29 Kasım 2022 Salı

malxerabî


Çima tu nabêjî me pê girtîye hayê me ji me tune ye!
Zanista tibî dibêje,
Xemgînî ji pişikê re,
Fikirîna zêde ji fatreşkê re,
Metirsî/Endîşe ji mahde/mîdeyê re,
Gir/rik/nefret û şikestina ruhî ji dil re, 
Tenêtî ji bezê tiroîtê re,
Jibîrnekirina rabirdûyê/berê ji zirav re,
Tirs û metirsî ji gurçikan re, 
Di serî de mezinkirina meseleyan ji hezm û serifandinê re,
Hêrs û xweacizî jî ji kezebê re ne baş e.
Ê heyran di nav van şert û mercan de meriv pola be jî, pere nake.
Axir...
Zîhnîyeteke beradayî,
civakeke nezan û nexwende,
rêvebirên qeşmer
û birîna bêderman, bêdewletî...
Wa ye dîsa tişt bi me nayê!

Gotina Dawî
Mesele kûr e, dahwe giran e!..

27 Kasım 2022 Pazar

ji rojevê çend kelam

Xwedê kirî sinetkirin heye, yan na me yê di xwe nîyha!
Ne ez dibêjim, zanist dibêje; xêr û guneh di stûyê zanistan de be.
Xwedê giravî hemû sir û esrara arezû û şehwetê di bin wî çermikê zêde de veşartî ye.
Dibêjin şêx û mele zêde di ser kîrê xwe de ne. Nizanim, wer dibêjin, 
lê gelo dibe şêx û mele nesinetkirî bin?
Heger rojekê rêya min bi Mêrdîna xopan ket, ez ê destê xwe bidim ser qûna xwe û herim serdana Seyda Birhan; ka bê şêx û mele sinet dibin an nabin, ez ê ji wî bipirsim.

Ev îroj du roj in li Tirkîyeyê şîdet û lêdana li kûçikan di rojevê de ye.
La hewle wela!
De îja tirkên bi qasî pîvazeke xerabe qîmetê însên li cem wan tune ye, radibin li ser heywên girî dikin û hêsiran digindirînin, lê...
Bi telaq hûn ne însan in!
Haa! Heger em kurd li ser heywên bigirîn û hêsiran bigindirînin, heq e, 
lewra pirê caran bav û kalên me ji jinên xwe bêtir qîmet dane keran.
Têr nîyha kera xwe û zîvirî çû bi serê girt û enîya kera xwe maçî kir.
Got,
-Ax ax! Hema te karîbûya kulmek bilxur/savar jî çêbikira...

Li ser twîtterê kerekê, bibore, kurdekê gazin kirîye.
Dê û bavê wê navê wê kiriye "Rojîn" lê wextê xwe bi hevalên xwe dide naskirin, xwe bi navê "Guneş" dide naskirin.
Normal e, ji qewla Hisênkê Omerî. 
Heger meriv bi kurdî nepeyivî, nejîya û bi kurdbûna xwe meriv xwe şad û serbilind hîs nekir, nav Rojîn be çi ye, Guneş be çi ye!..
Ez di bêvila bavê te nim!

Gotina Dawî
Dê û dotê pev çinîn/pev ketin/şer kir, kêmaqilan bawer kir!

26 Kasım 2022 Cumartesi

cewrikên asenayê

Bi hêz û qaweta dewletê cewrikên dêlika Asenayê ji ser hişê xwe ve diherin.
Lê em dizanin wextê bi tena serê xwe digerin bê çi tirsonek û teres in.
Di bernameyekê de teresekî porê xwe mîna hêka qûna mirîşkê spî kiribû, rahişt mîkrofonê û bi wî ruhê xwe yê hovane ji moderator û mêvanê studyoyê re got, "Problema terorê bi nermî çaresar nabe. Te li ku ew zevt kirin, tu yê guleyekê bera serê wan bide û hew!"
Hey kîrquzdê!
Roj ê were, li ber baraneke kurdistanî ew boyaxa porê te yê jê here û nêrkurd ê bi avika xwe wî porê te spî bikin.

Gotina Dawî
Ê ne ew Xwedayê hûn pê sûnd dixwin ê jî we ji xezeba me xelas neke.

teqtîk û stratejî

Wekhevî û Jin û Mêr
Ne mêrîst im, ne feminîs lê ez ê nehêlim hûn jinan di devê xwe de bikin benîşt.
Mêr ji jinan çêbûne yan jin ji mêran çêbûne, dişibe çîroka hêkê û mirîşkê.
Lê...
Ne jin bi tena serê xwe dikarin mêran çêkin, ne jî mêr bi tena serê xwe dikarin; heger meriv fîşekê najo ber, demançe nateqe.
Axir...
Ne jin, ne jî mêr, jixwe heger xîret û heysîyet hebe, hewce nake yek li jor, yek jî li jêr be!..
Her tim li jor jî, her tim li jêr jî nabe û bêtehm e; jor û jêr bi hev re bitehm e.
Yanî min ev tirêna peyvan ji bo hûn bibin însan û guh nedin wekhevî mekhewîya bi derew û sloganan.
Te dî adet e...
Hey stûşikestino! Xwe bikin însan, da ku jin destê xwe li sînga we nexin û ji we re çîrok û çîrçîrok û çîvanokan nebêjin li ser wekhevîya jin û mêran.
Heger hûn aciz bûn, destê xwe li jinan bilind nekin, tilîya xwe ya navîn di têxin qûna xwe û xwe ji wê stres û acizîyê xelas bikin.

