15 Mart 2021 Pazartesi

cizb

Anuha ez rûniştime, min rûpela blogê vekirîye, xwe li ber xweş kiriye û ez hewl didim bixirpişim ser dilê wê, 
lê...
Lê ez nizanim ez ê çawa dest biavêjim namûsa wê 
û namûsa wê bilewitînim.
Tu yê sûnd bixwî hinekan destê xwe li zimanê min pêçaye, nahêle zimanê min bigere û peyvan biwelidîne...
Carinan li meriv wer tê, 
bi carekê mejî bloke dibe, 
di nava valayîyekê de hew xwe hîs dike ew bêarê mejî.
Di rewşên weha de di navbera hebûn û nebûnê de meriv xwe bêqîmet dihesibîne mîna boçika cixareyê.
Lêbelê...
Ez pir kêm peyva "lêbelê" bi kar tînim, lê ez dibêjim qey vê carê li vir ev peyv lê hat...
Erê, lêbelê...
Di emir û heyata xwe de min li tahma cixareyê nenerîye û nekişandîye;
ji xêndî çend cureyên kişandinê.
Kişandin heye, kişandin heye...
Xwedê meriv ji kişandina êşê û ji barê mêşê bisitirîne!
Barê bi meriv herî sivik, pirê caran ji barê herî giran girantir e; 
berevacî vê, barê bi meriv herî giran jî pirê caran ji barê herî sivik siviktir e.
Nuha xwe bi xwe hûn dibêjin:
Ez bikutim vê felsefeyê!
Hûn bi kêfa xwe ne.
Lê bi jinekê re kişandina çend gulp, an jî çend bêhn "tûtina qaçax" dihêle meriv qayîşê bi Xwedê re bikişîne; 
di hundirê serê meriv de di nava dojeh û bihuştê de tayekî leylanê heye wê kêlîyê.
Ew Xwedawenda li ser nava te rûdine, her du destên xwe bi her du hêlan ve dike û mîna teyrekê difire û baskên xwe li hev dixe, te li ser serê xwe dike Xweda...
Bêguman, Xweda bi nîyhandina Xwedawendan Xweda ne!
Gelo piştî bezandina bi çargavî ya teknolojîyê, Xwedê bi xwe jî bi xwe re nakeve şikê û xwe bi xwe ji xwe re nabêje ez heme, yan tune me?
Êdî hewa xweş dibe û roj bi roj bihar kirasê xwe dikişîne ser xwezayê.
Xweza, axx xweza!
Tu fahîşeyek î!
Her tişt ji nû ve ji te vedije û vedirişe
û jixwe Newroz jî nêzîk e.
Gelo hîn çend Newrozên din em ê bê dewlet derbas bikin?
Yan jî Newroza kîjan salê yê bibe mizgînîya serxwebûnê?
Offf!
Serxwebûn!
Çi peyveke xweş!
Xeyalkirin bi xwe dihêle dil bi cizbê keve.
Û em ê di Newroza sedsala serxwebûnê de mîna bawermendên Kakaî bi cizbê kevin, li ber erbaneyên Derwêşên îslamî...
Bijî kurdî!
Bijî kurdîya kurdan dike kurd!
Bijî welatê kurdî!
Anku bijî K-u-r-d-i-s-t-a-n!