17 Aralık 2020 Perşembe

ala û kurdewar û kur-dewar

Ala û Kurdewar û Kur-dewar

Ji bo kur-dewar-an ala, tenê perçeyeke qumaş e û li esmanan li ba dikeve.

Dewar in û dewar jî tenê li wî perçeyê qumêş dinerin û li ber reng û libaketina wî qumaşî hîpnoze dibin.

Ne haya wan ji bê heye, ne jî ji felekê heye!

Hişmendî û zîhnîyeta wan bi ber bayê felekê ketîye.

Û jixwe felek jî bûye nav ji çend zarokên bêwelat re...

Nafikirin, ji xwe napirsin bê ka ev qumaşê li esmanan li ba dikeve ji bo çi li ba dikeve!

Çend dolim çêre, himbêzeke pincar, kulmeke ka, baxeke şênkayî li ku be, li wir diçêrin.

Lê ew alaya li esmanan li ba dikeve, ji fikir û nerîn û zanîna kur-dewar-an wê de ye.

Alaya rengîn, Kurdistan e!

Kurdistan, welatê kurdan e.

Û kurd jî, zarokên kurdî ne.

Ya kurdan û dewaran ji hev cuda dike kurdî ye.

We îja fêhm kir bê kî kurd in, kî dewar in!

Kurdî kurdan dike kurdewar.

Heger tu qîmet nedî kurdî û nirxên kurdî, tenê tu dibî kur-dewar...

Ala, azadî ye!

Ala, serxwebûn e!

Ala, mertal û stare ye ji bo zarokên kurdî!

Bi kin û kurmancî, ala, hebûn e!

Lê hin kur-dewar jî hene, wê alayê li xwe dipêçin û hêla xwe ya dewar vedişêrin.

Tew ez dibêjim hewce nake ez qala van dewaran bikim; 

him ew bi xwe zanin bê çi dewar in, him jî tavê daye qûna wan, em bi xwe jî zanin bê çi dewar in.


Ala û Dagirker û Kurdewar

Di 10ê Mijdarê de, li dibistaneke Qoserê ji bo merasima salvegera mirina Ataturk, midûr û mamosteyan hazirî kirine, alaya dagirkeran daxistine nîvê dîrek, zarokan bêhn li xwe çikandine, cit sekinîne, deng ji kesî dernakeve, mîna pût û peykeran bêdeng in.

Bi wê muzîka hiznê merasim dest pê dike û her kes bi haweyekî hiznî bêdeng di cîyê xwe de radiweste.

Berî merasim bi dawî bibe bi çend sanîyeyan, erebeyeke dewaran di ber dibistanê re derbas dibe. Barê erebeyê petat e. Û xwedîyê erebeyê bi dengekî dawidî diqîre:

"Petat! Ha werin petatan! Ha werin petatan! Erzan û belaş, erzan û belaş! Nema nema nema! Petat! Petat! Ha werin petatan!"

Bi dengê petatfiroş, ne midûr xwe digire, ne mamoste xwe digirin, ne zarok...

Hakehaka wan dihere di erşê Xwedê re derdikeve.

Û Ataturk pê digire!


Gotina Dawî:

Heger hûn li dibistanên xwe zarokên me asîmile bikin jî, petatfiroşên me yê nehêlin hûn bi ser kevin!..