31 Aralık 2020 Perşembe

ziman ne pêlîstok e

Ka werin bi hev re em serî li xwe biêşînin û li ser metaforên vê şahberhema jêrîn hûr bibin bê vî xweşhelbestvanê qerase bi çi xezebê hespê xwe li ser mêrga helbestê bi çargavî bezandîye.

"Xwedê axayê me yê li qesra xwe ya kurmal e, em nahebînin xwedîyê

ku ji şaneşîna şîn de dendikên pola direşîne ser hespên me yên

sîngkûrik û wan bi bêrma li ber lêva rojava ve cûm dike. Çavên me

bê west û rawest li kevirên reş î biçûk in, em li dora perestgeha

hebûna xwe dizivirin ha dizivirin, derîyên rika xwe ya bedew hê

hişkehişk radidin ha radidin. Di max û jûrên me hilnayê tenêtîya ku

kur û keçan ji me re zêde dike. Max û jûrên tê de dergûşên ku bi şîrê

sorgevez ê kilamên rûniştî kil dibin, bi nehatina qulingên taylan î

tîtal sil dibin, kafêtên no dimijin, li ber barana kilsa dîwarên ku lê ne bikevin."

Ji bo meriv li ser metaforan hûr bibe, pêşî divê meriv ji zimên fêhm bike, lê kîjan ziman?

Ji qewla Arifê me tenê min cîyê ku dibêje, "...radidin û ha radidin" fêhm kir. 

Lê kî radide kê, nizanim.

Gelo xwestîye bibêjê, vî zemanî her kes lawê bavê xwe ye û kî bi ber kê dikeve, radidê û ha radidê?

Lê qûn li ku das li ku!

Bibore, tir li ku, das li ku!

Heyran, here li ber çonga dêya xwe rûne û van hevokan jê re bixwîne, heger dêya te destê xwe bi serê te da û got, "Xwedê min bi qurbana serê te ke!" soz em ê jî terka zanîna xwe ya heyî bikin û mîna hewarîyekî bidin pey te, di rêya te de bimeşin û her ji deh gavan carekê em ê bisekinin, destên xwe ber bi jor ve bilind bikin û bibêjin, "Ya Reb! Spas ji bo te ev pêxember bexşî me kir û ew jî li me rep dike." 

Lê bi telaq ez wek navê xwe zanim piştî van gotinan, dêya te yê bike gazî û hewar, bibêje "cin ketine lawê min" û bi çengûrê te bigire, te li zîyaret û dergehên şêx û ûcaxan bigerîne.

Qey tu jî ji me re bûyî Muhamed ku bi rêya wehy ji alî Xwedayekî nenas ve, bi zimanekî nenas gotin bi ser te de dibarin û tu jî hewl didî bi van gotinan zimanekî nenas û qewmekî nenas biafirînî?

Weleh tu mêrekî bi sed mêrî ye ku berî her kesî te fêhm kirîye xêr di kurdan de nema ye û loma jî tu hewl didî qewmekî nuh biafirînî.

Bi ruh, bi can, em bi te re ne, ey serok!

Malnexerabo, çare ji şîfreyên Da Vîncî re heye, lê ji vî zimanê te re tune ye.

Jixwe her kî şîfreya zimanê te bişikîne, êdî hewce bi îbadeta ji bo xwedayan namîne; li hêla din, di derîyê VIP re ew ê derbasî bihuştê, nav horîyan bibe.

Lê hay ji Nûrîyên mîna min hebe, bi şaşî te neşînin wir...

Bi şerefa Kermodibo hîn nuh tu yê pê bigirî!

Ji min gotin, de îja tu bi kêfa xwe yî.

Henek li hêlekê...

Ev Kawa, Ne-mir ku em jê xelas bibin, vê wêrekî û xwebawerîyê ji ku distîne, bi vê xezebê tecawizî zimên dike û bi genetîka zimên dilîze?

Heta bîstsalîya xwe te baş bi kurmancî nizanîbû, çi qewimî ku di nava van bîst-sîh salên dawî de te kurmancîya reş xitim kir û tu derbasî kurmancîya heftrengî bûyî?

Qey tu newêrî bi kurdîyeke kurd jê fêhm bikin, binivîsînî?

Qey tu ditirsî bi kurdîyeke kurd jê fêhm bikin, binivîsînî û kurd têbigihêjin qral şilfîtazî ye, hi ii?

Stratejîya te ev e, "Ez çi qasî neyêm fêhmkirin, qusûr û kêmasîyên min ê ew qasî veşartî bimînin"

Stratejîyeke jîrane ye, lê bi azadbûna kurdî re ev stratejî yê têk here.

Jixwe girse ji xeyal û fantezîyan hez dikin; xeyal û fantezî ji rastîyan bêtir bi girseyan xweş û maqûl tê...

Kawa kî ye û çima zimanzan û zimannas û xemxwirên zimên du gotinan jê re nabêjin ku ew jî hedê xwe bizanibe û li ser terîya xwe rûne? 

Mîna holîka zarokan kurdî kirîye zimanekî çêkiroxerakiro, anku etehyatoçawalêhato.

Ma weha dibe yaw!

Jixwe kurdî li ber çavê kurdan mîna marê reş e; heqê kesî tune ye wî marî bike zîya...

Rûdine, peyvek tê bîrê; radibe, peyvek tê bîrê; dimeşe, peyvek tê bîrê; bazdide, peyvek tê bîrê; disekine, peyvek tê bîrê,; radikeve, di xew de wehy têyê, peyvek tê bîrê; şîyar dibe, peyvek tê bîrê; dihere tuwaletê li ber senfonîya tir û fisên xwe peyvek tê bîrê; derdikeve, tê dest û rûyê xwe dişo, peyvek tê bîrê...

Ma tu pêxember î, yan tu Xwedê yî ku tu dikî ji nû ve bi afirandina zimanekî qewmekî çêbikî?

Îja sûc ne sûcê te ye, sûc sûcê wan kesan e ku mîna hewarîyekî li te dinerin û her li dû te ne, serî li te mezin dikin.