15 Ocak 2024 Pazartesi

helbesteke nehelbest

li qiraxa gola reqo 
beqekî li xwe dixist li ser bêzimanîya senfonîya neteweyeke lal
ji wî beqî wê de bi çend gavan 
bi allah û allah gunehkarekî xwe ji gunehên xwe dişuşt bi axa sor a ku herimî vediguherand helal
masî bi niqilîskan diketin 
heram dibûn ew masî bi allah û allaha wî gunehkarî li qiraxa wê gola ku av tê de genî bûbû mîna berateyeke bêhngiran
wê esirîyê li ser nimêjê xwîn diçû ji bin pîrên porspî ji nû ve balix dibûn bi kişandina her hebeke tizbîya nodûneh û selewatan
û li çoleke bêserûber allah û xwedê û tanri bi holîkan dilîstin bi hev re li bin sîya gunê zarokekî tî û birçî û bêxwedan
ehlaq celî bûbû ûjdan derketibû parsê li ber derîyê dêreke şewitî û perîşan
li ser derîyê wê dêrê bext nivîsandibûn bi tîpên tirkî û erebî û farisî bi xwîna kafiran
bi zimanekî mirî mirîyên goristana bajêr dinalîyan
û xîretê xwe reş girê dabû li ser wî bajarî ji hakehaka zindîyan

14 Ocak 2024 Pazar

demokrasî û şoreşa derewîn

Mejî di serê kurdan de tune ye.
Li welatekî wek Tirkîyeyê ku ew ê tu carî bi sî û starê demokrasî û xweşbînî û humanîstîyê nekeve, kurd radibin ha ha xwe ji bo hilbijartinên tenê rant û berjewendîyên şexsî jê difûre, li erdê dixin û enerjîya xwe bi erdê de berdidin.
Îja hinek dikin, hinek jî dixwin, mixabin.
Ji hêlekê ve, 
li enîya şer, zarokên reben û xizan û belengazan hevdu dikujin û li ser termên hev selfîyan digirin, 
ji hêlekê ve jî, 
sîyasetvanên tucar, li ser xwîna zarokên wan reben û xizan û belengazan ji xwe re bi lîstikên demokrasîyê dilîzin.
Û hîn jî hin xwelîserên xwe jîr û zana dihesibînin, radibin quretîyan dikin li ser vê şoreşa derewîn.

Gotina Dawî
Li ser vê axê, qesasên bêjî bizirên demokrasîyê direşînin û bi xwînê av didin!..

Gotina Herî Dawî
Û kurdên ku navê sîya wan tirs û xof bû, êdî ew bi xwe ji wê sîyê ditirsin!

12 Ocak 2024 Cuma

kurdên xesandî

Berê, eşîr hebûn!
Û eşîr, tevna civakê bûn...
Li ser wê tevnê, mestereyên cur bi cur hebûn;
esalet/esîlbûn, ehlaq, edeb, ciwamêrî, comerdî, bext, ûjdan û her weha mêranî û mêrxasî.
Û bi van xusûsîyetên xwe em kelem bûn di çavên neyarên xwe de.
 Çendî wek alemê em ne xwedan dewlet bûna jî, hesabê me hebû; dagirkerên me hesabê me dikir!
Dev ji êrişkirinê berdin, zû bi zû nediwêrîyan li sîya me binerîyana; qudûmê wan dişikest ji tîna nefesa me, 
lê...
Dagirkeran bi rêya xwelîser û bêkarekterên me, êrişî tevna me kirin; tevna me bi ser serê me de hilweşandin;
ne esalet û esîlbûn bi me re hiştin, ne ehlaq û edeb bi me re hiştin, ne ciwamêrî û comerdî bi me re hiştin, ne jî mêranî û mêrxasî bi me re hiştin, mixabin!
Em ji karekter xistin.
Û wer xuya ye em ê KURDunde herin!
Li navenda Dîyarbakirê, erê Dîyarbakir, lewra êdî ew bajar navê Amedê heq nake. 
Kîrquzdêyek radibe di nav wî zirkerîyê "mêr"an de diqîre û dibêje:
"Bi kurdî nepeyivin ûlannn! Ev der Tirkîye ye! Ev der komara Tirkîyeyê ye. Ez ê wê mîkrofonê di qûna we kim!"
Û mixabin, bira jî ew mîkrofon dihere dikeve qûna wan nêromêyan!

Gotina Dawî
Mixabin, tirk bi ser ketin, lewra êdî kurd jî mîna wan qeşmer in.
Û di kultura kurdan a berê de, di civatên wan de, karê qeşmeran tenê qeşmerî bû!..

Gotina Herî Dawî
Zarokên Lenîn û Mao û Stalîn, kurdîtî di patozên sosyalîzmê de hêra!
Û kurdên xesandî man para me, mixabin!..

