25 Mart 2021 Perşembe

ji seadetê çend guhargotinok

Ez û Seadetê li ber televizyonê rûniştine, li bernameyeke xwarinê dinerin.
Min dît Seadetê mahdê xwe nexweş dike û dibêje, "Ne bi xêr! Ev tirk çi pîs in; gû jî bi ber wan keve, ew ê bixwin. Ka bê pransa jî xwarin e, tirk diherin vê pransayê dixwin!"
Fransa!
Min got, "Seadetê, ma fransa xwarin e tu dibêjî tirk dixwin?"
Got, "Ne fransa, pransa pransa!"
Min di ser xwe re li televizyonê nerî ku xwarinpêj ji pirasayê cureyeke xwarin çêdike...

Zîpik barîya.
Her hebek zîpik bi qasî nokekê bû.
Hew min dît Seadetê kevçî, çetel, meqes çi hesin bi ber wê dikeve, diavêje derve.
Şaş û metel li wê dinerim.
Min got, "Seadetê! Ma tu dîn bûyî? Ev çi kevçî mevçî ne tu difirfirînî, diavêjî derve ser wê axê?"
Got, "Berxê min, bi vî haweyî ez xwe diavêjim bextê Xwedê ji bo tahdeyê li erdê neke; heyfa wî pincarî, wê şênkayîyê..."
Min fêhm kir têkilîyeke xurt di navbera Seadetê û Xwedê û xwezayê de heye...

Got, "Lo lawo! Berê tenê şeytanek hebû, îro ro her însan bûye şeytanek..."

Min got, "Seadetê, yên temenê wan bi ser 65an ketine, derketina wan a derve qedexe ye; polîs we li ku zevt bike, ew ê ceza li we bibire..."
Got, "Kuro, ma rehmetîyê bavê min 2-3 salan temenê min mezin nivîsandîye; di esasê xwe de ez hîn nebûme 65, ez 64 im."
Min got, "De baş e. Wexta polîsan tu girtî, vê çîrokê ji wan re jî bibêje."
Got, "Çi çîrok kuro? Ez bira dibêjim, ev ne çîrok e..."

Got, "Berê, dema di şerê nav eşîran de jinan leçeka serê xwe datanîn erdê, şer betal dibû. Ev kûçikbavên tirkan, bi qasî eşîran jî ne medenî ne; ne guh didin jinan, ne guh didin pîran, kî û çi bi ber wan dikeve, lê dixin û diherin..."