22 Mart 2021 Pazartesi

ez û siltan

Go, 

mamoste, ev sê roj in em bi hev re ne, tu bi qemyonek jin re peyivî; şarja telefona te îdare nedikir.

Min go,

di bextê te de, tenê ez bi jinan re dipeyivîm?

Go,

na, dengê du-sê mêran jî bi ber guhê min ket, lê dengê yekî ji wan jî dişibîya dengê jinan.

Ez kenîyam...

Min go,

tu têra xwe heyî ha. Erê qama te yek û şêst cm e, lê yek û şêst jî di bin erdê de ye.

Di bin simbêlê xwe yê ji piştîyê jinekê yê pûş girantir de bû fîqefîqa wî, kenîya.

Dû re destê xwe dirêjî berçavka min kir û da ber çavên xwe.

Go,

min jî xwe bi xwe ji xwe re digo gelo çima jin weha mîna kerîyê pez li pey mamoste ne. Heyran ez jî vê berçavka nîyhandokî bidim ber çavên xwe û bigerim, jin ê bi kerîyan li pey min jî herin û werin.