30 Haziran 2021 Çarşamba

ezmûn

Sibeha Ezmûnê:
Evdilwehab rabû ser xwe, daket jêr, çû marketa 101ê ji marketê çikolata, qeymax, rûnê nivişt, mûz û piskewît miskewît kirî.
Jina Evdilwehab çû lawê xwe şîyar kir.
Lawik ewil çû mîst, dû re hat ser çavê xwe şuşt û derbasî hundir bû.
Sifre amade bû, lawik li ser sifreyê rûnişt û zik li xwe kir meşk.

Dema Ezmûnê:
Lawik ket ezmûnê; du sê seetan di ezmûnê de xwê da.
Bi mirûzekî tirş ji ezmûnê derket.
Evdilwehab li devê derî sekinîbû; lê fêhm kir lawik pê girtîye, zêde neda ser piştê.

Encama Ezmûnê:
Encama ezmûnê dîyar bû. 
Puanê lawik sêsed û pêncî hat.
Evdilwehab qayîş ji nava xwe kişand û da ser pişta lawik.
Lawik bîst gavekî ji Evdilwehab dûr ket neket, li Evdilwehab vegerîya û got:
"Ma sûcê min bû! Ma sûcê min bû! Te roja ezmûnê bi zorê hinguv da min, dims da min, qeymax da min, çikolata da min. Mamosteya sinifê jî seksî bû, heta ezmûn qedîya jî çavên min ji qûna wê qut nebûn. Tu yê bibêjî qey ne ezmûn ez diçûm kerxanê!"
Evdilwehab got:
"Hey gû lawê gû! Min wê sibehê ew xizmet ji bo mejîyê te kir, ne ji bo kîrê te..."

29 Haziran 2021 Salı

maça doh û ferat

Ber êvarî min go Fero rabe em piçekî li ser xwe bigerin.
Min şelwerê xwe yê reş ê xanimekê dîyarî min kiribû, kişand binîya navika xwe, tîşortekî şîn bi ser de berda û min kumê xwe yê nîyhandokî ku piçekî ji yê tirpancîyên mûşî seksîtir e da serê xwe û em derketin.
Wîî!
Nahlet li çavê jîrikê misilmanan bê! 
Min ji bîr kir ez sola xwe têxim pê.
Erê, min sola xwe ya adîdas ku buhayê wê nêzîkî qelenê jinekê ye xist pê û min go Fero, "De haydê!"
Em li sikaka malê zîvirîn, ketin kolana ku dihere nav sûkê, li nêzîka dibistanê ciwamêrekî kevirên peyarêkê yên ji bo tirimbêl lê park nekin av dida.
Bi haweyekî şaş û metelmayî min li Fero nerî, min got, "Fero, ka li wî ciwamêrî binere. Qey li welatê te, ji dêvla daran keviran av didin."
Fero kenîya, got, "Ma ku me dar av bida, îro halê me yê ne ev hal bûya..."
Min got, "Weleh xebera te ye, tu rast dibêjî."
Dû re...
Dagirker, dagirkerî û şewata kezeba min ket bîra min...
 Min nahlet li bêxwedîtî û bêxwedatîya xwe anî!

Semîra xwarzîya min e û navê mêrê wê jî Ferat e.
Lê Fero û Ferat tevlihev nekin.
Fero ne Ferat e, Fero Ferhad e.
Û Ferhad xalê wan e.
Axir...
Doh maça Siwîsre û Fransayê hebû.
Wek hûn dizanin, Siwîsreyê Fransa têk bir.
Divê meriv bextê xwe xera neke; maç jî maç bû haa!
Ji zû de ye min li maçeke weha xweş temaşe nekiribû.
Lê Siwîsreyê jî heq kir haa! Ew serketin wek şîrê dêya wan li wan xweş helal be.
Maç doh bû, lê Feratê zava vê êvarê hatîye ber paceyê, li camê dixe, dibêje, "Ma maça doh a Siwîsre û Fransayê çer bû lo? Gelo kê ji wan qezenc kir?"
Min got, "Hey Xwedê bi ser de keto û di bin Xwedê de pelixîyo! Ji sibeha Xwedê de ye tu li sûkê bi vir de û wê de zîz dibî, ma qey kesî li cem te qal nekir law?"
Got, "Lo law li ser wê terextora çopê ji bêhna çopa sikak û kolanên Qoserê mejî di serê meriv de dewx dibe; ma maç tê bîra meriv!"

28 Haziran 2021 Pazartesi

seadetê û turkan şoray

Anuha ez û Seadetê li ber televizyonê rûniştine, di Netfilksê de em li fîlmekî Turkan Şorayê dinerin.
Navê fîlm "Ada-Girav" e.
Ez teva fanêreyê binî me, Seadetê jî ji bazarê hatîye, xavika xwe ji serê xwe danîye, li ber kilîmayê li ser piştê veketîye.
Ji binê porê wê xuya ye dema porhinekirina wê hatîye; çend tûm tayên spî xwe beloq dikin.
Turkan Şoray û Rûtkay Azîz baser hev didin û hevdu bi maç û ramûsanan har dikin.
Seadetê ji maç û ramûsanên wan aciz dibe, dibêje, "Tufîf! Nahlet li we hatî! Li pêş çavên vî miletî we xwe hetikand."
Hîn hevdu li ser nivînan tazî nekirine, deng bi mele dikeve, mele azan dide.
Ez dibêjim, "Zira mele jî hat!"
Seadetê dibêje, "Bi qurbana mele bin! Ma çima zira mele hat; ên dizirin ew in. Tiştê pîss!"
Fîlm ber bi qedandinê ve dihere. Turkan Şoray xatir ji Rûtkay Azîz dixwaze, li vapûrê siwar tê û vapûr dimeşe.
Seadetê dibêje, "De here! Te têr mêrik bera ser xwe da! Keran di te nîyhê!"
Fîlm diqede.
Ez ji Seadetê re dibêjim, "De here nimêja xwe bike û were, em ji xwe re li fîlmekî din binerin."
Seadetê radibe ser xwe, ber bi derî ve dimeşe, lê berî bifitile, di ser stuyê xwe re dizîvire, li min dinere, dibêje, "Ji bo Xwedê fîlm mîlmên werê beradayî veneke; ji me re fîlmekî henekan veke. Meriv fedî dike li van bênamûsan binere."
Seadetê difitile, dihere. Piştî ji ber çavên min wenda dibe, ez fîlmekî din vedikim.
"The African doktor-Doktorê Afrîkayî" 
Seadetê nimêja xwe diqedîne û tê hundir; dihere li cîyê xwe yê berê vedikeve û dest bi temaşekirina fîlm dike.
Dibêje, "Tew! Ma fîlm bi gawirî ye!.."
Ez dibêjim, "Ka tu li dîmenan binerî, ez ê jî ji te re jêrenivîsê bixwînim û wergerînim kurdî."
Xwe diqulipîne hêla din, dibêje, "Jahr di orta fîlmên werê de be!"
Ez ji Netfilîksê derdikevim, jê re dibim ser kenala MedMuzîkê.
Stranên îdeolojîk ên meriv ji ber ruhê xwe aciz dike, bi nav mejîyê min ve radipelikin...

Her roj...
Seadetê tê li ber paceyê rûdine û pişta xwe dide bahlîfê.
Jixwe pace jî vekirîye.
Kî di ber paceyê re derbas dibe, dengê wan di guhên me de ye.
Kîjan jina ku di ber paceyê re derbas dibe û bi tirkî dipeyive, Seadetê bi kurdîyeke kubar ji wan re dibêje, "Çi qebqebê dikin! Weyla kerê min di qûna we nîyhayî!"



27 Haziran 2021 Pazar

beşîro û mele tajdîn

Beşîro rabû ser xwe, sola xwe kir nigê xwe û berê xwe da mala Mele Tajdîn.
Çawa digihêjê ber derî, li derî dixe.
Carek...
Du car...
Pêjna kesî nayê.
Beşîro li xwe dizîvire, yek bi yek li ber kîjan paceyê disekine, destê xwe dide ber çavên xwe, li hundir dinere.
Berê xwe dide hêla din a xênî; li ber paceyê disekine, destê xwe dide ber çavên xwe li hundir dinere.
Mele Tajdîn xirpişîye ser dilê jina xwe û lihêf radibe û dadikeve, radibe û dadikeve...
Reşên wan bi ber çavê Beşîro dikeve, lê tam tê nagihêje bê li hundir çi diqewime; tarî ye...
Beşîro destê xwe li cama paceyê dixe. 
Bi dengê camê re Mele Tajdîn vediciniqe, di ser stuyê xwe re dizîvire, li hêla paceyê dinere.
Lê dinere Beşîro serê xwe bi cama paceyê ve zeliqandîye û çavên xwe li hundirê odeyê digerîne.
Mele Tajdîn radibe ser xwe, derpîyê xwe li xwe dike, kirasê xwe bera ser bedena xwe dide, şaşika xwe dide serê xwe û ber bi derî ve dimeşe.
Çawa derî vedike, Beşîro li ber derî sekinîye.
Mele Tajdîn dibêje:
-Xêr e, Beşîr? Vê sibehê te ez di xewna xwe de dîtim?
Beşîro dibêje:
-Erê bi wê şaşika serê te. Te çawa pê derxist?
Beşîro xwe di ber derî re radike û derbasî hundir dibe.
Rûdinin; jina mele ji wan re çayê tîne.
Beşîro dibêje:
-Seyda, ji kerema xwe re, ji xweha min re bibêje, bila me tenê bihêle, ez ê tiştekî bi cenabê te bişêwirim.
Mele Tajdîn bi serê xwe ji jina xwe re dibêje me tenê bihêle. 
Jina Mele Tajdîn li xwe dizîvire û ji odeyê derdikeve.
Beşîro piçekî din ber bi Mele Tajdîn ve tê, dibêje:
-Seyda!
Mele Tajdîn dibêje:
-Ka bibêje, çi derdê te heye?
Beşîro dibêje:
-Seyda, her şev ez xewnên fahş dibînim.
Mele Tajdîn dibêje:
-Fahş! Xewnên fahş çawa?
Beşîro dibêje:
-Seyda, kî bê xewna min, çi jin çi mêr ferq nake, ez dixirpişim ser, dikutimê!
Mele Tajdîn serê xwe dihejîne, dibêje:
-Waa!
Beşîro dibêje:
-Erê weleh, Seyda.
Mele Tajdîn radibe, dihere ji refika kitêban kaxet û qelemekê tîne, bi erebî tiştinan li ser dinivîsîne, dipêçe, dike wek niviştekê û dide Beşîro.
Beşîro destê xwe dirêjî wê niviştê dike, dibêje:
-Ev çi ye, Seyda?
Mele Tajdîn dibêje:
-Nivişt e, têxe stuyê xwe û wexta tu raketî jî ji stuyê xwe dernexe.
Beşîro dibêje:
-Ez bi vê niviştê rakevim, ez ê xewn mewnên werê fahş hew bibînim, ne wer Seyda?
Mele Tajdîn dibêje:
-Na, min ji bo xwe û jina xwe ev nivişt çêkir, da ku ez û jina xwe neyên xewna te.
Beşîro dibêje:
-Hahew! Weleh destê vê sibehê hema berî tu azan bidî bi kêlîyekê tu û jina xwe mêvanên min bûn. 

denîz

Got, 
"Min navê Denîz Gezmîş li keça xwe kiribû; Denîza min jî wek Denîzê din bû şehîd di rêya demokrasîyê de."

