30 Aralık 2020 Çarşamba

bêjing

Dengê Bêhişîyê:
Li serê taxê mizgeftek, li binê taxê mizgeftek û meleyên her du mizgeftan mîna hinekan pê li dêla wan kiribe, heta Xwedayê wan hêl daye wan, dikin qarewar û sewteke belawela mîna şorbeya qereçîyan pêl bi pêl belav dibe li seranserê bajêr.
Tu yê sûnd bixwî pêşbazî ye û bêyî ku dorê bidin hev, qirikê li xwe diqetînin.
Û here were deh yextîyarên nigekî wan li vê hêlê, nigekî wan li wê hêlê ku pirê caran xwe ji bîr dikin bi destmêj in an bêdestmêj in, diherin nimêj dikin.
Em rebenên bêxweda jî li ber vê senfonîya neakortkirî bi cizbê dikevin.
Alahûekber! Alahûekber!
Xwedê we hişk bike, mîna peyker!(🤫)

Şorbeya Qereçîyan:
Li herêma me ji bo tiştên tevlihev, kar û xebatên belawela, mîna biwêjekê ye.
Di xortanîya xwe de, ji bo vê peyvê ez û ciwamêrek ketibûn qirika hev.
Wî zemanî min ji Lotikxaneyê re nivîs û nivîsar û gotar û pêkenok û meselokên qerfî dinivîsandin, lê carina wek "şeytan bi min bikene" min hin nivîsar û gotarên sosyopolitîk jî amade dikir; min ew jî ji Kurdistan-Post û Rojeva Kurdistanê re dişandin.
Du malperên cidî bûn û bi saya wan carina ez jî cidî tevdigerîyam û min xwe cidî dikir.
Edîtorê beşa kurdî yê malpera Kurdistan-Postê Salih Agir Qoserî bû; nizanim belkî jî Agir Salih Qoserî bû, baş nayê bîra min.
Ya star, dixan ji firnikên wî diçû mîna ejderhayan!(😤)
Jixwe wî zemanî kê bi kurdî bizanîbûya, li ser serê civaka reben û ketî û belengaz dibû feylesofê jêr û jor.
Erê, min nivîsarên xwe dişandin ber destê wî xweşciwamêrî, wî jî lê dinerî, dixwend, kontrol dikir û heger bihata hesabê wî dişand çapê.
Rojekê dîsa ji bo malperê min nivîsarek ji Salih Agir Qoserî re şand; belkî Agir Salih Qoserî bû.
Axir, di nav hevokên nivîsê de "şorbeya qereçîyan" derbas dibû.
Û Salih li min bû agir û xwe li erdê xist, ha ha tu yê vê gotinê biguherî. Qereçî jî netewek e û te qerf û tinazê xwe bi wan kirîye, ev jî dikeve nav sînorên heqaretê!..(🤔)
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Çendî min xwest wî li ber xim ku mebesta min ne ev e, lê ciwamêr bû agir û bi min ket.
Yek ji min, yek ji wî, min got ne tu bî û ne malpera we be û careke din min hew nivîs mivîs ji wan re şand.
Lê nizanim ka Salih di rêya enternasyonalîzmê de agir magir bi xwe xist, çi kir, êdî hew bi ber çavê min dikeve.
Gelo dibe Salihê me dev ji agir berdabe û tenê wek Salih digere?
Û jixwe Salih jî pir in û heta nuha min çi qas Salih nas kirine, wek navê xwe ne salih in.(🤪)
Kî zane, belkî jî bi wan hestên xwe yên enternasyonalî çûbe, bûbe reîsê êleke qereçîyan.
Min got, nizanim.

Malper:
Ji nuha şûn de ji deh rojan carekê, li ser kanala "Malper"ê ya dijîtal, ez ê bi mêvanên xwe yên wek xwe nîvaqil re bi navê "Bêjing"ê bernameyekê çêbikim û ez û mêvanên xwe yê aqilê xwe li bêjingê xin bê çi bi ser dikeve, çi bi binî...
Her kes, heta jê tê hewl dide zilamên qerase û jinên seksî bikin mêvan xwe, lê ez ê wek wan nekim; çi zana çi nezan, çi xwende çi nexwende, çi dîn çi biaqil kî bi ber bêjinga min keve, ez ê wan li bêjingê xim.(🤒)

Dîn:
Dîn asta lixwevegerînê ye, lê ew qasî ne hêsan e meriv li xwe vegere. 
Em hemû hewl didin wek dînan tevbigerin, lê destê me ji maskeya me nabe em ji ber rûyê xwe bidin alî û xwe kifş bikin.(🙄)

Kifş:
Roja ku kurd xwe kifş bikin û tav bide qûna nekurdan, li ser kurdî yê Kurdistan ava bibe.(😷)

Gotina Dawî:
Berî hûn ê bi cizbê kevin, aqilê xwe li bêjingê xin û ji çarçoveya mentiqê dernekevin, da ku xelk bi qûna xwe bi we nekene û hûn jî nehetikin.(🤠)