7 Ekim 2020 Çarşamba

govenda herfan

Xwe bi xwe min got ez ê îroj nenivîsînim.
Ma kêf ne kêfa min e?
Belê.
Wê çaxê ez ê îroj nenivîsînim. 
Jixwe hûn bipirsin jî, ez ê nebêjim, min weha xwest û ez ê weha bikim.
Heger hûn piçekî tahdeyê li mejîyê xwe bikin û zorê bidin xeyal û fantezîyên xwe bê ev nîvşeytan çima dibêje ez nanivîsînim, bawer im hûn ê têbigihêjin...
Carina divê meriv her tiştî eşkere nebêje-nenivîsîne. 
Erê, ne bi wê xezeba wan helbestvanên ku ji bo xwendevan bixwînin lê tiştekî ji helbestên wan fêhm nekin dinivîsînin, lê dîsa jî carina divê meriv tiştina bi haweyekî nixumandî bibêje-binivîsîne, ji bo xwendevan bi xwe kifş bikin û piştî kifş kirin jî, xwe bi jîrbûn û zîrekbûna xwe qure bikin.
Piştî vê zirvegotinê, jixwe nuha yên jîr meseleya nixumandin û kifşkirinê fêhm kirin.
Erê, ez ê tiştekî nenivîsînim, jixwe bi haweyekî din îroj min têra emrekî nivîsand. 
Û heger ez serpêhatîyên îroj bikim mijara nivîsekê, ew ê zirromaneke qerase jê derkeve ku vê carê jî ez ditirsim bawermend terka her sê çar kitêbên pîroz bikin û bi mebesta vê kitêbê min li ser serê xwe bikin pêxember û mîna qewmê Lût ev civak jî ji rê derkeve.
Na na, hewce nake û ez nikarim toqa nahleta bêehlaqîyê têxim stuyê vê civakê.
Baş xerab, ehlaqekî vê civakê heye ku bi sedan bêehleqî di xwe de dihewîne.
Yê zane zane, yê nizanne dibêje qey baqê nîskê ye!
Min got ez ê îroj tiştekî nenivîsînim û hew!
Nuha hin serpîvazên mejîyê wan mîna nokekê xwe bi xwe dibêjin, "Te got ez ê nenivîsînim, lê ev çi ye?"
Ev dengê binhişîya min e, hesab bikin xwe bi xwe bi xwe re dipeyivim.
Her gotin ne peyv e û her peyv jî di hundirê hevokekê de li wateya xwe digere.
Axir, ev herfên li ber çavên we mîna leylanê direqisin, ne fîguranên nivîsekê ne, li xwe digerin.