Teqtîk û Stratejî
Berê, dema apocîyan şaşîyek dikir- di esasê xwe de her tiştê wan şaş bû, lê carinan ji nav wan şaşîyan bê hemd tiştekî rast jî derdiket- ku meriv bigota, "Lo lawo, hûn şaş in!" dibezîyan me û digotin, "Teqtîk e heval, teqtîk!" 
Me jî digot de qey bira jî hayê wan ji tiştinan heye û bi haweyekî stratejîk teqtîkan dikin.
Bi salan bi van teqtîkan mejî di serê kesî de nehiştin, civak ker û lal kirin, mîna pez.
Û her sal me got xwezî bi par!..
Îro ro...
Li rojavayê welêt destkeftîyek heye; mîna başûrê welêt ew jî ber bi serxwebûnê ve li xwe digere, lê...
Piroblemek jî heye!
Çendî tehlîlkirina vê problemê ne zor û zehmet be jî, berî her tiştî divê meriv ji dil be û wî tiştî bixwaze.
Wek ku çawa li bakurê welêt apocîtî hincet e ji bo êrişên dewleta dagirker, li rojavayê welêt jî ji bo kurd bi ser nekevin û destkeftîyên heyî jî ji dest derxin, bi heman teqtîk û stratejîyê dîsa apocîtîyê ji xwe re dikin hincet.
Lê teqtîk û stratejîya van hevalan nayê hişê wan, mixabin.
Gelo dibe armanca hebûna wan bi xwe hincet be!
Min go nizanim!
Îja...
Heyran, hûn ji apê xwe hez dikin nakin, hûn wî dikin pêxember nakin pêxember, hûn wî dikin Xweda nakin Xweda, hûn bi kêfa xwe ne û me eleqedar nake, lê heger doza we ne toz e û ji dil can hûn dixwazin kurd bigihêjin armanc û miradê xwe, wek çawa doh û pêr we ji me re qala teqtîk û stratejîyan dikir (heger ne derew bû) nuha jî bi haweyekî teqtîkî û stratejîk wêne û posterên apê xwe hilînin, ala û filamayên rêxistina apê xwe têxin binê sindoqan, veşêrin û kengî we pişt li dijmin şikenand û bi her haweyî hûn bi ser ketin, wî çaxî hûn hez dikin navên xwe û zarokên xwe û nevîyên xwe, hûn hez dikin navên sikak û kuçe û kolan û qadên xwe, hûn hez dikin navên gund û navçe û bajarên xwe hemûyan bikin "APO" û li ber her dibistanekê peykerekî wî çêkin, lê hûn ne ji dil û samîmî ne û kurd û doza Kurdistanê ne xema we ye.
Dinya alem hemû dizanin dewleta tirko apocîtîya we ji xwe re dike hincet û êrişî we dike, lê hûn wê bloka li ser mejîyê xwe ranakin û bimetiq nafikirin, tev nagerin.
Îja ka aqil!
Aqil jî ji kîsê xelkê ye!

Brezîlya û Futbol
Doh maça Brezîlya û Sirbîstanê hebû.
Ma nizanim min ji we re gotibû ez alîgirekî tîma Brezîlyayê me?
Erê...
Hezkirina min a tîma Brezîlyayê hîn ji Pele, Zîko û Sokrates tê û dû re bi Romarîo û Ronaldo û Ronaldînho û Neymar berdewam kir.
Kêfa min ji futbola mekanîk re nayê, di futbolê de jî ez li huner û estetîkê dinerim, loma ji futbola Brezîlyayê hez dikim. Dema dilîzin, him ew zewqê ji lîska xwe distînin, him jî dihêlin meriv zewqê ji lîska wan bistîne.
Û doh di maça Brezîlya û Sirbîstanê de Richarlison golek avêt, lê ji xweşbûna golê me şok derbas kir û bi wê şokê em ker û lal man. Hew me dî li jor dengê çepikan tê; Xwedê formê Brezîlyayê li xwe kiribû, bi olan û qîrîn li çepikan dixist!..

Gotina Dawî
De îja heger amerîkî ji me ne xerabtir bûna, bi haweyekî teqtîkî û stratejîk benda me nediketin û bi hêvîyan mala me xera nedikirin!




24 Kasım 2022 Perşembe

teresî

Ji nivîsa blogê ya doh re kêfa gelek hevalan hat û hin ji wan hevalan kêfxweşîya xwe jî bi min re par ve kir.
Got,
-Ez van kîrquzdêyan hewaleyî kîrê kesên mîna te dikim! 
Û vêca tu û ûjdanê kîrê xwe!..
Min got,
-Sofy, ûjdanê kîrê min tune ye.
Got,
-Jixwe dawîya quzên wan jî tune ye. Ez serkeftinê ji kîrê kesên wek te re dixwazim û destê nebî û ewlîyayan li pişta te be.
Û straneke şoreşgerî avêt ser min û kîrê min:

Kî ne em
Cotkar û kîrker
Di wan nin her û her
Heta av here ji ber
Hoy hoy hoy hoy kî ne em
Hey hey hey hey kî ne em
Min go bi maça 
ew qebûl nakin
Min go bi alastinê
Ê bavê min ew qebûl nakin
Em in ew kurdê kîr hişk û hesin
Îro jî quzê wan ji me ditirsin
Bêhna kutanê kete pozê min
Dema çav li quzê wan dikevim
Dixwazim biteqim
Naxwazim bimirim dixwazim bikutim
Tirkîstana we axa romîyan
Kî ne em 
Kî ne em
Hoy hoy hoy hoy kî ne em
Hey hey hey hey kî ne em
Em in em kurd in
Her dikutin we
Li jêr û li jor
Bi her pozîsyonê
Em ê bikutin we
Kî ne em 
Kî ne em

Gotina Dawî
Teresan bi teresîyê teres bikin!

