12 Mart 2021 Cuma

serdana papa û nîqaşên li pey xwe hişt

Erê, ev du-sê roj in em li ser serdana Papa ya Kurdistanê dipeyivin, dinirxînin, dinivîsînin û dikenin...
ê ev serdan, tenê ne serdanek e, peyama li vê serdanê barkirî ye, vê serdanê ji serdanê derdixe, vê serdanê dike serîhildan.
Lê ka aqil!
Gelo di vê serdanê de û piştî vê serdanê, ew pûla wêneyê Papa li ber nexşeya Kurdistanê ye, ji me re tiştekî nabêje?
Yan jî di vê serdan û pûlê de peyameke sublîmînal tune ye?
Yan jî dibe Papa nîşaneya mizgînekê be?
Yan jî... 
Yan jî... 
Yan jî...
Yanî tenê kêfa Papa xwest û kurd û Kurdistan meraq kir û berê xwe da Kurdistanê!
Yanî sibehekê Şeytan bi Papa kenîya, rabû ser xwe, çû serşokê xwe da bin avê û xwe helal kir û ji peyayên xwe re got, "Zû xwe amade bikin, em diherin Kurdistanê!"
La hewle wela!
Belkî em na, lê xelk û alem him ji bo xwe, him jî ji bo me ketine nav hewldan û hazirîyekê, çendî haya me ji me û vê hewldan û hazirîyê tune be jî.
Ne em di nav hewldan û hazirîyekê de ne, ne jî ji bo hewldan û hazirîyan plan û programeke me heye.
Piştî çûyîna Papa agir bi erdê ket.
Ereban xwe aciz kir!
Farisan xwe aciz kir!
Tirkan xwe aciz kir!
Û ya herî balkêş, 
hinekan ji "me" xwe ji ereb û faris û tirkan bêtir aciz kir.
Li ser zixt û ford û gefên dagirkeran, Papa bû gulokek agir û ket dawa me kurdan.
Û me kurdan jî wek her car bi bin xwe de berda, mixabin; 
bi bin xwe de berda, ji ber ku haya me kurdan ji hazirîyan tune ye, em kurd bê plan û bê program tev digerin.
Di referandûma serxwebûnê de jî me ev senaryo dît.
Ne planek, ne programek, ne hazirîyek...
Û bi nav destê me de teqîya!
Li welatê min,
her tişt bi xweberî anku doxaçlama dimeşe, mixabin.
Karê me kurdan ev e, 
xebat û kêf û şer e, 
lê ne xebata me xebat e, 
ne kêfa me kêf e, 
ne jî şerê me şer e.
Çîroka me, çîroka "Qûna mirîşkê û hêka betê..."
Heyran!
Yan berpirsîyarîya xwe bi cî bînin, 
yan jî destê xwe ji pêxîla me kurdan bikişînin.
Êdî bes e!
Piştî her çirûskeke hêvîyê hûn ê rabin bi satil û sîtilan avê li xwe kin, ji bo ew çûrisk ji hêla dakirkeran ve şaş neyê fêhmkirin û pê re pê re vemire.
Bes e yaw, bes e!
We ev kurdên ji agir neditirsîyan di nav lepên tirk û ereb û farisan de kirin teres; êdî em kurd hew xwe nas dikin.