Derûnîya min dibêje:
Divê li ser têkilîya kurdî û sosyolojiyê ciwanikek, an jî ciwamêrekî akademîk dest bi tezeke akademîk bike.
Wek nimûne: "FISGENÎ"
Ev peyv, hemû kesên çeqel, bextreş, kone, fesad, durû, bêşexsîyet, pûşt û hwd, bi haweyekî mûhteşem pênase dike.
Aqilê min dibêje:
Navê wî nayê bîra min, lê akademîsyenekî weha digot:
"Heger rojekê ji fezayê-ji gerstêrkeke din hin jandar vê gerstêrka ku em li ser dijîn kifş bikin û werin, Aynştayn an jî Isaac Newton meraq nakin, ew ê di warê hunerî-edebî de kifşên hunerî-edebî meraq bikin."
Loma jî,
ruhekî afirîner ê hunerî-edebî ji ruhekî mekanîk-robotî hêjatir e.
Lê ka aqil!
Kurd û edebîyat!
Kurd û huner!
Hestên min dibêjin:
Careke ji caran ez bûm mêvanê xanimekê. Piştî şîvê, me ji xwe re şûşeya xwe ya şerabê vekir û me dest bi sohbetê kir.
Di wê sohbetê de min pesnê jinekê da.
Wê xanimê bi awirên jinane li min nerî, got, "Baweriya xwe bi jinan neyne, jin jin in; her tim bi guman binere û tevbigere..."
Balkêş e, piştî wê rojê wê gumanê hişt ku ez li hember vê xanimê bi guman tevbigerim.
Bi zimanê xwe ketê û bi destê xwe mala xwe şewitand!
Mentiqa min dibêje:
Di hemû sektorên bazirganîyê de, dema meriv bala xwe dide kurdan, îstisna ne tê de, kurd tenê taşeron in.
Vê zîhnîyeta taşeronî kesayeta kurdan dagir kirîye, loma jî kurd tu carî nabin xwedîyê mal, tenê di hilgirtin-barkêşî û birin û anîna wî malî de xwedîyê komîsyona xwe ne.
Mixabin, êdî di şer û politîka û sîyasetê de jî rewş ev e.
Heta kurd terka zîhnîyeta xwe ya taşeronî nekin, di bin wî malî de tenê ew ê wek mal herin û werin...
Tecrûbeyên min dibêjin:
Vê sosyalîzm û komunîzmê nîyha maka me kurdan!
Bîrbir û zanayên xelkê ji wan re dewlet ava kirin, bîrbir û zanayên me kurdan jî bi masturbasyonên îdeolojîk malik li me kurdan xera kirin.
Û gotina dawîn, ez dibêjim:
Nîyhandin stres û acizî û agresîfbûna meriv dikuje!..
Roj şaş, gelî gelên ne ji me!