23 Kasım 2022 Çarşamba

karakter

Tirk ne tu gû ne lê bi zorê xwe dikin gû! Û gû jî gû ye, tenê bêhna genî jê difûre.
Ez rabûm min telefonî Beto kir bê ka kêf û ehwalê wî çi ye?
Beto?
Birayê min ê biçûk!
Li Taksîmê, li Intercontinental hotelê dixebite.
Xortekî tenik û dirêj û lihevhatî ye; tolazekî di ser pozê xwe re ye
û tu wî di nav beroşa quzan de bikelînî jî, jê têr nabe. 
Mêş bi xwe jî newqê jê vala dikin û newêrin li dora wî bikin pingeping. Bi kin û kurmancî, bi şipîyakî direşîne ser çavê xwe, zalimo. 
Ciwamêr bi yekê nayê ser, dudu û sisêyan bi hev re îdare dike. 
Xwedê Teela wî ji xezeba feminîstan biparêze!
Li hotelê, dev ji jinan berdin, dema mêr di ber wî re derbas dibin, ji tirsan destê xwe datînin ser qûna xwe û dimeşin. Ne personel/xebatkar, ne jî mêvanên tên li hotelê dimînin, xelasîya wan tune ye; kî bi ber wî keve, efû nake, avê lê venaxwe û xwe lê dixe, di ser re derbas dibe.
Ma nizanim li kê hatîye û di rêya kê de dimeşe!🤔
Axir!..
Min got:
-Beto, tu çawa yî? Tu çi dikî? Bêhn û pêjna te nayê, lo lawo.
Kenîya.
Got:
-Mîna kûçikê ser dêlikan ez jî ji ser yekê xwe diavêjim ser yekê û ez di ber re nagihêm.
Ez jî kenîyam. 
Min got:
-Eman ha! Hay ji xwe hebe û kîrê xwe di quzê kesî de ji bîr neke!
Got:
-Bila meriv mejîyê xwe tê de ji bîr neke, kîr hêç e, tişt pê nayê.
Min got:
-Wer nebêje. Ku kîr jê bibe, hew şîn tê. Û dema pêşî jî nexebite, ji mecbûrî meriv paşîyê dixe dewrê!..
Û em her du bi hev re kenîyan. Hîn kenê me nesekinîbû, hew min dî Betoyê min qulipand tirkî, lê tirkîya wî jî entîke ye ha. Dema bi tirkî jî dipeyive, meriv dibêje qey ev xwedênehişt di gobeka Nîşantaşîyê de mezin bûye. 
Erê, dest bi axaftina bi tirkî kir. Ji dûr pingeping û vinevina yekî din jî dihat. Min texmîn kir Beto bi wî re dipeyive. 
Min jî guhê miç kir...
Tu nabêjî hevalekî wî yê xebatkar di ber wî re derbas dibe û bi haweyekî qerfî/tinazî hawê devê wî dike û ew jî hêrs dibe.
Telefon li ber guhê min, ez li wan guhdarî dikim:
-Hey min di quzê wê nîyho! 
Hûn ji Asyaya navîn terqizîn, hatin di vir re derketin. 
We ji mêş û kelmêş û kêzikan şorbe çêdikir, 
we mar û beq û req dibirajtin û pê zikê xwe têr dikir. 
Bi şîrê ker û bergîr û mihînan hûn serxweş diketin, ji ser hişê xwe ve diçûn. 
Hûn hatin nav me, bi xêra me hûn terbîye bûn, hûn kedî bûn, hûn ji wê hovtîya xwe xelas bûn. Û tew nuha jî ne eyb û ne fedî tu rabûyî qerf û tinazê xwe bi zimanê min dikî. 
Hey hovê Xwedê! 
Xwedê kirî em zimanê we jî ji we çêtir dipeyivin û hîn hûn baş bi zimanê xwe jî nizanin.
Dema hûn dipeyivin, dilê meriv ji wê devok û şêwaza we ya qebe û kurmî li hev dikeve, dixele. 
Ji dêvla tu yê werî qerf û tinazê xwe bi zimanê min bikî û xwe bikî qurbana min û zimanê min, her sibeh dema tu şîyar bûyî, rabe here berê xwe bide esmanan, her du destên xwe vegire û gilî û gazinan li Xwedê bike, bibêjî te çama ez tirk çêkirim û çêr û xeberan ji wî miletê xwe yê qeşmer û teres re bide, hey hovê Asyaya navîn!
Peyv û gotinên Beto mîna ji devê mîtralyozekê derkevin, bi reqîn diçûn li nav çavê wî tirkî diketin. 
Te yê sûnd bixwara kulîyan zimanê wî xwaribû, deng jê dernediket.
Min got:
-Xêr e, Beto? Çi qewimî?
Got:
-Ev kîrquzdêyên tirk, hîn evrîma xwe temam nekirine, veneguherîne nebûne însan, di ser vî halî xwe re dema meriv bi kurdî dipeyive, radibin tên qerf û tinazê xwe bi zimanê meriv dikin.
Hîn baş kela wî nerijîyabû. Dîsa berê xwe da hevalê xwe û gotinên mîtralyozî berdewam kir:
-Çavnûtikên hov! Heger piçek xîret bi we re hebûya, ji ber wê tirkbûna xwe ya hov û teres we hîç devê xwe venedikir û qerf û tinazên xwe bi kesî nedikir. Îja hûn ne ji însanetîyê fêhm dikin, ne jî ji medenîyetê!..

