14 Mart 2021 Pazar

reîz û rewşa min

Xwedê ji Reîz razî be, ez bi xwe jî pir jê razî me, lê tenê di mijarekê de ez jê pir aciz im.
Ka berê ez sedemên jêrazîbûnê bibêjim, dû re ez ê qala acizîya xwe ya ji wî jî bikim.
Erê...
Çendî jîyîna di bin desthilatîya Reîz de zor be jî, dilê min li vî miletê bêmejî yê mîna pez rehet dike.
Hesabê kesî nake. 
Li hundirê çavên tirkan dinere û ji tirkan re dibêje, "Ez hesabê jina xwe dikim, ez hesabê we nakim; hûn ji bavê xwe bêminet in!" û kêfa wî çawa dixwaze, weha dike.
Ji bavê kê zêde ye dengê xwe bike û li dij wî derkeve.
Di tu dem û zemanî de wek îro kemalîzm pûç nebûye û kemalîst nebûne qeşmer.
Heger piçekî din xwe bijidîne û nigê xwe li erdê bixe, peykerên Misto yekî li ser hev nahêle; ew ê pê keve, li seranserê Tirkîyeyê hemû peykeran hilweşîne, li ser hemû deran nav û gotinên wî jê bibe û qedexe bike.
Bi qasî di dem û zemanê Reîz de Tirkîye lawaz û qels bûye, tu dem û zemanî ew qasî lawaz û qels nebûye.
Bi qasî di dem û zemanê Reîz de tirk li ber çavê dinyayê bûne meymûn, di tu dem û zemanî de nebûne meymûn.
Heta...
Heger rehmetîyê Darwîn sax bûya, ji ber ku Reîs teorîya wî piştrast kiriye, Darwîn ê ew pêşnîyarî lijneya Nobelê bikira, ji bo xelata Nobelê ya zanistê bidin Reîz.
Lê wek min di destpêkê de jî gotîye, di mijarekê de ez pir ji Reîz aciz im.
Serê mehê, binê mehê buhayê alkolê radibe û hey radibe û hîç danakeve.
Lê ji ber rabûna buhayê alkolê kîrê me hew radibe hingî em difikirin, diponijin û nikarin herin du şûşe bîra bikirin û vexwin.
Min berê jî carekê gotibû,
Di dema hilbijartinan de, ez naçim ser sindoqan.
Jixwe bi çûyîna min a ser sindoqan deshilatî naguhere;
biguhere jî, ji bo min tiştek naguhere.
Û ne xema min e jî deshilatî ketîye destê AKPê, ketîye destê MHP, ketîye destê CHPê, yan jî ketîye destê HDPê...
Kirasê kurdî li ser yekê jî rûnane!
Lê bi soza mêrê berê, serokê partîyekê derkeve û bibêje, heger ez werim ser text û desthilatî têkeve destê min, ez ê buhayê alkolê û buhayê avê bikim yek, ez ê wê rojê (yanî roja hilbijartinan) di kezeba sibehê de berî dîk û mele biavêjin ber hev, ez ê herim dengê xwe-reya xwe bidim wê partîyê.
Bila Reîz li qusûra min nenere û li min negire!
Nan di zikê şêr de, pere di qûna gumgumokê de ye.
Û de were wê gumgumokê bigire û pereyî ji qûnê derxe...

Gotina Dawî
Text text e, lê ka bext!