23 Mart 2021 Salı

welatê dê

Doh piştî rêwîtîya sê rojan min xwe gîhand welatê yadê;
di esasê xwe de dê bi xwe welat in û meriv li ber bêhna wan her tim zarok e;
temen şeş be jî, şêst û şeş be jî, ferq nake.
Wek min soz dabûyê, bi kulmek baran ez hatim û hîn jî nesekinîye, dibare ev baran.
Berî sê rojan heger şêxekî gotibûya wexta ez hatim, ez ê kulmek baran jî bi xwe re bînim û bi hatina wî re baran bihata, heta hetayê wî şêxî yê nisîbê wê baranê bixwara û xelk ê bihata tobeyê li ber destê wî.
Lê mixabin, ne kulmek baran, min ewr çirand jî, kesî nehat negot "mala te ava!"
Lê...
Li ser mizgînîya min a baranê, Seadetê jî beroşek hûr û rêvî, ser û pê ji min re çêkiribû li ser agirê êzingan.
Careke din min fêhm kir xwarina herî xweş xwarina li ber destê dê çêdibe ye.
Meriv li kîjan devera dinyayê be jî, salê carekê teqez divê meriv were ji destê dêya xwe xwarinê bixwe;
xwarina ji destê wê antîvîrus e ji vîrusên îdeolojîk re û herweha meriv ji asîmilasyonê jî diparêze.

Gotina Dawî
Dê welat e û xwe bê welat nehêlin...