De wa ye Denîza te jî rê li ber Denîzên din vekir. Îsal çi qas zarok çê bibin, ew ê navê Denîza te hilînin û ew Denîzinan jî piştî bîst salên din ê bibin şehîd di rêya bêhişî û xwelîserîyê de.

Xwedê meriş şaş neke,
ku şaş kir, fahş neke,
ku fahş jî kir, berî bi kaş ve neke.
Lê weleh kurdan daye kêş...


26 Haziran 2021 Cumartesi

got

Got, 
"Dar pîr dibe, lê dil pîr nabe!.."
Û di ser stuyê xwe re fitilî, li jor li wêneyê egîdê xwe nerî.
Bi qasî bêhnekê çav li wêne, deng jê nehat. Dû re zîvirî, li ber xwe nerî.
Got,
"Qeda bi dinyayê keve! Vikîvala ye."

Got,
"Em bi hev re çêbûn, bi hev re bûn zarok, bi hev re mezin bûn û me bi hev re lîst. Piştî em bûn qîz û xort jî em zewicîn, lê çi bikim, felek xayîn e. Tu çûyî û te ez hiştim bêyî xwe. Ne dikarim nameyekê ji te re bişînim, ne jî dikarim telefonekê bikim û dengê te bibihîzim!"

Got,
"Min xwezî bi wê şevê anî, wê şeva ku li ser sîng û berên te bê hemdê xwe di xew re çûm û serê sibehê bi ramûsanên te şîyar bûm!"

Got,
"Min digot qey ez çi qas dûr bim, jibîrkirin ê ew qasî nêzîk be; lê ma min ji ku dizanîbû ez bi ku de herim, ez ê te jî bi xwe re bibim!"

Got,
"Jîyan xweş e, heger meriv ne bextreş be!"


24 Haziran 2021 Perşembe

gunik

Jin derbasî hundirê dikana qesabîyê bû; çav li erdê, lê ziman negerîya bibêje ez filan tiştî dixwazim.
Xwedîyê dikana qesabîyê lê nerî jin şerm dike tiştê dixwaze bi nav bike. Di bin simbêlan de mizicî, got, "Tu gunikan dixwazî?"
Jina şermok kujê leçeka serê xwe da ber devê xwe, çavên xwe kutan erdê, bi dengekî şermok got, "Erê!"
Xwedîyê dikana qesabîyê bi ken got, "Çima tu şerm dikî? Ma meriv ji gunikan şerm dike? Jê xweştir çi heye?"
Jina şermok got, "Ma çi zanim! Hema navê wî bi meriv ne xweş tê!"
Mêr got, "Xwedê ji te razî! Ma ku ne xweş bûya, meriv ji hev re digot, 'Min gunê te xwaro!"

Serê sibehê Resûl şîyar bû ku Xwedê lawek daye jina wî.
Resûl bavê pênc keçan bû, lê law tune bû.
Bi çêbûna vî lawikî re ji kêfa hew nema bask pê ve şîn bên û bifire.
Wê rojê nav li lêwik nekir; ji lawikê xwe re li navekî gerîya.
Xwe bi xwe digot bila navekî rehmanî be da ku xenîm menîm li lawikê min nexin.
Ji nişka ve zingînî ji serî tê û dibêje, "Bi telaq heger ez navê wî bikim Ezraîl, ne xenîm, bavê xenîman jî were, nikare tiştekî bi lawikê min bikin; Ezraîl ê nehêle tişt pê bê!"
Navê lawikê xwe dike Ezraîl û wê êvarê mûlida wî datîne; meriv û dost û hevalên wî tên ser mûlidê; li hemîsê dixin û belav dibin.
Bi şev Resûl di xewna xwe de Ezraîl dibîne. Ezraîl li ser dilê Resûl rûdine, destên xwe dixe qirika wî û dibêje, "Ya ya teres! Ne heyfa min tu rabûyî te navê min li wî lawikê xwe yê pozhevîrtirş kiriye. Zûka navê wî biguherî, yan na ez ê di te nim!"
Di nav lepên Ezraîl de bi zorê zimanê Resûl digere, dibêje, "Ê ka ez navê wî bikim çi, ezxulam?"
Bi qasî bêhnekê Ezraîl diponije, difikire, dibêje, "Sîrac, Silhedîn, Şewket û Qudbedîn, hema ji van her çar navan tu dikî çi, tu serbest î!"
Sibehê zû Resûl çawa şîyar dibe, dihere diniqurçe jina xwe, jina xwe şîyar dike û dibêje, "Keçê, midûr dixeyide, qebûl nake. Ji nuha pê ve sê mehan em ê bi navê Sîrac, sê mehan em ê bi navê Silhedîn, sê mehan em ê bi navê Şewket, sê mehan jî em ê bi navê Qudbedîn gazî vî lawikî bikin!.."


kûçikatî

Îroj me dest bi fîlmekî nuh kir.
Bi qasî seetekê li nav sûkê bi esnafan re me çend sahne kişandin.
Bi saya şerê dewletê û apocîyan, nêvîyê milet bûye sîxur, ajan.
Di nava pênc deqeyan de du sê polîs hatin.
Lê wexta meriv bi xwe bawer be û bi zimanekî xweş bipeyive, ew jî xwe aciz nakin.
Yanî dikarin xwe aciz bikin heger meriv berî kêşanê haya wan jê çê nekiribe.
Me jî bêyî ku em haya wan jê çêkin, me dest bi kêşanê kiribû.
Lê min texmîn kir polîs ê werin ha!
Qewadekî teres telefon li ber guhê wî, ji min re got hûn çi dikişînin, kîjan televizyon e?
Ax ax!
Nahlet li bêdewletîyê bê!

Min got, "Seadet, ma te bihîst Dewlet Bahçelî çi gotîye?"
Got, "Na. Dîsa çi gotîye wî tûleyî?"
Min got, "Dibêje problema min bi kurdên hur û resen re tune ye, şerê min bi kurdên sexte re ye!"
Got, "Îja Dewlet Kûçiklî qerarê dide bê kî hur e, kî sexte ye?"
Û xwe aciz kir...
Min got, "Hela hela! Ma sûcê min çi ye, Xwedê ji te razî! Ma min gotîye!"
Got, "Ne bi xêr ne bi ahla! Tu yê bibêjî qey dohnê qirarlkê bi xwe daye, namire jî, keftarê pîr!.."

Got, "Xalo, li welatê me pirê kesan ji bo nîyhandinê dizewicin, lê ez li jinên hinekan dinerim, ji nîyhandinê re jî nabin. Tu nabêjî çi?"
Min got, "Ji kesên werê re nabe meriv bibêje tu di jina wan nî jî!.."
Got, "Erê weleh xalo. Nebêje jî!"



22 Haziran 2021 Salı

dezenformasyon

Welatperwerino!
Şoreşgerino!
Belasebeb xwe veneşêrin, binhişîya we, we dide dest.
Heta hûn ji wî ruhê xwe yê rizîyayî xelas nebin, ûjdanê we yê di xew de bixirpişe ser dilê we û nehêle hûn bi rehetî rakevin.
Ne xwe bixapînin, ne jî me...
Xwe veneşêrin; 
wek zilaman, 
wek mêran a dilê xwe, ya di bin hişê xwe de verişin, bibêjin.
Mîna margîseyan hûn çûn ku derê, veneguherin rengê wê derê.
Çi reş çi spî, bila tenê rengekî we hebe.
Bi kirasê kurdistanî nebin mirîdên îdeologên beradayî!
Wî kirasî bi wê bedena qirêj nelewitînin.
Hay ji we heye ku kes bi we nizane! 
Hûn dikarin ji pez re bibin şivan û wan li pey xwe bibin û bînin, lê bi çavê pez li her kesî nenerin; dû re hûn ê bi xwe bibin pez li ber çavê yên ji we çêtir.
Doh li ser medyaya sosyal pir kesan ew vîdeo par ve kir; ew vîdeoya wî xortê gerîla yê derbasî nav refê pêşmergeyan bû.
Barzanîhez û serxwebûnxwazan pesnê wî didan, Apohez û Biratîhezan jî gazin û lome dikirin.
Lê yên kone, yên xwe ne ji dêrê dikin, ne jî ji mizgeftê, xwe bi gûyê xwe didan û bi bêhna wî gûyî xwe kifş dikirin bê çi gû ne.
Dema tu ji wan bipirsî jî, li xwe mikur nayên û nabêjin em apohez û entegrasyonalîst in,
ji ber ku bi îdeolojî û teorîyên kurmî jahrdadayî bûne, ji komployan re jêhatî ne.
Mejîyê wan hatîye formatkirin; kodên azadî û serxwebûnê pûç bûne.
Bi xêra kurdî, kurd wan dixin şûna însanan, lê ew koneyên bêkesayet bi wê kurdîyê mejîyê kurdan tev li hev dikin.
Ji taktîk û stratejîyan re jîr û jêhatî ne; teorîyên komployî karê wan e.
Çendî li ser medyaya sosyal ji bo çend like û çepikan li xwe zêde bikin bi nigê kurdî, kurdistanî lê bixin jî, di esasê xwe de em baş dizanin bê çi pûşt in, çi kone ne, çi teres in.
Ji bo yekê têxin bin xwe, yan jî ji bo yekî berdin ser xwe, dikarin zimanê xwe, hêla ku bi kurdî hîs dike, jê bikin û heta hetayê navê Kurdistanê neynin ser zimanê xwe.
Ez bi ruh û karakter û genetîka van pûştan baş dizanim.
Pêşîyan belasebeb negotîye, "Eyarê bênamûsan fireh e!"
Loma jî,
Kesayeta wan qûnde ye!
Xîret bi wan re tune ye!
Bêîrade ne!
Aqilê wan ji kîsê xelkê ye!
Û tu carî berjewendîyên netewî naxin pêşîya berjewendîyên şexsî; 
her û her ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî tev digerin.
Piştî bûyera wî xortê gerîla, dîsa dest bi dezenformasyonan kirin:
"Pêşmergeyan bi darê zorê ew peyivandîye!"
"Xwefiroş e!"
"Sîxur e, ajan e!"
"Ev taktîkên dagirkeran in; berê dagirkeran bi rêya televizyonên xwe ev propaganda diweşandin, belav dikirin!"
Û nizanim çi û nizanim çi...
Heger PKKyî van gotinan bikin, ez ê bibêjim şer dikin, loma jî normal e, lê dema ev kesên xwedê giravî lîberal in û lotikên lîberalî diavêjin van gotinan dikin, xwe didin dest; binhişîya wan hêl û terefê wan dîyar dike.
Yanî ev bênamûsên eyarfireh bi şêwazeke îdeolojîk dixwazin bibêjin PKK heq e, Hikumeta Kurdistanê neheq e.
Yanî tu udir û qebheta PKKê tune ye, Kurdistan li wan hatîye xezebê!
Lê kes nabêje ka hûn çi dikin an we çi kiriye?
Ev çel sal in we tenê gundekî Bakur rizgar nekiriye!
Ev çel sal in we mafê perwerdeyîya bi kurdî bi dagirkerên xwe nedaye qebûlkirin!
Ev çel sal in ji kuştin û girtin û koçkirinê pê ve we tişt nedaye kurdan!
Anuha jî...
Tew wek ku we Bakur rizgar kiriye, îja hûn rabûne derbasî nav sînorên Başûr bûne!
Erê, we Bakur ediland, îja dora Başûr e...
Ji qewla Salih Bezoyê eyarfiroş, "Wey tîtt!"
Alîyê xwe dîyar bikin!
Yan hûn ê bibin kurd û têkevin nav xizmeta Kurdistanê,
yan jî hûn ê xwe kifş bikin, bibin kurm û nehêlin...

