Gelo bi qasî me kurdan kes peyva "aştî"yê bi vê xezebê bi kar tîne?
Ne bawer im.
Ev nîşane û semptomên bêdewletîyê ye.
Axa me dagir kirine.
Di nav çar dewletên hov û barbar de em hatine perçekirin, her perçeyek bi zimanekî jan dide û herweha her perçeyek jî di nav xwe de perçe perçe bûye.
Zimanê me li ser me wek pîneyekê xuya dike.
Li ser axa me êrişî me kirin, em kuştin-dikujin; di êşkencexaneyên xwe de, bi rêbazên cur bi cur ên êşkenceyê em kirin nîvînsan-dikin nîvînsan.
Gundên me bi ser serê me de xera kirin, teva dewar û sewalên me agir berdanê, şewitandin.
Bi koçkirin û sirgûnkirina bi dehhezaran, li bajar û metropolên dagirkeran, nifşek bû bîyanîyê ziman û nirxên xwe.
Bi hezaran keçên gulîsor û xortên mîna fêrisan kuştin, dê û bavên wan jî ji dil seqet kirin, hew bûn xwe.
Û bi ser halê xwe de, ji dêvla em bibêjin, "Nahlet li we û hovîtî û zilm û zordestîya we bê!"
Ji dêvla em bibêjin, "Hûn dagirker in û divê hûn ji welatê min derkevin..." em radibin, dibêjin "Aştî!"
Çi aştî?
Aştî di navbera dewletan de çêdibe; di navbera dewletên bi hev re şer dikin de çêdibe, ne di navbera dewlet û bêdewletan de, ne di navbera serdest û bindestan de...
Aştîya we serê we bixwe!
Jixwe hîngî hûn xwe dihetikînin, kes hew hesabê we dike.
Ha hûn peyivîne, ha kera mala Hinî tir kirîye, heman tişt e li cem dagirkerên we.
Min got, "Evdila îsal jî çû, ka bê sala nuh çi bibe û çi bîne..."
Evdila kenîya, got, "Seyda, em ketin 21ê, Tirkan plaqeya Dîyarbekirê kirine 21. Me bi xwe heta nuha hîn tu xêr ji dîyarbekirîyan nedîtîye; dîyarbekirî li ser Dîyarbekirê mîna pîneyekê xuya dikin. Ez ê bibêjim, 'a bi xêr" lê xêr her bûye kîrek û ketîye me..."
Min got, "Evdila, di îlumînateyê de sembol-nîşe pir girîng in. Bi rêya sembol-nîşeyan peyaman dişînin, li her sembol-nîşeyê peyamekê bar dikin. Ev 21 jî dişibe yek ji wan sembol-nîşeyan."
Evdila got, "Çawa?"
Min got, "Ka were em jimara 2ê deynin hêlekê, jimara 1ê jî deynin hêleke din; ew 1 bi tena serê xwe wek singekî dimîne. Û sing jî têkçûyînê sembolîze dike. Bi hêvîya ew 1 bibe singek û têkeve tirkan!"
Em kenîyan...
Evdila got, "Seyda, carina di nav hevokan de, li gorî rêzimana kurdî em "an"ê bi dawîya peyva "tirk" ve dikin, tirk dibe tirkan û yên navê wan Tirkan jî xwe aciz dikin. Ji tirsa êdî meriv hew diwêre ji bo tirkan tiştekî bibêje; şaş tê fêhmkirin. Talîya talî bi sedan navê keçan Tirkan e..."
Min got, "Hema bila têkeve Tirkanan jî. Û kê şaş fêhm kir jî, bila şaş fêhm bike û bila têkeve wan jî. Ma piçek namûs û xîret hebûya, dê û bavên kurd navê keçên xwe dikirin "Tirkan"?"
Min di...
Tobe tobe! Dîsa devê min ji ku vegerîya.
Navê "Tirkan" bi xwe nîşane û semptoma bindestî û belengazî û xwelîserîyê ye.
Li ber çavê sîstema dagirker nîşaneya qelsî û stuxwarî û bergerînê ye.
Xwe bi dewletê ve pînekirin e...
Lê hûn navê xwe bikin "Tirkan" jî, hûn navê xwe bikin "Kotan" jî, ji bo wan hûn her ên din in, hûn ê nebin ew; loma jî navê xwe bikin "Kurdo, Kurdê, Kurdistan" qet nebe bila dilê xwe bibijînin wêrekî, xwebawerî û xîreta we.
Jîyaneke bi rûmet zû bi zû nabe qismetê kesî, xwe erzan nekin û li ser xatirê xwe bimînin.
Gotina Dawî:
Wexta dilê meriv dikeve jinekê, meriv ji dê û bavê wê jî hez dike, meriv ji xwişk û birayên wê jî hez dike, meriv ji ap û xal û xaltîk û metikên wê jî hez dike.
Û bi telaq heta meriv kare bi kûçikê wan re şorbeyê jî bixwe...