28 Şubat 2021 Pazar

sekn û helwesta serek û rêberan

Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. 
Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin.
Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin.
Lê Stalîn qebûl nake; dibêje nabe ez generalekî bi leşkerekî biguherim; 
general general e, leşker leşker e.
Dev li reha dilê xwe dike û guh nade kezeb mezeban.

Serek û rêberên me kurdan çi kirin, çi dikin?
Serek û rêberên xwedêgiravî li ser navê miletê xwe têkoşînê dimeşînin, ne ji bo kezeba xwe, dikarin ji bo qoltixa bin qûna xwe bi qedera miletê xwe bilîzin û dilîzin jî...
Lê divê meriv ûjdanê xwe neavêje û bextê xwe xera neke.
Di dema hilweşandina Mahabadê de derfet heye Qazî Muhamed xwe bide alî û xwe xelas bike.
Berî artêşa farisan bajêr dorpêç bike, dikare bireve, lê nareve; nareve, ji ber ku baş dizane bireve, leşkerên faris ê qul bi qul, mal bi mal lê bigerin û heger wî nebînin jî wê zilm û êşkence û tahdeyeke mezin li miletê wî bikin, loma jî nareve û xwe dide destê leşkerên farisan.

Gotina Dawî
Barê berpirsîyarîya miletekî pir giran e; kesên hesabê vê berpirsîyarîyê nekin, bila xwe nedin bin vî barî...
Û piştî meriv ew bar hilgirt û ket wê rêyê, nabe di nêvîyê rê de meriv wî barî biguhere.
Berî hûn derkevin wê rêyê, hesabê xwe baş bikin.
Yên ketin wê rêyê divê hesabê kezeb mezeban nekin.
Û xwezî bi Qazîyan...