1 Mart 2021 Pazartesi

yaşar kemal

Min got, "Qelema Yaşar Kemal, ji çek û sîlehên dagirkeran bi tesîrtir bû!" û nîqaşekê dest pê kir.
Bêguman qelema Yaşar Kemal bi qasî çek û sîlehên efendîyên wî bi tesîr bû.
Çima?
Lewra çek û sîlehên dijmin meriv dikuje, lê koka meriv naqelîne.
Piştî demekê zarokên wan kuştîyan mezin dibin, dewsa wan digirin û dikevin pey heyfa mezinên xwe yên bi çek û sîlehên dijmin ve hatine kuştin!
Lê qelema Yaşar Kemal?
Qelema Yaşar Kemal şerê zimên kir; şerê zimanê kurdî kir.
Bi tesîra qelema wî zimanek anku kurdî birîndar bû; çû ber sekeratê.
Û mirina zimanekî, netewekê jî bi xwe re dikuje, mixabin!

Ka fermo, bê piştî vê mijarê kê çi gotîye...

Avesta Muaz
Mejîyê kurdan tevlihev e û ji fantazîyan pir hez dikin; ji ber vê her sal li ser vê mijarê nîqaş çêdibin!! 
Ez pirsekê bikim: Gelo Yaşar Kemal pirtûkek weke "Lixwemikurhatinên Min"  nîvîsandîye? Gotîye, "Ez kurd bûm, zilma dewletê li ser min hebû, min ji bo miletê xwe tiştek nekir? An jî min nikaribû tiştek wûsa binivîsîya berî mirinê?

Bernas Heshyar
Yaşar Kemal jî wekî gelek namerdên din civaka kurd û zimanê kurdî di orta pişta wan da şikand.
Ne Yaşar Kemal û ne jî bênamûsekî din ê wekî wî ti carî li ber zimanê kurdî neketin, tenê zengîniya zmanê kurdî ya bi hezaran sal kirin bazara talankirinê.
Van namerdan sembolîk be jî, zimanê kurdî di dilê miletê kurd da şîrîn nekirin. Heger Yaşar Kemal demekê biçûya qurseke zimanê kurdî û ji xelkê kurd jî ev tişt bixwasta, ew ê miletê kurd bi zmanê xwe ser bilindtir bibûya. 
Qet nebe, heger bi rik di bernameyên televîziyonan da bi kurdî bipeyivîya, ew ê teserîke mezin li ser kurdan bikira.
Lê berhewa ye, nakin û nekirin; ji ber ku zimanê kurdî ne xema wan segbavan e.
Loma luksa nivîskar, sîyasetmedar û hunermendên miletên bindest tune ye ku bi filan û bêvan sefseteyan statuya xwe ya kuçiktîyê bi me şîrîn bikin.
Gava Dogu Perînçek henekên xwe bi kurdîya Yaşar Kemal dikir, Yaşar Kemal bi sextekarî digot, "Ez ê kurdîya xwe bi hêztir bikim, tu yê bibînî!"

Remzî Kerîm
Ji bo min 3 alîyên pirsên muhîm in: 
1- Nivîskar wek nivîskarê kîjan edebiyatê tê nasîn, li ser edebiyata kîjan ziman û miletî tê hesibandin? 
2- Nasnameya xwe ya etnîk (û kulturî) red dike? Newêre eşkere bike? Yan eşkere û bêminet li nasnameya xwe ya etnîk xwedî derdikeve û 
3- Helwêsta wî li ser polîtîkaya dewleta tirk a li dijî kurdan û li dijî ziman û welatê kurdan çawa ye? 
1- Yaşar Kemal nivîskarekî edebiyata tirkî ye. Dunya wî wek nivîskarekî tirk dinase û wî bixwe jî TI CARÎ ev yek înkar nekiriye. Serbar: Yek ji wan nivîskaran e yên asta zimanê tirkî bilind kiriye. 
2- Yaşar Kemal TI CARÎ NEGOTIYE EZ KURD IM. Kes jî wî wek kurd nas nake. 
3- TI CARÎ EŞKERE li dijî polîtîkaya dewleta tirkî ya li dijî kurdan, zimanê kurdî û axa kurdan -bi qasî mezinahîya navê xwe- derneketiye. Lê nexebitîye romanên wî ji bo zimanê kurdî bên wergerandin. Lê li gelek welatan weşanxaneyekê bi peyman romanên wî werdigerandin zimanên din. Sultanê Fîlan û ...... vê rastîyê naguherîne.

Devliken Kelogirî
Jixwe qebheta mezin di "Sultanê Fîlan" de veşartîye. Di wê berhemê de hewldan û helwesta serdestan a ji bo zimanên din bikuje û zimanê serdest li ser her kesî ferz bibe, xweş vedibêje.
Yekî bi vî tiştî zanibe û kurd be û terka tirkî û tirkîtîyê neke û li kurdbûna xwe venegere, binhiş û kesayeta wî cîyê şikê ye.

