14 Aralık 2020 Pazartesi

şorbe

Serê sibehan şorbe xweş e, lê şorbe jî divê şorbenîsk be; ne ew şorbeyên bi zemên re li şorbenîska me zêde kirin.
Şorbeya terhana...
Şorbeya zebze...
Şorbeya kuvarkan...
Şorbeya mirîşkê...
Şorbeya firingîyan...
Şorbeya zozên
Û quzilqurt û kerafî û keratîya min zikê min û we!
Û û û...
Tu nabêjî ya em bi hevdu dizeliqand-girêdida û em dikirin yek, şorbe, bibore, şorbenîsk bi xwe bûye...
Piştî şorbe çilvirî, nîsk ji me xeyidî û serî li me bû şorbe, ne xêr di şorbeya serê sibehan de ma, ne jî xêr di me de.
Em û şorbe bi hev re tûşî erdê bûn.
Û serê sibehan kesî hew şorbe xwar, êdî şorbe ji mêranî ket û tenê bû nîvxwarineke berî xwarinên din; 
anku êdî tenê wezîfeyeke wê ya biçûk ma: berî xwarina giran, ji bo meşka meriv amade bike û hêdî hêdî meriv konsantreyî xwarinên din bibe.
Lê di nav feqîr û xizanan de tu carî ji xatir neket, her xwarina sivik e jî, her xwarina giran e jî, her xwarina milî û netewî ye jî û ew ê wer jî bimîne.
Yezdan kêmanîya feqîr û xizanan nede!
Amen!
Jixwe ne ji feqîr û xizanan be, kurdî û kurdîtî jî ne xema kîrê kesî ye.
Axir...
Vê sibehê ez jî şîyar bûm û ne bi pênc celeb penêr û çar celeb zeytûn û sê celeb reçel û hinguv û to û sicûq û hêkan, bi şorbeyê, na na, bi şorbenîskê min dest bi rojê kir û herweha serîyeke pîvaz jî li ber...
Piştî xwarina şorbeyê ez li serên me yên bûne şorbe fikirîm.
Ji roja me terka xwarina şorbeya serê sibehê kirîye û bi pênc celeb penêr, çar celeb zeytûn, sê celeb reçel, hinguh, to, hêk û sicûqan taştê dixwin, "Nanê bêxwê û tirên şor jî" demode bû.
Êdî bi nanê bi xwê tirên qantirkî dikin, em!
Tirên qantirkî, lewre tirên qantiran şidyayî ne û ew jî ji teresîya wan e; 
ji teresîya wan e, lewre bav ker û dê bergîr e, mîna van xwelîserên kurd ên dê û bavên wan kurd, lê dîn û îman û qubleya wan tirk-ereb-faris in
ku bi aqilê dijminên xwe tevdigerin û dilê hev reş, dilê dijminên xwe xweş dikin.
Wexta meriv kurdîtîyê ji kesayeta kurdan dûr bixe, kurd dibin qantir û zurîyet jî bi dû qantiran nakeve.
Kurd kurdan dikujin, qir dikin, dijminên kurdan jî bi şerê kurdan ê xwebixweyî ji kurdan re kurtanan çêdikin.
Kî kê qir bike, yên mayî yê bibin xwedan kurtan.
De serketin ji we re, bê kî qantir dimînin, kî dibin xwedan kurtan!..
Qantir û kurtan!
Xelateke bêhempa!
Bi xêra wan kurtanan, qantir ê xwe hesp bihesibîne û êdî ew ê ji ber xwe fedî nekin.
Ma ji vêya çêtir xelat heye?

Gotina Dawî:
Sibe Kurdistan ava bibe, dîsa em ê feqîr û xizan nan biçînin şorbeyê û li ber sîya gunê qantiran vekevin, mixabin!