2 Mart 2021 Salı

mele tûjo

Her ji çend rojan carekê ez û Evdila telefonî hev dikin û mîna pîrekên ser tenûran qala namûsa xelkê dikin.
Ji haziran ne çêtir be, hevalekî min ê têr û tije û têra xwe maqûl e; bi seetan meriv bi wî re civatê bigerîne, meriv jê aciz nabe.
Di tûrikê wî de kultura herêmekê veşartî ye; carinan mîna kalekî heftê salî ye, carinan jî dibe xortekî ciwan ê medenî û şareza.
Pirê caran ez bi xwe jî ji wî tûrikî diçêrim.
Çi cara em civatekê bigerînin, ji bloga min re jî mijarek dizê.
Doh jî ji civata me ev mijar derket.
Fermo...

Li bin konê ezayê-şwînê bi kêmanî sed kes rûniştine.
Şervanek mirîye!
Mele Tûjo jî li dawîya kon rûniştîye, ji cimhetê re dipeyive; ji serpêhatîyên pêxember hedîsan dibêje.
Ji nav wê qelebalixîyê dengek bilind dibe:
-Seyda!
Deng li hundirê kon li hev vedigere.
Mele Tûjo li hêla deng dizîvire:
-Kerem bike!
-Seyda, ka tu ji me re nabêjî, rehmetî şehîd e yan na?
Wek ceryan bi Mele Tûjo bigire, dikeve tev, nizane wê çi bibêje. 
Bi qasî çend sanîyeyan difikire, xwe bi xwe dibêje, "Ez nuha rabim, bibêjim şehîd e, di nav vê qelebalixîyê de meriv nizane, sîxwirek, ajanek hebe, ew ê rabe here li min bide, mala min bişewitîne. Ez bibêjim ne şehîd e, xwedîyên mirî yê di nav vê qelebelixîyê de min di ber hev de bikutin, tirek bikin." 
Ji nişka ve şeytanîyek tê hişê wî. Difitile ser xwedîyê pirsê, dibêje:
-Heyran, piştî hefteyeke din herin gorê vedin, heger laşê wî xera bûbe, ne şehîd e; na, heger laşê wî xera nebûbe, şehîd e.
                             *.  *   *
Rojekê kalekî heftê salî ji bo tobeyê xwe li Mele Tûjo digire, tê cem wî.
Piştî li hal û ehwalên hev dipirsin, Mele Tûjo difitile ser wî, dibêje, "Kerem bike, tu çi ji min dixwazî?"
Kalê heftê salî dibêje, "Seyda, heta vî temenî tu guneh nema min nekir; êdî ez poşman im, ez hatim ber destê te tobe bikim..."
Mele Tûjo tûj tûj di bin çavan re awiran tê de difirîne, dibêje, "Ero tu poşman bûyî, yan tir di qûna te de bûye fis, êdî hew tişt ji qûna te tê, tu hatîyî tobe bikî? De rabe here û ji nuha pê ve çi ji qûna te tê, bike û texsîr meke!"

Gotina Dawî
Li fisgenîyan miqate bin û xwe ji wan bisitirînin!