Gotina Dawî
Heger aqilê meriv ji kîsê serokan be û aqilê serokan jî ji kîsê xelkê be, pir zor e!






hiznî û mehmed elî

Hiznî cixarekêşekî temam e.
Mehmed Elî jî pisporê tûtinê ye; di newala Xursê de ji wî çêtir kes nikare tûtina baş çêke.
Yanî heger tirsa wî ji dewleta çeqel tune bûya, ji dêvla "Ne mûtlû turkum dîyene" ew ê biçûya "Rebê tûtinê Mehmed Elîyê Xursî" li ser wî çîyayê Xursê binivîsanda.
Hiznî li Amedê, li taxa Baglarê rûdine û hemû baglarî wî bi kişandina tûtina qenc nas dikin.
Tûtin li Hiznî kêm dikeve û radibe telefonî Mehmed Elî dike:
-Elo, Mehmed Elî, merheba ji te re. Tu çawa yî? Zarok rehet in?
-Merheba, li ser çavan xalo Hiznî. Ez baş im, zarok xulamên te bin. Tu çawa yî? Emrekî te?
-Ez têm çavên te û zarokan. Xwedê kêmanîya te nede. Min ê çi bigota!
-Emir bike!
-Emir emrê Xwedê ye; rica dikim.
-Kerem bike, xalo Hiznî!
-Tûtin li min kêm ket. Heger tûtin li cem te hebe, te deh lîtir tûtin ji min re bişanda...
-Wey li ser her du çavên min.
-Çavên te neêşin. Bila ya herî baş be. Pere hêç ne mesele ye.
-Ma tu eyb nakî, bila dîyarîya min be; dev ji pere mereyan berde.
-Na na, bila zarok sax bin; elhemdulallah pere heye.
Piştî hefteyekê Mehmed Elî tûtina xwe diavêje paş tirimbêla xwe û berê xwe dide Amedê.
Hiznî wî li ber devê derî pêşwazî dike. Bi destê hev digirin û derbasî hundir dibin.
Piştî li hal û ehwalê hev dipirsin, çay tê, qahwe tê...
Hiznî dibêje, "Ka îja tu yê bi çi bihesibînî?"
Mehmed Elî dibêje, "Bi qemyonek quran xalo Hiznî, ji xelkê re bi sêsedî ye, ji bo xatirê te bila dused be."
Hiznî dibêje, "Na loo! Dused pir e, sed û pêncî bes e."
Mehmed Elî dibêje, "Xalo Hiznî, bi Xwedê xelas nake..."
Hiznî dibêje, "Na na, xelas dike. Sed û pêncî besî te ye û ji serê te zêde ye."
Yek ji Hiznî, yek ji Mehmed Elî, xwe aciz dikin. Hecî Hîdayet jî li cem wan rûniştîye, li wan guhdarî dike. Lê dinere ew ê dilê hev bihêlin, dibêje, "Heyran ne ya te û ne ya te, sed û heftê û pênc û qedîya."
Axir, li hev dikin û Mehemed Elî bi rûyekî tirş, bê dilê xwe ji malê radibe, xatir ji civatê dixwaze û kejika stuyê xwe dixwirîne, dihere.

21 Haziran 2021 Pazartesi

amed û çend meselok ji civata me

Ji ber ku,
hebûna wan li ser nebûna me ava bûye, her şikestineke wan cebirînek e ji bo me.
Û tirk hêdî hêdî dişikên...
Ekonomî têk çûye!
Sîyaset xetimîye!
Huner ji hunerê ketîye!
Civak bûye pez!
Wek Îtalyayê,
wek Galerê, 
îşev Siwîsreyê jî quş li wan qetand û berê wan da dojeha keran.

Li Amedê mêrê du jinan gazin dikir li ber sîya dîwarekî.
Ji yekê re nîsk dibir, ji yekê re goşt, xwedê giravî...
Û jina nîsk jê re diçû, nedihişt têkeve nav nivînên wê.
Digot, te goşt bir ji kê re, here goşt bixwaze ji wê.
Dema meriv bi haweyekî sosyopsîkolojîk difikire, jin ne neheq e...

Nevîyê xalê min li sikakê bi hevtemenekî xwe re şer kiriye.
Nevîyê wî bi çavên hêsir xwe li malê qewimandîye.
Lawikê din bi temenê xwe bi qasî wî ye, lê du caran ji wî girstir e.
Xalê min gotîye, "Kê li te xist?"
Nevîyê wî bi haweyekî kelogirî gotîye, "Lawê wêya qereçî!.."
Xalê min gotîye, "Ez ê di ca wî nim!"
Qîza wî ya mezin destê xwe daye ber devê xwe, gotîye, "Wa wa! Wa wa! Ma dibe meriv di qereçîyan ne, yabo!"
Xalê min gotîye, "Erê, meriv dine qereçîyan jî, meriv dine ca qereçîyan jî!"
Berê digotin heger meriv di qereçîyan ne, bi çel qalib sabûn meriv xwe bişo jî, meriv helal û paqij nabe.
Xêr û guneh di stuyê misilmanan de be!
Weleh kî çi dibêje bila bibêje, qîzên qereçîyan heyat in, heyat!

Li taxa Baxlara Amedê zilamekî heftê û pênc salî li erdê bûye term û ketîye nav nivînan.
Zarokên wî lê vedihewin û li ber digerin, dibêjin, "Yabo! Ez heyran, ez qurban! Ka were em te bibin doktor; doktor te emelîyat bike, tu yê baş bibî."
Zilamê me dibêje, "Na weleh ez neçûm û min xwe emelîyat nekir."
Zarok dibêjin, "Çima? Ma tu ji çi ditirsî?"
Zilamê me dibêje, "Heger ez xwe emelîyat bikim, ez ê ji mêranî bikevim!"


19 Haziran 2021 Cumartesi

dawet

Îşev me Îrfan jî bi serî kir û berê wî da dojaha îmanê; zewicî...
Ez ê bibêjim heyf, lê ditirsim ez Rûşenê li xwe bikim agir...
Ma ez dîn bûme ez rabim Devliken bikim rûreş li ber çavê Rûşenê.
Axir, berî mijar belawela bibe ez biterikînim; mijar ne rûreş û rûreşî ye; mijar Rûşen e.
Li Mêrdînê agir bi erdê ketibû, ji kelekela germê mar ji qulê dernediket.
Min got hey Îrfan ev şaşî kir û ket rêya ne rast, emrê min ji Xwedê re, ez jî rabim xwe amade bikim û derkevim.
Û ez rabûm, min xwe şuşt û veşuşt û şelwerê xwe kişand binîya navika xwe û min berê xwe da sûkê.
Heta ez gîhaştim sukê nîv meter xwêdan ji qûna min niqutî nav şeqên min û ji wîr jî dawerivî erdê;
ji ber ku şelwer keten e, xwe bi min ve nedizeliqand; anku qûn mûna min şil nebû.
Piştî nîvseetekê tirimbêla Amedê hat û ez ketimê.
Agir bi mala şofêr bikeve!
Yan klîma venekiribû, yan jî xêr di wî û klîmaya wî de tune bû; 
heta em gîhaştin Amedê, em perîşan bûn, lê...
Erê, lê divê meriv bextê xwe xera neke. Şofêr pîsik mîsik û qijmirokî bû, lê dema ji bo kontrolê eskerîyê em li Siltanşêxmûsê dan sekinandin, şofêrê me mîna dîkê qoqo bi wan re dipeyivî.
Lê dawet jî dawet bû haa!
Bi karîzmaya Îrfan,
bi bedewî û rûkenîya Rûşenê
û bi sitranên Bilind Îbrahîm, 
bêguman civata me jî têra xwe hebû;
berbû derketibûn, direqisîn, em jî li dora maseyê rûniştibûn, me govenda sîyasetê digerand.
Di nava du seetan de me Kurdistan ava kir, lê piştî me ava kir, me hew dizanîbû em ê rêvebirîya wê teslîmî kê bikin!
Wek hûn dizanin, îro ro her kes dikare ji bo qoltixekê Kurdistanê bifiroşe.
Berî ez mijarê biqedînim, divê ez çend gotinên qut û gilover li ser xwarina dawetê jî bikim.
Mastê meyîrê tirş bû...
Ecîna wan tûj û xweş bû...
Zeleteya wan, nikarim di heqê wê de bipeyivim, ji ber ku min nexwar,
lê birinc û goştê wan somderece bû ji qewla dêrikîyan.
Haa!
Coşa govendê jî baş bû.
De wê çaxê ez jî ji zavê re bibêjim, 
"Xwedê te ji bin desthilatîya bûkê rizgar neke!"
Her şad û bextewar bin, gurçikino!
Amen!

