"Kesên azad wek hev in, lê yên wek hev ne azad in."
Lawrence Reed gotîye, ne ez dibêjim, lê ji nava mejîyê min gotîye; xweş gotîye, rast gotîye, ciwamêr.
Li ser vê analîzê meriv kare bi dehan nimûne binivîsîne-bibêje, lê ez dixwazim bi hawayekî bermeqlûb li ser azadî û azadan, wekhevî û wekhevîyan çend kelaman bikim:
Mesela, wexta jineke kurd bi şewba modernîzmê dikeve û li ber bayê postmodernîzmê bi strana Emînê Erbanî ya "Kesî nakim!" bi cizba feminîzmê gêj dibe û me jî dîn dike, di esasê xwe de ne azad e, tenê dixwaze xwe bike wek wan feminîstên di jintîyê de jî xwe nas kirine û dû re bi haweyekî azad bûne feminîst...
"tobedar im tobedar im tobedar im tobedar im
nahebînim nahebînim nahebînim nahebînim
wele dibê mêra nakim keçê dibê mêra nakim
mêra nakim mêra nakim mêra nakim"
Mesela, wexta mêrekî kurd ji bo medenî û modern xuya bike, ji jineke kurd re pesnê azadî û wekhevîyê dide û serî li jinê dike meşka dew, ew mêr ne azad e, ne medenî ye û herweha ne wekhevîparêz e jî; erê, wek kesekî azad û medenî tevdigere, wekhevîyê diparêze, lê bi kirasê azadî û medenîbûnê û bi megalomanîyeke durû hewl dide wê jinê bi xwe ve girêbide, lewre ew bi xwe nahêle xwişka wî wek wî azad ji mêrekî re dilê xwe veke, bi haweyekî medenî.
"serê memkê wê xweş a
binê wan deqdeqî ya
xweştir a ji sêv û hirmî ya
hewara xwedê sînemê"
Mesela, wexta dîndarek di civatekê de bi haweyekî xweşbîn ji guhdaran re pesnê dîn û azadîya dîn dide, di esasê xwe de ew dîndar dixwaze xwe wek kesekî azad û wekhevîparêz, dînê xwe jî dînekî xweşbîn û bi tolerans nîşan bide, lê kok û bingeh tune ye, tenê di navbera azadî û wekhevîyê de asê maye û xwe dixapîne, ne ew azad û wekhevîparêz e, ne dînê wî dînekî xweşbîn û bi tolerans e.
"da min da min da min
cotê memikan wê da min
ketime ser sînga wê
ketime xêra xwedê da"