3 Mart 2021 Çarşamba

ji îro

Seadetê li mitbexê rûniştibû, hevîr distira.
Telefona wê lê dikeve, lê wek her car telefona wê ne bi wê re ye, li odeya rûniştinê ye.
Mitbex û ode têra xwe ji hev dûr in, dengê telefonê nare Seadetê.
Keçika wê Leyla bi qîrîn bang dikê.
Seadetê destên xwe ji nav hevîrê xwe derdixe û bi lez ber bi odeyê ve dihere.
Radihêje telefonê, pê li bişkoka "Yes"ê dike û dide ber guhê xwe.
Operator e ya telefonî wê dike; dengê jinika operatorê di guhê wê de olan dide.
Awirên tûj di Leyla de difirîne, bi hêrs telefona xwe diavêje erdê û ji bo here hevîrê xwe bisitirê li xwe dizîvire û xwe bi xwe dibêje:
"Ma ev toga heram nizane telefona min ne Ayfon (Iphone) e!"

Em li metrobusê siwar bûn, dinya ewr, hewa sar bû.
Em ji metrobusê peya bûn, ber bi perava Modayê ve meşîyan.
Em çawa gîhaştin ber bahrê, ji nişka ve ewr belav bûn, tav derket, dinya xweş bû.
Ferhad di ser xwe re li esmên nerî, bi bişirîn got:
"Xwedê jî biaqil e, haa! Dizane ew ê li gorî dilê kê bide û li gorî dilê kê nede."
Em kenîyan!
Bi bişirîn em çûn li ser wan kevirên-tahtên li qiraxa bahrê rûniştin.
Ferhad ji kîsikê mîqa bîra derxistin.
Me him civat gerand, him bîrayên xwe vexwarin.
Tav, perav, bahr, bîra û civat...
Ambîans pir xweş bû.
Hîn me bîrayên xwe xelas nekiribûn, ji jor de çend çipik baran li enêya min ketin.
Bîraya min li ber devê min, çavên min li jor, min got:
"Hop hop Midur! Yên bîrayê vedixwin em in, tu dimîzî! Ma weha dibe?"

Ez û Ferhad li Modayê li ser wan kevirên-tahtên qiraxa bahrê rûniştibûn.
Berê me li bahrê bû, me bîrayên xwe vedixwarin.
Du romanên-mirtibên muzîkjen hatin li pişt me, di ser serê me re sekinîn û dest bi stranekê kirin.
Yekî li kilarnetê dixist, yekî li tipilkê-darbûkayê...
Piştî sitran qedîya, min destê xwe avêt bêrîka xwe, pere derxist û dirêjî destê wî kir.
Yekî ji wan spas kir, xatir xwest û xwe bi xwe got:
"Bêehlaqîya araqvexwiran ji ûjdanê muhafezakaran duristir e."