10 Ocak 2024 Çarşamba

ziman û ziman

Evdilayê ne ji ometa Abdullah ji min re çend numûneyên testên DNAyê şandin.
Xwedîyên testan, yek ji Bursayê bû, yek ji Edîrneyê bû, yek ji Osmanîyeyê bû, yek ji Trabzonê bû, yek jî ji Mêrdînê bû...
De îja di analîza van testan de tenê yek jî tirk derneketîye.
Bi piranî balkanî, yewnanî, îtalî, ewrûpî û dawîya mayî jî kurd û ereb û ermen derketine.
Lê îro ro,
ev dewleta ku nav bûye Tirkîye, ji bilî tirkan welatê her kesî ye
û dîsa lê...
teva ku hema hema li ser vê axê tirk tune ye jî, dewlet bi navê tirk û tirkî tê xwendin;
lewra ev neteweyên ku di analîza testan de kifş in, zimanê tirkî li ser wan hatîye ferzkirin û bi herikîna dem û zemên re, bi vî zimanê çêkirî neteweyeke çêkirî çêbûye.
We got,
berê netewe û dewlet, dû re ziman?
Ziman, neteweyan çêdikin; netewe jî, ji bo stara xwe dewletan ava dikin.

Gotina Dawî
Loma jî...
Ziman... ziman... ziman!..

8 Ocak 2024 Pazartesi

bi çavên aqilê xwe bixwînin


Selahattîn Demîrtaş dibêje:
"Ne ez dibêjim, bi milyonan însan Ocalan wek serokê xwe pejirandîye û jê re dibêjin tu serokê me yê neteweyî yî."
Û berdewam dike:
"Her weha Ocalan, ji pirê nijadperestan bêtir ji bo aştîyê hewl dide."
Hii ihi!
De werin vî kerî di vî bihurî re derbas bikin!
A ev jî Selahattînê we ye, yê ku hûn bi serê wî sûnd dixwin!..
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
Selahattîn Demîrtaş dixwaze ji rewşenbîrên nîvco re bibêje, 
"Hûn pesnê min bidin û hûn min bikin pêxember jî, Xweda Ocalan e û hew!"

Divê piçekî şerm hebe!
Ji şermê wêdetir, divê pozê meriv bişewite, heger piçek xîret û heysîyet mabe!..
Ya din jî...
ji bo meriv pişta xwe bide quretîyên Selahattîn Demîrtaş, divê di şûna mejî de ka di serê meriv de hebe.
Lê heyfa kayê!
Qe nebe ka bi kêrî gelek tiştan tê...
Meriv dixe nav herîyê, ji bo xanîyan dibe kerpîç.
Meriv dikare ser xanîyên kerpîçan ên ser wan ax, ji bo zivistanan dilopan neke, biseyinîne û xwe pê bisitirîne.
Her weha meriv dikare tev li ceh û gêris bike û ji sewal û dewarên xwe re bike êm.

We got, parastina Selahattîn Demîrtaş a dadgehê wek manîfestoyekê ye?
Erê, manîfesto ye, heger meriv bi çavên aqilê xwe nexwîne.
Lê dema meriv bi çavên aqilê xwe dixwîne, manîfestoya Selahattîn li ber çavên meriv dibe manîfisto!

Du gotin ji bo pêxemberê Xwedê jî:
Selahattîn efendî, te gotîye, "Ne ez dibêjim, bi milyonan însan Ocalan wek serokê xwe pejirandîye û jê re dibêjin tu serokê me yê neteweyî yî."
Tu li ber çi ye, heger tu yê wê şolîbûna serê civakê zelal nekî?
Civak pez û tu berê civakê bidî kî derê, civak ê here wir. 
Çima tu pez ji ser gur venagerînî?
Tu şivan î yan tu jî ji wan pezan pezek î?

Gotina Dawî
Ji kerema xwe re bi ber bayê populîzmê nekevin û bidin pey qîrîna mentiqê.
Ew ê mentiq we ji mirîdîtîya serok merokên bi herîyê hatine çêkirin, rizgar bike, berê we bide mirîdîtîya bext û ûjdên!..
Hûn ê bibin xwe, 
hûn ê bibin kurd!..

7 Ocak 2024 Pazar

cizb û cizb

Bêguman, mafê te ye tu bi tirkî binivîsînî; te xwestîye, ji dilê te hatîye û te hez kirîye, binivîsîne, lê...
piştî te bi dilê xwe ev tercîh kir û te qelema xwe xist xizmeta zimanê tirkî, ji pêxîla kurdan jî bikeve û kurdîtîyê ji bo quretî, konfor û populîzma xwe jî neke malzeme/alav.
Tu û tirkî li hev pîroz bin!

Carinan hesabê malê û sûkê li hev dernakevin, mixabin.
Pervîn Çakara ku bi konsera xwe ya Kadikoyê kemalîst û apoîst bi cizbê xistibûn û 24 seetan rojev serobinî hev kiribû, piştî bêdengîyeke bêyî dilê xwe, bi kirmanckî/dimilî mewlûd xwend û şêx û sofî û mele bi cizbê xistin.
Xêr û guneh ne di stuyê me de, lê rast derew, dibêjin di rojên pêş de Pervîn xanim ê li mizgefta Sultan Ahmedê konserekê bide û bi dahata/pereyên wê konserê jî ew ê zarokên xizan ên nesunetkirî sunet bike.
De Xwedê Teala kêmanîya wê nede û destê şêx Hadî li pişta wê be, 
Rebbbîî!
Ê heyran!
Xêr xêr e û reklam jî reklam e û ciwanikê jî reklama xwe baş dike, çi bi kurmancî, çi bi kirmanckî, çi bi tirkî...

