25 Mart 2021 Perşembe

govenda reş

Dilê Hisên ketibû qîza pismamê bavê wî.

Rehmê jineke têra xwe bedew bû.

Bavê Rehmê anku Hisênê Emo serekê eşîra xwe bû. 

Li wî lêfî û li wê beriyê peyv peyva wî bû.

Lê bavê Hisên anku Îsayê Heso, çendî ne xwedan mal û milk û nav bû jî, bi mêrxasîya xwe deng dabû; dengê wî li wî lêfî belav bûbû.

Hisên lawê Îsa yê mezin bû û dil xistibû qîza pismamê wî. Dinya jî xera bibûya lazim bû Îsa qîza pismamê xwe ji lawê xwe re bianîya.

Lê çawa?

Axir, Îsa û çend rîhspî bi tengala hev dikevin, diherin xwazgînî.

Hisênê Emo wan li odeya xwe ya her tim bi mêvanan tije diezibîne.

Îsa û rîhspîyên pê re bi şêwazeke maqûlane Rehmê ji Hisên re dixwazin.

Hisênê Emo, dil tune ye, lê rasterast jî gotina dawî ji wan re nake.

Qelenekî dide ber Îsa ku Îsa mal û milkên xwe gişan li ser bike jî, nikare Rehmê xelas bike.

Lê Îsa mêrekî bi sed mêrî ye û soz daye lawê xwe.

Îsayê Heso awirekê dide Hisênê Emo, Hisênê Emo newqê ji wê awirê vala dike. 

Baş pismamê xwe nas dike, Hisênê Emo. Û baş zane wexta têkeve xetê, serê wî jî tê de bifire, ji ya xwe venagere.

Axir, dem û zeman derbas dibe, çi di destê Îsa de heye ji bo qelen top dike û dibe dide pismamê xwe.

Îsa li qûn rûdine, lê ji ya xwe danayê. 

Ji lawê xwe re dawetekê çêdike bi du def û du zurneyan.

Roja dawetê ji wî lêfî bi dehan berbû vedihewin.

Bi dehan pez serjê dibin.

Kêf û şahî û govend li dar dikeve.

Û lawê Pîro dimire.

Dawet disekine.

Kes nizane wê çi bike.

Pîro perîşan e, lê ji ber ku bi mirina lawê wî dawet disekine şermezar e.

Ewrekî reş ê xemgîniyê li seranserê gund kon vedigire.

Pîro radihêje destmalekê, bang çend ciwamêran dike, dikevin destên hev û ji defvan û zirnevanan re dibêje, "lêxin!"

Bi dengê def û zirneyan govend dîsa digere û Pîro serê govendê dikişîne.

Wê kêliyê, ji çavên merd hêsirên bi xîret li ser destmala destê Pîro direqisîn...