7 Mart 2021 Pazar

ji papayê rêzdar re nameyek

Birêz Papa!
Na na...
Bi gotina "birêz" ditirsim tu dilê xwe bigirî û bibêjî, "Ma ez Evdila Ocalan im, tu ji min re dibêjî 'birêz'" loma jî ya baş ew e, ez bi "rêzdar" dest pê bikim, lê ji kerema xwe re kumê li serê "e"yê  ji bîr neke û "ê"yê wek "e"yê nexwîne. 
Ez nikarim seetekê ji te re qala rez û rêzê bikim û berî ez têkevim ser dilê nameyê û bi nav de herim, ji qudûm ve bikevim.
Lê na na!
Ez cudatîya di navbera "rêzdar" û "rezdar" bikim, da ku piştî tu lê hayil bûyî, tu ranebî doza rez mezan li min nekî;
jixwe dagirkerên bêbav gund mund bi ser serê me de hilweşandin, ne rez hiştin, ne pez, îja bi vê şaşfêhmkirinê ez nebim deyndarê te û rezekî.
Û jixwe tu dizanî, dema gotinek ji devê me kurdan derdikeve, serê me jî tê de bifire, vegera ji wê gotinê tune ye.
Erê, Rêzdar Papa!
Baş bala xwe bide kumê li serê "e"yê û xweşik bixwîne.
Ne Rezdar Papa, Rêzdar Papa!
Ez zû bi zû ji kesî re nabêjim Rêzdar; herî dawî ez ne şaş bim min ji Şahînê Bekirê Soreklî re gotibû, "rêzdar" û li ser vê gotinê pevçûn û şerek qewimîbû...
Tu yê duyem î ku ez jê re dibêjim "Rêzdar"
Rêzdar Papa!
Berî ez dest bi nameyê bikim û xwe di nav peyv û têgeh û qalib û hevokan de wenda bikim, dibêjim, Tu bi xêr hatîyî welatê me bêjîyên Xwedê û di ser ser û çavan re hatîyî!
Wek cenabê te jî dizane, piştî maka me Kurdistan bi dizî bi Xwedê re ket nav danûstendineke cinsî û Rêzdar Xwedê bihîst maka me avis e, berê xwe ji maka me guherî û maka me Kurdistan mineta Xwedê bir danî serê gîyaran û bi dizî za û em çêkirin û li ser van çîya û zinaran belav kirin.
Di lîteraturê de ji yên wek me re dibêjin "bêjî" anku "pîç"...
Rêzdar Papa!
Bi salan e em di bin destê birayên xwe yên dêmarîyê de anku di bin destê zarokên Xwedê yên ji wan re dibêjin "misilman" û bi dil û daxwaza dê û bavê xwe çêbûne de em têra temenê deh Xwedayan bi zilm û zordestîyê rû bi rû man; li ser me hemû rêbazên êşkenceyê ceribandin.
Lê êdî him em westîyan, him jî em bi çavên xwe dibînin heta talîya temenê xwe jî em van bêbavan li pişta xwe bikin û wan li ser serê xwe bigerînin jî şêkir tune ye.
Rêzdar Papa!
Ez Devliken Kelogirî, lê ji kerema xwe re tu jî wek hin ciwanik û ciwamêran nekeve pey wateya nav û paşnavê min û şaş û metel nebîne.
Bi kin û kurmancî ez ji rêzdarê xwe re bibêjim, mîna şev û rojê him ez dikenim, him ez digirîm; ez him dikenînim, ez him bi girî ve dikim!
Lê heger tu avekê li vî agirê dilê me bikî, ez ê careke din hew paşnavê xwe bi kar bînim û "Kelogirî" ji ferhenga zimên derxim.
Ez dizanim, tu nûnerê Xwedê yî û Xwedê êdî ji ber ûjdanê xwe hew dikare bi rehetî serê xwe deyne ser bahlîfê û rakeve. 
Ji bo ûjdanê xwe rehet bike, tu şandî welatê me, lê temîya min li te, ne bi ûjdanê Xwedê, bi çavê ûjdanê xwe û bi guhê dilê xwe li me, li halê me, li bêdewletîbûna me binere, bifikire û guhdarî bike bê em çi jîyaneke teres dijîn di bin desthilatîya misilmanan de.
Heger tu gilî û gazinên me bigihînî cîyê cî û ji bo em li ser axa welatê xwe mîna her netewê azad û serbixwe, di nava aramî û huzûrê de bijîn, tu ji me re bibî piştevan, soz ji wan sozên mêrên berê ku êdî ew soz bûne toz û li pêyasê nemane, ji bo ez di rêya xiristîyanîyê de ji miletê xwe re pêşengîyê bikm û berê wan bidim qibleya we, ez ê di kefa destê te de şeraba pîrozwerîyê vexwim û hewl bidim her kesî têxim rêya rêzdar Îsa.
Hêvî dikim di demeke nêzîk de nameya min ê bigihêje ber destê te.
Lê ji kerema xwe re li ser kîrê xwe nenivîsîne û bixwîne.

Têbinî anku Jêrenot
Papayê Rêzdar!
Heger tu daxwaza min pêk bînî, ez ê nod û neh jinebîyên kurd li te mahr bikim.
Û ji qewla Laleş Qaso, tu sax!