8 Mart 2021 Pazartesi

rojên sembolîk

Baş e ku rojên sembolîk hene, yan na me yê çawa ji bo demekê xwe bîrbir, xwenas, xweşbîn û medenî hîs bikira?

Bi xêra roja dayikan, em dibin lawekî baş-keçeke baş û qedirzan. 
Dayikên me yên 364 rojan nayên bîra me, wê rojê em bi gotinên qelew ku pirê wan haya wan jî ji wan gotinan çênabe, xwe dixapînin û li ser hebûna vê rojê em xwe ewlad hîs dikin.
Yeka din bajo ber!

Bi xêra roja mamosteyan, em li rojên xwe yên dibistanê vedigerin û bi kulman spasîyan dişînin ji wan mamosteyên xwe yên bi darê zorê em ji kurdîbûnê tirsandin û berê me dan tirkîbûnê.
De xalo de xalo, çemê çetelê çemekî sar e xalo!

Bi xêra roja heywanan, em xwe ji binhişîya xwe ya hov dûr dixin, ji bo kêlîyekê em dibin dilovan û xwe ji heywanan heywantir hîs dikin; bi wê însantîya xwe ya xapînok em xwe qure dikin.
A wa hat û a wa çû, siwar hat û peya çû...

Bi xêra roja bavan, em bavê xwe jî bi bîr tînin û spasîya kîrê wan dikin ku ne ew kîr bûya, ne dê dibûn dê, ne jî em di malzaroka dê de dibûn xwe.
Mala bavê min mala mêran e, çadira Bavê Lalo tîştîşî bûye, qetîyaye.

Bi xêra roja zimên, em hemû kes wê rojê dibin bilbilê zimanê xwe û bi quretîyan em zimanê xwe ji hemû zimanan xweştir û dewlemendtir dikin û roja din jî wek her car dîsa em radibin bi zimanê ne zimanê xwe dest bi felsefeya derew û hîle û quretîyan dikin.
Beyta Feqî ye kubra Xanî ye
Kubra Xanî ye zimanê kurdî

Bi xêra roja alayê, wê rojê, çepgir û rastgir, dîndar û xwedanenas, netewperest û lîberal, muhafazakar û kominîst, anarşîst û lîberal, her kes dibe dewletxwaz û serxwebûnxwaz û azadîxwaz, lê di esasê xwe de pirê ji van kesan dikarin wê alayê bikin telîs û bi wî telîsî derkevin dizîyê.
Milîtan milîtan milîtan
Milîtan milîtan Kurdistan
Simbêl qeytan dayik bi qurban
Milîtano!..

Bi xêra roja jinan, wê rojê, çi qas mêrên hov hene, hemû bi fîstanekî jinane digerin û pirê jinan jî tenê ji bo xatirê pîrozbahîya wê rojê dikarin hemû mêrên her roj qedrê wan digirin lê wê rojê gulekê ji bîr dikin, bikin qurbana wan mêrên hov ên wê rojê bi fîstanekî jinane digerin. 
Dû re jî meriv bixwaze nexwaze, çîroka "heft jinan û serê mirîşkê" xwe li nav mejîyê meriv diqewimîne.
Aqilê sivik, barê giran...

Lê neheqîyek heye.
Roja jin û mêran anku roja dayik û bavan heye, lê çima roja transeksuelan anku roja nêromêyan tune ye?
Qey seba ji nîyhandina wan zarok çênabe?
Axir...

Gotina dawî
Hemû rojên Kapîtalîzmê li hemû xwelîserên bûne kole û xulamên kapîtalîzmê pîroz be!