Ev hûn ji min re nabêjin, Hasîp Kaplan xurifîye yan ew jî mîna Mustafa Sarigul bi qastî xwe li kawikî datîne û dengê xwe digihîne girseyan?
Heger na, ne weha ye, ji kerema xwe re bila hin dost heval an nasên wî xwe bigihîninê û wî ji vê xewa nuhbalixîyê şîyar bike.
Ne komîk e, xwe dihetikîne!..

Xwedê neke, heger bûyerek biqewime û odeyên twîtterê bên girtin, ditirsim derûnî merûnîya hin hevalan li bin guhên hev bikeve û tiştekî bi xwe bikin; 
lewra ew ode êdî bûne qadên raperîn û şoreşê, bûne cîyê afirandina ramanên kûr û dûr. 
Heger feylesof û îdeologên demên berê, îroj sax bûna, ev feylesof û îdeologên odeyên twîtterê ew nedixistin şûna zilaman û jixwe kesî yê jî guh neda fikir û nerîn û îdeolojîyên wan.
Îja...
Rehma Xwedê li wan be ku ji xwe re di bin wê axê de sitirînin.
Euzûbîllah! Ev reben bi şaşî têketana odeyeke twîtterê û dîsa euzûbîllah, Selîm Çurukkaya û Aydin Ronî Dere û Kadîr Amaç di wê odeyê de bûna?
Bi telaq pê girtibûn!
Û hûn sax!..

Gotina Dawî
Şêr şêr e, lê kî şivan, kî pez e!..

6 Ocak 2024 Cumartesi

rewş û rewşen û rewşenbîr

Rewşenbîrî çi ye?
Meriv dikare ji kê re bibêje rewşenbîr?
Rola rewşenbîran?
Û sekn û helwesteke çawa hewce ye?
Li ser rewşenbîrîyê, li ser rewşa rewşenbîran car caran bi haweyekî qerfî/mîzahî, car caran bi haweyekî nermî û maqûlî, car caran jî mîna serserîyekî bêehlaq bi haweyekî beradayî dinivîsînim, rexne dikim.
Çi qasî bi we xweş e, çi qasî bi we ne xweş e, niizanim, lê ne xema min e, 
lewra ez a dil û mejîyê xwe dibêjim. 
Û heger ez dil û mejîyê xwe qefes bikim, ez ê bibim tiroleyekî dera hanê.
Loma jî...
Dibe kêfa we hinekan ji terz û şêwaza min re neyê, lê bawer bikin, ne xema min e û ez ê tu carî jî ji ya xwe danekevim,
ji ber ku...
ez bêehlaqekî biehlaq im!
Axir...
Ez zêde serî li xwe û we nekim defa Heynderê Aşiq, rewşenbîr divê hay ji rewşa xwe jî, hay ji rewşa civakê jî hebe; 
yan na, ferqa wan ji kerê nêr ê mala Hinî namîne!..
Fermo, ka bixwînin bê rewşenbîrê reş Şahînê Bekirê Soreklî li ser rewşenbîrîyê û li ser rewşa rewşenbîran çi gotîye?

REWSHENBÎR
 
Pirsa “intelektuelîzmê” yeke kevnar e û bi hebûna mirovan ve girêdayî ye.  Axaftin û nivîsandina derbarê wê de bi hezaran sal hebûye.  Mirovê “intelektuel” xwediyê pêkaniyeke taybet e ku jê re “intelekt” (INTELLECT) dihêt gotin.  Pêkaniya zûtêgihîshtinê, analîzkirina ligor prensîpên mentiqî û bizava dîtina çareyên bashtirkirina rewshê hinek ji wan shanan in ku rewshenbîran ji yên din cuda dikin.  Bi pêshveçûna dîroka mirovan re pirsa “intelektuelîzmê” ji wateya xwe ya berê kûrtir û firehtir bû.  Va bûn bi hezaran sal zanyarên di nav civatên gihîshtinî sharistaniyeke bilind de xwe bi vê pirsê ve mijûl dikine: Gelo mirov dikare kê wek “intelektuel” bi nav bike.  Ligor Encyclopaedia Britannica hîn di dema Sokrat û Plato de, dora 400 salan pêsh ya zayînî, va pirsa ji bo zanyar û fîlosofên Yewnanistana kevnar yeke grîng bûye.
 
