23 Aralık 2020 Çarşamba

şoreş û romantîzm

Şoreş:
Dema li welatekî şoreşek dest pê dike û ew şoreş bi ser dikeve, çi erênî, çi neyînî, ji serî heta binî tesîrê li seranserê wî welatî dike. 
Civakê bermeqlûb dike, hemû doktrîn û jîyîna berê diguhere, ji nû ve saz dike.
Tesîrê li perwerdehîyê dike, tesîrê li hunerê dike, tesîrê li edebîyatê dike, tesîrê li estetîzm û zewqa însên dike;
bi kin û kurmancî kirasekî nû li civakê dike.
Lê dema ew şoreş bi ser nakeve, ew şoreş di nav dev û lepên qeşmeran de tenê dibe qeşmerî.
Û mixabin li welatê me jî şoreş şikest û têk çû!

Romantîzm û Qeşmerî:
Li Qoserê bi navê Newafê ciwamêrek hebû, belkî hîn jî heye;
ji ber ku berî nuha bi panzdeh salan min ev bûyer bihîstibû, ka nuha sax e, yan mirîye, nizanim.
Heger miribe, yezdan wî bi rehma xwe şa bike û wî ji himbêza horîyan dernexe; na, heger sax be, ji bo wî temenekî dirêj û siheteke xweş dixwazim, 
lê mixabin piştî hew li meriv rabû, xêr di temenê dirêj de tune ye.
Ha hew li te rabûye, ha tu mirîyî!..
"Newafê"
Çima navê vî rebenî mîna navên mêyan tewandine?
Çima ne Newaf, lê Newafê?
Zarokên Qoser û Dêrikê bi zîhnîyeteke nêrane, dema dilê wan ji yekî re nexwaze, bi genetîka nav dilîzin û bi vî haweyî mêran pûç û nerm û nermik dikin.
Axir, em vegerin ser meseleya xwe ya esasî.
Newafê xwarinpêjekî jêhatî ye. (Em nizanin sax e, yan mirîye, loma jî min got "jêhatî ye")
Li derdora Qoserê çi dawet çêbibûya, ji bo nanê dawetê dişandin pey wî. 
Rojekê ji gundekî cahşan-korucîyan jî ji bo nanê dawetê dişînin pey wî.
Newafê alav malavên xwe dide ser hev û bi tirimbêla hatîye pey wî, berê xwe dide gund.
Bi roj gundî govendê digirin, direqesin û ew jî nanê berbûyan çêdike. 
Hinek xort tên dora wî û dest bi qerf û henekan dikin.
Yek dibêje, dewlet dewleta me ye, nizanim miletê me dahwa çi dike.
Yek dibêje, yên çîyê zulmê dikin, ne hevalên kurmancan in.
Yek dibêje, li jor Xweda ye, li jêr dewlet e.
Yek dibêje, ev terorîstina bûne belaya ser milet, nîyhan tevna civakê.
Yek dibêje, bi fikrên beradayî zimanê jinan li ser serê me dirêj kirin, hew peyv bi jinan re dibe.
Newafê jî ji bo cîyê xwe li cem wan çêbike, çend peyvan ji xwe bera dide...
Dibe şev û her kes dihere mala xwe.
Newafê jî li odeya jê re veqetandinê hazirîya xewê dike; rebeno di ber niqirên xwarinê de ji hev de ketîye.
Tam xwe li ser nivînên xwe dirêj dike, rakeve, bi hêl û gupîn derî vedibe. 
Çar pênc xortên gundî xwe wek şervanên çîyê girêdane, bi çek û tiving dikevin hundir û diherin li ser serê wî disekinin. 
Dest û çavên wî girêdidin, bi çengûrê wî digirin û wî li derve diqewimînin. 
Bi qasî nîv seetê bi çîyayê pişt gund ve radipelikin û disekinin. 
Radibin wî şilfîtazî dikin, li dora wî dicivin û dest bi lêpirsînê dikin.
-Tu li paş me diavêjî me û li ber çavê miletê me tu me pîs dikî.
-Tu diherî ku derê, mîna ajan û sîxuran tevdigerî û bi propagandayeke genî tu bêbextîyan dikî.
Rebeno, çav girtî, şilfîtazî di nav lepên wan de ji tirsa hindik maye dilê wî di qûna wî re derkeve.
Bi dengekî Newafê jî bibihîze bi hev dişêwirin û biryara kuştinê didin.
Newafê ji tirsa ziman di dev de werimîye, deng jê dernakeve.
Ji nişka ve, yek ji wan, bîst gavekî ji hevalên xwe wê de, devê keleşkofê bi esmanan vedike û dibe teqereqa keleşê, direşîne...
Bi dengê teqînê re, dibêjin "eskerî hat, birevin" û wî tenê li wir dihêlin û direvin, ji wir dûr dikevin.
Newafê tikîtenê li wir dimîne; ji tirsa newêre xwe tev jî bide.
Seetekê, du seetan...
Deng û pêjna kesî nayê.
Bi cîqecîqa çivîkan û bi dengê xwezayê têdigihêje ku êdî sibeh e.
Ewil benê destê xwe vedike, dû re hêdîka kevnê ber çavên xwe dide alî...
Li xwe dinere, şilfîtazî, li dora xwe dinere, kes ne xuya ye.

Encam:
Piştî wê bûyerê, psîkolojî û derûnîya Newafê têk çû, Newafê hew bû Newafê berê, her tim di bêrîkê de bi hebên tirsê gerîya.
Belkî hîn jî digere...
Nizanim.

Gotina Dawî:
Şoreş ne karê gundî û nezanan e, şoreş karê kesên xwedan vîzyon e. Heger gundî û nezan ew qasî jîr û jêhatî bûna, ewil ew ê xwe ji gundîtî û nezanîyê rizgar bikirana.