namûsa ku êdî ji bo hinekan ne namûs e,
bi destê bênamûsan lewitîye.
Bênamûs,
bi bênamûsîya xwe qure û serbilind in, li ser axa ne axa xwe...
Û roja em têbigihêjin bênamûsîya herî bênamûs bêdewletî ye,
belkî wê çaxê pozê me bişewite,
namûs xwe lê bigire
û ji bo em bibin xwedî dewletek, bi helwesteke namûsane em tevbigerin, dewletekê ava bikin
û bi avakirina wê dewletê re, em jî karibin namûsa xwe biparêzin ji bênamûsan.
Lê ax!
Her tim jinên vê axê dibêjin ax û dibin ax,
di bin nigên mêrên xwelîser û zulma dagirkeran de.
Ewilîn dest dirêjî wan dibin,
ji ber ku ew,
ax in,
ji axê re diwelidînin
û dibin namûs ji yên diwelidînin re...
Ax ax!
Xweda jî nizane bê hûn li ser vê axê bi çi xezebê dikin ax û ax!
Her ax û axîneke we, agir bi kezeba vê axê dixe
û ax dinale bi we re di bin nigên bênamûsan de bi awayekî bênamûsane!
Lê bizanibin,
heger hûn li xweda helal nekin,
xweda yê hîç wext nesitire li ser wî textê xwe.