Kesayet tune be, meriv çi bernameyê li bêkesayetîyê bar bike jî, ew bername lê bar nabe, heger lê bar bibe jî, di demeke pir nêzîk de vîrus ê têkevê û wê têk bibe.
Ji pevşabûna mêrekî bêdunde û jineke pûç tovên jînê nagire...
Û jixwe ji ber ku problema me ya kesayetî heye, dewleteke me tune ye û em di bin desthilatîya ehmeqên bêvîzyon de bindest û reben in.
Mixabin bi genetîka me lîstin û êdî em nexweş in; ne yek û dudu û deh, bi tevayî;
çi sîyasetvan, çi rewşenbîr, çi nivîskar, çi hunermend, çi şervan, wek milet bi haweyekî genetîkî em nexweş in.
Ez ê qala kesên ji rêzê nekim,
ez ê nekim, ji ber ku şoreş ne karê wan e û ne xema wan e jî.
Gazin ji wan nabe...
Genetîka me genî kirin, loma jî bêhna genî ji sîyaseta me, bêhna genî ji rewşa rewşenbîrên me, bêhna genî ji nivîskar û hunermendên me difûre...
Derûnîya me têk çûye, em mîna paranoyak û şîzofrenan tevdigerin û haya me jî ji me tune ye em şîzofren û paranoyak in.
Sîyasetvanên me bi sîyaseteke ne kurdî qaşo ji bo kurdan sîyasetê dikin.
Diherin gilî û gazin û daxwazên demokratîk li dagirkerên xwe yên bi haweyekî ne demokratîk û hovane welatê wan dagir kirine, dikin.
Hewl didin zîhnîyeteke bi jahra nijadperestîyê jardadayî bûye veguherînin û bi haweyekî entegrebûyî ew û dagirkerên xwe bi hev re bijîn.
"Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!"
Rewşenbîrên me ne serbixwe ne, her hinekan pişta xwe dane partîyekê û hesasîyetên wê partîyê di ser ên netewî re dibînin-digirin.
Lê hizra rewşenbîrî, seknek e, helwestek e, bi serê xwe kesayetek e û di ser hemû partî, rêxistin û serokan re ye.
Lê ka aqil!
Nivîskarên me hîn jî baş bi zimanê xwe nizanin. Her yekî ji wan herî kêm sê kitêb çap kirine, lê hîn jî ne hakimê zimanê xwe ne; di warê mentiqî, rêzimanî û hevoksazîyê de bi dehan kêmasîyên wan hene û ya herî ecêb û sosret jî, hîç ne xema wan e, ji wan heye weha jî hewce ye.
Bi qasî nivîskarên kurd kurdî bêqîmet kirine, tu kesî ew qasî kurdî bêqîmet nekirîye.
Ez bawer nakim di nav miletekî din de bi vî rengî sosret û hetiketî hebe.
Weyla xwelîya heft gundan li gundekî, xwelîya wî gundî jî li serê we be!
Û tew hunermendên me, tenê dema pêşkêşkirin û danasîna hunera xwe dikin xwe wek kurd nîşan didin, lê ew kurdbûn jî ji serî heta binî seqet e.
Ziman seqet e, stran seqet in, sekn û helwest seqet e.
Heger rojekê kurdî azad bibe, gelek sîyasetvan û rewşenbîr ê zimanê xwe, gelek stranbêj ê miqrofona xwe, gelek nivîskar jî wê qelema xwe bişikînin û di qûna xwe kin.
Mixabin, ev hemû sosret û bobelat û karesat jî ji nebûna kesayetê ye.
Heger kesayet tune be, hemû tişt li ser meriv wek pînê disekine.
Kesayet tune be, meriv têkeve nav çi kar û xebatê, meriv ê nikaribe wî karî, wê xebatê bi duristî, bi dilsozî bike.
Heger kesayet tune be, meriv bi sedan kitêb jî bixwîne, bi dehan îdeolojî jî nas bike, li pey bi sedan şêx û mele û serokan îbadet bike, bimeşe jî, meriv nikare bibe xwe.
Û heger tu ne xwe bî jî, tu yê nikaribî bibî kurd û kurdîtîyê jî bikî.
Gotina Dawî:
Heta em kesayetê neafirînin, bi van kesayetên qop û seqet em ê nikaribin bibin milet.
Û heger em ê nebin milet jî, jixwe dewletek jî ji me re ne hewce ye.
De li ber derîyê xelkê mîna parsekan nan biçînin şorbeyê, bê hûn ê kengî ji kurtêlan têr bibin û terka kurtêlxwirîyê bikin.
Noşîcan be, nexweşên bêdewlet!