Berxo!
Piştî ew qas rojên xweş û bîranînên xwedayî ku zû bi zû nabe qismetê kesî, qonaxa em hatine lê sekinîne û rewşa îro em tê de, hîç ne bi dilê min e û zora min dihere, diêşim.
Heger heta talîya emrê xwe em careke din bi rû hevdu nekevin jî, ez naxwazim her tişt bi carekê bibe kulmeke hîç û ez ê nehêlim ew qîmetê me dida hev û ew bîranînên xweş î xwedayî were jibîrkirin.
Ez bawer im bi qasî em vê yekê heq dikin me hez kir.
Heger bi dilê te be û tu destûrê bidî, heta mirinê ez dixwazim li eşqa xwe xwedî derkevim û vê eşqê ji hemû qirêjîyan biparêzim.
Dema ez li xwe zîvirîm û min li pey xwe nerî, ne gir û rik û nefretê, ez dixwazim bêrîyê hîs bikim.
Û ku ez tengijîm û dilê min hew di qefesa sînga min de hilat, dixwazim du gotinan binivîsînim û dilê xwe ji te re vekim.
Eşqeke bêsiûd bû, mixabin!
Lê çendî bêsiûd be jî, eşqa rasteqîn bû!
Berxê min!
Dildarê min ê bi qasî min bextreş!..
Tu nizanî bê çi qas gotin kom bûne di dilê min ê di qefesa sîngê de hefsî.
Û ji kîjanê dest pê bikim, ez nizanim.
Roja min vê nameya ji te re bi rê kir, ez ne şaş bim, tu ketibûyî kezeba rêyeke ne dîyar, rêyeke bi mij û dixan...
Qederê!..
Belkî jî mîna evîna di ''Sîya Evînê'' de derbas dibû, ne eşq bi xwe, sîya wê bû ya bûbû qismetê me.
Carina jîyan mîna girêkekê dikeve qirka meriv, ne wisa?
Ne meriv kare daqurtîne, ne jî meriv kare derxe.
Gelo jihevdûrketin çi ye?
Di qirka te de girêkek e, yan diltepîna dil e, jihevdûrketin?
Ka bibêje dildarê min ê bextreş, tu di çi halî de yî?
Rewşa te çi ye?
Hêvîya min ji Xweda ew e tu baş bî, lê ez ji rewşa xwe zanim, ez çawa bim, tu jî mîna min î, ne kêm, ne zêde...
Çi wexta ez te meraq dikim, ka bê tu çi dikî tu çawa yî, her tim ez berê xwe didim dilê xwe, li rewşa xwe ya ez tê de dinerim.
Min ji xwe re digot, ez çawa bim, nuha ew jî weha ye.
Li vî bajarî, li vî xanîyî tu der û dever nema ye ku şopa te lê çênebûye, zalim lawê zaliman.
Dema ez vegerîyam malê, bi vê hîsê ez li êş û xezeba vê eşqê hilkumîm û mîna mirîşkeke serjêkirî perpitîm.
Dîwar...
Mirêk...
Mitbex...
Şaneşîn...
Komputer...
Asansor...
Perav...
Rê...
Bexçe...
Hawiz...
Rojên ewil dil û bedena min bi êş û êşkenceyeke ecêb jan da, lerizî.
Min bi xwe re şer kir.
Min xwe perîşan kir.
Min çav û guhên xwe ji her tiştî re girtin, lê ez carekê li hîsên xwe hilkumîm ku jîyîna bi te re di binê hişê min de hêlîn çêkirîye. Ne tenê li ser dil û mejîyê min, li ser canê min, li ser dîwarên xanîyê min, li nav bexçeyê hewşa min, li hundirê mala min û li ser ruhê min kon vegirtîye, te...
Piştî demekê ez ketim rewşekê, êdî ruhê min hew di bin barê wî ezabî de rabû, li ber wî ezabî min çong da.
Berxwedana min têk çû, ez radestî "me" bûm.
Ez dibêjim ev qonaxa ez gîhaştimê, qonaxa herî dawî ya êş û janê bû.
Piştî wê nameya wê rojê, ez wê sibehê bi rengekî din şîyar bûm, êdî ez ne ya berê bûm.
Êş veguherîbû dilşadîyê.
Min xwe bi xwe biryar da ku ez ê bi bîranînên xwe re, bi eşqa xwe re, bi bîra xwe re, bi bedena xwe re û bi mal û bexçe û dîwarên xwe re û bi perav û rê û bi te re li hev werim.
Piştî wê nameyê min tovên aştîyê li ser dilê xwe reşand, ez bûm xwe, xweya berê.
Eşqeke wisa bû qismetê min ku di gerdûnê de zû bi zû nabe qismetê kesî.
Bi bedena xwe û bi ruhê xwe...
Ez vê eşqê ji alîyê Xwedê ve wek xelatekê qebûl dikim, xelateke îlahî.
Û ez li kîjan devera dinyayê bim, piştî mirinê ez nizanim, lê heta mirinê pêwîst bû ez bi bîranînên xwe re di nav aştîyê de bûma û ez ê wer jî bikim, ez ê te û bîranînên xwe biparêzim, ji ber ku jîyîna bi te re pîroz bû.
Piştî vê xelata îlahî nedibû min berê xwe ji te û bîranînên xwe biguherîya.
Belasebeb bi rojan min ev ezab kişandîye. Ji dêvla min şukurîya xwe anîbûya, min di navbera xwe û wê bihuşta bîranînan de bendek lêkir.
Erê, ezab!
Tiştê min anî serê xwe ezab bi xwe bû.
Û ji bo ez vê bêhuzûrîya xwe çareser bikim, pêwîst bû heta mirinê ez li eşqa xwe, li wê xelata îlahî xwedî derketima...
Piştî min ev name bi rê kir, ez ketim rêwîtîya bîranînan, min hemû bîranîn ji binê bîrê derxistin; wek nuh ji dawa dêya xwe bikevim, min xwe bi huzûr hîs kir. Û ji nû ve min hemû bîranîn mîna meriv li fîlmekî binere, anî bîra xwe.
Yek bi yek, ji serî heta binî...
Xwe bi xwe min got, "Evîn ji ya min e, evîndar jî yê min e û wê heta mirinê jî yên min bin!.."
Ji nuha şûn de tu li ku bî, tu bidî pey kê, heta hetayê ez careke din te nebînim jî, heta mirinê tu yê berxê min bî, tu yê yarê min bî û ez ê xwe yara te bihesibînim, ez ê nehêlim ev hîs bimire.
Bi başbûn û dilşadbûna te bêhna min ê fireh bibe.
Ez ê her tim ji te re binivîsînim.
Heta ez hebim bi haweyekî nivîsên min ê xwe xwe bigihînin ber destê te.
Berxê min!
Hêla min a herî stemdar.
Baskê min ê şkestî.
Bêçaretîya min!..