Di nav qalibê herêmî û teng de pirsa “intelektuelîzmê” ta radeyeke bilind bi baweriya gelemper ya civatê û kesan ve girêdayî ye.  Ji bo civateke olperest rêber û feqîyên olan kesên “intelektuel” in.  Va baweriya di dema fir’ewnên Misrê de jî hebûye.   Napoleon ji aliyê xwe ve “intelektuelan” wek afirmendên îdyolojiyê bi nav dike.  Marksîzm “intelektuelîzmê” bi îdyolojiyê ve girê dide.  Lê Karl Mannheim (1893 – 1947) xwebêjeke din dide “intelektuelîzmê.”  Li gor wî, “kesê intelektuel dikare ramanên xwe ji îdyolojiyê û çînayetiya civatî biparêze.  Her weha li gor wî, kesên intelektuel endamên komeke taybet ne di nav civatekê de, ku xwe naxin bin bandora metodolojiyê û îdyolojiyê, kesên weha ne ku bi rêya zanyariyê xwe dikin layiqe cîhekî bilind û dikarin bandoreke erênî li civatê bikin.” (Çavkanî:  Encyclopaedia Britannica, 1974, cild 9: r. 195).
 
Gotinê naxwaze ku wateya rewshenbîriyê (intelektuelîzmê) di rojên me de ta radeyeke bilind bi pêshveçûna civatê ve girêdayî ye.  Di nav civateke ji perwerdeyê bêpar mayî de heye ku kesê pênûs di ber re, kesê dikare nameyekê binivîsîne, wek kesekî rewshenbîr bihêt binavkirin.  Bo nimûne, ta ber kurtedemekê mirovekî ku dikaribû bixwêne û binivîsîne ji aliyê gundiyên Kurd ve wek “Mamoste” dihat binavkirin.  Di nav civatine din de kesê ku bikaribe derbarê siyaseta herêmî û navneteweyî de çend gotinan bike mirovekî rewshenbîr e.  Lê di nav civatên di warê perwerdeyî de pêsh ve çûnî de, em bibêjin di nav civateke wek ya swêdî yan australî de, heye ku kesekî xwendina zanîngehê kuta kiribe jî li gor pîvanên wê civatê ne kesekî rewshenbîr be.
 
Wek em dibînin va pirsa yeke kûr û fireh e û ger mirov wê têxe nav gengesheyeke akadêmî û felsefî ew ê ji hev bikishe û bidomîne, wekî ku bûn bi hezaran sal wisa ye.  Ger ji min bihêt pirsîn ka mirov dikare di nav civata kurdî ya îroj de kê wek rewshenbîr bi nav bike, heye ku ez bersîva li jêr bidim:
 
Mirovê rewshenbîr ew kesa ye ku dikare pirsên civakî û siyasî yên di nav milletê xwe û herêma xwe de fêhm bike, bi shêweyeke mentiqî shîrove bike û derbarê cîhana me û mirovan de xwediyê zanistiyeke berfireh be.  Lê rewshenbîrekî weha dikare wek zanyarekî jî bihêt binavkirin.  Bi gotineke din, ew wek golekê ye ku ne tenê ava xwe ji rûbaran digire û di nav xwe de kom dike lê di wê bi xwe de jî çaviyên avê hene .  Rewshenbîrê mezintir, li milê din, ew kesa ye ku dikare tishtekî erênî, tishtekî pozîtîv, bide civatê, wek gola ku ava xwe bi rêya çem û rûbaran digihîne zeviyan û bi encamê van zeviyan shîn dibin û dibin çavkaniyên xêr û bêrê.
 
*            *            *
 
Di nav Kurdan de xwemijûlkirina bi mijara “intelektuelîzmê” ve ne yeke kevn e.  Bi dîtina min, çawa ku bindestbûna Kurdistanê bandora xwe li hemî aliyên jiyana Kurdan kiriye, herweha li vê pirsê jî kiriye.  Pirsa rewshenbîriyê jî ta radeyeke bilind li nik Kurmancan xwe bi siyasetê û têkoshana neteweyî ve girêdaye.  Bi kêmasî ta pêsh kurtedemekê ew kesên bi siyasetê ve mijûl wek rewshenbîr dihatin hesibandin.  Li vir pirsekê ji xwendevanê/-a hêja bikim:  Gelo kî ji van her du mirovên navdar yên neteweya fransî rewshenbîr e, Charles de Gaulle, lê Jean-Paul Sartre?  Hêvîdar im xwendevanê/-a birêz jî yê dawîn bijartibe.  Ya grîng ew e ku ji bo her yekî ji wan cîh û shaxekî taybet di dîroka fransî de heye.
 
