18 Mart 2021 Perşembe

tir tir e tir ne tirr e

Nifirên jinan li min ketin!
Li gorî hesabê min, divê ez nuha di rê de bûma, lê ma sibê, mixabin.
Tira Siltan- Siltanê di bin barê simbêlan de xûl û xûz bûye-, di rê de maye, tekerê tirê top avêtîye.
Siltanê me yê qama wî yek û şêst cm û xwedîyê piştîyeke simbêl çar-pênc seetan bi tekerê topavêtî re şitexilîyaye anku meşgûl bûye.
Heger meriv baş bi dînamîkên kurdî nizanibe, tira Siltan dikare ji bo hinekan bibe tirra Siltan û ew Siltanê reben ê bîst û çar seetan li ser dîreksîyonê ye û ji rê firsendê nabîne serê xwe deyne ser çonga jina xwe û bi rehetî fisekê bike, dikare şaş bê fêhmkirin û navê wî wek Siltanê tirrek belav bibe.
Anuha telefonî min kir, pê li xazê kiriye, qûn li Bolûyê qetandîye, Bolû derbas kiriye; 
wer xuya ye ew ê bi şev xwe bigihîne Stenbolê û sibê berî nîvro em ê bi rê kevin û berê xwe bidin welatê zimên.

Min got "ziman" dîsa kurd, kurdî û canbazî ket bîra min. 
Dibêjin Osman Baydemîr ji bo jimartina serjimarê ya Îngiliztanê bang li kurdan kiriye û ji wan re gotîye wexta hatin hûn jimartin, netewa xwe wek kurd dîyar bikin.
Were were were were
Te ez hilandim êdî were
Lo lawo Osmano!
Bi salan di nav sîstema tirko de te sîyaset kir, me nebihîst tenê rojekê bi vî haweyî te destê xwe li sînga xwe xist û kir bûrtebûrt!
Yan hûn milet dixin şûna ker û pez û bi çavê ehmeqan li wan dinerin,
yan jî hûn zêde û zir ehmeq in!

Dewleta tirko wek holîka zarokan e; meriv serê xwe pê re biêşîne, meriv bi IQya xwe re dikeve şikê û kenê meriv bi meriv tê, wek meriv henekên xwe bi aqilê xwe bike; 
meriv serê xwe pê re neêşîne jî, ev ên ehmeq dikarin bifikirin ku bêdengîya me ji ber zanîn û vîzyona wan e.
Lê qebhet û hetiketîya herî mezin ew e ku kesên li ser navê kurdan sîyasetê dikin, difikirin ku bira jî ew ê dikaribin di nava vê sîstema hov û faşîst û nezan de bi haweyekî demokratîk doza heq û mafan bikin...
La hewle wela!
Erê weleh, la hewle wela!
HEP bû DEP,
DEP bû HADEP,
HADEP bû DEHAP,
DEHAP bû DTP,
DTP bû BDP,
BDP bû HDP
û ji HDPê jî DBP za, 
lê hîn aqil aqilê berê ye; hîn jî ne xwe nas kirine, ne jî dijminên xwe, heger DBP here bibe PTT jî...

Gotina Dawî
Dewlet şanogehek e û hemû sîyasetvan bi xwe jî dizanin sîyaset lîstikeke xapînok e, lê dîsa jî bi performanseke qels û pûç û beradayî xwe jî, hev jî, me jî dixapînin.
Lê tav jî tim dide qûna wan, haya wan ji wan tune ye; belkî jî heye, lê kêfa wan ji wê tînê re tê...
Û tîna tavê jî derbendên qûnê sist dike û xwedîyê qûnê dike fisek!