18 Haziran 2021 Cuma

zîhnîyeta qeşmerane

Ax yadê, ax!
Ne li ber xwe, ez li ber te ketim, dema cara dawîn ez bûm kulmek xwîn û ji kezeba te niqutîm!
Wek doh...
Wek pêr...
Û ez dizanim ew ê sibê jî weha be!
Tenê em ji kîsê we diherin, 
tenê...
Nizanim, ka li ser kezeba te ew birîn ê bikewe yan na,
lê bawer bike ez ji kîsê te çûm
û êdî ez ê hew bikaribim ji bo kulmek ken bibezim.
Erê yadê!
Piştî min,
sersaxîyeke sembolîk,
liberketineke îdeolojîk
û çend niqut hêsir ê biherikin!
Dû re...
Tu yê bi tena serê xwe bimînî 
û bi nîvê kezebê tu yê bijî heta talîya emrê xwe.
Kêm kes ê bibêjin, 
"Heyf! Keçciwanek mir; ji kîsê dêya xwe çû!"
Pirê wan ê bi sloganên qeşmerane min bikin qurbana biratîya sexte.
Erê yadê!
Em ê her mîh bin di devê gur de, heta em bi gurê hundirê xwe nehisin.
Li pey min...
Nebêjin mir û çû, haa!
Ez dengê we dibihîzim...
-Ew keça ciwan bi destê nijadperestekî hat kuştin!
-Ev provakasyonek e li dijî biratîya kurd û tirkan.
-Em ê nehêlin hûn biratîya me xera bikin.
-Bijî biratîya gelan!
-Dîsa destekî qirêj dirêjî aştîyê bû! Û nizanim çi...
Na yadê, na. 
Guh mede van sloganên qelew.
Ez bi destê tirkekî hatim kuştin!
Ez bi qîlên gurekî ji maka xwe hatim qetandin û qetilkirin!
Bi kin û kurmancî,
ez bi destê "bira"yê xwe yê mezin hatim kuştin!
Û ez ê hîn gelek carên din bêm kuştin,
heger ev zîhnîyet ji mejîyan koç neke!..

Gotina Dawî
Berî ev zîhnîyeta teres mejîyê kurdan çolbeyar bike, kurd mêrxas bûn; 
di çavê dagirkerên xwe de xof bûn, tirs bera dilê wan didan.
Dema navê kurdan dibihîstin, sîya wan dibû ruhsitînê wan, qudûmê wan dişikest.
Lê îro...
Vê zîhnîyetê kurd li ber çavên dagirkeran kirine teres û tirsonek; dagirker hew hesabê wan dikin.
Yan wek berê hûn ê bibin xwe û tirs û xofê têxin dilê dagirkerên xwe, yan jî hûn ê xwe reş girê bidin û her amade bin ji bo hûn li xwe xin li ser kuştî û mirîyên xwe...


17 Haziran 2021 Perşembe

ji kîsê dê

Di şerê Şeytên û Xwedê de, zarokên welatê min ji kîsê dêya xwe diherin, mixabin.
Û em ê tu carî terka mirîdîtîya xwe nekin, heger em vê zîhnîyeta xwe ya belengaz nekujin...

Rojnamevan Ûfûk Guldemîr digot, 
"Dîn ew qasî ne erzan e ku meriv tenê bispêre gundî û xizanan."
Ciwamêr xweş gotîye.
Zemanekî min jî weha gotibû, 
"Şoreş ew qasî ne erzan e ku tenê meriv bispêre gundî û nezanan."
Heger hûn van her du dînamîkên girîng ên civakî bispêrin gundî û xizan û nezanan, gundî û xizan û nezan ê van dînamîkan bi we de biteqînin û mejîyê we yê ji serê we bixeyide.

Xwedê giravî dibêjin bayê xerbî gotîye:
"Heger navê xerîbîyê ne li ser min bûya, min ê dasên destê paleyan bixistana xwarê."
Min got, "Seadet, kê ji bo çi ev gotin gotîye?"
Seadetê got, "Yanî dixwaze bibêje, ez xerîb im, bi hesreta welêt diêşim, loma destê min li we nagere ez cira xwe ne xweş bikim."
Ez kenîyam; bi min re Fero û Leylê jî kenîyan.
Min got, "Weleh Seadet, her kê ev gotin kiriye, ne yekî baqil e. Xuya ye xwedîyê vê gotinê li civatekê rûniştîye û wî jî ji xwe re gotîye ez jî peyvekê bikim û wek qûna wî bipeyive, ev gotin kiriye."





16 Haziran 2021 Çarşamba

tirk û teresî

Îşev jî em ji zûrezûra guran xelas bûn.
Di maça îşev de Walesê bi du golan qûş li tirkan qetand û berê wan da dojeha keran.
Êêê!
Bin meriv vala be û meriv xwe qure bike, xelk weha kîrê meriv dixe quzê ca mezinên meriv!
De heree haa!
Min bala xwe dayê Seadetê jî li ser bahlîfê rûniştiye û bi balkêşî li maçê dinere.
Min got, "Seadet, ma tu dixwazî kî qezenc bike?"
Got, "Ma kî û kî dilîzin?"
Min got, "Galer û Tirkîye..."
Got, "Ker di ca tirkan ne! Bila bera tirkan bidin."
Û xwe aciz kir. Hey di ber xwe de çend xeberên din jî da, lê min fêhm nekir.

Hisên du çêlkewên kundan xwedî dike.
De îja bê di ku de xwedî dike!
Ha min ji bîr kir ez Hisên bi we bidim naskirin. 
Hisên ê me yê biçûk e, 
lê ne biçûkê biçûk, di binya wî re jî yek heye; Fero.
Axir mijara me ne Fero û buxçika Seadetê ye...
Hisên wan çêlkewan di odeya xanîyê me yê kevn de xwedî dike.
Sê sal berê min kepçe xist hewşê, min ji operatorê kepçê re got vî xanîyî bide ber xwe xera bike, lê min kir û nekir, Seadetê nehişt ez wê odeyê bidim xerakirin.
Anuha li orta hewşê ew ode mîna kîrê rût maye.
Îhtimal e destê Seadetê lê nagere, lewra ew ode heta dev mişt tije bîranîn in.
Wexta Seadetê dadigere hundirê wê odeyê û çav li zelqa wan çêlkewan dikeve, hew tune ye wê zelqê bi Hisên bide alastin.
Ne Hisên ji ser a xwe dadikeve, ne Seadetê terka pitepitê dike.
Ka bê şerê wan ê here di ku re derkeve...
Ya bi xêr!

Ez nizanim, korona nemaye yan kes hew hesabê koronayê dike, li Qoserê ne kes guh dide maskê, ne jî qedexe medexeyan.
Yekşeman her kes li mavandarîyê ye...

Fînalên min dest pê kirine, lê Evdila jî çûye gund avdanê dike; kes tune ye alîkarîya min bike.
De tewkel bi Xwedê!
Heger du sê ders man jî, di BUTê de ez ê jê re çareyekê bibînim.
Ax Evdila ax, avdan li ser koka min rûnişt!
Ma wexta avdanê bû law!

Gotina Dawî
Çawa tirkên bêbav li ser nebûna me dewleta xwe ava kiriye, heta em bi hebûna xwe nehisin, dewleta wan ê hilneweşe.
Yanî...
Wek ku hevaller dibêjin, bi rêya demokrasîyê em ê negihêjin heqê xwe, bi rêya demokrasîyê dewleta wan ê li ser ehmeqîya me zexmtir û xurttir bibe!

15 Haziran 2021 Salı

hecî meter

Hecî Meter di rê de dimeşe.
Ji wî wê de du lawik şer dikin.
Lê berî wê divê ez Hecî Meter bi we bidim naskirin.
Hecî Meter kî ye?
Hecî Meter wek min û we, ew jî lawê dê û bavê xwe ye û bi eslê xwe Erbanî ye.
Erban jî eşîrek ji eşîrên Mêrdînê ye û bi qasî min lê kolaye, dîroka Erban ji dîroka Mêrdînê jî kevntir e;
yanî dibêjin mêrdînî li ber erbanîyan zarokên dergûşan in.
Piştî Xweda xwe çêkiriye bi nîvseetekê Erban ava bûye.
Kê Erban ava kiriye?
Ez nizanim.
Min ê bigota ji Xweda bipirsin, lê dema Erban ava bûye hîn nuh Xweda xwe çêkiriye, loma jî hîn zarokekî berşîr e û xwe bi xwe, xwe şîr dide, ew zeman ê neyê bîrê...
Axir, ez serî li we nekim meşka dew û derî li ber meseleyê vekim.
Hecî Meter dema xwe digihîne cem wan lawikan, êdî destê wan di pêxîla hev de ye û bi sîle û şîlmaqan li hev dixin.
Ew dibêje, "Ez kîrê Hecî Meter di ca te kim!"
Ev dibêje, "Ez kîrê Hecî Meter di ca te kim!"
Hecî Meter ber bi wan ve du sê gavên din diavêje û wan ji hev dike, dibêje, "Ma hûn Hecî Meter nas dikin?"
Her du jî dibêjin, "Na!"
Hecî Meter di ber xwe de dibêje, "De baş e, kîrê min di ca hev kin!" û dimeşe, ji wan dûr dikeve.
Heta li kuçeyê dizîvire jî diavêjin ber hev:
"Ez kîrê Hecî Meter di ca te kim!"
"Ez kîrê Hecî Meter di ca te kim!"
Pirs: 
Çima ne kîrê min û we, lê kîrê Hecî Meter?
Erbanî, bi mezinbûna nigên xwe bi nav û deng in; lê qilafetên wan jî têra xwe girs in.
Lê Hecî Meter him qilafetê wî girs e, him nigên wî girs in, him jî kîrê wî...
Xêr û guneh ne di stuyê min de, yên kîrê wî dîtîye, dibêjin heger qayîşa meriv tune be, ji dêvla qayîşê meriv dikare bide nava xwe.

Gotina Dawî
Ez bi xwe jî Erbanî me, lê qilafetê min jî, nigên min jî, kîrê min jî li hev in; ne gir ne hûr, ne kin ne dirêj.
Her kî bawer neke, ez dikarim nigên xwe jî, kîrê xwe jî rê bidim...

14 Haziran 2021 Pazartesi

dawîya rê û binê tûrê rêwî

Di kitêba nenivîsî de ayeteke nexuliqî weha dibêje:
"Her kî têr nene jina xwe û kurmê wê neşikîne, ne mêr e, kerê bê dêl e. 
Sedeqalahulez!"

Em di otobana Entabê ya bi nav û deng re derbas bûn.
Li qiraxa rê du sê jin rûniştibûn, çav li rê, ji bo parîyek nan bi ser hev de diponijîn.
Kes li wan nedisekinî.
Xuya ye şofêran jî têr xwarîye û gewî bûne.
Piştî dused metreyekê em çûn neçûn, li qiraxa rê mêrek li ser nigan xuya bû. 
Simbêlê wî ji yê şofêrê min gurtir û qalindtir bû.
Min got, "Siltan, ev xerîte li vir çi dike?"
Di bin wî barê simbêlan de mizicî, got, "Ma tu nabêjî ew jinên reben ji bo çi bi ser hev de diponijîn. Ev xerîtenina ketine ber nanê wan, loma."
Min got, "Kuro, ji min û te mêrtir xuya dike, tu bi hişê xwe yî!"
Got, "Hahew! Şofêran ji jinan têr xwar, êdî fantezîyên xwe li ser xerîte merîteyan diceribînin."
Hindik mabû ez bawer bikim, kir hakehak, kenîya.
Got, "Ev jî zîrt e, zîrt!"
Ji awirên min têgîhaşt ku ez li ber neketim.
Got, "Zîrt zîrt! Yê navbera wan û şofêran çêdike."
Erê, di lîteratura Siltan de, zîrt qewad e.
De mala wî bi ser wî de hilneweşe, ji nuha şûn de ez ê jî vê gotinê têxim lîteratura xwe û bibêjim:
"Zîrt!"

