: însanan li dewsa keran girênedin.
2-Ji bo serxwebûnê xwe nedin hêvîya dua û niviştan.



kurdehelbestek

Li ser kefa destê min 

bêhneke bihuştî yî tu.

Çi cara te hîs dikim, 

xwireke fediyok, 

di nav xwêdaneke henûn de xwe dide der.

Çendî xweş be jî,

nebûna te dojeh e!

2 Nisan 2021 Cuma

ji rastîyan netirsin

Yilmaz Guney
Du Yilmaz Guney hene; 
1- Yilmazê ku asta sînemaya tirkî bilind kir û derxist erşê Xwedê.
2- Yilmazê ku berî bimire bi du nefesan li xwe, li kurdbûna xwe vegerîya û hewl da ji bo kurdan tiştinan bike, lê bi ser neket.
Carinan hin heval xwe aciz dikin, çima ez Yilmaz Guney bi vî haweyî dinirxînim?
Erê, hin heval vê nirxandinê wek rexne fêhm dikin, lê ez wî rexne nakim; li gorî kar û xebat û sekn û helwesta wî, ez tespîtekê dikim anku rewşê zelal dikim.
Ê heyran!
Yilmaz, wek navê xwe heta talîya temenê xwe ji sînemaya tirkî re xebitîye û piştî wî, fîlmên wî ji sînemaya tirkî re bûne mestere û li ser wê mestereyê asta sînemaya tirkî bilind bûye.
Mebesta min ne ew e, ez Yilmaz Guney pîs bikim, na...
Yilmaz Guney, sînemagerekî jîr bû.
Yilmaz Guney, senarîstekî xwedan feraset bû.
Yilmaz Guney, derhênerekî jêhatî bû.
Lê Yilmaz Guney ne kurdî bû.
Ev rastîyek e.
Lê divê em jî vê mîsyon û berpirsîyarîyê li Yilmaz Guney bar nekin, da ku li hêla din gunehên wî pir nebin.
Anuha hûn herin ser gora wî, ji wî jî bipirsin, ew bi xwe jî ew ê xwe nexe bin vê berpirsîyarîyê; xwe naxe, lewra ew bi xwe jî dizane heta berî mirina xwe jî tenê ji sînemaya tirkî re kar kiriye.
Ha, hûn dikarin bibêjin, "Ma di fîlmên wî de meriv pêrgî şopên kurdan jî tê..."
Ê bi salan ên wek Yaşar Kemal, Ahmet Arîf û Cemal Sureyya ku bi esilê xwe kurd in jî li ser şopên kurdan xizmet ji ziman û edebîyata tirkî re kirin; ji roman û helbestên wan jî kultur, adet, folklor û jîyîna kurdan difûrîya...
Axir,
Ruhê Yilmaz şad be û bi hêvîya li hêla din bingeha sînemaya kurdî deyne...

Li ser medyaya sosyal ez li danasîna kîtêbekê rast hatim; kitêbeke helbestan.
Bi qasî min fêhm kir kitêb bi tirkî bû û ji qelema Lal Laleş derçûbû; Lal Laleşê mêrdînî...
Çima nivîskarekî kurd xwe hewceyî tirkî-erebî-farisî dibîne, aqilê min ranagire; bi min ecêb tê.
Ez tim dibêjim û ez ê dîsa bibêjim. 
Gelo kesên xwe bi kurdî nas kirine û hewl didin her kurdî bi kurdî bikin kurd, nizanin ji ber serdestîya tirkî-erebî-farisî zimanê wan bindest e?
Ev kompleks û belengazîya wan a ku serdestên wan li ber çavê wan dikin dêw û ew jî dibin evîndarên vî dêwî, ew ê kengî terka ruhê kole bikin?
Xwe biçûk nebînin; qure bin, qure!
Qure bin, lewra ew bi tiştên ji we dizîne, xwe li ser serê we qure dikin.
Hûn bi qasî temenê Xwedayê serdestên xwe xwedan dîrok in, xwedan kultur in, xwedan feraset in, xwedan felsefe ne.