Bi dîtina min, mirov dikare Ehmedê Xanî wek rewshenbîrekî dema xwe bi nav bike, ji ber ku wî berhemine afirandine ku hîn îroj jî wek berhemên bi nerx dihên dîtin, li gelku di dem û dewrana wî bi xwe de heye ku van berheman roleke rêk û pêk neleyiztibin.  Celadet Bedirxan mirovekî “intelektuel” e bi xwebêja tevahî ya peyvê.  Di nav civata me ya îroyîn de bi hezaran rewshenbîr hene, lê her yekî ji wan pîvaneke xwe heye û radeya “intelektuelîzmê” dikare li nik hinekan ji wan ji ya li cem hinekên din bilindtir, yan nizmtir, be.  Giraniya ramyarî ya her yekî ji wan ligor xebat û berhem û pîvanên siberojî dê bihêt diyarkirin.  Mirovê di shaxekî zanistiyê de pispor li gor berhemên xwe, nerxê zanistî yê wan berheman û bandora wan ya erênî li civatê, yan li cîhanê, cîhê xwe di pîvana “intelektuelîzmê” de digire.  Lê bila ji bîr neçe ku pijîshkekî pirtûkeke navdar derbarê pirsên pijîshkî de nivîsandibe heye ku ne rewshenbîr be û bêtir kesekî di warê “I’lmî” de zana be.  
 
Civata kurdî bi shêweyeke gishtî, ligel zêdebûna hejmara rewshenbîrên wê di nav 30-40 salên derbas bûnî de jî, hîn di hinek waran de civateke pashvemayî ye û yek ji sedeman xwe bi wê yekê ve girê dide ku jimara rewshenbîrên bi berhemên pêshkevtî û hatinî xwendin bi sînor bûye û li milê din, beshekî mezin ji civatê nexwende bûye, yan ji xwendina berhemên chak yên bo pêshkevtina civatê grîng dûr maye. Ji bo gellek Kudan “pêshkevtin” xwe bi “nishtimanperweriyê” ve girê dide, ku mixabin ji aliyê pêshkevtina civatî û ramyarî ve ne weha ye. Bi dîtina hinek Kurdan, sedema pêshnekevtina di her warî de xwe dispêre bindestbûna welatê wan, ku dîsa ne dîtineke durist e, chimkî Afganistan û Somal, bo nimûne, welatên “serbixwe” ne. Nexweshiyên Kurmancan yên civatî, nexweshiya zihnîyetan, rola jin û mêr di nav civatê de, kêsheyên malbatî û yên ciwanan, pirsa hawîrdorê û kêsheyên rojane yên mirovê kesan ta radeyeke bilind li derveyê gengesheshekirineke bi “intelekt” mabûn, û ta radeyekê li hinek deveran hîn jî dimînin. Berhemên rêk û pêk yên derbarê wan de gellekî kêm in.  Asotengiya ramyarî û bêbandormayîna Kurmancî wek zimanekî aktîv di warê pêshvexistina civatî de yek ji sedeman e ku xwemijûlkirina rotînî ya bi hinek mijaran ve bibe wek heman benîshtê her dihêt cûtin. Bi gotineke din, civata Kurmancan ta radeyeke bilind bi bandorên derveyî ve girêdayî dimîne. Ji nav civatê bi xwe rûbarên ku bikaribin civatê ji hindir ve bidin guherandin û pêshvexistin di rastiya rewshê de gellekî bi sînor in. Di rewsheke weha de endamên civatê pêshkevtina xwe yan ji hukûmetê, yan ji rêxistinekê hêvî dikin. Ger ji wê hukûmetê/rêxistinê encamên guherandina rewshê ber bi aliyên erênî ve nehên der, civat ji pêshkevtina rasteqîne her dûr dimîne.
 
Di nav Kurdan de, wekî gellek civatên li herêmên rojhilatî, xwendina berheman bi awayekî berfireh hebûye, lê berhemên bikaribin civatê bi shêweyeke berfireh bidin guherandin jî ji wan dûr mane. Berhemên bi naverokeke dînamîkî ya bikaribe civatê ber bi rewshenê û zanînê bade gellekî bi sînor bûne. Heye ku hinek kes gotineke weha wek yeke ne di cîh de bibînin û careke din wê li gor pîvana “bindestbûna me” û “têkoshîna li dij neyarê hov” rexne bikin.  Da ku mebest shash nehêt têgihîshtin bala xwe bidin navên kesên wek Sokrat, De Vinci, Moliere, Böll, Shaw, Cibran, Picasso, Sartre û bi sedan yên wek wan.  Berhemên van kesan ne tenê navên neteweyên wan di dîroka cîhanê de bilind kirine, lê her weha bûne beshekî ji berhemên cîhanî û herdemî.  
 
*           *           *
 
Rewsha siyasî ya gelê Kurd û bindestbûna welatê wan divabû nebûya sedema pashkevtina rewshenbîriyê. Li milê din, ne durist e ji rewshenbîrekî bihêt hêvîkirin ku her û her li dora mêlodiyeke yektone rabe dîlanê û xwe bihejîne, yan di heman gola herêmî de avjiniyê bike.  Heye ku rewshenbîrek di kûraniya deryaya jiyanê de bi aramî avjiniyê bike, bêyî ku li ser ava wê çelpeçelpa milên xwe û qîrîna xwe bide bihîstin, û ne tishtekî seyr e ku shêweya avjiniya wî wî pêsh hinekên din bigihîne armancan.  
 