Heta em ji Stenbolê gîhaştin Mêrdînê, jina şofêrê min tam sîh û pênc caran telefonî wî kir.
Yanî bi kin û gilover, wexta meriv li zemên belav bike,
her ji sîh û pênc deqeyan carekê telefon dikir û her cara digot, "Elo" gotina piştî "Elo"yê ev bû: "Ma ka tu gihaştî ku derê?"
Zor e, pir zor!
Xwedê dijminên min jî neke jina şofêran.
Mehê tenê du caran nîyhandin!
Bêlome be!

Gotina Dawî
Wa ye hêdî hêdî bêhna toz û rimilka Qezê ber bi firnikên min ve hildikişe.
Nîvseeteke din ez ê dagerim dergeha Seadetê, ka bê Seadetê çi surprîz ji min re çêkiriye?
Meyîr!
Hûr û rêvî, ser û pê!
An pelên mêwa û kortikên hişkirî!
Ez dizanim û dibînim li ser medyaya sosyal hin xatûn bêvila xwe ji hûr û rêvîyan re diqermiçînin û bi çavekî demode lê dinerin...
Biner biner!
Ji dêvla dahnê hûr û rêvîyan ez ê we têximê û bi haweyê nîvkelî bixwim, haa!
Ne ku ez bibim lehengê xewnên we!..


13 Haziran 2021 Pazar

rojev mojev

Pêr, turnûvaya futbolê ya Ewrûpayê (Şampîyonaya Ewrûpayê) dest pê kir; 
bi maça Îtalîya û Tirkîyeyê...
Jixwe çi futbol, çi beşên din ên sporê, bi qasî tirk kezeba xwe diperitînin û xwîna xwe vedixwin, min nedîtîye bi vê xezebê neteweke din weha kiriye.
Netewên ku di warê însanî, edebî, hunerî de têkçûyî bin, ji bo wê hêla xwe ya qels veşêrin, serê welatîyan bi lîstik mîstikên sporê û nûçe û bûyerên magazînî tev li hev dikin.
Li Tirkîyeyê jî rewş eynê wisa ye.
Meriv bala xwe dide rojeva wan, ji qeşmerî û hetîketîyê pê ve tişt tune ye.
Nûçeyên derew, quretîyên pûç û vala, manîpulasyonên qeşmerî, magazîneke teres û bername û rêzefîlmên astnizm...
Bi kin û kurmancî:
Ekonomî têk çûye, sîyaset bûye paspas, ro li rojnamegeran gerîyaye, hizûra civakê tune ye, huner û edebîyat ne xema kesî ye, ji sed kesî sê kes naxwînin, lê wek rewş pir xweş e û tu pirsgirêkek tune ye, bi haweyê diherin şer, bi sporê quretîyan dikin û bi rêzefîlmên xwe, xwe dikin mêrxasên mêrxasan, hesabê dewlet mewletan nakin.
Tew ku dema bi ser dikevin, ya star! Mejî di serê kesî de namîne, qûn li ser serî dibe desthilat; 
li sikak û kolan û qadan hewtehewta wan bi ser hewtehewta kûçikan dikeve.
Têbinî:
Ji hewtehewta kûçikan hez dikim; ji hewtehewta însên aciz im.
Lê Yezdan ji îtalyayîyan razî be, Îtalyayê qûşa wan qetand û hewtehewt li wan kir kûzekûz; dêla xwe xistin nav şeqên xwe û mîna cewrikên kûçikan ên nûçêbûyî bû kûzekûza wan, melisîn.
Û tew hetiketîya herî mezin, reklama fîrmaya Dardanelê bû.
Berî maç dest pê bike, fîrmaya "Dardanel"ê li ser medyaya sosyal reklameke seksîst belav kir:
"Îşev em ê têxin mikarnayê!"
Lê nizanim çima, wek ku tenê qul bi jinan ve heye, jinan xwe li erdê xist û kirasê xwe çirandin.
Bi qasî ez dizanim, hin mêr jî qûna xwe wek quzê jinan bi kar tînin.
Çima wan mêrên nêromê jî wek jinan xwe aciz nekir, nizanim.
Belkî nêromêyên tirkan jî naşibin nêromêyên xelkê.
Heger derbenda qûnê qetîyabe, tu çi bikî jî, derew e, fêde nake.
Qûn bûye qûnbere, mixabin!

Dîsa bi tirekê li ser rê me, berê min li welêt e. Şofêrê heval dikene û ji min re dibêje:
"Weleh tu ji min bêtir li ser rêyan î. Heq e em ji te re jî tirekê bikirin û tu jî bibî hevalê me û bi hev re em herin û werin; qet nebe ji vê çûyîn û hatinê te yê ji xwe re çend quriş pere jî qezenc bikira."
Ez dikenim, lê ne di bin simbêlan de...
Lê ew nizane û texmîn nake bê ez li pey çi xezne û gencîneyê me!
Heger bizanîbûya ez derdikevim rêwîtîya gotinên zêrîn û ew gotin bi pereyan nayên kirîn, belkî simbêlê ber bêvila xwe jêkira û dîyarî min bikira.
Lê ka aqil!
Axir...

Gotina Dawî
Heger mizgeft ne di qûna mizgeftê de bûya û her ji sê çar seetan carekê ew azana detonebûyî ya meleyan  neketa guhên me, me yê xwe bihizûrtir hîs bikira, lê qey qedera me ye;
hewtehewta "kûçik"an û azana detonebûyî ya meleyên tirk...
Ya Rebî tu xera bikî!
Ji dêvla min û we:
Amen!


azadî

azad im bi te
azad im
heger ne azad bî tu
xwe dixapînim
bi fantezîyeke qeşmerane

11 Haziran 2021 Cuma

senfonîya ehmeqîyê

Yaw tirk çi ehmeq in!
Bêguman kurdên bi zîhnîyeta wan tev digerin jî ehmeq in, heta ji wan ehmeqtir in.
Axir, mijara me ne kurd in.
Ez di otobusê de me; otobus ji Kadikoyê ber bi Ataşehîrê ve dihere.
Ez li qoltixa herî dawî rûniştime, yekî temenê wî nêzîkî heftê jî li qoltixa herî pêşîyê rûniştîye;
destê xwe ber bi şofêr ve dirêj bike, wî bi rehetî bikaribe ji dêvla şofêr bi dîreksîyonê bigire û otobusê biajo.
Ji xêndî min û xalo panzdeh bîst kesên din jî hene; hinek li ser nigan, hinek rûniştî ne.
Ji nişka ve dengê azana dîkekî hat. 
Li pey azana dîk hewtehewta kûçikekî bilind bû û azana dîk û hewtehewta kûçik û dengê straneke poprock li nav hev ketin.
Tew min dît telefon li ber guhê xalo ye û dipeyive...
Xwe bi xwe min got, "Ka aqil!" û di ber xwe de min çend xeberên orjînal ji wî û qewmê wî re da!

Li ser a xwe bin, lê ne serhişk û gumre bin!
Gumre, asta herî bilind a serhişkîyê ye.
Meriv dikare bi serhişkan re heta derekê îdare bike, lê gumrebûn malxerabî ye.
Çi jin çi mêr, heger hûn li gumreyan rast hatin, li paş xwe nenerin û birevin.

Ka em bikenin an em bigirîn!
Heger li dewletekê mafyozek ji sîyasetvan û rojnamevan û hunermendên wê dewletê şarezatir, entelektueltir be, hûn ê çi hêvîyê ji wê dewletê bikin?
Lê kurdên me yên bi zîhnîyeta tirkan tev digerin, ji tirkan bihêvîtir in ku bi rêya demokrasîyê vê dewletê bikin dewleta keran, biborin, dewleta gelan...
Xwedê kesî şaş neke, ku şaş kir, fahş neke û ku fahş jî kir, berê wî bi kaş ve neke!
Amen!
Lê çênabin!..

Li ser medyaya sosyal Apoîst û Barzanîîst ketine ber hev; nivîsên hev dixwînin, lê dengê wan nare hev;
Hinek li Tirkîyeyê ne, hinek li Ewrûpayê ne, hinek li Asyayê ne, hinek li jî Amerîkayê ne, lê agir bi axa Kurdistanê ketîye; kurdî li ser kurdan digirî!
Her kes ketîye pey text, lê text jî li xwedan bextekî digere.
Û bext ketîye bin nigên text...

Gotina Dawî
Her kî ji zimanê min re dewletekê ava bike, çel salî ez ê bi kurdî xulamtîyê jê re bikim!


10 Haziran 2021 Perşembe

bext ji text wê de ye

Me kurdan sê tiştên ku me dike em, ji xwe xistine:
Bext!
Ûjdan!
Duristî!
Yên min nas dikin, baş dizanin, têkilîyeke min a mirîdane bi îdeolojîyan re tune ye.
Ne Barzanîîst im, ne Apoîst im, ne jî Telabanîîst im.
Qibleya min kurdî, qiblegeha min Kurdistan e.
Û her kî ji bo kurdî û Kurdistanê tenê bi qasî misqalekê jî ji dil hewl bide, bixebite û du keviran deyne ser hev, hêja ye û ji bo min têra xwe bi qîmet e.
Lê divê meriv bextê xwe neavêje, ûjdanê xwe xera neke û berê bi xwe re durist be, dû re bi helwest û tevgerên xwe, durist bimeşe.
Kesê bext û ûjdan pê re tune be û ne durist be, têkeve nav kîjan tevger û dozê, wê tevger û dozê jî tûşî erdê dike.
Dîn ji hêlekê ve, îdeolojîyan ji hêlekê ve û dagirkerên me ji hêlekê ve tecawizî kesayeta me kir!
Em ji kesayetê xistin!
Heta li ser esasê bext û ûjdan û duristîyê em ji nû ve kesayetê neafirînin, em ê nikaribin ji vê bindestîya rezîl rizgar bibin.
Guhertina kesayetê jî ewçend ne hêsan e; bi zîhnîyetê ve girêdayî ye û ji bo guhertina zîhnîyetê jî ji alî kesên xwedan bext û ûjdan û xwedan vîzyon perwerdeyîyeke xurt divê.
Divê zîhnîyet biguhere,
dû re li wê zîhnîyetê em bext û ûjdan û duristîyê bar bikin.
Û herî dawî jî, li ser esasê bext û ûjdan û duristîyê, em kesayetê ava bikin.
Heger kesayet têk çûbe, doz û dahweya we yê bi ser nekeve û wê bibe toz.
Û jixwe dijmin jî ji tozê hez dikin ku hûn di nav wê tozê de çavê hev derxin!
Hûn derdixin jî!..
Siheta we xweş be!
Di serî de, wexta nuh ez dagerîyam nav mijarê, min qala bext û ûjdan û duristîyê kir.
Gazin li nezan û nexwendeyan nabe, lê zana û xwende divê hay ji zimanê xwe jî, hay ji qelema xwe jî bikin.
Erê, her hinek dilxwazê alîyekî ne.
Hin dilxwazên PKKê ne,
hin dilxwazên PDKê ne,
hin jî ku der ji wan re xweş be, dilxwazên wir in.
Lê...
Divê meriv terka bext û ûjdanê xwe neke, heger hîn jî bi wê tecawizê kesayet avis nebûbe.
Hevalekî nivîskar li ser twîterê twîteke weha nivîsandîye û belav kiriye:
"Niha kurdekî hewlêrî ji min re got: "Gelo çima kesekî ji malbata Barzanî ji dêvla pêşmergeyekî şehîd nakeve?"
Ez bilîyam!"
Bila kes di şûna kesî de şehîd nekeve û her kî yê jî şehîd bikeve, bila belasebeb xwîna wî bi erdê de nere.
Ji zû de ye li ser medyaya sosyal hewl didim bi kesî re nekevim nav nîqaşên sîyasî, ji ber ku vala ye û tenê meriv xwe aciz dike; 
piştî wan nîqaşan, jixwe ew kes ji fikra xwe venagere, bi ser de jî meriv aciz dibe û meriv bi acizîya xwe dimîne.
Axir, min xwe negirt û min jî ev bersiv dayê:
"Bi qasî hûn zimandirêjîya malbata Barzanî dikin, hûn zimandirêjîya malbata Ocalan jî dikin?
Ez bi xwe zimandirêjîya her duyan jî dikim û ji wan re dibêjim hûn qesasên Kurdistanê ne!"

