Serbênamûs!
Serbênamûs, li Qoserê gotineke çalak e û herweha têra xwe populer e.
Îja kî dikevin nav sînorên vê gotinê, ka werin bi hev re em li ser çend nimûneyan bisekinin û bayekî ji ber ser"êxwe"bênamûs berdin!
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku dema li ber çavên wan zulm û zordarî û neheqî diqewime, lê wek dinya pir xweş e, sal duwazde meh çardeyê nîsanê ye, bê xem in û li kefa xwe ya belek dinerin û dijîn.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku dema li civatekê rûdinin, hîç napeyivin, tenê filîmê derdora xwe dikişînin û wî filmî di bin wî hişê xwe yê genî de tomar dikin; xwe li ber çavê civatê wek kesên giran, cidî û xwedan kesayet nîşan didin, lê di eslê xwe de fisgenî, fesad û bêkesayet in.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku dema mîna margîse-bûkalemûn xwe ne ji dêrê dikin, ne ji mizgeftê. Bi keşe re şerabê vedixwin, li paş melê nimêj dikin.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku dema bi sîyaseteke qirêj berjewendîyên şexsî di ser berjewendîyên netewî re digirin û ji bo li parlamentoyê qoltixekê bi dest bixin, xîreta xwe di nav pereyê şîn de wenda dikin.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku rewşenbîr in lê rewşa wan ne zelal e; li ber sloganên partîya xalo jî govendê digirin û xwe dihejînin, li ber sloganên partîya apo jî govendê digirin û xwe dihejînin, li ber sloganên partîya mamo jî govendê digirin û xwe dihejînin. Dengê şabaşê ji ku bilind bibe, li wir in.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku nivîskarên kurdî ne, lê destê wan nabe ji tirkî-erebî-farisî jî; piştî kitêbên wan bi kurdî çap dibin, pê re pê re hewl didin wan kitêban bi lez û bez biqulipînin.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku bi kurdî stranan dibêjin û xwe li ser serê civakê dikin stranbêjên kurd, lê ji xêndî gotinên stranan bi kurdî nizanin û gotinên zanin jî şaş bi kar tînin.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku kurd in, hunermend in, zanist in, lê dema derdikevin derveyî sînorên dagirkerên xwe jî, wek xulamên dagirkerên xwe tevdigerin; nanê amerîkî û ewrûpîyan dixwin, qûnalêsîya dagirkerên xwe dikin.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku zanin sînorên dagirkerîyê bi xwîna bav û kalên wan hatîye xêzkirin, lê hîn jî ji ziman û edebîyat û huner û peykersazî û wênesazî û sînema û zanista dagirkerên xwe re xizmetê dikin.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku dev ji serxwebûnê berdan e, bi şeraba xwelîserîyê serxweş ketine û xwe di nav lepên dagirkerên xwe yên qirêj ku bêhna xwîna pêşîyên wan jê difûre, xwe bextewar hîs dikin.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku bi zimanên dagirkerên xwe pesnê zimanê xwe didin, xwe dihetikînin, dagirkerîya dagirkerên xwe jî li ser xwe ferz û teqez dikin.
Kî ne serbênamûs?
Serbênamûs ew in ku serbênamûs serbênamûs in û serê wan ê bênamûs ê her bênamûs bimîne!