"Kes bi qasî bêedeb û bêehlaq û bênamûsan qala edeb û ehlaq û namûsê nake."
Kazimê Jinfiroş-Ji Peyvforîzmayê
* * *
Doh di qada futbolê de tirkan tofan rakirin.
Tofan!
Çi tofan?
Tofana humanîzmê!
Ji netewên nijadperest re gotin,
"Bimire nijadperestî, bijî biratîya gur û pez!"
Û pez!
Ji tirsa gur ji sîya xwe ditirsin êdî...
* * *
Du gêrîkan, li qiraxa rê xwe dabûn tengala hev, di bin barê genim de bi haweyekî bêhnçikîn ber bi malên xwe ve diçûn.
Piştî kêlîyekê ji bo bêhna xwe vekin û xwe rehet bikin, li ber sîya kîsoyekî barên xwe danîn, pişta xwe dan kîso û rûniştin.
Erê serê kîso di qêlik de bû, lê şîyar bû.
Gêrîka qut î sersor got:
-Dibêjin tirkan li dij nijadperestîyê tofan rakirine! Îşev heta destê sibehê medya-çapemenîya dinyayê nesekinîye. Rojev bi humanîzma wan çelqîyaye...
Gêrîka bejinzirav î serheftok got:
-Ne 1ê Nîsanê ye jî em rabin ji xwe re li ser vê xwexapandinê henekan bikin û bikenin.
-Bi telaqên jinberdanê, di 1ê Nîsanê de jî tu bibêjî, gur ê bi qûna xwe bi meriv bikene.
-Cîranê min Jêhat di salên 90î de ji welatê kurdan revîyaye, hatîye li vir bi cî bûye. Ka rojekê were şevbihêrka wî bila ji te re qala zulm û nijadperestîya tirkan bike bê wan rebenên kurdan ji ber destê wan nijadperestan çi kişandine çi nekişandine. Weleh weleh, dema Jêhat qala wê zulm û neheqî û barbarîya tirkan dike, meriv ditirse ku van bêbavan di xewnên xwe de bibîne.
-Na lo!
-Law, li welatê wan, li ser axa wan zimanê wan li wan qedexe kirine. Navên wan, navên cî û war û bajarên wan hemû guhertine, bi zimanê xwe nav li wan kirine. Bi zimanê tirkan jî ji xwe re bibêjin ez kurd im, qedexe ye. Jêhat got, "Rojeke zivistanê gundê ez lê bûm, şewitandin. Di wê sermê de li ber çavên jinan mêr şût î tazî kirin, rebenan hemû li ber wê sermê perîşan bûn. Xanîyên wan teva kadîn û axur û pînikên wan hemû dan ber êgir. Qarewar û çîzeçîz û orîna van heywanan di nav wî agirî de..."
-Ne şaş bim welatê kurdan dûr e, Jêhat çawa xwe gîhandîye vir. Bi malbateke kurd re hatîye. Wexta malbat mala xwe li qemyonê bar dike, ew jî di nav kîsê genim de li qemyonê siwar tê û teva malbatê tê li vir bi cî dibe.
-Ya star!
-Ya star û hew! Dibêjin piştî Xwedê bi çavê xwe dît li gundekî kurdan eskeran teva jinên malbatekê dest avêtin namûsa pez û dewarên wê malbatê, êdî ji tirsa tirkan Xwedê bi xwe jî tenê bi tirkî dipeyive.
Kîso hêdîka stuyê xwe ji hundirê qêlik kişand, fitilî ser her du gêrîkan, got:
-Li Yozgatê kalekî 70 salî rahişt min û kîrê xwe rada qulika min. Xwedê ez stirandim ku ji dêvla têxe paş min, xist pêş min. Bi dehan car serê gupika wî wek mîrkutekî dihat li enîya min diket û vedikişîya, li enîya min diket û vedikişîya. Ji wê rojê şûn de mîgren bi min re çêbûye, ji ber êşa serê xwe ez ne di tu halî de me. Eman û eman! Temîya min li we, çi jin çi mêr, çi biçûk çi mezin heger hûn li tirkekî rast hatin, li paş xwe nenerin û birevin, xwe xelas bikin.
* * *
We got, "Rasîzm!"