Gotina Dawî
Mesele tenê ne parastina zimên e, mesele karakter e, mesele sekn û helwest e her weha.
Û li ser karaktereke xurt meriv dibe parêzvanê ziman û kultur û hêjayîyên xwe. 
Ez kêfxweş û serbilind im ku
min zimanê xwe bi xwişk û birayên xwe da hezkirin, lê ji wê jî muhîmtir dema ez dibînim karaktera wan li pêş e û ji sekn û helwesta xwe nayên xwar.

Gotina Herî Dawî
Li hemberî dagirkerên xwe her tim qure û bixwebawer bin. Li hundirê çavên wan binerin û biçûktî û nezanî û hovtîya wan li nav çavê wan bixin!
Lewra,
ew, bi nirx û hêjayîyên we yên ji we dizîne xwe ji we mezintir, medenîtir, moderntir dibînin.
Ew ne tiştek in, hûn her tişt in!

22 Kasım 2022 Salı

çar alî çar çeqel û çar rovî

Hasîp Kaplan
Kuro Hesîbo, li ser xwîna kurdên belengaz bi salan te bin xwe dagirt; qesr, qonax, pere...
Dema meriv çav li wî qilafetê te dikeve, orta havînê meriv xwe di dema dermaleyan de hîs dike; stûyê te ji stûyê ciwangeyekî dusale stûrtir/qalindtir, bigoşttir xuya dike. 
Sê tenûr nan ji wan nanên Seadeta Emîna Eshed dihere binê wê teşta zikê te.
Te pirça ser û qûna xwe di nav wê qirêjîya sîyasetê de gewr û spî kir lê hîn jî ne pozê te dişewite, ne jî xîret bi hewara te de tê.
Hey xwelîser!
Te xwar, xwar, qet nebe xwe bêdeng bike û here li bin sîya darekê vekeve û wî êmê zikê xwe biferidîne.
Hîn û hîn tu radibî vê zilma tirko bera stûyê Erdogan û AKPyê didî û hewl didî qûna tirkan bişoyî û paqij bikî.
Yanî li gorî wî qafê serê te yê pirç hew li ser disekine û hew ji kêç û spîyan re dibe hêlîn, tu gunehê tirkan tune ye, ev hemû zor û zordarî û zilm ji terefê Erdogan diqewime.
Tu dixwazî bibêjî heger ne Erdogan û AKP bin, em û tirk ê wek bira û çêlikên guran bi hev re di nav sînorên mîsak-i mîllîyê de bi şîrê Asenaya qûnde bijîn.
Weyla min xwelîya CHPyê li serê te kiro!
Weyla min xwelîya ÎYÎPARTÎyê li serê te kiro!
Weyla min xwelîya DEVA mevayê li serê te kiro!
Hîn jî te fêhm nekirîye neyar neyar in, yar tenê Kurdistan e!
Lê ez ê vêya jî lê zêde bikim û tu jî vê gotina min bikî guhar û têxî guhê xwe; lê têxe guhê xwe yê rastê, ji ber ku hêla te ya çepê îflas kirîye.
Bi wî serê te yê êdî pirç jî jê direve, tu jî û hevrêyên te jî di nav de, Erdogan ji "muxalefet"ê muxalefettir e ji zîhnîyeta dijkurdistanî re!..
Ji qewla me mêrdînîyan, "çer bû?" Ceryan neçû ser mejîyê te? Ango zingînî neanî ji serê te?
Piçekî bifikire tu yê fêhm bikî bê ez li ku dixim û li çi dixim, heger fikir mabe!
Erdogan ji tirkan û zîhnîyeta dagirkerî bêtir xizmetê ji siberoja kurdan re dike. Û Erdogan dizane Kurdistan nêzîk e, ne dûr e.
Loma jî,
ji bo kurd bigihêjin dêya xwe (Kurdistan) hewce ye li Tirkîyeyê desthilatî ji destê Erdogan dernekeve û nekeve destê wê muxalefeta dijkurdistanî ya teres.
Erê, rêyeke tarî ye lê piştî tarîyê ronayî tê.
Her kê gotîye, rehmet li gora mirîyên wî û "hûn sax" ji qewla seydayê min Laleş Qaso.

Pars û tirk
Piştî vê tevlihevî û kaosa li Îranê, careke din ez tê gihaştim bê tirk çi neteweke qeşmer, nezan, hov û beradayî û teres e.
Li dijî zilm û zordestîya dewleta Îranê, pars jî bi kurd û belûcî û azerîyan re li qad û kolanan li ser nigan in, çalakîyan dikin, ber xwe didin. Hunermend û nivîskar û rewşenbîr û sporvanên parsî jî tevî protestoyan dibin. 
Doh li Qatarê di lîstika Îngilistan û Îranê ya futbolê de, futbolîstên îranî sirûda "netewî" nexwendin û kaptanê tîmê piştevanî û destek da berxwedêran.
Lê li Tirkîyeyê,
jin mêr, biçûk mezin, çepgir rastgir, komunîst dîndar, lîberal sosyalîst, hunermend nivîskar, qûnek qûnde, ji bo hemûyan dewlet pîrozwer e û dema mesele dibe kurd jî hemû li rex hêzên dewletê bi ruhekî milîteralîst cî digirin û dibin yek.
Loma jî,
em kurdên bakur jî bi demê re bûn wek tirkên qeşmer; ew zîhnîyeta wan a teres di me de jî gerîya û êdî em jî wek wan xwe li teresîyê datînin; 
kerê ceh li ber...
Ew berxwedêrîya kurdên rojhilat ji zîhnîyeta wê axê tê, lewra ji wê axê zanîn, huner, şaristanî difûre û ew zanîn û huner û şaristanî ji hevîrê civakê re bûye hevîrtirş.

