Xwedê meriv şaş neke,
heger şaş kir, fahş neke,
û ku fahş jî kir, berê meriv bi kaş ve neke...
Piştî min ev hesabê nuh vekir, carina di ber re min xwest hevalên ez wan nas dikim, yek bi yek vexwînim rûpela xwe.
Û heçî kesê min nas dikir, min daxwaza hevaltîyê ji wan re şand, lê...
Erê, lê wek di serî de jî min gotibû, Xwedê kesî şaş neke... lê Xwedayê her tim himbêz li min germ kirîye û nehiştîye bê yar bimînim, vê carê Şeytan bi min kenand û ez birim paşpaşîko li kerê siwar kirim.
Bêhemdê xwe min daxwaza hevaltîyê ji yareke xwe ya kevn re jî şand.
Ji ber ev çend roj in ez ji nifşê masturbasyonê aciz im û serê xwe bi wê felsefeya nîvcomayî re diêşînim, dû re zingînî ji serê min tê û li xwe hayil dibim.
Ez li xwe hayil bûm min ne baş kirîye û revî revî min xwe li facê qewimand, ji bo daxwaza min şandibû betal bikim, lê...
Erê, lê yara bedew, bibore yara kevn berî min dîtibû û ez asteng kiribûm.
🤣🤣🤣
Di heqê min de ye!
Tu çima diherî pê li reha dilê wê dikî û brîna wê ji nû ve der dikî!
Belkî wexta rebenê çav li navê min ket, xewn û xeyal û fantezîyan ew dîl girt û di navbera êş û kêfê de bê nefes ma!!!
Ji bo hefteyekê ji bajarê xwe lê xist, hat cem min.
Berî were jî me li hev kiribû, hefteyekê wek du evîndarên bi evînê jardadayî bûne, em ê tevbigerîyana.
Xwedêgiravî...
Wê bi xwe jî zanîbû ne mimkun e, lê carina daxwaz û hêvî zora rastîyê dibe.
Her tim ji min re digot, tu însanekî pir baş î û pir cuda û taybet î, meriv kare bibe her tiştê te, hevala te, yara te, hevrêya te, lê bi te re zewac nabe...
Erê, hat û şeş rojên xweş me bi hev re derbas kir: ger, kêf, coş, civat, romantîzm, erotîzm, nîyhandin...
Roja hefta, serê sibehê ez derketim, min ew li mal hişt; ez ne şaş bim min ê hevalek bidîta...
Jin bû, yan mêr?
Lê ew ê jin be, ji ber ku nakeve serê min ji bo mêrekî min ew tenê hiştibe.😉
Êvarî ez hatim malê, ji hêrsa çav li xwe sor kiribûn.
Kinc mincên xwe dabûn ser hev, walîz amade bû.
Û pevçûnekê dest pê kir...
Pevçûna me heta nîvê şevê berdewam kir. Dû re ew li salonê ma, ez derbasî odeyê bûm.
Nîv seetekê bi vir de û wê de min xwe qulipand, hêdî hêdî çav li min diqerimîn, ji nişka ve derî vebû.
Bi ronîya lampeya korîdorê bedeneke spîboz mîna şîr, bi haweyekî nazenîn ber bi min ve hat...
Ji awirên wê şehweteke dojehî difûrîya; hişk, cidî, têrbawerî û arezû.
Xwe li ser min dirêj kir, devê xwe xist guhê min, lêvên wê bi nermika guhê min ve zeliqîn.
Û bi dengekî nerm û tevizokî di wê tarîya bi ronîya lampeya korîdorê vediciniqî got,
"Di min ne! Madem ji sibê şûn de em ê careke din hew hevdu bibînin, cara dawîn min bi nîyhandinê têr bike..."