28 Mart 2021 Pazar

seadetê û anarşîzma wê ya evînî

Îro ez li Xursê bûm, lê ez ê îro li ser çûyîna xwe ya Xursê, gera li wir û danûstendinên xwe nekim.
Bila bimîne ji rojeke din re; nuha ez wê hêz û enerjîyê di xwe de nabînim binivîsînim. Ez dixwazim bi serîyekî xweş û rehet, bi haweyekî berfireh li ser vê rojê binivîsînim.
Qesta min ji serîyekî xweş ne serxweşî ye, şaş fêhm nekin.
Ma te dît xema min e hûn şaş fêhm bikin.
Ez dikenim, lê hûn nabînin.
Mebesta ku ez dibêjim ez dikenim bi xwe jî ji bo hûn şaş fêhm nekin jixwe.
Û ev jî tê vê wateyê ku şaşfêhmkirina we ji bo min cîyê xemê ye û xema min e.
Min ji vê nakokîyê hez nekir.
Divê ez xwe ji nakokîyên hundirîn rizgar bikim, 
yan na ez ê di çavê xwe de xwe kêm hîs bikim.
Wek ez di hundirê we de bim, nuha hûn dibêjin, "Ji kîrê min be!"
Bêguman ji xêndî jinan...
Na na!
Ma jina ku got, "Te pê girt!" dikare bi rehetî bibêje, "Ji kîrê min be!" jî.
Axir, mijara me ne "pêgirtin" an jî "jikîrêminbe"ya jinê ye.
Ez vegerim ser mijara xwe ya esasî, lê...
Erê, lê!
Mijara min a esasî çi bû?
Ka ji kerema xwe re piçekî bêhna xwe ji min re fireh bikin.
Himm!
Himm!
Nizanim, tişt nehat bîra min;
belkî jî bêyî ku ez li ser mijarekê hûr bibim min dest bi nivîsandinê kir.
Ma ev hevokên li pey hev mîna rêsîyê nefelê rêz bûn nabe mijarek?
Axir ez kin lê xim û qut bibirim.
Min got, 
"Seadetê, Xwedê temenekî dirêj bike qismetê te, lê heger tu mirî û li hêla din tu xwe negihînî bavê min, tu yê çi bikî?"
Got,
"Lo lawo, hêl mêla din tune ye; derew e, derew!"
Min got,
"Yaw em bibêjin heye û tu mirî û li hêla din Xwedê te bike jina yekî din, tu yê çi bikî?"
Got, 
"Di heyatê de ez qebûl nakim!"
Min got,
"Keçê, ev qerar qerara Xwedê be, îja ez qebûl nakim çi ye!"
Got, 
"Ez ê xwe li wir jî bikujim û dîsa ez ê jintîya yekî din qebûl nekim!"
Min got,
"Ma qey Xwedê ranabe ji bo te sîstema xwe naguhere..."
Got,
"Diguhere, naguhere, bi kêfa xwe ye. Ji xêndî Cemîl ez ê ji tu kesî re jintîyê nekim!"

Gotina Dawî
Heger têkilî li ser bext ava bûbe, hemû hêz li hemberî wê têkilîyê têk diherin!