13 Mart 2021 Cumartesi

pêl û pêl

"Ne doh, ne sibê, kêlîya tu dijî ye, jîyan!.."
Min got û min serê xwe rakir, li dora xwe nerî.
Dengê pêlên nerm ê bahrê li ser dilê meriv henûnîyekê diwelidîne, wexta bi kubarî tên xwe li kevirên qiraxa peravê dixin; mîna xortekî şermok bi şermokî li dora keçekê here û were û bi dizî pê biqurince
Av xwe li ber dilê keviran şêrîn dike.
Û kevir jî xwe tev nade; bi giranî tev digere.
Ma di kultura me kurdan de jî kesên giran her tim nebûne gula civatan û bi serê wan sûnd nehatîye xwarin?

"Gelo xizan seba çavfireh û comerd in xizan in, an dewlemend seba çavteng û bi tima ne dewlemend dibin?"
Piştî vê kêlîya helbestî, pirseke weha sosyolojîk hat xwe li ser mejîyê min danî û kon vegirt; hişê min tehenand...
Lê dinya hemû li ser navê te tapokirî be çi ye, ku jîyan ne fahîşeya te be...
Û bi himûgima bayekî ne pir delodîn qîrîn bi pêlan ket.
Wek bixwazin bibêjin, çima tu ji mijarekê derbasî mijarekê dibî...

Min çîpê xwe yê rastê ji qutîka xwe ya bîrayê re kiriye talde, ji bo tav nedê û germ nebe mîna mîza sofîyekî.
Gelo em ê bibin şahidê wê rojê ku sofî bi araqê destmêj digirin(!)
Û mizgeft bi ambîanseke meyxaneyî xemilîye... 

Tenê rûniştime, bi tena serê xwe.
Ez û şiva kîrê xwe...
Carinan divê tenê meriv bi kîrê xwe re bibe destbirak û guh bide wî, 
li wî guhdarî bike bê kî hat û kî çû di vî temenê dibeze de...
Û herî pir kê tesîr li wî kir, bêguman!
Ez dizanim, 
ya herî pir tesîr li wî kiribe, bêguman li vî dilê rezîl ê teres jî kiriye.
Piştî nivîsandina çend hevokan ez qurtek bîra jî vedixwim, ji bo dilê min alîkarîya zimanê min bike.
Teresê dil jî dil e haa!
Dema kêfa wî bixwaze, ji bavê kê zêde ye wî bigire;
bi çargavî dibeze,
lê çendî xwe nede dest 
anku xwe belî neke jî, ez baş dizanim hewl dide kîr ji rê derxe.
Û hêdî hêdî serê xwe radike û ji rê derdikeve jî, ew zalimê bêar ê bênamûs!

Pêlan xwe giran kir bi giranîya keviran
û qaqlîbazan xwe li ser avê danîye mîna bawermendên serî li ser şujdê, tinazên xwe dikin...

Û helbestvan tirsonek in; newêrin rasterast a dilê xwe bibêjin;
xwe li pişt peyvan vedişêrin!