Selo Başqan
Tew ev eşqa Selo ya Tirkîyeyê!
Ji ber ku ew bi xwe jî çêkirî ye, wek xwe ew jî ji tiştên çêkirî hez dike.
Selo takekesekî çêkirî ye, dewleta tirko dewleteke çêkirî ye...
Li welêt bi navê çêkirîxerakirî xwarinek heye û ez bextê xwe navêjim, xwarineke xweş û têra xwe neteweyî ye çêkirîxerakirî,
lê çêkirîyê me ji xelkê re çêdike, ji me re xera dike, mixabin.

Fûad Onen
Ma hewce dike ez rabim nerîna xwe ya di heqê Fûad Onen de bi haweyekî kitekit ji we re ta bi derzîyê ve bikim?
Fûad Onen, ji bo min ne tenê rewşenbîr û berxwedêrekî kurd e, her weha ji bo min mam e, hevrê û yar e jî, lê...
hewce ye rewşenbîr û zana û berxwedêrên bindest li dijî serdestan û ziman û kultur û zîhnîyeta serdestan jî xwedan sekn û helwesteke neteweyî bin.
Çi ye ew sekn û helwest?
Çi dibe bila bibe, hewce ye bi tu haweyî kirasê serdestan li xwe nekin.
Zimanê serdestan kirasê wan e û dema te ew kiras li xwe kir, êdî tu serdestan dabelihînî û bi diranan bihêrî jî, bi min jidil û samîmî û durist nayê.
Nivîs û dosyayên sîyasî/politîk ên Fûad Onen çendî bi naveroka xwe têr û tije û dijdagirkerî bin jî, ne kurdistanî ne û bêhemdê xwe biçûkbûna xwe û mezinbûna serdestan bi xwe dide qebûlkirin.
Loma jî,
Mam Fûad, ez bi te re rûniştime, li ser sifreya te min nan xwarîye û bi qasî misqalekê şik û guman tune ye ji sekn û helwesta te re, ji bext û ûjdanê te re, ji kesayet û kurdîtîya te re, 
lê...
Erê, lê ev nivîs û dosyayên te yên bi zimanê serdestên te çap dibin, helwesteke şaş e!

Gotina Dawî
Bibin qehpik, bibin qûnde, bibin qûnek lê nebin dîndar; 
lewra dîn nahêle hûn bibin tiştek!..


9 Kasım 2022 Çarşamba

dehê mijdarê

Sibê 10ê Mijdarê ye,
ango salvegera cehemîbûna kurdkujtirk e.
Kurdkujtirk!
Ê ha Kurdkujtirk ha Ataturk heman tişt in.
Û li dîwarên xanîyên kurdên me yên biesl dêrsimî hîn jî Mustafa Kemal bi wan awirên xwe yên zalimane li wan dinere û wan bi teresîya wan dihisîne,
lê...
ka aqil!

Tu elewî yî, ne alîwî!
Derdê te ne sunîtî, şafîtî, henefîtî, şîatî û caferîtî ye; tu ji alî hemûyan ve hatîyî hîçkirin, hey kêmaqil;
lê li dîwarên xanîyên te, li kêleka wêneyên Mustefa Kemal wêneyên Alî û Hesen û Hisên jî hene...
Ew kî ne?
Pismam û zava û birazî û nevîyên Muhamed.
Muhamed pêxemberê misilmanan, lê tu ne misilman î û ji alî misilmanan ve jî hatîyî hîçkirin!
Êê!
Êê û quzilqurt!

Gotina Dawî
Ku meriv xwe nas neke, bêguman meriv ê yar û neyarên xwe jî ji hevdu nas neke.

7 Kasım 2022 Pazartesi

nan û ehmeqî

Lal Laleş li ser hesabê xwe yê twîtterê ewil bi tirkî nivîsandîye, dû re xwestîye heman hevokê bi kurdî binivîsîne;
lê divê meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe neavêje, ciwamêr bi tirkîyeke ripîrast, bêqusûr û pir seksî nivîsandîye; lê wek her car kurdî dîsa mîna zaroka dêmarîyê li ber dîwaran maye.
Ez ê tirkîya wê nenivîsînim, lewra dema ez bi tirkî dinivîsînim, ez xwe hilikîheram hîs dikim, loma jî ez ê kurdîya wê binivîsînim jixwe hûn ê fêhm bikin bê acizîya min ji çi ye.
"Bi hêvîya ku em hev di 12'e Mijdarê de hev li Hezexê bibînin."
Tenê meriv li vê hevokê binere, meriv ê pê derxe ev ciwamêr bi qasî qedrê tirkî û xwendeyên tirkî digire, qedrê kurdî û xwendeyên kurdî nagire.
De îja yên meraq dikin, dikarin biçin li ser twîtterê serîyekî bidin hesabê wî yê twîtterê û bi çavên xwe bibînin bê ev hevoka kurdî ya bi mentiq û hişmendîya "etehyato çawalêhato" hatîye nivîsandin, bi çi tirkîyê xemilandîye.
Heyf!
Lê meriv çi qasî qala sekn û helwestê, karakter û kesayetê, namûs û xîretê bike jî, heger bi xweber poz neşewite, gotin pûç û vala ye.
Loma jî...
Heyfa kurdî ku kurdî zimanê hin kurdan e!..