Neteweya kurdî pêdiviyeke bêhempa bi “intelektuelan” heye, rewshenbîrên ku bi gotinên xwe, xebata xwe û bi afirandina berhemên bedew yên nerxbilind bikaribin bandoreke erênî li civatê bikin da ku endamên wê gavên bezatir ber bi sharistaniyê û jiyaneke xweshtir biavêjin û da ku van gavan wan hîn zûtir ji bin barê bindestiyê û ji nav tarîbûna sheva dirêj bigihînin qonaxeke di jiyanê de layiqî pesindanê, yan bi kêmasî layiqe jiyînê.  Têkoshana neteweyî hêjayî pesindan û nerxdaneke bêyî hempa ye, ger bi xwe re civatê ber pêsh bibe û welêt wêran neke, lê ew bi serê xwe civatekê nagihîne armancên herî bilind.  Rewsha bi dehan ji neteweyên li Asya, Afrîka û Amerîkaya Latînî vê yekê bash raber dike.  Ma kê ji gelê Kambodyayê û yê welatekî wek Angolayê bêhtir têkoshana ji bo azadiyê daye?  De çima gelên wan welatan nikaribûn li dû “azadiyê” jiyaneke aram û bextiyar bi dest xin?  
 
Mixabin shûna erdnigarî ya welatê Kurdan ji bo aramiyê, asayishê û pêshkevtinê ne pirr guncav in. Ya rast rûdanên li wê herêmê diqewimin gellek caran li pêsh pêshkevtinê dibin asteng. Li milê din, li pêsh rewshenbîrên kurd gellek asteng û dijwarî hebûne û hene, wek nebûna demokrasiya resen, dûrbûna civat û rêxistinên kurdî ji erfên demokratî, kêmbûna xwendevanan, cudabûna alfabayan, nebûna zimanekî standard, kêmbûna rojname û kovarên rojane û heftane yên objektîv, bisînorbûna gengesheyên di nav rewshenbîran bi xwe de û gellekên din.  Bi encama vê rewshê hejmareke ji “intelektuelên” Kurd xwe “îzole” kirine û bêdeng dimînin, yan xwe bi xwe sansor dikin û berhemên xwe bi sînor dikin.   

Şahînê Bekirê Soreklî

Gotina Dawî
Ku meriv xwe derxe bazarê, meriv ê ji her kesî erzantir bê firotin/bê kirîn!..

Gotina Herî Dawî
Bi hêvîya zêdebûna Şahînan!..

5 Ocak 2024 Cuma

rewşa rewşenbîran

Rewşenbîr an konforbîr!
Rewşenbîrên welatê min jî mîna welatê min perçe perçe ne, mixabin.
Li bakurê welatê min kesên ji xwe re dibêjin ez rewşenbîr im, newêrin ji Apo re bibêjin, " pozika sola te xwar e." 
Yê herî xwe muxalîf dihesibîne jî, bi mentiqê re xayîntîyê dike, bi ehlaq re xayîntîyê dike, bi bext û ûjdên re xayîntîyê dike. 
Hîn jî newêrin qala têkilîyên kûr û qirêj bikin; newêrin vê zîhnîyeta nekurd a ku bi vê sîyaseta van sîyasetvanên bêvîzyon û rantperest bûye belaya serê civakê rexne bikin.
Le başûrê welatê min?
Ma qey xwende û rewşenbîrên başûr gelekî çê û paqij in?
Çendî ne bi qasî yên bakur bin jî, ew jî hewl didin tenê rewşa wir normalîze bikin; şaşî û kêmasî û çewtîyan bincil dikin, tenê ji kar û xebatên ku bêhna reklaman jê difûre re li çepikan dixin, dilîrînin, halanan hildidin...
Haa!
Ez vê jî bibêjim. Ma qey hîç ên qenc û çê tune ne?
Belê, hene, lê...
Qenc û çê, jixwe qenc û çê ne û hewce nake kes pesnê wan bide û ew jî ne li bende ne her weha.
Û jixwe qencî û çêyî di dûrişm û sloganan de hilnayên!..

Gotina Dawî
Heyf!..
 

4 Ocak 2024 Perşembe

govenda bêaqilan

Problema xwende û rewşenbîrên kurd çi ye, hûn dizanin?
Teorî an nerîneke wan a afirîner tune ye; tenê li gorî pêyasê tev digerin; li ser rojevê cur bi cur nûçe dixwînin û dû re radibin bi zimanekî megalomanî hewl didin tehlîl û analîzan bikin.
Û...
Serê salê, binê salê, Xwedê kurekî bide kevanîya malê,
lê kevanîya malê ne li malê,
bi gavanê gund re dike fikefîk li binê wê darê.
Û sêv jî,
di darê de kurmî bûne wek her salê.
De biçêre û bidoşe wê kevanîyê heta niquta şîrê binê wê memikê.

Gotina Dawî
Got:
-Ka aqil?
Got:
-Ma hîn mejî nesitewîyaye!..

