Heger bibe qismet, rojekê ez dixwazim bi jineke feminîst re hevaltîyê-flort bikim.
Ka bê kî yê kê hînî çi bike?
Ez ê hînî feminîzmê bibim, an ew ê hînî mêrsîzmê bibe, em ê test bikin.
Belkî encama vê testê bibe mijara tezeke zanistî û têkeve xizmeta sosyolojîyê jî.
Nizanim.
Divê ez biceribînim.
Heger encam baş derket, ez karim sînorên vê testê firehtir jî bikim.
Mesela, ez ê li ser lezbîyenan jî biceribînim.
Bi jineke lezbîyen re jî ez ê hevaltîyê-flort bikim, ka bê ez ê karibim vê jinê li mêran vegerînim, an na;
heger di nav nivînan de bi haweyekî fantestîk min ji mêranîyê sar neke, ew zalima bêbav
û nebim bîseksuel...
Lê xem nake!
Heger ji mêranîyê sar bûm jî, vê carê wê rêya şoreşgerîyê li ber min vebe.
Ma serokê sererd û binerd ê ku bi ser hemû "îzm"an de mîst û bi "îzm"eke milî em hemû kirin îzmîst nedigot, "Mêrê di hundirê xwe de bikujin! Heta hûn mêrê di hundirê xwe de nekujin, hûn ê nikaribin azad bibin û heger hûn azad nebin jî, li gorî îdeolojî û felsefeya min hûn ê nikaribin tevbigerin!"
Belê, eynê wisa gotibû, lê...
gelo mêr û mêranîya ku serokê sererd û binerd destnîşan û pênase dike û mêranîya meriv a ku dihêle meriv serî li ber neheqî û zulmê rake, ji heman çavkanîyê dizê, yan di navbera van her du têgehan de pêwendîyek tune ye?"
Yanî heger em mêrê hundirê xwe bikujin, pê re wê wêrekîya me jî têk nere?
Wêrekî!
Wêrek!
Wêre!
Wêr!
Wê!
Wêl wêl wêl wêl wêl wêl û wêl wêl wêl wêl!..
Off!
Serî li min bû tara bêjingê...
"Qûna tazî tembûrê dixwazî!"
* * *
Min got,
"Herî pir kîjan nivîskaran tesîr li te kirin?"
Destê xwe avêt paş stuyê xwe, xwirand, xwrand û hêdîka serê xwe bilind kir, got,
"Fanon, Tolstoy, Kafka, Dostoyevskî, Bukowskî, Saramagon, Zola, Mehmet Uzun û karim çend kesên din jî bibêjim..."
Min got,
"Yanî te Mehmet Uzun jî nexista nav van ahtapotan, nedibû?"
Got,
"Çima? Ma Mehmet Uzun ji Eyşika Ereb e! Çendî bi kurdîyeke ne stewyayî û piçekî jî şikestî dinivîsand, ji bo em li edebîyata kurdî germ bibin, gaveke girîng bû..."