Pêxemberê, di rojên herî giran de, çendî ji min dûr be jî, tu yê sûnd bixwî hîs dike, hew te dît mîna leylanê li ber çavên min çû û hat...
Û jixwe wexta mijar dibe Seadetê, hest û hîs û daxwaza nivîsînê li pişt çîyayê Qaf di xew de be jî, şîyar dibe û xwe li nav mejîyê min diqewimîne, xeyal û fantezî bi xweber dizê...
Seadetê!
Xwedaya mê!
Jina bi bext û ûjdanê xwe însan û bi wê însanetîya xwe jî misilmantîyê li ber dilê meriv dike dînekî pak û dilovan, ji lawê xwe yê kafir re (yanî ji min re) elokek û têra zivistanê qelî şandibû.
Û ez jî ji bo herim emanetê xwe bînim, ji sibehê de li ser rêyên Stenbolê ji tirimbêlekê peya bûm, li tirimbêlekê siwar bûm, heta min xwe gîhand Otogarê.
Hûta devmezin û diranbixwîn!
Hew Xwedê zane bê çi qas însan ketin pey xeyalên xwe û xwe li te girtin;
hinek bi ser ketin, hinek jî li ser têla zemên bi ber bayê xeyal û fantezîyên xwe ketin, bûn leylan.
Di salên nodî de te himbêza xwe ji kurdan re jî vekir; ji kurdên ji ber kurdbûna xwe direvîyan û te ji xwe re dikirin stargeh.
Wî zemanî kurdbûn ji êgir kirasek bû û ew kiras jî ji canê me birîbû, dirûtibû û li bejna me kiribû, wî Xwedayê ji bilî me yê her kesî;
ne ji me dibû ew kiras, ne jî em karîbûn jê birevin, her li ser me bû û her em dişewitîn bi wî kirasî.
Te bi hezaran malbat dabelihandin, bi dehhezaran zarokên kurd pê li axa te kirin û hew xwestin careke din li axa xwe vegerin.
Nifşekî hat xwe li te girt, kultura xwe spart te, lê te çi kir?
Te bi wê kultura xwe ya dilbijok kultura wî nifşî li ber çavê wî nifşî kir qebhet, wî nifşî ji xwe, ji ber wê kultura xwe fedî kir û careke din hew bû xwe; celî bû, serî bi derekê ve pengizî, qûn bi derekê ve...
Otogara Esenlerê di nivîsekê de hilnayê, divê ez rojek bi taybet li ser wê binivîsînim.
Axir...
Nahlet li bêderfetîyê bê, heger tirimbêleke min a xusûsî hebûya, ma min ev tahb didît!
Îja meriv bê xwedî û bi ser de jî bê xweda be, halê meriv dibe halê helawcîyan û jixwe helawcî jî êdî nan diçînin şorbeyê; ji ber ku xwarina helawê demode bûye.
Berê, ez dibêjim berê, lê ne ew berêya hûn zanin, berêya ku hîn ev nifşê îroj danewerîyabû malzaroka dêya xwe...
Erê, berê...
Taseke çeqilmast û sênîkeke helaw, firavîna herî maqûl bû, ji bo kesên qîmetê nanekî tenûrî zanîbûn û bi wî nanî sûnd dixwarin, ji dêvla serê pêxemberan, malên xwedayan û quran û încîl û tewrat û zebûran.
Lê yên îroj nanê bêxwê dixwin û tirên şor dikin, nizanin qîmetê nanê berê, mixabin!
Û berê çû ji berê re, îroj jî ji bo sibê wê bibe berê, heger nifşê îroj wek nifşê berê qîmetê îroj zanibe...
Nifşê îroj!
Nifşekî bi dilê xwe di nav kultura populer a dagirkerên wan bi wan xweş û şêrîn dike de roj bi roj dimehe û dişibe dagirkerên xwe.
Wek wan dipeyive...
Wek wan dikene...
Wek wan digirî...
Wek wan difikire...
Wek wan dinere...
Wek wan dijî...
Axir, ez çawa gîhaştim malê, min qelîya xwe xist binê miqilkê, miqilk danî ser êgir, du hêk bi ser de şikenand û ez filitîm ser mîna gurekî birçî ku meha zivistanê bi rojan birçî mabe û ketibe ser dilê karxezalekê, min zik li xwe kir meşk.
Min li tahma qelîyê nerî, lê elok ma sersalê; jixwe Seadeta bi bext û ûjdanê xwe însan û bi wê însanetîya xwe misilmantîyê li ber dilê meriv dike dînekî pak û dilovan, ji bo lawê wê yê kafir (yanî ez) wê elokê bi şerabê bixwe û jê re dua bike, ew elok şand.
Lê elok jî elok e ha; bi qasî berxekî şeşmehî ye, bi telaq!
Telaq!
Kî guh dide telaq melaqan êdî looo!