19 Aralık 2020 Cumartesi

ji rojan îroj

Ne di dînan nin, ne jî dînan bera ser xwe din!

Telefona min lêket...

Ez li ekranê dinerim, Mamoste Evdila dinivîsîne. 

Berî ez pê li tûşa "erê" bikim, bi serê lêvan ez dimizicim. 

Di dilê xwe de dibêjim, "Xwedê bide, nabêje tu lawê kê yî!"

Vê biwêjê jin jî karin ji bo xwe weha biguherin, "Xwedê bide, nabêje tu keça kê yî!"

Erê zimanê min mêrane û seksîst e, lê divê ez dilê jinan jî ji xwe nehêlim; carina lazim dibin...:))

Evdila, ji haziran ne çêtir be, hevalekî min e û li ber dilê min pir hêja ye. 

Ez ne li welêt bim jî, bi xêra wî ez ji hemû bûyer û tevlihevî û kaos û meseleyên welêt haydar dibim; bîra min a welêt e.

Yezdan kêmanîya wî nede û her ji pênc salan carekê mahra wî nuh bike.

-Alo Devliken!

lê ev deng ne dengê Evdila ye.

Hela hela!

Di ber re dengê kenê Evdila jî tê.

-Tu kî yî law?

Hîç xwe naêşîne, bi haweyekî pir rehet, 

-Ez im, Emîn Emîn! Ma te ez nas nekirim, ya Xwedê?

-Weh! Emîn! Pêxember!

Û em dikenin...

Berê jî carekê min di blogê de ji we re qala Emînê Dîn kiribû; gula Qoserê ye, Emîn.

-Erê, temam tu Xwedê yî, ma meriv carina li hal û ehwalê pêxemberê xwe napirse, ka tî ye, birçî ye, dixwe naxwe, dike nake!..

Erê dîn e, lê kare biaqilan tî bibe û birçî bîne!

-Lo law, ez kîrê te di koronayê kim! Ji ber vê koronayê hiş di serê min de nema ye.

Tu ji kê re dibêjî! Ez dibêjim çi, tembûra min li çi dixe!

-Yaw ev çima şemî û yekşeman derketina derve qedexe ye? Ma qey korona şemî û yekşeman dernakeve, nagere, hi ii Xwedê?

De were ji Emîn re qala serhildana kulîyan bike...

-Dev ji koronayê berde, Emîn. Du mehên din ez têm, xwe amade bike, em ê fîlmekî bikişînin.

“Go kwîro tu li çi digerî, go çeneke ronî!"

-Ne porno be, ez tê de nalîzim! Tu yê jineke tirk, jineke ereb û jineke faris bînî û ez ê bi kurmanckî di wan nim!

Xweda meriv ji dînan bistrîne! Îja kurmanckî!

Dîn û kurmanckî di meriv ne!!!

Ya star!

-Emîn, ma di vê dema koronayê de radibe?

-Korona dostê dînan e, dine biaqilan!

-Emîn ka tu min jî nakî dîn?

-Jixwe tu Xwedayê me yî!

Kenê Evdila di ber re mîna pêlên çemê Dîcleyê li hev dikeve...


Parsekên zimanên xwe...

Doh piştî nîvê şevê li ser medyaya sosyal, destên min li paş qûna min, bi çavgirtînkê derketibûm rêwîtîyeke ne serî dîyar ne dawî dîyar...

Ji nişka ve li weşaneke zindî rast hatim!

Li ser înstagramê Doktor bi şopînerên xwe re civat digerand...

-Doktor?

Biborin, ji ber ku ez bi Doktor bang wî dikim, min jî bîr kir navê wî binivîsînim.

Doktor Eser; ew xortê pordirêj î li ser medyaya sosyal bûye fenomen.

Jixwe doktorî bi serê xwe di civakê de pîşeyeke karîzmatîk e, lê weke ev ne bes be, bi ser de jî çeleng û li hevhatî ye. 

Ev jî wî du caran dike karîzmatîk.

Û ji xêndî wî kirasê xwe yê spî, ciwamêr bi kirasekî kurdî jî digere...

Ohoo!

Bi kin û kurmancî sê caran karîzmatîk e û ev jî ji bo hesûdîyê bes e jixwe.

Erê, kêfa min jê re tê, jê hez dikim, êdî hevalê min e jî, lê heyran piştî di navbera me de hevaltîyekê dest pê kir, nêvîyê jinên ez dişopandim, terka min kirin û êdî ketine pey şopa wî.

Û ev jî ne tu hawe ye.

De ka ez vê beşa ber xwe biqedînim, ji bo tipê bixwînim, ez ê têkevim nav hewldan û hazirîyekê.

Xwedê biçûk, ez mezin im!

Axir...

Bi qasî nîvseetekê min jî guh da civatê.

Û ji erd û esmên şîrove barîyan:

-Doktor, tu çi xweş bi kurdî dipeyivî!

-Doktor, te çawa xwe hînî kurdî kir?

-Doktor, kurdîya te pir zelal e!

-Doktor, kurdîya te xweş diherike!

-Doktor, ji bo kurdîya min pêş bikeve, tu çi pêşnîyar dikî?

-Doktor, tu dersên kurdî didî?

Te digot qey xwedîyên wan şîroveyan li Marsê dijîn.

Heyran, dev ji vê derûnîya xwe ya mejîsistî berdin, em kurd in û ji vêya normaltir tişt tune ye ku kurdek bi kurdî zanibe-bipeyive.


Gotina Dawî:

Heger du kurd bi kurdî bi hev re peyivîn, yê sisêyan bila li kurdîya wan şaş û ecêbmayî nemîne, lewre kurd bi kurdî dipeyivin, bi fransî napeyivin...