Gotina Dawî
Ne populîzm û populerbûn, bext û ûjdan û duristî ye ya meriv bextewar dike.
Ne bi nav û deng, bi bext û ûjdan û duristîya xwe, serbilind bin!





9 Haziran 2021 Çarşamba

ka aqil

Li Eleşgîra Agirîyê şeş ehmeqan di şikeftekê de pênc ton zêr dîtine.
Nizanim, ji min derew, xêr û guneh di stuyê Seyda Selamî Dogan de be, min li ser rûpela wî ya facebookê dît.
Ez ji Seyda piştrast im.
Axir...
Dû re ev her şeş ehmeq ji bo wî zêrî li hev parê bikin, rûniştine, lê kirine nekirine li hev nekirine.
Û ketine ber hev, bi kêran şer kirine. 
Eman, yeman, hevdu didin ber kêran.
Ka bê kî bi wan dihise, digihînin eskerîyê.
Eskerî dihere dest dide ser zêrên wan û her şeş ehmeqan jî radikin nexweşxaneyê.
Him ji dêrê bûn, him ji mizgeftê.
Ka aqil!
Ji qewla me mêrdînîyan, hey we quzê wê xwaro!
Li vir, cînavka "wê" şûna "dê" û "jin"ê digire; kî kîjanê bixwaze, dikare li wê bifikire û vê sixêfê, vê xeberê bide.
Ha! Hin dikarin li quzê kerê jî bifikirin...
Lê gotineke orjînal e.
Erê, 
hey we quzê wê xwaro! 
Wî zêrî têra we û silsila we dikir; ha nîv kîlo kêm, ha nîv kîlo zêde...
De îja werin bi vê ehmeqîyê dewletan ava bikin!
Iraq li bin guhê hev ketîye, Îran bûye sêla ser êgir, Sûrîye têk çûye, Tirkîye ji binî de rizîyaye û li seranserê dinyayê ji bo kurdan sempatîyek çêbûye, lê kurd çi dikin?
Kurd di guhê gê de dijîn û difîkînin.
Bijî PKK!
Bijî PDK!
Bijî YNK!
Li ser her çar perçeyan her sê partî desthilat in û di rewşeke weha zêrîn de ji dêvla her çar perçe pişta xwe bidin hev û şerê serxwebûnê bikin, her partîyekê pişta xwe daye rejîmekê û gir û rikê bi hev re diajon.
Hey mejîsistino! 
Ji dêvla bi haweyekî azad hûn li ser textê Kurdistanê rûnin û quretîyan bikin, hûn diherin xwe û Kurdistanê dixin bin xizmeta dijmin û dagirkerên xwe û bi vê ehmeqîyê hûn xwe dinepixînin mîna elokan.
Ew dibêje ez!
Ew dibêje ez!
Ew dibêje ez!
Weleh hûn hemû pez in, pez!





xal û xwarzê tucaret û birazê

Hûn Îko nas nakin; 
na, hûn nas dikin.
Çend carekê li ser vê blogê min qala wî kiribû.
Ne pir dîn e, ne jî pir biaqil; ne xuya ye, ne wenda; di navbera hebûn û nebûnê de li xwe digere.
Carinan dibêje tam min xwe zevt kir, lê dîsa ji nav lepên xwe difilite, dihere.
Bi navê xwe yê fermî: 
Îkram Baban
Lê ew ji xwe re dibêje Îko, ez jî jê re dibêjim Îko.
Û hûn bi ya min dikin, hûn jî jê re bibêjin Îko.
Erê, Îko!
Du sê hefte berê ji bo ez bixwînim, binirxînim dosyayek ji min re şand.
Wî bi xwe û li ser xwe nivîsandibû;
ne çîrok bû, ne roman; çîrroman bû; 
yan jî bi gotineke edebîtir novel bû.
Wek hûn dizanin Seyda Hesenê Metê jî bi vê terzê dinivîsîne.
Ya dawî, ez ewil bibêjim, ji bo şaş neyê fêhmkirin; 
lê jixwe Îko dizane kî çawa fêhm bike jî, ne xema kîrê min e.
Dosya ne pir dirêj bû; nêzîkî şêst heftê rûpelî bû.
Min di du bêhnan de xwend û dû re min dosya xist bin bahlîfa ber serê xwe û bi qasî nîvseetekê li ser raketim.
Piştî nîv seetê wek kurdekî ji xew şîyar bûm.
Bi kin û kurmancî,
Dosyayeke xwerû kurdî, xweser, sade, ji dil û têra xwe samîmî bû.
Lê,
ji ber ku kurd ji dilsozî û samîmîyetê dûr in, ji tiştên xav hez dikin an jî xav xavê dikişîne.
Îko ev dosya ji weşanxaneya Darayê re şandîye.
Edîtor medîtorên Darayê dosya xwendiye û piştî du hefteyan ji Îko re ev peyam şandine:

"Merhaba
berê her tiştî ji ber derengmayînê biborin. hevalê ku me jê re dosyeyê şandibû nû li me vegerîya. biborin lê li gor rapora hevalê me em ê nikaribin çap bikin. li gor raporê di honandina romanê de qelsî heye û teswîr gelek kêm e. her wiha kelecan kêm e. divê hinek jî li ser bê şixulandin

demba"

Jixwe profesyoneltîya wan ji rastnenivîsa wan dîyar e.
Ka werin em ewil bi xêra gora mirîyên xwe peyama wan serast bikin, bila Îko jî li wan vegerîne. 
Dema bixwazin ji hin kesên wek Îko re peyam meyaman bişînin, bila ev peyam wek nimûne li ber destê wan be û çi cara hewce kir, bila vê peyama serastkirî copî-past bikin û ji wan re bişînin.
Qet nebe nahetikin.
"berê her tiştî ji bo derengmayînê biborin"
Ji dêvla bigota, "berî-berîya" gotîye, "berê"
Berê çi?
Zemanê berê?
Xuya ye tenê ne ji Îko, ji malbata Îko jî lêborîn xwestîye.
Ne "biborin" "bibore"
Û bi hevoksazîyeke şikestî hevok saz bûye.
Divê weha bûya:
"Berî her tiştî, ji ber ku em dereng li te vegerîyan, bibore."

Ka em peyama wan gişî serast bikin:

"Silav.
Berî her tiştî ji ber ku em dereng li te vegerîyan, bibore.
Hevalê ku me dosya jê re şandibû, nû li me vegerîya.
Bibore, lê li gorî rapora hevalê me, em ê nikaribin çap bikin.
Em ê nikaribin, ji ber ku honandina romanê qels e, teswîr jî pir kêm e. Û herweha têra xwe kelecan tê de tune ye. 
Bi hûrgulî xebatek jê re divê.
Dem baş-Bimîne di xweşîyê de."

Ka em analîza xwe berdewam bikin.
Heval li Qersê rûdine, loma jî heta bi rêya PTTê dosya gîhaştîye ber destê heval, heta heval ew dosyaya Tolstoyî xwendîye û dîsa bi rêya PTTê li weşanxaneyê vegerandîye, pir wext derbas bûye.
Wax wax wax!
"her wiha kelecan kêm e. divê li ser bê şixulandin"
Mîratê! 
Ma em ê li ber masturbasyonê bikin!
Îja kelecan kêm e!
Demba-ş.
Li ser ecelê "ş" ji bîr kirine.
Hûn pir bi profesyonelî dixebitin...
Axir,
Weşanxaneya ku hîn nikaribe bi rastnivîseke rast peyamekê binivîsîne, divê meriv ji wê weşanxaneyê tu hêvîyekê neke.
Weşanxaneya ku qîmet neda zimên, bizanibin ew weşanxane tenê tucaretxane ye û xwedî jî tucar e.
Ez sûnd dixwim ev weşanxaneya ku ji dosyaya Îko re gotîye na, ji ber kompleks û xwenezanîna xwe ji Îko re gotîye na; 
lewra ne di warê kurdî de, ne di warê mentiqa kurdî de, ne jî di warê hevoksazîya kurdî de ew ên li wir çîp avêtîye ser çîp nikarin avê li destê Îko bikin.
Entelîjansîyaya kurdan, ji kesên ji xwe çêtir û xwedan vîzyontir aciz in.

Gotina Dawî
Berê kesayet, dû re kurdîtî; heger kesayet pûç û vala be, kurdîtî bi haweyekî kurmîtî li ser bilind dibe.







