30 Mart 2021 Salı

em û ew

Doh ez li Mêrdînê bûm.
Tav hebû, hewa xweş bû.
Ez bi qasî nîvseetekê li çayxaneya bi navê "Medenîyet"ê rûniştim; çendî bêhna medenîyetê ji tevgera wan nediçû jî, dîmen xweş bû û min têr li berîyê nerî, ew berîya bi hatina biharê re mîna bûkekê xwe xemilandibû...
Piştî wê ez rabûm, çûm cem hevalê xwe. 
Mala wî li jortir bû. 
Em li terasa wî rûniştin.
Erê, tav hebû, hewa xweş bû, lê car caran çilapekên sermê jî xwe li nav çavê me diqewimand.
Bi tesîra şerabê me hîs nekir, lê îro xwe di laş û bedana min de da der û min serma girt, mixabin.
Û nuha jî fişefişa min e, geh pozê xwe dikişînim, geh dipişkim.
Di nava rojê de Seadetê wek her car dîsa li dora min, li ber bêvila min zîz bû; geh xwarin ji min re çêkir, geh jî leymon û nehne û çay ji min re bir û anî.
Berî nîvro û piştî nîvro nêzîka esir du caran ji bo xebatê ez derketim xanîyê jor; 
ev serê hefteyekê ye li ser dosyayekê dixebitim.
Sê-çar seetan ez xebitîm û daketim jêr.
Li ber televîzyonê min pal da û nigên xwe rada.
Seadetê jî hat li miqabilî min rûnişt.
Di netflîksê de min fîlmek vekir û me bi hev re dest bi temaşekirina fîlm kir.
Navê fîlm çi bû ma?
Ka bise ez bînim bîra xwe...
Haa! Temam.
Pieces off a woman
anku
Perçeyên jinekê.
Fîlmekî depresîf bû; bi zarokanîna jinekê fîlm dest pê dike û piştî zaroka wê çêdibe, wê dixe himbêza xwe, wê bêhn dike û di nav destên wê de can dide, dimire...
Axir, ez ê fîlm nenirxînim, tenê ez ê qala xwe û Seadetê bikim dema bi hev re me li sahneya fîlm a welidandinê nerî.
Qolincan dest pê kir, mêr derpîyê jinê jê şeqitand.
Zikê wek teştekê hata serberzik û berzikê derket meydanê.
Bû pepûk pepûka Seadetê.
Ebe ket hundir.
Ji hêlekê ve ebe, ji hêlekê ve mêrê wê hewl didan jinê ji qolincan xelas xelas bikin.
Ji Seadetê re bû kul, bû derd...
"Weyla! Ji xwe re li wî zikê wek teşta hevîr binerin! Ew qûna wek selikekê! Weyla! Tew wek bira destê xwe li ser qaçika xwe digerîne û dibe nalenala wê! Tufîîî! Wîîî! Heya jî nemaye..."
Min got, "Seadetê! Ma tu dizanî bê ji bo her fîlmekî çi qas pere qezenc dikin?"
Got, "De gû di nav pereyan de be lo! Weleh tew vî pereyî tevna civakê xera kir. Pere pere pere! Ma qey têrxwarinî tune ye!"
Min got, "Seadetê, rehmetîyê Napolyon jî werê digot!"
"Napolyon!"
Piştî fîlm qedîya, ez fikirîm.
Li ser mirina zarokekê, zarokeke bi danûstendina du nefesan re xwe teslîm kir jin û mêr bi haweyekî depresîf huzûr ji hev re nehiştin.
Li ebeyê gilî kirin.
Medyayê bi rojan nehişt ev bûyer ji rojevê derkeve.
Û em!..
Ew keç û xortên me yên wek xezal û fêrizan di hîjdehsalîya xwe de, di bîstsalîya xwe de, di bîstûpêncsalîya xwe de, di bîstûheyştsalîya xwe û sîhsalîya xwe de mirin;
bi guleyên dijmin, ji ber serma û qefalîyê, ji ber tenêtî û birçîbûnê û carinan jî ji ber bêbextîya bêbextan...
Ne kes li ser wan girîya...
Ne kesî ew şuştin...
Ne kesî fatîheyek li ser wan xwend
û ne jî kesî dît li ku serî danîn û li ku binax bûn.

Gotina Dawî
Heger axa we ne azad be, mirîyên we jî ne azad in û her dinalin di bin axa xwe ya wek xwe ne azad de...