Serekê sendîqeya hilberînên nên ê Tirkîyeyê li ser ekrana tvyekê got,
"Seba ku li Tirkîyeyê zêde nan tê xwarin, ehmeqî wek şewbê belav bûye û her bûye ehmeq; loma jî ehmeq ehmeqan tînin ser text."
Yanî bi ne bi vê şêwazê be jî, ciwamêr xwest werê bibêje; ya min piçekî devlikenkelogirîk çêbû.
Li min negirin!🙂
Ma qey ne xebera wî ye!
Bi telaq tehlîleke bêqusûr e. Bi xwarina vî nanî nêvîyê milet bûn obeze, nêvîyê din jî bûn gêj û ehmeq.
Ji nebûna vîtamînê mejî di serîyan de bloke bûye.
Û jixwe ji sîyasetbazirganan re jî pez hewce ne.
Ha te nan daye wan, ha te ka daye wan!.. 

Gotina Dawî
Îja heyran pêşîyan belasebeb negotiye, "Kurmê darê ne ji darê be, dar narize!"



6 Kasım 2022 Pazar

heger qûn qûnde bûbe

Hin kurdên me yên xwe fezayî dihesibînin û bi çavekî biçûk li me netewperestan dinerin, 
ji bîr nekin!..
Erê em bi ser ziman û nirx û hêjayîyên axa xwe de ne,
lê...
ne di warê modernbûnê de, 
ne di warê medenîbûnê de,
ne di warê hemdemî û xwenuhkirin/xweguherînê de,
ne di warê demokrasî û lîberalîzmê de hûn naçin qula diranê me.
Hûn ji xwe re dibêjin em komunîst û sosyalîst û enternasyonalîst in,
lê...
kesê bi nasyonela xwe ne li pêş be, ne kes dikute komunîstbûna wî,
ne kes dikute sosyalîstbûna wî
û ne jî kes dikute enternasyonalîstbûna wî!
Loma jî,
vê gotina min bikin guhar û  vî guharî bi guhê xwe ve nekin, bi mejîyê xwe ve daliqînin;
heger mejî hebe, haa!..

Gotina Dawî
Heger qûn qûnde bûbe, tu wê qûnê bispêrî kîjan kîrî jî, ew kîr ê bi çavê qûnekan li xwedîyê wê qûnê binere.

5 Kasım 2022 Cumartesi

silho û eşqa wî ya tirkîyeyê

Yaw Silho, dewlet dewleta wan e, diz jî ew in, xwedîyê malê jî ew in; kê çi dizîye çi nedizîye, ma bi serê te ketîye, parêzvano?
Ew enerjîya tu ji bo demokratîzrkirina dewleta teres xerc dikî, te ji xwe re bikira xîret, ew xîret ê têra te û çêlik û çêçikên te teva bikira.
Îja heyran, Xweda zû bi zû xîretê nake qismetê her kesî
û bê xîret jî jîyan pûç û vala ye, mixabin.

Gotina Dawî
Aqilê sivik barê giran!..

4 Kasım 2022 Cuma

zîhnîyeta teres

Erê, belkî ew tahma Beyoglu/Taksîmê ya berê tune be lê ev jî rastîyeke din e, dema meriv li Îstîklalê dimeşe, dengê tirkî mîna kelmêşên di şevreşa havînan de dikin pingeping, sist, nizm û lawaz derdikeve.
Û ev jî cîyê kêfxweşî û bextewarîyê ye ji bo min, çendî hin heval bi dagirkirina Kostantînopolîsê xwe aciz bikin jî...
Hêdî hêdî Konstantînopolîs vedigere ser eslê û resenîya xwe ya berê.
Bi hêvîya salekê berî salekê Konstanînopolîs ji bin desthilatîya zîhnîyeta tirkîst û îslamîst derkeve!.. 

Berê jî min gotibû û dîsa dibêjim, Silho ne sîyasetvan e, aktivîstekî populîst e.
Loma jî...
Her kî bide pey Silho, bêvila wî ji gû dernakeve û yeka wî yê nebe dudu.
Lewra...
Silho û hevrêyên xwe kurmê darê ne, çendî hin dost û heval bi çavekî romantîk li meseleyê binerin jî, vê rastîyê naguhere.
Erê, huner û edebîyat ji bo hemû civakan hewce ne û biqîmet in; civakên ji alîyê huner û edebîyatê ve qels bin, ew civak tu carî ji kaosê têr nabin, lê...
Erê, lê...
Silho ne hunermend û stranbêj e, radihêje tembûra xwe û bi tembûra xwe derdikeve pêş.
Silho ne nivîskar û edîb e jî, radibe çîrok û çîrçîrok û meselokan dinivîsîne û bi kitêbên xwe derdikeve pêş.
Te navê şoreşgerî û partîzanîyê li xwe kirîye û bi haweyekî populîst tu bi sloganan ji xwe re girseyekê çêdikî, lê ji xêndî şoreşgerî û partîzanîyê tu di nav her aktivîteyê de dilîzî.
Nebû!
Nabe!

Gotina Dawî
Me digot qantir jî bizê, destê rojavayîyan ê li tirko negere lê wer xuya ye êdî tirko ne xema wan e.

