31 Mart 2021 Çarşamba

mamoste

Dibêjin,
"Nexweşî, bi roj dihere kaşan, bi şev dikeve laşan!"
Ez jî bi roj baş im, bi şev jî ji ber fişefişa poz û serêşê fahş im.
Anuha fişefişa pozê min e, dipişkim û bi her pişkînîyê re hêsir ji çavên min diherikin mîna Dîcle û Feratê.
Lê...
Baş e ku Seadetê heye û li dora min zîz dibe.
Berî min ew bi bapêşê bû; belkî jî ji bo ez bapêşa xwe nexim bin serê wê û bera stuyê wê nedim li dora min dihere û tê, zîz dibe.
De weleh ka ji wê pê ketim, an cin û pîrebokên Mêrdînê bi min ve dan, nizanim.
Belkî jî xwe bi xwe min xwe çavînokî anku nezerî kiribe.
Min go nizanim!
Li ser ekrana TRT Kurdîyê bernameyek heye, bernameya xwarinê.
Jineke sergirtî pêşkêşvan e, xwarinpêjekî mêr ê navosere jî (Temen li dora 35an 40î) mêvan...
Serê wî di ber wî de, li ser dezgeyê pîvazê hûr dike.
Pêşkêşvan got, "Mamoste!" 
Seadetê nehişt em fêhm bikin bê pêşkêşvan xanimê dike çi jê bipirse, got, "Wîî! Tew mamoste mamosteya van xwelîseran jî. Pîvazê hûr dike, îja mamoste!.."
Min got, Seadet! Mamoste Seadet! Tu jî mamoste yî. Tu mamosteya mitbexê yî, tu mamosteya paqijîyê yî, tu mamosteya hewşê û bexçe yî, tu mamosteya min î jî, wîî!"
Wek hawê neket serê wê, li xwe zîvirî û ber bi mitbexê ve çû.
Sibê dîsa daweta min e. Ser û pê, hûr û rêvîyan paqij dike.
Lê divê ez spasîyekê ji Emîna Şêbî re jî bişînim. Ciwanikê vê êvarê ji min re tirşika fasûlîyan û goşt û birinc çêkiribû.
Weleh rebê şîvê leqandibû, ji qewla amûdîyan...

Gotina Dawî
Erê weleh, xebera Seadetê ye. Wek peyva "Heval" we peyva "Mamoste" jî li ber çavê me reş kir.