3 Ocak 2024 Çarşamba

selahattîn û manîfisto

Ev îroj du roj in Selahattîn Demîrtaş rebê rojevê leqand!
Ji qewla Îrfanê dêrikî, "Agir bi herîyê xist!"
Selahattîn Demîrtaş, li ser mijarên cur bi cur, lê kêm zêde hemû jî bi hev ve têkîldar ango bi hev ve girêdayî gelek gotin kirin.
Wek ku di hundirê dilê Îkram de bim, nuha di bin simbêlan de dimizice û dibêje, "Ma gotin tê gotin an tê kirin?"
Ku mijar ez bim, him dibêjim, him dikim, Îko!(😉)
Axir...
Ez ê ta bi derzîyê ve nekim û bi kitekit hemû gotin û kelamên Selahattîn Demîrtaş wernegerînim û serî li xwe û we negupînim. 
Kêm zêde hûn jî bi qasî min xwelîya vê twîtterê li serê xwe dikin û hayê we ji ser û binê erdê heye.
Ez dizanim nuha bi gotina "ser û bin" hinek ji we di bin simbêlan de dikenin û Ocalanê mezin bi bîr tînin, lê qesta min ne ew be jî, jixwe hêdî hêdî ew ê ber bi wî ve jî here û mijarê wî ber bi xwe ve bikişîne.
Erê, wek min got, ez ê li vir qala hemû gotin û kelamên wî nekim, lê ji nav van gotinan ez dixwazim pasajekê hilbijêrim û em bi hev re hewl bidin şîfreyên vê pasajê deşîfre bikin:
 "Ji min xwestin ez têkevim dewsa Ocalan. Xwestin ji min Ocalanekî biçûk çêkin. Em em in, Ocalan Ocalan e. Hêz û vîzyoneke Ocalan heye ku dikare tesîrê li sîyaseta rojhilata navîn bike. Em jî wek nûnerên sîyasî yê vî miletî li parlamentoyê aktorên çareserîyê ne."
Fermo, ka em dest pê bikin û yek bi yek şîfreyên van hevokan deşîfre bikin:

"Ji min xwestin ez têkevim dewsa Ocalan."
1- Ocalan serokê sererd û binerd e. 
2- Qumaşê min çi ye ez têkevim dewsa wî. Ne ew qalib bi min re heye, ne jî çavê min li qoltixa şêxê min e. 
3- Ma we dîtîye mirîd ketine dewsa şêxan? Na. Mirîd mirîd in, şêx jî şêx. 
4- Divê her kes hedê xwe bizane.

"Xwestin ji min Ocalanekî biçûk çêkin."
1- Ocalan li ku ez li ku ango Ocalan kî ez kî!
2- Ocalan mezin e, ez biçûk im, zarokekî dera hanê me.
3- Strana "mezin Apo bilind Apo, Apê me" belasebeb li ser wî nehatîye çêkirin. Mêro têra xwe mezin e jî bilind e jî. 
4- Heger ew qumaş û potansîyel bi min re hebûya ilhez Seyda Perînçek ê jî li ser min stranek çêkira û bigota, "mezin Silho bilind Silho, Silhoyê me." 
5- Ew mezin e, em hemû biçûk û em hemû diherin destê wî.

"Em em in, Ocalan Ocalan e."
1- Ew yek e, em giş in, lê dîsa jî bi îradeya xwe em naçin qula diranekî wî, loma jî ew îradeya me hemûyan temsîl dike.
2- Em hemû bibin yek jî, em nikarin bibin Ocalan.
3- Xweda yek e, Ocalan yek e û em jî ji kerîyek pez bêtir in.

"Hêz û vîzyoneke Ocalan heye ku dikare tesîrê li sîyaseta rojhilata navîn bike. Em jî wek nûnerên sîyasî yê vî miletî li parlamentoyê aktorên çareserîyê ne."
1- Bila kes me ji hevdu neşo. Em an ew tune ye; em yek in û her yek ji me xwedîyê wezîfeyekê ye.
2- Di vê doza me de ku tozê ji erdê radike, ew aktorekî sîyasî ye, ez jî aktorekî hiqûqî me.
3- Çendî ji min re bibêjin Ocalanê biçûk jî, Ocalan yek e û tu dê/dayik hew dikare mêrxasekî weha bîne dinyayê.
4- Xwedan hêz û qudreteke mezin e. Meriv kîjan kevirî radike Ocalan ji bin derdikeve. Kûr e mîna xiltekî; têkilîyên wî digihêjin Enqereyê jî, digihêjin Şamê jî, digihêjin Tehranê jî.
5-Bijî serok Apo!

Gotina Dawî
We got Selahattîn Demîrtaş bi sekn û helwest û vîzyona xwe dikare ji kurdan re bibe serek û rêber?
Selahattîn Demîrtaş dikare bibe sîyasetvanekî serketî, Selahattîn Demirtaş dikare bibe nivîskar û entelektuelek jî, Selahattîn Demirtaş dikere bibe çepgir û sosyalîstekî yeman jî. Û her weha dikare bibe ewladekî baş, mêrekî hêja, bavekî çê jî, lê Selahattîn Demîrtaş ê tu carî nebe kurdekî neteweperest û kurdperwer û kurdistanxwaz!..