Dibêjin dîsa hin "mêrxas"an gef li Îbrahîm Guçlu xwarine.
Heyran!
Ji xwe re li restoranên xwe yên luks rûnin û goşt û kibabên xwe bixwin; lê gefan nexwin.
Û piştî we goşt û kibabên xwe xwarin jî, herin li terasa hoteleke pênc stêrk rûnin û "Yenî Raki"ya xwe vexwin.

Gotina Dawî
Ji qîza qereçî xatûn çênabe!



1 Nisan 2021 Perşembe

ez û seadetê û fîlm

-Weleh Devliken, tew te em bi van fîlman şewitandin!
-Çima Seadetê? 
-Ma çawa çima? Tazî ne, baser hevdu didin û hema hey hevdu dimêjin û maçî dikin! Ne bi xêr!
-La hewle wela! Ji xwe re li min û Seadetê law! Ma kî xwe tazî nake, Seadetê? Ma kî nane hev? Dinya li ser nîyhandinê ava bûye, dinya!
-De hela huş be ji bo Xwedê! Ez nabêjim nanin hev, lê kes wek van orospîyan eşkere li ber çavan nane hev.
-Ho ho! Çi ji te re yaw! Wexta xwe tazî kirin û hevdu maçî kirin û mêtin, berê xwe biguhere.
-Hahew! 
-Çi hahew?
-Gav û seet hevdu tazî dikin û hevdu dimêjin. Ma ne carek e û du car in, ji bo meriv nebîne, divê meriv xwe li ser kêlekê biqulipîne û li dîwêr binere.
-Ê hema tu jî xwe li ser kêlekê biqulipîne û ji xwe re li dîwêr binere.
-Le dengê nalenala wan? Ne bi xêr be! Tufîî!
-Ji bo guhê te jî ez ê pembo bînim, têxe guhên xwe.
-Ma jixwe şer û nîqaş bi te re nabe, Devliken. Enerjîya meriv têrê nake ku meriv bi te re têkeve heftûheyştan! Meriv dibêje va ye min ji xwe re pîvokek dît, tu jî dibêjî xîlxîlokeke min di ber de ye.
-Îja te pîvok û xîlxîlok ji min re ji ku derê derxist?
-Erê. Her ku meriv tiştekî dibêje, tu singekî di ber de dikutî!
-Seadet! Ji kerema xwe re dev ji felsefeyê berde; jixwe ez bi şewba nêrîyan ketime...
-Xwedê ez sitirandim tu bi şewbê ketîyî; heger tu bi şewbê neketibûyayî, ji ber te min ê berê xwe bida ku derê gelo?
...
Telefona Leylê bang kir.
Leylê telefon vekir û da destê Seadetê.
Lawê wê yê Swêdê û bûka wê bi kurdî-swêdî li bin guhê hev xistin û avêtin ber hev.
Mijar li ser serdestî û bindestîya jinê bû...
Dîtina mîn dît, Seadetê her du tilîyên xwe bilind kirin û got, "Jin, jîyan, azadî! Jin, jîyan, azadî!"
Bûkê jî her du tilîyên xwe bilind kirin û bi heman reaksîyonê bersiv dayê, "Jin, jîyan, azadî! Jin, jîyan, azadî!"
Leylê kir hakehak, kenîya, got, "Keçê, ma jixwe ew têra xwe azad in; tu wateyeke vê sloganê ji bo wan tune ye."
Seadetê got, "Tişt nabe, bila piştgirîya me bikin."
Xwe bi xwe min got, "Seadetê! Seadetê! Tu yeman î, Seadetê!"

Gotina Dawî
Çawa ku pirê însanan bi însanetîya xwe ya pak û dilovan xizmetê ji dîn re dikin û dîn li ber çavê însên xweş û şêrîn û dilovan nîşan didin, herweha pirê kurdan jî bi wê pak û paqijî û duristîya xwe xizmetê ji îdeolojî mîdeolojîyên beradayî re dikin û wan îdeolojîyên kone bi ava netewperwerîyê dişon û wan li ber çavê civakê çê û kurdperest nîşan didin.