3 Kasım 2022 Perşembe

kî qehreman e kî xayîn

Li pêş perdeyê Atîlla Ugur qehreman e, Evdila Ocalan terorîst û xayîn e,
lê li paş perdeyê berevacî ye; qedrê Evdila Ocalan ji qedrê Atîlla Ugur bêtir e.
De îja ka kerem bikin bibêjin, kî qehreman e, kî terorîst û xayîn e?
Bi min,
çendî Atîlla Ugur li ser ekranên tvyan êrişî Evdila Ocalan dike û kesayeta wî dixe bin nigan jî,
bi bawerîya min, dema dihere nig wî li hemberî wî jî li ser nigekî disekine.
Di "kûr"ayîya dewletê de kî qehreman e kî terorîst û xayîn e, ne belî ye.
Ji bo hebûna dewletê qehreman jî hewce ne, xayîn jî.
Û ciwamêr bi qehreman û xayînên xwe dewleta xwe li ser nigan dihêlin.
Lê kurd çi dikin?
Ew jî xwelîya xayîn û "qehreman"ên xwe li serê xwe dikin, mixabin.

Kongreya PDKyê ya 14an li ser xêrê be lê çawa em zîhnîyeta bakurê welêt rexne dikin, hewce ye em zîhnîyeta başûrê welêt jî rexne bikin; nabe meriv çavê xwe ji derekê re bigire û ji derekê re veke.
Li ser xêrê be, Mesûd Barzanî dîsa wek serekê partîyê hat hilbijartin û lawê wî Mesrûr û pismamê wî Nêçîrvan jî wek cîgirên wî hatin hilbijartin.
Pirs:
Ma Mesûd Barzanî serektîya PDKyê heq nake?
Belê, wek şîrê dêya wî heqê wî ye.
Pirs:
Mesrûr û Nêçîrvan cîgirîyê heq nakin?
Belê, wek şîrê dêya wan heqê wan e jî.
Lê...
Ma qey nedibû ji dêvla Mesrûr û Nêçîrvan kurdbavekî din an jî kurdjineke din bibûya cîgir?
Ma Mesrûr û Nêçîrvan wek cîgir nehatana hilbijartin, zêrên dawa wan ê biweşîyana?
Jixwe we bi malbat û zurîyet navê xwe di binhişê kurdan de tomar kiriye, qet nebe we yê rê li ber medenîbûn û modernbûn û demokrasîyê vekira û vîzyona xwe xurttir bikira.
Bi pêngaveke werê, ne dost û hevalên we diêşîyan, ne jî kenê dijmin û neyarên we bi we dihat.
De îja ka aqil!
Ev ego ye, têrnexwarî ye, çavnebarî ye yan dinyanedîtî ye?
Rişm û kontrol bila dîsa di destê we de be lê destê xwe deynin ser ûjdanê xwe, bextê xwe neavêjin û wezîfeya kurdistanîbûnê di nav kurdan de bi haweyekî heqane belav bikin.
Bawer bike heger hûn werê bikin, hûn ê lawaz nebin, hûn ê ji text jî nekevin; berevacî vê yekê, ji doh û pêr xurttir hûn ê li ber dilê hemû kurdan mezintir bibin.

Hin kîrquzdê ji me re dibêjin hûn kurd in û xwedê giravî xwe ji me elîttir dihesibînin/dibînin.
Lê...
Ew kîrquzdê nizanin qet nebe em baş dizanin bê em kî ne, em ji ku ne, em ji kê ne...
Û zimanekî me heye, dîrokeke me heye, folkloreke me heye, kultur û jîyîneke me heye, erf û adetên me hene û axa em li ser dijîn, bêhna xwêdana me jê difûre...
Lê hûn?
Hûn xwe tirk dihesibînin lê hûn nizanin bezê paş guhê bavê we ji ku ye!
Hûn nizanin bav û kalên we jî kîrê kê şemitîne û kî di ser dê û pîrikên we re derbas bûne!..
Erê, em kurd in lê berevacî we, çê xerab em xwedan esl û fesl in.
Îja kî elît in kî dola kîrê Felît in, hûn çêtir dizanin.

Gotina Dawî
Bext û text, bila nekevin bin sîya rext!..

2 Kasım 2022 Çarşamba

mirin ji pîrbûnê çêtir e

Got,
-Tu zivistanî jî werî, ez ê bi çavên xwe yên keskeyî te pêşwazî bikim û zivistanê li te bikim bihar!..
Got,
-Li bin keleha Mêrdînê ez ê ji lêvên te yên sorhinarî vexwim wê şeraba kafirbavên suryanîyan û heta destê sibehê te li ser sînga xwe bihejînim û têxim xew, lê heger xew neket wan çavên keskeyî jî, xem nake; em ê her du bedenên harbûyî bispêrin hev û bi xweşnalîn û newayên ji ber xezeba wan bedenan bifûre, em ê bajêr bi cizbê bixînin û bi taya eşqê kevin!

