4 Mart 2021 Perşembe

pênc tê(n)binî

Erê, di rewşeke wek îro de me got bila her kes bi kurdî binivîsîne, lê werger karekî din e;
perwerdeyîyeke xurt jê re divê.
Dû re...
Nivîskarên qerase li ber çavê meriv dibin mîna qeşmerên ji rêzê.
Heqê kesî tune ye bi namûsa rebenên Tolstoy, Dostoyevskî, Shakespeare û James Joyce bîne du quriş û nîvan...

Rewşenbîrên rastîyan veşêrin, ji rastîyan bitirsin, bi dil û ûjdan û bextê xwe re têkevin dudilîyê, rastîyan manîpule bikin, yan jî li gorî berjewendîyên xwe, yan jî li gorî berjewendîyên partîyekê-rêxistinekê tev bigerin-jixwe di vir de jî ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî berjewendîyên wê partîyê-rêxistinê diparêzin-, ew rewşenbîr ne rewşenbîr in; rewşê dibînin, lê xwe li ber sîya rewşê li kerrî, kwîrî datînin.

Sîyasetvanên bi xwe re ne rast û durist bin, xwe nesipêrin ber sîya wan, yan na hûn ê li ber sîya wan di xew re herin û hûn hew bi xwe dihisin tu carî.

Mîzahjenên kurdî tenê ji bo qeşmerîyên xwe bi kar bînin û bi saya wan mîzahjenan kesên bi kurdî dipeyivin-dijîn, di bin hişê civakê de mîna qeşmeran karîkaturîze bibin û wer bimînin, heqê wan mîzahjenan xesandin e, lê tenê ne jêra wan, herweha heqê wan meriv zimanê wan jî jê bike û bixesîne.

Stranbêjên naafirînin, tenê li ser keda xelkê dixwin, vedixwin, diçêrin û quretîyan dikin, li ku hûn li wan rast hatin, bi xêra xwe çend qurişan têxin bêrîka wan û ji wan re bibêjin, bila herin ji xwe re karekî din bikin.
Haa!
Û bila navê xwe jî li bin keda însên nenivîsînin.

Jinên hîn bi haweyekî fîzyolojîk û bîyolojîk nebûne jin û hest û hîsên jinane li xwe bar nekirine, berî hûn ê herin li qad û kolanan feminîzmê biparêzin û xwe û derdora xwe bihetikînin, herin li cem Fehîmê Terzî ji xwe re fîstanekî bidirûn, ji bo em bawer bikin êdî hûn jin in û em jî bibêjin erê weleh teorî û pratîka wan li hev rûdine.

Gotina Dawî
Belasebeb nan neçînin şorbeyê!