Di navbera me û tebayan de tu cudatî tune ye; tenê nuanseke biçûk: ew goşt bi xavî dixwin, em dipijînin-dibirêjin-diheşînin-dikelînin-diqelînin-sor dikin û dixwin.
Min karîbû tenê "pijandin" jî binivîsanda, lê carina dixwazim bi dewlemendîya kurdî xwe qure bikim.
Te dît carina hin xwelîser gazinan dikin, dibêjin kurdî têra me nake em hest û hîs û daxwazên xwe bînin ziman.
Ji qewla me mêrdînîyan,
"We quzê wê xwarino!"
Heger hûn bixwazin bibin kurd, kurdî têra felsefe û edebîyatê jî dike, têra estetîzm û hunerê jî dike, têra qerf û mîzahê jî dike, têra romantîzm û erotîzmê jî dike û têra xwelîyê li serê we bike jî dike...
Piştî xwarina giran, qahwe jî xweş e û di ser re diqulipîne ha!
Rehmet li gora dê û bavê Darwîn be!
Ne ji rehmetî bûya, me yê bira jî ji wan çîrok û çîrçîrok û çîvanok û metelokên dîndaran bawer bikira.
Li gorî ilm û zanîna wan em giş ji kîrê Adem û quzê Hewayê çêbûne û wexta meriv lê dikole dîroka Adem û Hewayê jî nagihêje 10 hezar sal berê...
Lê di lêkolînberhema "Homo Sapîens" de qala 250 hezar sal berê dike. Û yên êdî tam dişibin me jî 25 hezar sal berê.
Jixwe bi kolanên erkeolojîk kifş bû Girê Miraza 12 hezar sal berî nuha ava bûye û ev jî tê vê wateyê Adem û Hewa zarokên doh in.
Êê?
Ê ê! Qey ên berî Adem û Hewa teva Xwedayê xwe mirine û bi çêbûna Xwedayekî nuh re Adem û Hewa çêbûne û dû re jî em.
Carê ez ji bîr dikim qurtekê ji qahweya ber xwe vexwim; li ber min sar bû. Qahwe jî wexta sar dibe, dibe kerafî, nayê vexwarin.
We hîç bala xwe daye şifêrên otobusan ên li ser rêyên dûr dixebitin?
Pirê wan qut û gilover in, meriv nikare zû bi zû serê wan û qûna wan ji hevdu veqetîne. Serê wan ji ku dest pê dike, stuyê wan ji ku dest pê dike, qûna wan ku, pişta wan ku ye, zahmet e meriv pê derxe, lewra sibehan, nîvroyan, êvaran, paşîvan her li kibaban dixin, her xwarina wan goşt e, loma jî piştî lêkolîneke zanistî meriv têdigihêje ew jî ji me ne.
Ka ez qurteke din jî li qahweya ber xwe xim, berî sar bibe. Min ew qas tahb di ber de dît, bila tahba xelef nere ber telef.
Lê piştî her qurta qahweyê jî mijar diguhere. Mesele ez im, an di nav qahweyê de aramoyeke taybet a meriv gêj û serxweş dike heye, nizanim.
Wek her tiştê me, bi genetîka qahweya me jî lîstine. Ji bo mejî li meriv binermijînin çi dixin nav vê qahweyê, xêr û guneh di stuyê wan de be.
Ev nifşê nuh ê bi genetîka wan lîstine ku ez ji wan re dibêjim "nifşê masturbasyonê" ne eyb û ne fedî, bi ser halî xwe de tew radibin qerf û tinazên xwe bi yên ji xwe çêtir dikin; yanî bi me dikin.
"Gurîyo navê min li te, kumê min li serê te!"
Em kî ne?
Em, ên li mala xwe rûdinin, bi kurdî difikirin, bi kurdî dipeyivin, bi kurdî dixwînin, bi kurdî dinivîsînin, bi kurdî xewnan dibînin ku di nav van xewnan de azadî û serxwebûn jî heye.
Ev nifşê masturbasyonê yê bi îdeolojîyeke pûç û bêjî şevoquzî bûye, ku hemû hewldanên wî nifşî di xizmeta asîmilasyonê de ne, bi qerf û tinaz dibêjin, tenê hûn li malê rûniştine, bi kurdî dijîn û doza azadî û serxwebûnê dikin, bi vî haweyî kes azadî û serxwebûnê nade we.
Hey ehmeqino!
Qe nebe em hewl didin hebûna xwe biparêzin û wek xwe bimînin, bes hûn çi dikin?
Ji bêhişîya xwe hûn jîyane li xwe û xelkê dikin dojeh, çi dikeve destê we?
Pirê we, bêhemdê xwe karê dagirkeran hêsantir dikin. Bi haweyekî entegrasyonî hûn asîmilasyonê bi derdora xwe şêrîn dikin.
Ew îdeolojîya hûn li ber bayê wê bi cizbê dikevin, mejî di serê we de pûç dike û we dike dijminê we; ji bilî wê tu xêr û fêdeya wê tune ye.
Tesîra qaşo şerê hûn dikin, ji tesîra şerê dagirker dikin, bêtir e.
Xwezî min qurta dawî venexwaribûya ji qahweya ber xwe.
Lê bi xêra qurta dawî min pê li firênê kir, hew dinivîsînim.
Êdî bes e!
Ev ne slogan e ha, şaş fêhm nekin. Min xwest bibêjim min dawî li nivîsê anî.
Jixwe her tişt li bin guhê hev ket, min serî li we jî, li xwe jî kir tara bêjingê, lê ka ez ji serî de pê de dakevim bê min çi tofan rakirîye...