7 Haziran 2021 Pazartesi

sidîqo çû seferê vegerîya kerê berê

Sidîko tolazekî dera hanê ye.
Li Qosera Mêrdînê dijî.
Çendî ji navê Qoserê aciz bim jî, Xwedê ji apocîyan ne razî be. 
Heta em nebêjin Qoser, kes nizane em qala kîjan bajarî dikin.
Dinêyser ne xerab e, lê nizanim.
Seyda Mistefa Aydogan jî Dinêyserê bi kar tîne.
Ê Yaqob Tilermenî jî dibêje "Tilermen"
De were safî bike.
Axir...
Mijara me ne navên Qoserê ne. Em dikarin rojeke din li ser vê mijarê nîqaşê bikin.
Ez vegerim ser meseleya xwe.
Erê, çi azib, çi bi mêr, Sidîqo kes bernedida.
Rojekê nêtê li yekê xera dike. 
Çima ew jin jî ne bi mêr e!
Sidîqo çi qasî li dora wê dihere û tê jî, jin guh nadê.
Sidîqo dev ji fihêl û finêzên xwe bernade û vê jinê her aciz dike.
Jin xwe bi xwe dibêje, "weleh ez filîmekî neynim serê vî tahjîyî, ev tahjî yê ji pey min venegere."
Ji mêrê xwe re dibêje.
Mêr jî du birayê xwe û pismamekî xwe bi xwe re dibe û li cîyekî xewle xwe didin benda Sidîqo.
Sidîqo tê...
Û Sidîqo zevt dikin.
Dixirpişin ser wî, wî tirek dikin. Hema ku dera wî dikeve ber wan, lê dixin û lê diherin.
Tu avayî tê de namîne; dev û poz di nav xwînê de dimînin, ji ber pihênan parsûyên wî ji hev de dikevin.
Lê dinere, xwe ji nav lepên wan xelas neke, ew ê wî bikujin.
Û dibêje xirp û ji nav lepên wan difilite, direve.
Sidîqo li pêş û mêr û bira û pismamê jinê jî li pey wî, ji nêzîka Qubikê ber bi sûkê ve dibezin.
Sidîqo lê dinere xelasî tune ye, xwe li derîyê dawetgehekê diqewimîne. 
Di salonê de ximexima ribabê ye, berbû li ber bi cizbê ketine.
Ku berbû çav li Sidîqo û kincên wî yên pirtik pirtikî bûne û xwîna ser çavê wî dikevin, deng ji ribabê dibile û berbû li dora Sidîqo kom dibin.
Hîn fêhm nekirine Sidîqo ji ber çi direve, mêrê jinê û her du bira û pismamê xwe bi helkehelk dikevin hundir.
Mêr dibêje, "Hey min kîrê wî di ca we kiro! Lêxinê, daîş e..."
Û berbû her yek ji hêlekê ve dikişin ser Sidîqo.
Di rewşeke giran de Sidîqo digihînin nexweşxaneyê.
Dibêjin ew roj ev roj e Sidîqo serê kîrê xwe dax kiriye û doxîna wî hew li heram vedibe...
Xêr û guneh di stuyê wî de!

Piştî "The Sedat Peker" gelek nivîskar û kitêbên jibîrbûyî, ji nû ve ketin pêyasê.
Ciwamêr qala kê û çi dike, ew kes û tişt populer dibin.
Min jî îro li ser twîterê navê wî etîket kir û Leylana xwe par ve kir.
Min got, "Reîz, hey kurd naxwînin, ji kerema xwe re bixwîne û pêşnîyar bike, qet nebe belkî bi xêra te tirk bixwînin."

Wekî din min ê çi bigota?
Nehat bîra min...
De ka hûn vê metnê bixwînin, heger hat bîra min, ez ê pê ve bidirûm; na heger nehat bîra min jî, îşev berî ez rakevim, ez ê li ser konsantre bibim, sibê ez ê ji bo we binivîsînim.

Gotina Dawî
Birakujî, çi gotineke ne xweş, pûç  û dejenerebûyî ye.  
Heger du kesan rik û gir ji hevdu girt û şer kir, ew ne bira ne.
Û heger hezkirin û rastî û dilsozî tune be, bi zorê kes nikare kesî bike birayê kesî.
Ê ji buxçika zikekê çêbûne, hew hevdu tehmûl dikin, îja biratî û miratî û quzilqurt û nizanim çi!
"Kanîya Alîya bi tahtik e, simbêl dûvê beranan." jinebîyek li şwînekê rûniştibû, digirîya û diavêt ser mêrê xwe.

6 Haziran 2021 Pazar

serîyên tevlihev

Got,
"Kuro, van bêbavan misilmantî jî li ber çavê me reş kir. Weleh meriv êdî fedî dike ji xwe re bibêje ez misilman im. Van daîş û daşik maşikan li ser navê misilmantîyê serê xelkê firand, xwîna xelkê vexwar. Teyo û hevalbendên xwe jî bi vê dizîyê xelk şêland, êdî hew nan bi destê xelkê dikeve. Law ma weleh misilmantîya em dizanin û ji me re hat gotin, ne ev bû wey! Ka ew edaleta Hz Emer? Ka ew aştîxwazî, sebir û bêhnfirehîya Hz Elî?"
Got,
"Bi wî serê bavê te yê delalî, misilmantîya Emer û Elî çi bû, misilmantîya Teyo û Daîşê jî ew e."
Got,
"Weyla Teyo jî, ew daşik maşik jî hemû bi qurbana axa ser gora Hz Emer û Hz. Elî bin, kuro! Çawa zimanê te digere tu ji Hz Emer û Hz. Elî re wer dibêjî? Dînê me dînê aştî û xweşbînî û edaletê ye. Di zemanê pêxemberê me de, di şer de nanê xwe bi dijminên xwe re par ve kirine. Edaleta Hz. Emer bi nav û deng e. Û Hz. Elî jî heta mecbûr nemaye, neçûye kes nekuştîye. Negotine ev reş e, ev spî ye; ev ereb e, ev ne ereb e, hemû kes himbêz kirine."
Got,
"Xwedê ji te razî, li gorî gotina te Elî ne şêrê Xwedê, mîha Xwedê ye."
Got,
"Erê, mîh bû, lê wexta mecbûr dima, dibû şêr..."
Got,
"Erê, jixwe ew şûrê xwe yê bi nav û deng jî tenê ji bo berzika xwe kur bike bi kar dianî. Û edaleta Emer jî here ji kurdan bipirse, bê di zemanê wî de çi qas kurd hatin kuştin û bi zora şûr bûn misilman!"
Got,
"Pepûk! Wer nebêje, devê te yê xwar bibe!"
Got,
"Bi wî serê bavê te yê ev cara duduyan e ku ez pê sûnd dixwim, Elî sibehe şûrê xwe diavêt ser milê xwe û derdiket nêçîra kafiran; wexta dibû êvar û vedigerîya malê, hingî serî difirandin, ji hal de diket; di ser şîvê de serê wî bi ser stuyê wî de xwar dibû û di xew re diçû, berî mirîşk rakevin bi çel û pênc deqeyan. Elî jîtema pêxember bi xwe bû."
Rabû ser xwe, çû şujda xwe raxist û dest bi nimêjê kir, lê wê êvarê ne bi destmêj bû, ne jî berê wê li qubleyê bû...

Anuha rabin bajar bi bajar bigerin û dest bi lêpirsînekê bikin.
Ji jinên tirk bipirsin.
Çi xwende çi nezan, çi hunermend çi edebîyatvan, çi lîstikvan çi rojnamevan ji wan bipirsin, 
"Heger Sedat Peker ji te re bibêje, ka, tu yê bibêjî na?" 
Bi şeref ew ê ji sedî heyştê nebêjin "Na!"

Şerê kurd û kurdan!
Na.
Şerê kurd û kurman!
Ev jî na.
Şerê kurm û kurman!..
Li Bakur slogan û îdeolojî,
li Başûr dîn û îman û berjewendî...
Hoo kurdino!
We rêya qibleya xwe şaş kiriye, ma haya we ji we heye, loo!
Berî her tiştî em kurd in, kurd!

Gotina Dawî
Got,
"Ho Xalo! Kengî em ê bibin xwe?"
Got,
"Roja me dev ji parsê berda, berxê Xalo, roja me dev ji parsê berda..."


rojeva tiroviro

Muxalefeta ku ev bîst sal in mîna kelmêşê li dora textê Teyo dike pingeping û bi qasî misqalekê nikare tesîrê li textê wî bike, dike li hemberî kamerayek û trîpotekê têk here;
lê divê meriv bextê xwe neavêje û heqê Reîz jî teslîmî Reîz bike.
Reîz jî têra xwe jîr e, têra xwe zîrek e.
Û bêguman ji her derê agahî û belge jê re diherin.
Ciwamêr jî mahta xwe lê xweş kiriye û berê qûna wan xweş dide tavê.

Reîz Selahedîn jî îro ji hefsê çend kitêb pêşnîyar kiribûn; 
lê çi qasî min çavê xwe gerand jî, min Leylana xwe di nav wan de nedît.
Ne şaş bim, çar pênc kitêbên bi tirkî bûn, yek jî bi kurdî bû; lê ya kurdî jî çi qasî bi kurdî ye û Selo di hefsê de kurdîya xwe çi qasî bi pêş ve birîye, nizanim.
Dû re...
Em gazinan dikin û dibêjin çima tirk neheqîyê li zimanê me dikin.
Roja ku em fêhm bikin kurdî zimanê me ye, jixwe wê çaxê bi qasî serê derzîyê qîmetê wan gotin motinan namîne.
Ji qewla Sehdê Elo, ha keran tir kiriye, ha Înce mînce fis kiriye, ew ê di guhekî re têkevê û di guhê din re derkeve.

Vê sibehê li ser eceleyê bêyî ku ez avekê li xwe bikim, bi heramî anku bi cenabet ez rabûm, min xwe li derve qewimand û derketim;
jixwe ez diçûm dîzîya yeka din, hewce nedikir.
Ji qewla kurdên berê, "bi kevirekî sê qûç!"
Lê min nekir sisê...
Baş bû ku min yek bi yekê nehisand; 
yek bi roj, di ronayîyê de; yek jî bi şev, di tarîyê de, 
loma jî ya bi şev şûna derbên mohr û cûnbûyî nedît...
Lê heger kurdîya wan hebûya û ev nivîsa ku anuha ez dinivîsînim bixwendana, îhtîmal e wan ê ez bikirama sê perçe û careke din hew di sikak û kolan û taxên wan re diçûm û dihatim.




