16 Mart 2021 Salı

êş û êş

Ka ez îşev çi binivîsînim?
Rojeke giran e û li ser rojên weha jî meriv naxwaze quretîyan bike.
Erê, quretî, 
ji ber ku tenê em mane ji quretîyan re, mixabin.
Ji doh êvarî de me dest pê kiriye, bi çar zimanan em diêşin û diêşînin!
Bi kurdî me qala êşê kir û em dikin,
bi farisî me qala êşê kir û em dikin,
bi erebî me qala êşê kir û em dikin,
bi tirkî me qala êşê kir û em dikin...
Êş bi xwe jî li xwe şaş û ecêbmayî maye!
Wek bixwaze bibêje "Madem bi her zimanî hûn diêşin, çima her ziman hewl nade ji vê êşê re bibe çare û derman?"
Lê çi ye çare, çi ye derman?
Derman em bi xwe ne; çare ew e, heger bi qasî em li ser êşa xwe diêşin, em li ser bêxemîya xwe biêşîyana û mîna cihûyan me ji êşa xwe hişekî xwezan û sîstemzan biafiranda, nuha ji zû de me şirîkantîya xwe ya bi êşê re xelas kiribû.
Lê wer xuya ye em ê hîn pir biêşin, lewra em hînî êşê bûne; 
heger em neêşin jî, em ê hev biêşînin.
Û em wer jî dikin.
Em diêşin, diêşînin!
Navê me bûye Êşo!
Navê me bûye Êşê!
Û em hewl didin Êşistanê ava bikin, bi êşa xwe ya hezar salî.

Gotina Dawî
Ax ji xwînê têr bûye, êdî tov û bizirên mejî li ser wê axê bireşînin!..