Ji nişka ve çeng bû ser xwe!
Li ser nivînan bi tena serê xwe veketî bû; jina wî ne li kêleka wî bû.
Ji derveyî odeyê axîn û nalîneke nizm xwe li hundir diqewimand.
Bi meraq û balkêşî rabû ser xwe û xwe li hêla deng girt; bi avêtina her gavê re deng bilindtir dibû.
Deng, ew ber bi serşokê ve dibezand û wî jî dida pê deng û diçû.
Êdî ji gurmegurma dengê dilê xwe dengê axîn û nalînê belawela dibû.
Ku derîyê serşokê vekir, çi bibîne!..
Jina wî ji kûrayîya kezebê dinale!
Bi haweyekî daqûlbûyî her du destên xwe dane dîwêr, şeqên wê ji hevduvebûyî û xortekî bîstsalî li pişt wê sekinîye, xwe lê dixe.
Rûyê xort ji wî ne xuya bû, tenê jina xwe didît û jina wî jî li xwe fitilîbû, li wî dinerî; di awirên wê de şehwet difûrîya. 
Xort bi her du destan bi nava wê girtibû û bi haweyekî jihişxweveçûyî bilez û  bihêl xwe lê dixist. Dema qûna wê digihîya binnavika xort, şepînî jê diçû; wê şepînîyê li devê derîyê serşokê ew har dikir.
Hew xwe girt û derpîkê xwe yê kin ji xwe şeqitand; jixwe kîr lê rep bûbû û tif destê xwe kir û dest bi masturbasyonê kir.
Jina wî di nav lepên wî xortê bîstsalî de mîna mirîşkeke serjêkirî diperpitî, ji ser hişê xwe ve çûbû; ji awir û dilqê wê meriv pê derdixist pê xweş tê, tadmîn dibe.
Xwedana ji bedenên wan diniqutî û tev li hev dibû, kenê jina wî yê qahpikî û xweşaxîn û xweşnalîna têrşehwet!..
Li devê derîyê serşokê hêdî hêdî çav lê diqulipîn. 
Destekî xwe avêt kêleka derîyê serşokê, bi destê din bi xwe xweş dianî.
Û ji nişka ve avik ji kîrê wî pejiqî, orîna gayekî pê ket.
Ku çavên xwe vekirin, xortê bîstsalî ziq li wî dinerî. 
Çav lê fireh bûn mîna du tasan!
Bi zorê zimanê wî gerîya. Got, "Tu tu!.. Tu ez im!"
Û bi barîn ji xew şîyar bû. 
Bi dengê wî re jina wî jî ji xew şîyar bû û çeng bû ser xwe.
Jina wî xwe ber bi wî ve xwar kir, got, "Temam temam, xewn bû, aram be"
Xwe li ser piştê avêt û çavên xwe kutan esmanê odeyê; kêlîyekê di bin tesîra wê xewnê ma.
Dû re hêdîka destê xwe dirêjî nav şeqên xwe kir; kîrê xwe peland lê deng û pêjna wî nehat, kîr ketibû xewa mirinê.
Dev li lêva xwe ya jêrîn kir û bi dengekî nizm, xwe bi xwe got,
"Ax û sed ax! Mirin ji pîrbûnê çêtir e!"

Gotina Dawî
Em dijîn an em di xew de xewnan dibînin, nizanim!..




1 Kasım 2022 Salı

hemal

Got,
-Me nizanîbû tucar in, heger me bizanîya tucar in, me yê bizanîya ew ê me bifiroşin jî.
Got,
-Erê weleh, hevaltîya bi tucaran re jî, hevrêtîya bi tucaran re jî malxerabî ye, him meriv ji hevaltîyê sar dikin, him jî meriv ji doz û têkoşînê... 
Û Mixabin, kesên em bi wan re rabûn û rûniştin û bi wan re meşîyan jî hemû tucar bûn.

Xweda ji hevalan ne razî be. Hingî lînka hevpeyvîna bi Mucahît Bîlîcî re par ve kirin, ez jî mecbûr mam û a soxî min jî lê guhdarî û temaşe kir.
Di mijara HDPKKê de kêm zêde em wek hev dinerin/difikirin lê ez wek wî ne durû û populîst im. 
Ez kurd im û di pencereya kurdî re li mijar û mesele û bûyeran dinerim û dinirxînim lê ew bi sekn û helwest û pratîka xwe mîna çepgirekî tirkan;
lewra ciwamêr hîn jî netewperestîya kurdan wek qebhetekê dibîne û dihere datîne cem netewperestîya tirkan.
Ka aqil!
Jixwe aqil hebûya, mîna kitêba xwe ya bi navê "Kurd Hemal" ew bi xwe jî nedibû hemal.
Wextê aqilê meriv ji kîsê xelkê be, mesele kûr û dahwe giran dibe.
Mucahîtê me yê li Amerîkaya xopan rûniştîye û lotikên populîst diavêje, bi tirkî qerf û henekên xwe bi netewperestîya kurdan dike.
Li gorî felsefeya vî ciwamêrî, kurdên li Tirkîyeyê û li bakurê Kurdistanê dijîn, bi gewde û bedena xwe kurd in, lê serîyê li ser wê bedenê tirk e; bi gotineke din kurdên bakurê welêt hemalên dewletê ne.
Lê tu?
Hela em bibêjin kurdên li welêt dijîn ji ber şert û mercên sîstema dagirker û asîmilasyonîst û zalim ji mecbûrî bûne hemal, 
lê tu?
Tu çûyî di Amerîkayê re derketîyî 
û kesî demançe naxistîye serê te û bi zorê negotîye ilhez tu yê bi tirkî bipeyivî, binivîsînî, bijî...
Te got çi?
Dengê te nehat min!
Ka bibêje ji kerema xwe re,
tu ji kê re hemaltîyê dikî?
Tu bi kîjan zimanî dijî?
Tu bi kîjan zimanî dinivîsînî?
Berhemên te bi kîjan zimanî ne?
Tirkî tirkî tirkî!..
Êê?
Heger kurdên bakurê welêt hemal bin, tu jî hemalê hemalan î, axe!

Gotina Dawî
Bi qasî xwendeyan mala kurdan xera kir, kesî mala kurdan xera nekir.
Û tucar û populîst di kirasê rewşenbîran de şîretan li rebenên kurdan dikin û li ser keda wan koşk û qonaxan ava dikin.

Gotina Herî Dawî
Serîyê li ser bedenê bar, xwedîyê wê bedenê dike hemal.
Û serê te bi zîhnîyeta tirkî mişt tije ye, hemalo! 
Ma qey dilê te yê bi wê bedenê neşewite gelo?