Ferhad Alan
Hîn gelek rewşenbîr û zanayên me bîr nabin bê Yaşar Kemal çi xebat, çi xizmet ji dagirkerên xwe re, çi îxanet û bênamûsî jî bi gelê xwe kiriye!
De îja ka civak ê çawa kurd bimîne?
Rewşenbîrê vê rastiyê nabîne, ne rewşenbîr e, rewşenkwîr e.

Laleş Qaso
Yeşar Kemal ne dijminê qewmê xwe bû. Dostê qewmê xwe bû. Di nivîskariya xwe ya tirkî de dijminahî bi kurd re nekiriye. Ha, bi kurdî nenivîsandiye, ew tiştekî din e. Û tu sax!

Devliken Kelogirî
Nivîsandina bi tirkî bi serê xwe xizmeteke mezin e ji bo efendîyan; çi bi zaneyî, çi bi nezanî, lê dema meriv berhema wî ya bi navê "Sultanê Fîlan..." dixwîne, meriv ji binhişî û kesayeta wî dikeve şikê...
Û tu jî sax!

Laleş Qaso
Kîjan ronakbîrên kurd ên berî wî bi sed salekî jî bi osmanî, û di dema Atatirk de jî bi tirkî nenivîsandiye? Nûrî Dêrsimî kurdperwerekî mezin bû, lê bi tirkî nivîsand. Em deman tevlihev nekin, kurdên bakurê welêt ji salên 1980î ve sedî sed divabû bi kurdî binivîsandana, lê nenivîsandin. 
Bêguman mirov ji wan re jî nikare bibêje xayîn, yan jî tiştên wek vê. 
Xerab kirin ku nenivîsandin. 
Ha îro, îcar ên ku bi kurdî nenivîsînin, bi tirkî binivîsînin, qetla wan helal e. 
Çima? 
Ji ber ku em hema hema diqedin, û tu sax!

Devliken Kelogirî
Berî Yaşar Kemal bi salan, li ser vê axê Nevîyê Mîr Bedirxan Celadet Elî Bedirxan tevî ku yek ji malbatên herî dewlemend û qedirbilind bû jî û ciwamêr bixwesta dikarîbû heta talîya temenê xwe di nav dewlemendî û konforê de bijîya jî, lê ûjdanê wî qebûl nekir, bi sekn û helwesta xwe terka dewlemendî û konfora di bin sîya dagirkerîyê de kir û temenê xwe li ser kurdî û kurdîtîyê bihurand...
Qelema Yaşar Kemal bûye şûr û zimanê kurdan jê kiriye...
Yaşar Kemal ne nivîskarekî ji rêzê ye; Yaşar Kemal bi qelema xwe gelek kurd jî kirin heyran û evîndarên zimanê dagirkerên xwe.
Yaşar Kemal ji sîyaset û polîtîkayên asîmilasyonîst ên sîyasetvanên dagirker bêtir tesîr li kurdan kiriye û kurd bi ber bayê asîmilasyonê ve xistiye.
Û tu sax!

Perwîz Cîhanî
Min hema bêje hemû berhemên Yaşarî xwendine. Ewî bi dehan biwêjên kurdî yên resen kirine malê tirkan. 
Lê divê mirov rewşa wê serdemê jî bide ber çavan û ji xwe bipirse, gelo heger Yaşarî bi kurdî binivîsiya, yê bihiştana ew zindî bimîne? Gelo heger berhemên wî bi kurdî bûna, wê weke xwe navdar bibûya? Û gelek pirsên dinê...

Devliken Kelogirî
Dema mijar bû kurdî û kurdîtî, divê meriv nekeve nav hesaban...
Ji rewşenbîr û nivîskar û hunermendên bindest re mahne-behane qebûl nabe ji bo meriv bibe xizmetkarê serdestên xwe.

Laleş Qaso
Eha ev gotina te ji Mishefa Reş bû. 
Bîst sal berê min romanên xwe nivîsandin û min li ser hinekan ji wan wek wesiyet nivîsand û got, "heta kurdên bakurê welêt nebin tiştek, bila kitêbên min wernegerin tirkî.

Gotina Dawî
Derdê min ne ew e kê bi kurdî nivîsandîye-nenivîsandîye, lê yekî bi tirkî-erebî-farisî nivîsandibe, qet nebe divê wek kurdekî kurdperwer nekeve rojevê-xwe nexe nav nîqaşên weha.
Madem te nivîsandina bi tirkî tercîh kiriye, naxwe hewl bide ji konfora bi wî zimanê hatîye, zewqê bisitîne; ji nîqaş û meseleyên politîk-netewî dûr bisekine.
Duristbûn vê yekê dixwaze!
Û divê êdî kurd enerjîya xwe li vê mijarê xerc nekin.
Bi qasî em Yaşar Kemal dixin rojeva xwe, kurdî û kurdîtî ne di rojeva Yaşar Kemal de bû û jixwe ne xema wî bû jî...
Û hûn sax!