1 Aralık 2020 Salı

rojên koronayî

Di van rojên koronayî de heger derfet hebûya, ji bo kampê çi hewce be: kinc, lihêf, doşek, xwarin, vexwarin, kitêb, kaxiz û qelem min ê hemû biavêtana bexaca tirimbêlekê û berê xwe bida herêma Egeyê, li nêzîkî gundekî, di nav daristanê de min ê konê xwe vegirta û bêyî ku haya min ji rojeva dinyayê çêbibe, li ber dengê xwezayê, ez ê têketama rêwîtîya xewn û xeyal û fantezîyan; bêguman ne bi tena serê xwe...

Dîyalektîk bi xwe jî tenêtîyê qebûl nake û li dijî ruhê wê ye.

Lê mixabin, bi destê min nakeve. 

Di nava çar dîwarên bênamûs de em asê mane.

Di televizyonê de rojeveke beradayî, li ser medyaya sosyal leqeleq û laqirdî û goygoyên pûç û hîç... 

ne meriv kare li xwendinê germ bibe, ne meriv kare li nivîsandinê germ bibe, ne jî meriv dil dike li fîlmekî binere.

Ez ê bibêjim ez di koronayê nim, lê...

ditirsim avis bimîne û zêdetir bibe ev kîrquzdêya koronayê.

Û li ser ekrana televizyona MedMuzîkê neferên nifşekî ew bi xwe jî nizanin ji çi çêbûne, bi stranên sloganîk rewşa koronayê li me girantir dikin.


Em amade na

Kevir û molotof di destê me da

Çel milyon bi me ra

Em nema qebûl dikin koletî


De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!


Heger weha berdewam bike, evîndar ê jî xêrê ji evînê nebînin êdî,

lewre,

ji duşemê heta înîyê kar heye, şemî û yekşem betlana koronayê ye,

ji bavê kê zêde ye serê xwe di derî re derxe û derkeve derve!

Lê...

ku meriv diz be, şevreş pir in!

Wek zemanê berê em ê jî derkevin dizîyê, dizîya evînê...

lê heyran, mala evîndarê jî dûr e; ji bo xwe bigihînimê, qonaxa şev û rojekê ye, divê xwe hilkim û bimeşim û hey bimeşim...

Ka qawet!

Ka taqet!

Ka çong!


De bimeş bimeş de bimeş bimeş

Lê lê Edla min

Ez heyrana wan çavên reş

Lê lê Edla min

Ser xanîka me re nemeş

Lê lê Edla min

Xanî xirab av jê diweş

Lê lê Edla min