17 Mart 2021 Çarşamba

ez û rê û rêwîtî

Sibê berê min li Mêrdînê ye; ber bi welatê Seadetê ve anku ber bi welatê zimên ve ez ê herim.
Ji bo zimên biçêrînim, her ji çend mehan carekê teqez diherim.
Lê wexta diherim, ne tenê zimanê xwe, zikê xwe jî diçêrînim û têr dikim.
Tenê doxîn pirsgirêk e, lê heger ez hewl bidim û bixwazim, ez wê pirsgirêkê jî çareser dikim.
Çawa?
Guh nedinê!
Jixwe berê li çend deran, bi çend şêwazan, lê bi heman zimanî min gotibû:
"Ez ê hewl bidim li her bajarê rêya min pê dikeve jinekê li xwe mahr bikim.
Ma mahr tenê li ser mohra tilîya melê, yan jî li ser îmzeya karmendê wezîfedar ê fermîyetê maye?
Na!
Ez deve me û bi serê xwe me.
Piştî du dilan, du bedenan hevdu xwest, mesele diqede.
Û hêdî hêdî ber bi hedef û armanca xwe ve dibezim; hindik, pir hindik maye li her bajarekî malekê çêkim; bajarên ku her tim rêya min pê dikeve ha, ne hemû bajarên Kurdistan û Tirkîyeyê.
Hejmara bajarên Kurdistan û Tirkîyeyê, ji hejmara horîyên li bihuştê dibin para bawermendekî zêdetir e.
Bi şev û roj vîegrayê bi kar bînim û pişta xwe têxim ber xwe jî, ez ê di ber re negîhêjim.
Jin jîyan, ji min re azadî!
Ez rabûm li ser înternetê ji bo xwe li bilêteke balafirê gerîyam.
Mîratê, ji qelenê bûkekê bêtir e buhayê çûyîna ji Stenbolê ber bi Mêrdînê ve; 400-500 lîre.
400-500 lîre têra vexwarina araqa min a mehekê dike. 
Axir min lê nerî, tenê ez û 200 lîreyên xwe ne, min li derîyê sponsorê xwe xist.
TIR-TÛR!
Mala şifêrên tir mir û qemyonan ava be, hîç ez li erdê nehiştime û nehiştine ez li xwe biheyirim.
Siltanê qama wî metro û şêst santîm got, "Devlikenê delalîyê ber dilê jin minan, bêhna xwe fireh bike, xwe piçekî li min ragire, sibê piştî nîvro ez li Stenbolê me. Ez ê barê xwe deynim, barê nû lê bar bikim û çawa hatime, weha jî em ê berê xwe bi welatê zimên ve kin."
Min got, "Madem tu ev mêr î û xîret û namûsa te ji te û bejna te girantir û dirêjtir e, bi soza mêrên berê ku ji wan re digotin fêriz û pêlewan û egîd, li Pozantîyê goşt û kibab û şelxema te jî li ser min..."
Di bin simbêlê xwe yê pişta wî ji ber wî simbêlî xûl û xûs bûye de kenîya û got, "Şabaş û sed şabaş ji te re!"
Piştî min meseleya xwe ya rê û çûyînê jî safî kir, min telefonî Seadetê kir. 
Wek her car Seadetê li hêleke malê, telefona wê li hêleke din a malê bû; berî bike tûtetût bi bêhnekê Seadetê got, "Elo"
De îja nizanim bi min wer hat, an zimanê wê li hev gerîya, peyva "Elo" wek "Alo" hat guhê min.
Min got, "Sadoş tu jî êdî mîna hin jinan bi kubarî tev digerî ha! Îja alo!"
Bû tiqetiqa wê kenîya, got, "Bêlome be, îja alo! Ev ji min kêm bû..."
Min got, "Seadeta Emîna Eshed!"
Got, "Haa!"
Min got, "Sibê ez siwar im, du sibe ez mêvan im..."
Got, "Bi hûr, bi rêvî, bi ser, bi pê em bi te re ne ey serok! Bi hûr, bi rêvî, bi ser, bi pê em bi te re ne ey serok!"
Ez kenîyam, min got, "Bijî û sed eferim ji te re, Seadetê! Te bersiveke sublîmînal da pirsa min a sublîmînal."
Berî ez xatir jê bixwazim, min got, "Daxwazîyeke te heye?"
Got, "Devlikenê ca xwe, erd û zevî tî ne, heger tu dikaribî kulmek baran bi xwe re bîne."
Min got, "Wehh! Qey midur hew hesabê te dike, Seadetê? Berê wexta te radihişt tizbîya xwe ya nodûneh û te dest bi selewatan dikir, qudûmê wî dişikest, çongên wî dilerizîn, li hev diketin û digo guşş û dimîst û bi ser we de dibarand!.."
Kenê Seadetê di kejika guhê min de olan da û li hev vegerîya mîna meriv bi ser zinarekî de biqîre...

Gotina Dawî
Çendî derdê min ne kurd be jî, ez diherim li ser wê axê kurdî diçêrim...