Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez maskeya we ji ber rûyê we didim alî û bi ser durûtîya we de dimîzim.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku bîst û sê seet û nîvan ez bi kurdî quretîyan dikim û ji we re jî dibêjim, werin hûn jî bi xêra kurdî xwe qure hîs bikin.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, ez bikutim wê sîyaseta we ya ku hûn tenê ji dagirkerên xwe re dibin sî.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku hûn di bîra rewşa xwe de fetisîne û ez vê rewşenbîrtîya we ya tenê ji masturbasyonekê pêk tê di bîra we de tînim.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, kurdîtî sekn û helwestek e û ji prensîban pêk tê, lê ne sekneke we, ne helwesteke we, ne jî prensîbên we hene.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, bi sloganên pûç û vala serî li zarokên xelkê germ nekin û bi xwîna zarokên xelkê di nav konforê de xwe negevizînin.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, madem we yê bi xezebeke çargavî kitêbên xwe wergerandana zimanên dagirkerên xwe, çima hûn wê tahbê dibînin û bi ser keda xwe de dirîn.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, ehlaq ji xwe re nekin mertal û li pişt wê mertalê bi kirasê ehlaqî bêehlaqîyê wek ehlaq nefiroşin civakê.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, diz ketine malên we, ne namûs û xîret bi we re hiştine, ne dîn û îman bi we re hiştine, ne jî helwest û kesayet.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, berê bibin kurd, dû re hûn dibin çi gû, bibin; hûn azad û serbest in.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, axa hûn li ser dijîn ne azad e û heta axa hûn li ser dijîn azad nebe, hûn nikarin bi kirasê azadîyê mîna hewarîyên humanîzm û demokrasîyê li mafê "bira"yên xwe bigerin.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, bi îdeolojîyên pûç û beradayî ne xwe bixapinin, ne jî me; hîn hûn nebûne xwe û heta hûn nebin xwe, hûn nikarin bibin feminîst û lezbîyen û bîseksuel û enternasyonal û filan û bêvan.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez dibêjim, xweda, ûjdanê we bi xwe ye, heger hûn bêûjdan bin û bi kirasê xweda tevbigerin, xweda yê li ber çavê civakê bibe marekî reş û her kes ê jê bireve.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez ne mirîd im û ez wek we nabim mirîdên kesan, partîyan, rêxistinan, îdeolojîyan, dînan, serok û merokan.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez deve me, bi serê xwe me û her tim li pey daxwazên dilê xwe me.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez bextê xwe bi text naguherim û ji bo çend kurtêl û hestîyan serê xwe li ber we natewînim.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku dema kêfa min ji jinekê re tê, diherim jê re dibêjim; ez wê daxwazê di hundirê xwe de genî nakim û wek we di bin hişê xwe de li kesî rep nakim.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku bîst û çar seetan ez dinim mejîyê xwe, mejîyê min her avis digere û ez ji we re diafirînim, geh edebîyat, geh sînema, geh mîzah; hemûyan jî bi zimanê xwe.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku bi zimanê xwe ez dagirkerên xwe bêminet dikim û dilê xwe hîç wext nabijînim zimanê wan, hunera wan, edebîyata wan û wê kultura wan a ji serî heta binî dizî ye.
Ez antîpatîk im!
Ji ber ku ez durist im û bi xwe bawer im; ne wek we kurtêlxwir, dûrû, qûnalês û kone me...