18 Aralık 2020 Cuma

bijî mirîşkên ekolojîk

"Êdî mû bi zimanê min ve şîn hat."

Ha bibêjim, ha bibêjim, tu ji kê re dibêjî? 

Fêhmkirin tune ye.

Pêşîyan belasebeb negotine,

"Kurmê şîrî heta pîrî."

Em hewl didin terîqatên şêx û serokan hilweşînin, ruhê mirîdîtîyê bikujin, lê hîn şêx û serokên heyî nemirine, hin ciwamêr radibin hin şêx û serokên din li ser serê civakê mezin dikin.

Hewce nake hûn wan mezin bikin heyran, heger qudret û hêz û kesayeta mezintîyê bi wan re hebe, jixwe bi wê helwestê, xwe bi xwe ew ê xwe mezin bikin-ew ê mezin bibin, hewceyî we nake.

Na, heger ew qudret û hêz û kesayet bi wan re tune be, bi xwe re ew ê we jî ji taqet û kesayet bixin û ew qelsî û bêkesayetîya wan ê hêvîyê li we bike mij û leylan.

Loma,

xwe azad bikin û ji dû qûna şêx û serokan vegerin.

Îdeolojîyên bi qasî misqalekê xêr û fêdeya wan li kurdîtîyê tune ye, biterikînin ji bo hûn bi dilekî azad karibin bixebitin, di rêya welatekî serbixwe de...

Heger hûn dev ji ruhê xwe yê mirîdîtîyê bernedin, hûn ê her parsek bin û hûn ê her destê xwe vegirin li ber derîyan...

Û "çavê li derîyan, xwelî li serîyan!"

Axir...

Yanî îroj min ê ji we re qala "dizî"ya xwe ya doh kiribûya, lê ev şêx û serok û ruhê miridîtîyê xeyal û fantezî li min û we kir leylan. 

Biborin!

Ne li min, li we...

Jixwe min bi xwe jîya û ew tahm hilanî, lê hûn...

Belkî jî baş e min ji we re qala doh nekir. Dû re di vê sermê de we yê xwe li serşokan biqewimanda û gunehên we yê têketa stuyê min.

Jixwe korona hêç ketîye û bi çargavî dibeze, bi ser de şewb û bapêş û zekem û almewt û sermagirtin...

Na na, mala şêx û serokan ava be, min ew tevn daneanî û ew merşa rengîn nerêsa ber çavên we...

Yan na we yê pê bigirta!

Û pêgirtin jî çalakîyeke hetiketî ye.

Lê doh jî doh bû haa! Tenê vê bibêjim û di ser re gav bikim, nekevim nav kitekitan.

Çendî serpêhatîyên erotîk û mijarên şêx û serokan ne berevajî û bermeqlûbî hev bin jî, ez zêde pê li reha mirîdan nekim. 

Dû re were û har bibin, ew ê xwe di nav gûyê xwe de bigevizînin, xwe jî bilewitînin, me jî.

Hûn karin bibêjin serê mijarê û binê mijarê li hev rûnenişt, çi eleqe!

Ohoo!

Ma çi li hev rûdine, ser û qûna mijara min li hev rûne?

Ev çel sal in em li ber tayê tolikê direqisin:

Me got, "Bijî kurd û Kurdistan!" û di rêya azadî û serxwebûna welêt de em hew di çîyayan de hilatin...

Me pênc hezar gund li ser kirin...

Bi dehezaran gulîsor û fêriz li ser axa xwe ji bo axa xwe bûn ax...

Bajarên me wêran bûn...

Zarokên me hemû bi ber bayê asîmilasyonê ketin, di dibistanên dagirkeran de "îstiklal marşi û ne mûtlû turkum dîyene" ji ber kirin...

Serê me dibêje "serxwebûn", qûna me dibêje "halklarin kardeşligî" û li qoltixeke nerm û germ digere...

Û îro roj, 

zarokên me di ber serxwebûnê de mirin, mezinên me doza demokratîzekirina dagirkeran dikin...

Îja serê mijara min û binê mijara min li hev rûnenişt!

Çiyê me li hev rûdine ku ew li hev rûne?

Bijî mirîşkên ekolojîk!