21 Aralık 2020 Pazartesi

çend gotinên ji bêxewîyê

Îroj ez bi xwe re nabînim binivîsînim, nizanim çima, lê ez bi xwe re nabînim.

Xeweke bêxîret dihere û tê, xwe li nav çavên min diqewimîne û ez jî mîna Keslanê Bexdê çavên min her li cîyekî vala digerin, da ku pal bidim...

Jixwe doh li bin nivîseke min doktorekî, erê ji profîla wî tenê meriv zane doktor e, şîrove kiribû, gotibû, "Li ser heqaretê kes nagihêje tu derê; ewilî jî nagihêje asta rewşenbîrîyê. Marjînalîyê her qedera te be. Di her nivîsê de tu skandalekê diafirînî." û çend şîretên ji bejna xwe mezintir li min kiribû.

Skandal!

Yaw doktor te kulek xist ser dilê min, êdî ew kul hew derdikeve; ne bi şev, ne bi roj hew xew dikeve çavên min. 

Û zû bi zû ez ê bi ser hişê xwe ve neyêm piştî van gotinên te yên qerase.

Xwezî te ji min re qala wê astê jî kiribûya!

Heger min bi xwe re bidîta, heta çongê min ê xwe hilkira û bi emeletî bêr di dest de min ê bida pey, heta digîhaştim wê astê.

Min got "heta çongê û emeletî" Cemîl mîna leylanê li ber çavê min çû û hat...

(...)

ne ew tav bûya 

min ê çarde qirnan av vexwara ji wan her du kanîkan

ew tayên porê te min ê di hemû çepera dil de biçanda

bi emeletî xwe hilkira heta çongê

bêr di dest de

di hênikaya her sibehên xwedê de av bidaya

wexta te got hez kirin bi te re nema ye

kelemên peyvên te li kezeba evîna min ketin

xwîna lokekî jê çû

ne ew tav bûya

evîna min a birîndar nedibû leylan

û li ber çavên reş wenda nedibû

(...)

Cemîl jî rebê helbestê leqandîye haa, doktor!

Wexta te got asta rewşenbîrtîyê bi te re nema ye, kelemên peyvên te li kezeba dilê min ketin, xwîna feylesofekî jê çû!..🤪

Erê doktor! 

Ji bo meriv bigihêje wê astê divê meriv bi serê çend şêx û sofî û meleyan sûnd bixwe?

Ji bo meriv bigihêje wê astê divê meriv pesnê çend serokan, xwedayan bide?

Ji bo meriv bigihêje wê astê divê meriv bi şewba çend îdeolojîyan bi cizbê bikeve?

Ji bo meriv bigihêje wê astê divê meriv zimanê xwe bi dora qûna kê xe, mejîyê xwe teslîmî kê bike, kesayeta xwe bi çi bifiroşe?

Rewşenbîrtî di nava qalib û sînoran de hilnayê, doktor!

Ew kirasê hûn difesilînin-didirûn, li bejna rewşenbîrtîyê nayê, doktor.

Rewşenbîrtî, sekn e, helwest e, kesayet e, lê ew jî bi yên wek we re tune ye, doktor.

Û ez karim sed rewşenbîrên tu bi serê wan sûnd dixwî tî bibim û birçî bînim, doktor.

Erê doktor, bi qastî û bi zanebûn ez "d"ya pêşîn biçûk dinivîsînim, ji bo tu mezin bibî, doktor.

Dev ji reçeteyên rewşenbîrtîyê berde, doktor, here ji nexweşên xwe re reçeteyan binivîsîne û bêvla xwe nexe nav kar û meseleyên ji asoya xwe firehtir.

Heger serê min êşîya, ez ê daxwaza çend novalgîn û aspirînan li doktorê xwe bikim...


Xwe ji mamoste Îsmaîl Beşikçî aciz nekin. Wek kalikekî xwe, mezinekî xwe lê binerin. 

Li ser teza xwe ya kurdan ciwanîya xwe di zindanan de buhirandîye.

Û tiştekî xerab jî nabêje, rebeno.

Ji kurdan re dibêje heta hûn nebin kurd, tu kes we nake tiştek. Û ji bo kurd kurd bimînin jî ji kurdan re Kurdistanek divê.

Wexta zîhnîyeta dij-kurd, dij-dewletî rexne dike jî, ez tênagihêjim çima kurd, an jî yên ji bo kurdîtîyê kezeba xwe reş dikin, li dij wî derdikevin?

Ev bi serê xwe nakokî û paradoksek e û hêja ye civaknas li ser vê rewşa paranoyak tezan çêbikin.

Haa, ew jî însan e û li gorî hest û hîsên xwe, li gorî sekn û helwesta xwe normal e xwe nêzîkî alîyekî bibîne.

Wexta xwe nêzîkî alîyekî dibîne, alîyê din çima xwe aciz dike, nizanim; heger xema wî alîyî jî kurd û kurdîtî be...


Gotina Dawî:

Erê, mamoste Îsmaîl Beşikçî wek sosyologekî xwedan bext û xwedan ûjdan, di zemanekî bir dijwar de li ser neheqî û zulma li kurdan bûye tezeke zanistî amade kir û di ber wê tezê de bi salan di zindanên tirkan de girtî ma. Ciwanîya xwe ya herî xweş di navbera çar dîwaran de derbas kir, lê...

Erê, lê bi saya teza wî ya di heqê kurdan de jî, di qada rewşenbîrîyê de nav û dengê wî li her derê olan da û bi Beşikçî.

Bi kin û kurmancî, mamoste Beşikçî meseleya kurdan xist çavê dewletê, meseleya kurdan jî Beşikçî danî ser serê civakê.