4 Haziran 2021 Cuma

kurd û kurdî

Erê erê, hûn kurd lawê kurdan in!
Û tu ziman bi qasî kurdî ne dewlemend e, heger kurdan bizanîbûya bi kurdî kurd dibin kurd.
Bi qasî kurdî ji ber kurdan kişand, ji ber tu kesî nekişand.
Û hîn jî dikişîne!..
Îro, ji sibehê de ji ber ehmeqîya Muharrem Înceyê bi mejîyê xwe jî înce, kurdên ku rojê tenê pênc deqeyan kurdîbûna wan tê bîra wan, dîsa bi hev re ketine pêşbirkê û ha ha parêzvanîya kurdî dikin.
Ji xêndî hin ciwanik û ciwamêrên bi kesayeta xwe pak, bi ruhê xwe kurd...
Tew hinek ji wan jî bi tirkî xwe aciz dikin û ji Muharrem Înce re dibêjin kurdî ji tirkî dewlementir e!
Herî pir jî kenê min bi van Don Kîşotên bê "don" digerin tê.
De îja ez di şûna Muharrem Înce de bûma, ez ê li van mejîsistan vegerîyama û min ê ji wan re bigota, "Hey mejîsistên ji min mejîsistir! Madem kurdî ji tirkî dewlemendtir e, çima hûn ji min bêtir xwe dikin qurbana tirkî û bîst û sê seet û nîvan bi tirkî dijîn?"
Ew nîv seet jî bila ji bo wan kesan be ku dema li deverekê bê hemdî hûn li wan rast tên û li ser nigan silavekê didin hev...
Îja ne Muharrem li van mejîsistan vedigere û ji wan re dibêje, "De herin qûna xwe li avê xin," ne jî ev mejîsist ji xwe dipirsin bê ev çi nakokî ye em di nav de digevizin.
Muharrem Înce çi gotîye?
Muharem Înce gotîye, 
"Zimanê kurdî li gorî qeydeyên pedagojîyê ji bo perwerdeyîyê nabe."
Heqê wî heye van zirr gotinên ji serê xwe mezintir bike?
Na.
Lê heger Muharrem Înce bigota, 
"Zimanê kurdî zimanekî xurt û dewlemend e, lê mixabin ji ber ku kurd ehmeq in, xwenezan in, xwelîser û bi kompleks in û xwe kêm, xwe biçûk dibînin, em kurdî bikin zimanê perwerdeyîyê jî, kes ê neyê bi kurdî perwerde nebe, loma jî hewceyî vê xisar û hewldanê nake" heqê wî hebû.
Û heger weha bigota, weleh di vê şewbê de bê maske min xwe li derve biqewimanda û bi peyakî min ê bida kezeba rê, heta mala wî bê rawestan ez ê biçûma, min ê enîya wî maçî bikira û dîsa di nig de vegerîyama malê.
Lê heyran, ev kîrquzdê tiştina dikin, bi tu haweyî nabe meriv li pişta wan rabe.
Kî bîra îja zimanê kurdî li gorî qeydeyên pedagojîyê ji bo perwerdeyîyê nabe!
Hela hela!
Yanî ew zimanê te yê ku ji nîyhandina pêncî netewî çêbûye, qeydeyên pedagojîyê bi cî tîne, lê zimanê kurdî yê ku berî Xwedê çê bibe jî heye, qeydeyên pedagojîyê bi cî nayne, ne wisa?
Ka îja ez ji vî pedofîlî re çi bibêjim, ji qewla Cîgdemê?
Cîgdema delal, ji kerema xwe re guhê xwe bigire, ez ê du gotinan bikim.
Muharrem Înce!
Hey te quzê wê xwaro, ji qewla me mêrdînîyan!
Êdî vîagra jî hew kîrê te radike, lê heger em di ber de jêkin û kirasekî li te kin jî, kes ê bi sî û starê te nekeve.
Tu dişibî xîyarekî çelmisî yê xursîyan...

Gotina Dawî
Xursî, xwedîyê xîyarê çelmisî, ne dixwin, ne didin kesî, didin kerê, kêr pê difetisî.




3 Haziran 2021 Perşembe

jin û wezîfedarê bankê

Jinek dihere bankê.
Deh dolar jê re lazim e.
Ber bi wezîfedar ve dimeşe.
Wezîfedar dibêje:
-Kerem bike, çi hewce ye?
Jin dibêje:
-Deh dolar ji min re lazim e; dixwazim ji hesabê xwe deh dolaran bikişînim.
Wezîfedar dibêje:
-Ji kerema xwe re ji bo deh dolaran me aciz neke, nabe em li vir bidin; here li derve ji bankematîkê bikişîne.
Jin xwe tev nade. Bi qasî çend sanîyeyan li ser nigan diponije, dû re difitile ser wezîfedar, dibêje:
-Di hesabê min de pênsed hezar dolar heye, wê çaxê ez dixwazim pereyê di hesabê xwe de gişî bikişînim.
Bi bihîstina pênsed hezar dolarî re çav di serê wezîfedar de mîna du tasan fireh dibin. Li ber xwe li komputerê dinere. Bira jî di hesabê wê de pênsed hezar dolar heye. Difitile ser wê dibêje:
-Em nikarin anuha vî pereyî gişî bidin te. Divê tu ewil randevûyê bistînî, li gorî wê em hesabê xwe bikin, dû re tu werî em wî pereyî bidin te.
Jin dibêje:
-Himm! Baş e, wê çaxê ez dikarim sê hezar dolar bikişînim?
Wezîfedar dibêje:
-Erê, tu dikarî.
Jin piçekî difikire, dû re dibêje:
-Na na, ne sê hezar dolar; ez dixwazim du hezar û nehsed û nod û pênc dolaran bikişînim.
Wezîfedar bi haweyê temam serê xwe dihejîne û ji hesabê wê du hezar û nehsed û nod û pênc dolaran ji kaseyê derdixe û dide wê.
Jin ji nav wî pereyî deh dolaran derdixe û yê din jî dîsa li wezîfedar vedigerîne, dibêje:
-Ji kerema xwe re vî pereyî dîsa têxe hesabê min...

Gotina Dawî
Berê me ji mirîdan re digot:
 "Haho kurdî kurdî kurdî!"
Digotin:
"Kengî Kurdistan ava bû, dû re kurdî. Nuha ne zemanê ziman e. Nuha şer divê, berxwedan divê, serhildan divê..."

Eleqe
Nuha hûn dibêjin çi eleqe!
Pir eleqe ye!..
Divê meriv her tiştî di wextê wî de bike; were û biçilvire, zor û zehmet e meriv ber bi hev ve bîne û bide ser hev.



2 Haziran 2021 Çarşamba

edebîyat-sînema

Hêleke dilê min ji bo sînemayê, hêleke dilê min ji bo edebîyatê diavêje.
Û kurd ji her duyan jî dûr in.
Ne ji xwendinê hez dikin,
ne jî ji temaşekirina fîlman...
Û tew heger ji berhemên te bêhna îdeolojîyan nefûre, tu tirole yî di çavê wan de.
Lê xwezî bi qasî tiroleyan jî ji jîyanê hez bikirana!
Wek min berê jî çend caran nivîsandibû, nuha amadekarîya e-kitêbekê dikim; ya rast divê pênc meh berê êdî li ber destê xwendevanan bûya, lê carinan hin hevalên ku meriv bi serê wan sûnd dixwe, bi xwe de dirîn û xwe dilewitînin.
Serê meriv jî bifire, divê meriv soza xwe nexwe, bîne cî;
ku soz bû toz, hûn jî pişta xwe bidin wî hevalî, bimeşin, herin û wî hevalî di nav toza xwe de bihêlin.
Lê nuha dosya li ber destê Agirî ye û ez baş dizanim Agirî bi xezeba agir ew ê di demeke nêzîk de wê kitêbê bigihîne ber destê xwendevanan.
Ya bi xêr!
Wekî din jî, heger derfet çê bibe û ez bikaribim xwe bigihînim Mêrdînê, dilê min heye kurtefîlmekî bikişînim.
Senaryo amade ye;
jixwe ez ê bi xwe bilîzim û derhêner ê jî ez bim.
Heger biserife, edebîyat jî, sînema jî orgazm bi xwe ye;
tew bi kurdî anku bi zimanê meriv be, kêf li ser kêfê ye...
Şaş fêhm nekin ha, ne ew kêf li ser kêfa min di Doxînsistîzmê de qal kiriye...
Çîroka wê ji min nexwazin, jixwe di Doxînsistîzmê de heye; her kê meraq kir, dikare ji wir bibîne, bixwîne.
Ya din!
Min ê çi bigota?
Xwedê dide hinekan û Xwedê dine hinekan!
Yên Xwedê dide wan nizanin bixwin, 
yên ji xwarinê fêhm dikin jî, birçî ne...
Û karên kulturî jî bi fantezîyên kesên birçî çênabin.
Heger rojekê xeyal û fantezî û pere werin cem hev, wê çaxê em ê ji nû ve çîrokekê binivîsînin; çîroka zimanekî fantestîk.
Lê mixabin, vê gavê, ev zimanê fantestîk li ser zimanê xwenezanan tenê fantezîyeke xwelîserîk e.

Gotina Dawî
Erê, belkî edebîyat û sînema zikê meriv têr nakin, lê bi ziktêran jî dewlet nabin dewlet; heger ziktêr serê xwe jî têr nekin...

1 Haziran 2021 Salı

karîkaturistan

Ne tenê dewlet, yên li ser axa vê dewletê dijîn jî, karîkatur in.
Bi rêberî û rêvebirîya xwe,
bi desthilat û mixalefeta xwe,
bi rojnamevan û nivîskarên xwe,
bi rewşenbîr û akademîsyenên xwe,
bi hunermend û xwendeyên xwe,
ji serî heta binî hemû karîkatur in.
Rebenê Denîz Baykal bi kasetekê celî kirin.
Rebeno!
Ji rojan...
Ji mehan...
Carekê lê rabû, xwest li ser navika karxezalekê çend gwîzan bişikîne,
bêbavekî rabû berê tavê da qûnê, rebeno hetikand.
Piştî wê hetikandinê, êdî heta talîya emrê wî jî hew lê radibe.
Axir,
rebeno bi wê kasetê av û av çû, 
ji qoltixa xwe jî bû, 
ji namûs û heysîyeta xwe jî bû,
ji tahma heyatê jî...
Û Kemalê tûncelîyî yê guhbastêq û pozecûr, ne eyb û ne fedî çû li ser qoltixa wî rûnişt.
Ez zêde dirêj nekim û serî li xwe û we nekim kundir!
Yaw ev serê mehekê ye, bi derhênertî û lîstikvanîya Reîz em li "The Sedat Peker" dinerin 
û bi saya vî fîlmî jî yê heta roja îroj haya wî ji şilbûna bin vê dewletê tune bû jî, pê hisand; 
ne dizî hişt, 
ne qaçaxçîtî hişt, 
ne kokaîn û eroîn hişt, 
ne jî talan û kuştin û qesasî...
Lê, erê lê piştî vê zir tofanê hîn jî mixalefet mîna xiltê bin axê xwe li kerrî, kwîrî û ehmeqîyê datîne.
Yaw ma qey ên li ser desthilatîyê ne ranabin bi xweber nabêjin de va ye ez çûm û bi xatirê we...

Ma nizanim kaset masetên serokê sererd û binerd jî bi Reîz re tune ne?
Hey carê wek kelmêş di ber guhê meriv re here, dike pingînî û di ber guhê me re diavêje!
De ya bi xêr, 
lê ez ê bi kêfeke hew dibe li ber wê beşê rûnim, lê binerim û li ber jî bîraya xwe vexwim, dendikên xwe çerez bikim...

Gotina Dawî
Ne kurd, ne tirk yek ji yekî xerabtir û ehmeqtir e.
Û heger guherînek çê bibe, ne bi xîretkêşîya kurd û tirkan, ew ê bi destê Amerîkayê çê bibe.