2 Ocak 2024 Salı

megalomanî

Careke din kifş û eşkere bû, meriv mejîyên xwende, zana û rewşenbîrên kurd kom bike, naçe qûna mirîşkekê.
Zû bi ser avê dikevin.
Heyf!
Ê jixwe ji ber vê xeşimtî û kawiktîya wan, her kes bû xwedan dewlet, tenê kurd nebûn xwedîyê xwe û tiştekî.
Biçûk mezin serî bi her kesî ve heye. 
Û kêm zêde mejî jî di her serîyî de heye, lê mixabin wer xuya ye aqil ji her mejîyî nazê.
Loma jî...
Kurd, bi taybetî jî xwende, zana û rewşenbîrên kurd, tenê xwedîyê xwe û mejîyekî xwerû ne.
Û ew mejîyê wan ê xwerû jî zû wan bi ser avê dixe.
Îroj li ser medyaya sosyal dê weledê xwe avêtibû.
Rojev Selahattîn Demîrtaş bû...
Ji nişka ve Selahattîn Demîrtaş li ser serê me kirin Selahedînê Eyûbî!
Şabaş!
Lîrelîr!
Halan!
Ya star!
Belkî jî wehy jê re daket. 
Nizanim.
Ji nişka ve bû şoreşgerekî kurdperwer û kurdistanî, hêç ket!
Selahattîn Demîrtaş bi kin û kurdîya kurmancî di parastina xwe de agir bi herîyê xistîye û dilê dijmin reş, dilê "dost"an jî xweş kirîye.
Lê "dost"an jî bi gotinên xwe yên dostane têra xwe ew onûre kir.
Bi vê parastinê, Selahattîn Demîrtaş mîna gundorê ser xanîyan "muxalîf"ên li dijî xwe jî gêr kirin ango di ser wan re jî derbas bû.
Û...
Careke din hat fêhmkirin ku 
civaka kurd tenê li du sloganan dinere.
Û jixwe megaloman jî hosteyê sloganan in.

Gotina Dawî
Mejî virikî bûye, mixabin!

1 Ocak 2024 Pazartesi

genetîka genî

Rast e.
Di kultura me kurdan de, carinan dema hewce dike, meriv dihere şwîna/tazîya dijminê xwe jî 
ango meriv sersaxîya dijminê xwe jî dike, lê dijmin her dijmin e.
Ev jî, ji nuansên bext, nuansek e.
Lê bext û rext tevlihev nekin, ji kerema xwe re.
Doh bavê Selahattîn Demîrtaş serê xwe danî, rehmet kir.
Ruhê wî şad be!
Û serê malîyan sax be!
Lê...
Ya bi min ecêb tê, ev e:
Bi mirina bavê Selahattîn Demîrtaş, Selahattîn Demîrtaş Selahattîn Demîrtaşê berê ye û wek doh îroj jî apocî ye ango wê zîhnîyetê diparêze.
Lê hin ciwanik û ciwamêrên xwedê giravî muxalîf û serxwebûnxwaz bi xwe re dikevin nava nakokîyan û Selahattîn Demîrtaş û malbata Selahattîn Demîrtaş mîna welatperwer û parêzvanên Kurdistanê radixin pêş çavên me.
Erê, sersaxîya xwe ragihînin/bibêjin/bidin, lê xwe jî, me jî nexin şûna ehmeqan!
Selahattîn Demîrtaş yek ji serkêşên wê zîhnîyetê ye û birayê wî Nûrettîn Demîrtaş jî şervan û mirîdê Apo ye!..

Asîmilasyon an asîmilebûn, 
tenê ne jibîrkirina zimên e, her weha tesîrê li fikirîn û zîhnîyeta meriv jî dike û piştî demekê ew kesên asîmile dibin, êdî bi ziman û fikirîn û zîhnîyeta sîstemê tev digerin. 
Mixabin, 
pirê zana, entelektuel û rewşenbîrên kurd êdî pir/hindik asîmile bûne û civaka kurd jî li gorî zîhnîyeta van kesan tê dîzaynkirin.
Êêê!
Ma dikeve serê we bi vê zîhnîyeta dîzaynkirî kurd li xwe vegerin, bibin xwe û doza azadî û serxwebûnê bikin?
Çii? 
Dengê we nehat min!..
Serî bi ku de here, qûn ê jî li pey be, loma jî rehma Xwedê li ruh be!
Ji bo ew ruh ji nû ve vejine jî, hewce ye berî em ji qudûm de bikevin, ev dînozorên asîmilebûyî bimirin, lê bi şertê ku gorên wan jî ne li ser axa Kurdistanê bin;
lewra heger ew goşt û hestîyên wan di bin wê axê de birizin, ax ê jî asîmile bibe û bilewite.

Gotina Dawî
Genetîk, genî bûye û ji genetîka genî jî, tenê bêhna genî difûre!..