21 Ekim 2020 Çarşamba

ji amedê ber bi mêrdînê ve

Ez nuha di kezeba rê de me, ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diherim.
Ji pêşîyê dengê stranekê pêl bi pêl li hundirê tirimbêlê belav dibe û xwe digihîne guhên me.
Berdan Mardînî "Nesrînê" distirê.
Û me fêhm nekir ka "Nesrînê" ya kê ye.
Berdan Mardînî li bin stranê gelêrî nivîsandîye, lê Ciwan Haco jî bi haweyekî ne ji dil xwe li erdê xist û gazin kir. 
Qaşo stran a wî ye û Berdan Mardînî neheqî lê kirîye.
Rojekê min ev mesele ji Berdan pirsî, ji min re got, "Gazin bi fisgenîtî nabe. Madem Ciwan Haco li stranê xwedî derdikeve, bila bi haweyekî fermî kerem bike were em rast û derewan ji hevdu derxin"
Bi qasî ez jî zanim gotin a xwişka wî Dîlber Haco ye, lê awaz?
Ne kifş e...
Û jixwe rast û derew tev li hev bûne ji mêj de û kî rast e, kî derewîn e, meriv hew pê zane.
Kirasê derewîn ji kirasê rastîn çêtir li ser bedena însên rûdine vî zemanî.
Ciwamêrê li qoltuxa pêşîya min rûniştîye, telefona wî li ber guhê wî ye, qebeqeba wî ye dipeyive:
Mêvantî...
Xatir...
Qîmet...
Şîv...
Elok...
Girar...
Sewta wî li hundirê tirimbêlê belav dibe, qayîşê bi Berdan Mardînî re dikişîne,
lê divê meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe neavêje, kurmancîya wî ji ya Berdan Mardînî pir baştir e.
Jixwe piştî TRTKurdî ava bû, kurdî paş ve çû- her du sê salên destpêkê ne tê de.
Jixwe armanc jî ew bû. 
Ewil wê bikin televizyoneke kurdî, dû re têxin bin xizmeta zîhnîyeta xwe ya qirêj.
Û wer jî bû, 
mixabin.
Îro ro ji televizyonên dewletê yên din bêtir li ser hesasîyeta tirkî disekine û xizmetê ji zimanê tirkî re dike.
Jixwe karê me kurdan ev e...
Di hemû qadên jîyanê de, çi sîyaset, çi karên kulturî-civakî, em du gavan pêş ve, çar gavan paş ve diherin.
Tîyax!
Min cîger nexwar û ji Amedê vedigerim.
Û mesela şîv û elokê hîn jî çareser nebûye, hîn jî ciwamêrê li pêşîya min rûniştîye û mazûvanê xwe di ber hev de didin...
Min meraq kir, 
ka îşev mazûvanê wî yê jê re elokê serjê bike, yan bi goştê mirîşkeke asîmlebûyî çavên wî girê bide!